Profesor Umît Ozdagê nîjadperest û endamê MHP-ê, di derbarê eslê(nasnameya)leşker, pûlis û milîsên gundan yên ku hetanî nuha di şerê li dijî PKK-ê da hatine kuştin de lêkolîneke kiriye.
Umît Ozdag, xwedêgiravî xwestiye bizanibe hela ji kuştiyên dewletê çuqasê wan kurd in û çuqasê wan tirk in?
Bi îhtîmaleke mezin mezinên wî ev vatinî dane wî, nexwe ew bi serê xwe, bê emir û destûra "dewleta kûr" tişên wiha nake.
Li gor lêkolîna Umît Ozdag, ji % 26.8-ê milîsên gundan, leşker û pûlisên ku di şerê li himber PKK da hatine kuştin kurd in û bi piranî jî ji bajarên weke Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik(Bîngol), Dêrsim, Bedlîs, Diyarbekir, Colemêrg, Ixdir, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Ruha, Şirnex û Wanê ne.
Umît Ozdag gotiye, li gor reqemên dewletê heta nuha ji van bajarên ku navên wan derbas dibe 2.800 kurd(leşker, çerdevan, pûlis) hatine kuştin.
Esas ev hejmar hindik e, divê hîn zêdetir be. Ji ber ku Ozdag, kurdbûna kuştiyan
bi bajarên wan va sînor kiriye, yanî li gor bajarên Kurdistanê çûye.
Ev şaş e. Çimkî kurd li Kurdistanê tenê najîn, li bajarên Tirkiyê, wek Stenbol, Îzmîr, Edene Mêrsîn û gelek bajarên din jî dijîn.
Bêyî van bajaran, li Enedoliya Navîn jî hejmara kurdan ne hindik e, li wir jî nêzî milyonekûnîv kurd hene.
Li Anqerê( Haymana, Polatli, Bala, Koçhîsar), li Qonyayê (Kûlû, Cîhanbeyîi, Yûnak), li Kirşehîrê (Kaman, Çîçekdaxî), li Aksarayê, li Yozgatê (Yerkoy), li Çorûmê û li Tokatê bi kêmanî li dora milyonekûnîv Kurd hene û ji van kurdan jî gelek kes hatine kuştin.
Loma jî hejmara kurdên ku dewletê bi darê zorê ew dane kuştin ji 2 heyştsed kesî kelkî zêdetir e.
Yanî gerrîla jî kurd e û leşker jîç kurd e, mêrikan herdu seriyan bi hev dide kuştin.
Min lêkolîn bi xwe bidest nexist, di rojnameya Hurrîyetê da Yalçin Dogan qal kiriye, min ew nivîs xwend.
Di beşên ku di nivîsa Yalçin Dogan da heye, tenê hejmara kurdên ji Kurdistanê heye, hejmara kurdên ji bajarên Tirkiyê û ji Enedoliya Navîn tuneye. Dema meriv hejmara kurdên derî Kurdistanê jî têxe ser, wê demê ev reqem ewê gelkî zêde bibe, belkî derkeve 3 hezar û pêncsed (3.500-4000) 4 hezarî.
Umît Ozdag ji ber ku merivekî nîjadperest û çeteyekî Ergenekonê ye, loma jî ji lêkolîna xwe bi zanetî netîceyeke gelkî çewt û beradayî derxistiye.
Yanî rastî tahrîf kiriye.
Li gor wî, 2.800 kurdên ku li ser navê dewleta tirk hatine kuştin îspata wê yekê ye ku,
“Ne tenê tirk, herweha Kurd bi xwe jî li dijî PKK-ê ne û şerê wê dikin.”Li derêkê jî bi zindiqî gotiye:
“Kurd şerê hev dikin û hevdu dikujin.”Û dûra jî bi hawakî pir rezîl û sextejar fena ku nizane dewlet kurdan çawa mecbûrî cerdevanî û leşekeriyê dike, fena ku nizanibe li Tirkiyê leşkerî mecbûrî ye, gotiye:
“Hinek dibin PKK- î û derdikevin çiyê û hinek jî (bira, pismam û xwediyên hev in) dibin leşker û li dijî wan şer dikin.”A qalîte û alimiya profesorekî tirk ev e.
Li Tirkiyê heger meriv leşkeriya xwe nekiribe, meriv nikane bibe bekçiyekî kuçan jî, dewlet meriv bi darê zorê dibe leşkeriyê. Ji bo ku kurdekî saxlem neçe leşkeriyê divê ji Tirkiyê bireve. Dema bixwaze li Tirkiyê bimîne divê leşkeriyê bike.
Bêguman Ozdag viya dizane, lê ji ber ku exlaq, etîk û namûsa zanistê pê ra tuneye, ji ber ku ji alimekî bêtir çeteye û qeşmerekî dewleta xwe ye loma tiştên wiha tewşo mewşo dibêje.
Lê Ozdag çi dibêje bila bibêje, em hemû kurd dizanin ku ne gerîlla tenê, piraniya kuştiyên ji aliyê din jî kurd in.
Kurd diwêrin derkevin serê çiyan û li hember dewletê şer bikin, divê biwêrin çûna leşkeriya dewleta tik jî red bikin.
Li Tirkiyê biçûk be, destpêk be jî vê qonaxê dest pê kiriye, divê kurd bi xurtî tevî vê “redda wîjdanî” bibin û tivinga dijmin navêjin ji milê xwe da û neçin li hember qewmê xwe şer nekin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar