04 maj 2008

Tirk çima diwêrin heqaretê li kurdan bikin?

Rojnameyên Tirkiyê Tercuman û Hurrîyetê, xebera li ser êrîşa balafirên artêşa tirk ya roja 1-ê gulanê ku li gor îdîaya serfermandariya tirk di êrîşê da ”150 gerrîla kuştine”, wek mizgîneke mezin dane xwendevanên xwe. Sernivîsa xebera Tercumanê wiha ye:

-150 xayinî bela xwe dît(150 haîn belasini bulduTercuman.4/5-08)Rojnameya Hurriyet jî ji Tercumanê kêmtir nemaye, wê jî di manşeta xwe da gotiye:

-Ma serê mar hat pelçiqandin?(Yilanin başi ezîldî mî?)
HPG-ê îdîayên artêşa tirk ku 150 gerîlla kuştine red kir û e vev yek wek beşekî şerê psîkolojîk bi nav kir. HPGê di beyana xwe da got, di êrîşê da 6 gerîlla şehîd ketine.

Rojnameya Hurrîyetê, li Tirkiyê rojnameya herî mezin e û Tercuman jî, ez tîraja wê nizanim lê ew jî rojnameyeke mezin e.

Ev herdu rojnameyên mezin dikanin bi rengekî hewqas vekirî û bêperwa, bêyî ku 20 milyon kurdî bi tiştekî bihesibînin, li hember kuştina zarokên kurdan ku xwedêgiravî ew jî hemwelatiyên Tirkiyê ne, bi van sernivîsên mişt kîn û nefret vê dijminatiya xwe ya nemirovî bidin der.

Erê em dizanin ku tu tirs û hesabekî van rojnameyan yê cezayî û huqûqî tuneye, ew dizanin ku ji alî dewletê ve tu zirar negihîje wan. Belovaciyê wê, dewlet dikane ji bo van sernivîsên nîjadperest wan xelat jî bike.

Bêguman li welatekî Ewrûpayê rojnameyekê tiştekî wiha binivîsanda ewê qiyamet rabûye, di heqê mesûlan da tavilê ewê doz vebûye. Lê di huqûqê dewleta tirk da cezayê heqaret û qetla kurdan tuneye.

Em hemû kurd bi viya dizanin. Jixwe tiştê ez dixwazim li ser rawestim jî ne ev e, ev qerekterê dewleta yê kemalîst û faşîst pir vekirî ye.

Lê li gel vê jî divê van rojnameyan ji civata kurd newêrîbûya vê dijminatiyê hewqasî bêperwa li hember kurdan bikin, bi kuştina zarokên wan kêfxweş û dilşa bibin.

Xwedêgiravî li Kurdistana Bakur 20 milyon kurd hene. Lê diyar e giraniya wan a aborî, siyasî û civakî bi qasî 20 hezar kesî jî tuneye. Heger hebûya, van herdu rojnameyan nikanîbûn li hember kurdan hewqasî vekirî djiminatiyê bikin.

Heger xwediyên van rojnameyan bizanîbûya ku piştî nivîsên wiha, bi milyonan kurd ewê rojnameyên wan nekirin, bi xwedî û şîrketên wan ra tîcaretê nekin, bi xwediyên van nivîsan û kesên wekî wan difikrin ra dostanî û hevaliyê nekin yanî bi kurtî, heger wan ji van kirinên xwe zirarên aborî, sosyal û siyasî bidîtana bêguman ewê tiştên wiha nenivîsandina.

Lê dema dibînin ku piraniya kurdan hîn dost û dijminên xwe ji hev nagerînin, hîn dikanin bi xwediyên van dîtinan ra tîcaretê û siyasetê bikin, loma jî mêrikan hebûna 20 kurdî bi pênc pereyan jî nahesibînin. Loma jî her babet heqaret û dijminatiyê bi hawakî bêperwa dikin.

Çimkî baş dizanin ku ewê ji kirinên xwe zirarê nebînin.

Û heta ku her kurd dijminatî û heqaretên wiha ji xwe ra neke derd û wek ku li hember şexsê wî hatibe kirin qebûl neke û li hember wan reaksiyonê nîşan nede dijmin ewê tim tiştên wiha bike.

Ji ber ku dema meriv ne tiştek be, dijmin jî meriv bi tiştekî nahesibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE