Leşkeran nêt li AKP-ê xera kirine, wer xuya ye di demeke kin da ewê wê gorr bikin û Erdoganê pêxwasê Kasimpaşayê jî ji sahneya siyasetê biqewitînin.
Kurdan gotiye, merivê tirsonek nikane bi sîng û berê sipî û boz şa bibe. Li Tirkiyê jî îspat bûye ku merivê ji ber leşkeran daxwe û têleve bin emrê wan hertim mahkûmî qewitandinê ne.
Û îro jî ewê dîsa ew bibe,
Ji serokên darbeya 12-ê Adarê general Mmduh Unluturk ji zabitê teqawit Erol Mutercimler ra gotiye:
”Ergenekon” rêxistineke di ser hukûmet û serokerkaniyê ra ye.”
Li gor vê agahiyê meriv dikane bibêje ku ev rêxistina bi dizî wek partiyeke dewletê dixebite û ji dema avabûna dewleta tirk û vir da ye heye. Tirk ji ber ku jê ditirsin, navê wê kirine ”dewleta kûr.” Ji bo ku bibêjin, "kûr e, em nikanin xwe bigihînin."
Ev "dewleta kûr" dizane ji bo civatê çi xerab e û çi jî baş e. Li Tirkiyê kîjan partî bibe îktîdar jî formalîte ye û hukmê wan sînorkirîye.
Çimkî "partiya dewletê", bi navekî din "dewleta kûr" hertim li ser hukum e û esas ew dewlet û welêt îdara dike.
Kes wê nabîne, lê her kes dizane ku ew heye û wek Ezraîl her gav dikane li ser qefesa siyasetmedar û civata tirk deyne û ruhê wan bistîne.
Ne kes dizane kî endamên vê partiya dewletê ne û ne jî kes dizane ku ew çawa û ji alî kê va tê îdarekirin. Lê her tirk wek navê xwe dizane ku heye.
Her kes dizane ku sîstemek ”dewlera kûr” ya îdarekirinê heye. Heger ne wiha bûya ev serê 60-70 salî ye divê vê partiya dewletê nikanîbûya Tirkiye wiha îdare bikira û çend caran jî dest daniya ser hukim.
Ev parî bi tu hawî naşibe partiyên din e, ne dikeve hilbijartinan û ne jî dibe mixalefet. Lê li gel vê jî tu carî disthilatê ji dest xwe bernade, kî were ser hukum ji bo wê ferq nake, ew her xwediyê îktîdara rastîn e, dîreksiyona dewletê di dest wê da ye.
Li gor ku çapemeniya tirk dinivîse di operasyonan da pûlis di kompîtora hin ”Ergenekonciyan” da nusxeyeke doza girtina AKP-ê bi dest xistine. Û tarîxa nusxeya di kompîrorê da hatiye dîtin rastî du roj berî doza girtin AKP-ê tê.
Wek tê zanîn, doza girtina AKP-ê di 12-ê adarê da hatibû vekirin, lê li gor dibêjin ev belgeya hatiye girtin du roj berî vê tarîxê ye. Maneya xwe ew e ku têkiliyek di nabêna serdozger û kesên hatine girtin da heye, berî vekirina dozê bi hev şêwirîne û fikir û pêşniyarên hev giritine.
Wek tê zanîn, Cemîl çîçek avakarê AKP-ê ye û di nava hukûmetê da jî piştî Erdogan, wek merivê duduyan tê qebûlkirin. Berdevkê hukûmetê ye.
Di heqê partiya wî da doza girtinê hatiye vekirin. Dixwazin siyasetê li 71 endamên partiyê qedexe bikin. Ji serokwezîr bigre, heta bi serokkomar, navê 71 rêvebir û giregirên partiyê yên herî girîng di îdîanemeyê da hene. Lê navê Cemîl Çîçek tuneye. Diyar e dewleta kûr naxwaze dest bide Cemîlo.
Çima?
Gelo dewleta kûr, piştî pakêtkirina Erdogan dike wezîfeyek din bide Cemîl efendî?
Tiştekî wiha pir ne dûr î aqilan e, çimkî her kes dizane ku Çîçek di nava AKP-ê da ajanê dewleta kûr û dijminekî kurdan yê sondxwarî ye.
Heger îhtîmala wezîfeyeke nuh tunebûya divê dewleta kûr merivê partiyê yê duyem ji lîsteyê dernexista û neda aliyekî. Wer xuyaye ”dewleta kûr” naxweze di vî şerî da derb li Çîçek keve û birîndar bibe. Wî ji bo hin kar û wezîfeyên din didin aliyekî.
Ji ber ku Çîçek merivekî emirqûlîye, ajanê ”dewleta kûr” yê di nava AKP-ê da ye loma jî ranabe wek mêran partiya xwe naparêze, nabêje, ”heger vê partiyê sûc kiribe, min jî kiriye, werin min jî bigrin. Xwe kerr dike. Ji ber ku ne bi serê xwe ye, çi wezîfe dabin wî, wiya bicî tîne.
Di dawiyê da meriv dikane bibêje ku ”dewleta kûr” ewê AKP-ê bide girtin û siyasetê jî li Erdogan û gelek kesên din qedexe bike. Belkî hukûmetê jî bixînin û hilbijartinan jî heta çend salan nedin çêkirin.
Ji ber ku yên li hember wan ne tu meriv in, newêrin bajon ser leşkeran. Ji dêlî vê va, ji wan ra dikin pişo pişo, gunê Buyukanit miz didin ji bo ku ji kursiya xwe nebin.
Wezîrê dewletê yê kevn yê dema Ozal, Hasan Celal Guzel, do di programeke telewîzyonê da got, ”Ez emîn im ku AKP ewê were girtin.”
Guzel, mêrik bi vê texmîna xwe jî nesekinî, li ser dengdana Mahkima Bilind jî texmîna xwe got. Guzel îdîa kir ku biryar girtinê ya ewê 9-2, ya jî 8-3 be. Yanî hey jixwe ewê bigrin, lê dizane ku ev biryar ewê bi çend dengan jî were girtin. Ji ber ku yên hev û hevdu nas dikin.
Li gor Guzel, mesele ne tenê girtina AKP-ê ye, di vî warî da ”dewleta kûr” pakêtek amade kiriye. Di vê pakêtê da girtina partiyê heye û heger ev jî nebe darbeyeke leşkerî jî mimkûn e.
Lê ez dibêjim ji ber ku şertên cîhanê êdî rê nade darbeyên leşkerî yên wek berê, ji dêl vê va, ewê bi riya mahkimeyan û bi tirsandinê hukûmetê bixînin û siyasetê li çend kesan qedexe bikin. Plan ev e.
AKP, ev serê sê salan e ku tu gaveke demokratîk navêt, tu guherandineke ku civatê berbî demokrasiyê bibe nekir. Erdogan di dijminatiya bi kurdan ra bi leşker û partiya faşîst MHP-ê ra ket pêşbirkê/pêşbaziyê.
AKP, dema mixaleft bû û di du salên pêşîn yên îktîdara xwe da wek ku bi rastî jî dixwest şertên Yekîtiya Ewrûpayê bicî bînin û ji bo vê yekê jî hin hin gav avêtin. Lê piştî ku cî dan nigên xwe û careke din jî bi rayên hîn zêde hatin ser hukim, tew bi carê da paşê xwe bi YE da kirin, ji leşkeran bêtir êrîş birin ser kurdan.
Erdogan di her fersendê da ji bo ku dilê leşkeran xweş bike û belkî jî bi vî hawî kursiya xwe jî biparêze, bi zimanê nîjadperestekî sondxwarî digot:
”Em dibêjin, yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat”, yanî emê mafekî herî biçûk jî nedin kurdan. Divê kurd bibin tirk.
Hemû hewildan û zixtên Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê yên ji bo avîtina hin gavên demokratîk, guherandina hin qanûnên paşverû û nîjadperest, qebûlkrina nasnameya kurdan û hin gavên din, ji bal AKP-ê ve ya hatin redkirin ya jî bi konetiyeke rojhilatî serî li xwe gerandin.
Bi vî hawî êdî Emerîka jî û Yekîtiya Ewrûpayê jî hêviya xwe ji Erdogan û AKP-ê birrîn. Çimkî dîtin ku tirk naxwazin di demek kin da xwe biguherînin û bibin endamê Yekîtiya Ewrûpa.
Ji bo ku tu mafî nedin kurdan û meseleya kurd bi riyeke demokratîk çareser nekin, tirk naxwazin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpa. Yanî tiştê Erdogan li hember YE dikir takkiye û xapandin bû.
Û dema ”dewleta kûr” dît ku AKP li der êdî îzole bûye, êdî kes zêde hêviyakê ji Erdogan nake, loma jî îro li hustuyê wî suwar bûn.
Bêguman heger di destpêkê da bi rengekî ciddî û samî gavên demokratîk biavîtana, meseleya kurdan çareser bikirana û neketina bin emrê ”dewleta kûr” îro girtina AKPê ewê hewqasî ne hêsan û mimkûn bûya.
Lê demaokrasî şiklê jiyanekê ye, îdeolojî û felsefeya AKP-ê û meleyan li dijî wê ye. Însanên bi rastî ne lîberal û demokrat bin nikanin demokrasiyê bînin welatekî.
Seîdê Kurdî 48 sal berî nuha çû ser dilovaniya xwe
Seîdî Kurdî(Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî) di 23-ê adara sala 1960-î da li Ruhayê li otêla Îpekpalasê çû ser dilovaniya xwe. Piştî darbeya 1960-î generalên nîjadperest laşê Seîdê Kurdî ji gorra wî derxistin û revandin birin. Heta niha jî kes nizane gorra wî li ku ye.
Rahma xwedê lê be .
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar