10 juni 2008

Futbol û meşhûriya min

Em îşev jî li maça Swêd û Yûnaniyan temaşe dikin. Nuha deqîqeya 37-an e. Hîn çavê me bi tu gol î nebûye. Ez ji yûnaniyan ditirsiyam lê wer xuyaye bi qasî dibêjin ne tahlûke ne.

Bêguman em dilxwazên swêdiyan e. Herdu zarok li vir hatine dinê, helbet ewê bixwazin ku welatê wan qezenc bike, tiştekî ji viya normaltir tuneye.
Lê yê min jî siyasî ye, hema tirk ne tê da, ez dixwzim yûnanî li hember her kesî wenda bikin. Çimkî wan bi teslîmkirina Ocalan bi kurdan ra bêbextî û ne camêrî kirin. Erê ez ji Ocalan hez nakim û gelkî jî li dijî wî me, ev tiştekî din e.

Ez naxwazim tirk neheqiyê li kûçikekî me jî bikin.

Bi fisgenîkî teslîmkirina Ocalan bêbextiyeke mezin bû. Dewleta ji xwe fedî bike û hurmetê nîşanî qanûnên xwe bide wer nake. Dikanîbûn eşkere bigirtina û li gor qanûnên xwe teslîm bikirana, ya jî ji welatê xwe derxistana. Lê tiştê wan kir bêexlaqî bû.

Axir ez dixwazim ew wenda bikin. Û Swêd jî ji xwe welatê min yê duduyan e. Ne rast e ku li hember yûnanan ez xêra wan nexwazim.

Waye hefteyimek qediya û maç hîn 0-0 e, nuha tiştekî zêde ez bibêjim tuneye.

Berî wê, min li maça Rûsyayê û Îspanyayê jî temaşe kir. Her çiqas di maçê da 5 gol hebûn jî lê min tu kêfeke zêde jê negirt. Maçeke mirî bû, heyecan, teşxele û tep û rep tê tune bû. Herdu alî jî wek miriyan bûn. Yanî ne ji alî tempoyê û ne jî ji alî xweşlîstinê min tu heyecan û tam jê negirt.

Heyran wa ye qîrînî bi salonê ket, swêdiyan û him jî Zlatan golekî muhteşem avêt. Dibê ez herim ber telewîzyonê.

Maç qediya, swêdiyan golekî din jî avêtin, maç 2-0 qediya.

Netîce li gor dilê min e. Şampiyonên 2004-an di maça vekirinê da 2-0 wenda dikin.

Di deqîqeyên dawî da yûnanî ji bin da ji hêz da ketibûn, bêyî yek carê, tu tehlûka nexuluqandin.

Diyar e di vê grûbê da ewê Îspanya û Swêd derkevin.

Bi xêr înşelah emê rojekê di telewîzyonê da maça taximê Kurdistanê jî wiha temaşe bikin. Ez dibêjim ew roj jî bi xêr berî mirinê ewê bibe nesîbê me.

Ez dixwazim nuha jî qala tiştekî din bikim

Heta nuha haya min ji meşhûriya min tunebû, lê min îro fêm kir ku hêdî hêdî ez jî meşhûr dibim.

Îro, di asansora ciyê karê min da ez rastî xanimekê û xortekî çeleng hatim. Dema ez ketim esansorê ew herdu berê tê da bûn, xort çer çav li min ket, ji xanima xwe ra bi bişirîn û kêfxweşiyeke mezin got:

-Ev kurd e, navê wî Zinarê Xamo ye, nivîskarekî kurdan yê meşhûr e…

Bêguman pişika min nepixî û min fêm kir ku êdî ez jî ne merivekî ”laletayin” im, pir hindik êdî ez jî ketima rêza ”meşhûran.”

Li ser vê, me silav da hev û em bi hev ra ji asansorê daketin. Me liser nigan, bîstekê sohbet kir. Xort got, ew her roj nivîsên min dixwîne û gelkî jî kêfa wî jê rat ê.

Xwezî ez her roj rastî yekî wiha bihatama, pesnên wiha "xweş û rast" min li meselê gurtir dike, şevan 4 seetan jî rakevim ne xema min e.

Xort, ji kurdên herêma Konyayê ye û min jî carê ew di programeke telewîzyonê da dîtibû. Mixabin min ji bîr kir ku navê wî fêr bibib. Heger ez ne şaş bim şairiya wî jî heye û kurdiyeke gelkî xweş dipeyive.

Yanî êdî ne çend hevalên min nas dikin, heta bigihîje kurdên deşta Konyayê jî ji malpera min haydar in û nivîsên min dixwînin. Helbet ev yek jî pêşketineke baş e, nav û dengê hêdî hêdî sînorên Stockholmê, yên dost û hevalan derbas dike û bere ez jî gelek malper û nivîskarên ”binavûdeng” meşhûr dibim.

Loma jî dibê ez meseleyê sist negrim û xwe bêhêvî nekim, êdî xwendevanên min jî zêde dibin.

Bela sebeb negotina, xwediyê sebrê mîrê Misrê.

2 kommentarer:

  1. Mafê Penaberan û Mafên Navnetewî


    Gotar a ‚Asyl’ ji yewnanî( Grekî) tê û tê wateya cîyê parastî û Azad.

    Di mîjoye Asyl da ji zilm û zorê parastin heye. Li Yunana kevn heta ji boyî kesên kûşdar ji ew Parastin di hate pejîrandin. Ew mafên Asyl ( Penaberî) li yewnan a kevn li cî û warê Olî (Tempel) li nav bajarê Athen di hate dayin. Li hamberî vê Romîya mafê Penaberîye (asyl) ne pejirandine. Ji ber kû Mafên Penaberîye (Asyl) li dijî Yaseya wan bu.

    Ji ber rastîya Faşîzma Almanya Nazî di sedsala bûhirîde (çuyide) mafên penabertîyê ger li dada (hiquke) navnetwî û ger ji di dada (hiquqê) Almanî de giringîyek xweyî mezin heye. Heta hinek welatan li balyozxaneyên xwe balyoza ji boyî penabera ji bi cî kirine. Le belê Almanyaya Federal rayedara rênekiriye balyozxane xwe. Kesên ku li parastinê digerin diwet berî her tiştî xwe bigîhinin Almanyaya Fedaral û vê yekê (penabertîyê) daxwaz bikin. Mafê penaberîyê di bingeha destûra (qanun) Almanya Federalde( Art.16a GG) ciye xwe girtiye. Lê belê ev maf bi destûrên dî hatiye tengkirin. Ji gotara ‚politische Verfolgung’ zora sîyasî zora dewletê tê zanînê û ew zor diwe kû ji ber etnîse be, ji ber olî be, ji ber giredayîbuna cîyekî be anjî giredayîbuna bi kome (grub) kî be. Piştî guhartinen di destûrê (01.01.05) zor û zilma ji ber pîrekbunê( Jinbunê) û zor û zilma ku ne ji devletê têt û devlet nikaribe kesan biparêze ji boyi penaberîyê ( asyl) hatine pejirandin.

    http://www.rajus.org/pageID_3508561.html

    SvaraRadera
  2. My relatives every time say that I am wasting my time here at net, but I know I am getting knowledge all the time by reading such nice content.


    Feel free to surf to my blog post :: laser cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE