Li Tirkiyê milîtan, kadir û dilsozên dewleta tirk û çeteyên ”Ergenekonê” dîsa bi AKP-ê ra ketin pêxîla hev û îcar xwe baş li hev serqot kirin.
Şer hîn destpêk e û baş ne diyar e ku kî ewê bi ser keve.
Hin derdor dibêjin plana ”dewleta kûr” ew e ku Erdogan, Gul û çeteyên li dora wan ji siyasetê dûr xin û dû ra jî AKP-ê li goristana partiyên siyasî bêkefen gorr bikin.
Lê ji nuha da baş ne diyar e ku ev plana ”dewleta kûr” ewê bi ser keve ya na.
Lê heger bi ser nekeve jî ji ber ku herdu alî bi hev hesiyane, loma jî êdî veger tuneye, ji mecbûrî ewê çend derbên baş dawşînin hev û hevdu kel û kût bikin.
Gelo kîjan alî ewê ji vî şerî saxlem derkeve û kîjan alî ewê kût û birîndar bibe, bêguman girêdayî ku kî derba mirinê li kê xe.
Û yê di lêxistina derba mirinê da dudiliyê bike ewê têk biçe. Di vir da AKP zeîf xuya ye, çimkî tecrûbeyên heta nuha nîşan dane ku AKP tirsoneke û newêre berê xwe bide "kûçikên gurxenêq" yanî artêşê. Ji wê bêtir çend xîç û kuçên xilikan davêje ji cewrikên "dewleta kûr" da û dixwaze bi vî hawî xwedêgiravî "dewleta kûr" bitirsîne.
Lê leşker ji halan û derbên wiha natirsin.
Wek me got, herçiqas hukûmeta AKP-ê di vê operasyona dawî da derbeke baş li ”Ergenekonê" xistibe jî têr nake. Derbên wiha sist, dikane wek marê birîndar ”dewleta kûr” bêtir biazirîne.
Meriv li mêr(mar) xist, dibê bikuje, dema meriv nekuje, birîndar bihêle pir tahlûkeye, wê demê ew meriv dikuje.
Ev yek wiha ye.
Bêguman AKP bi tercûbeyên xwe viya dizane. Erdogan û Gul êdî baş dizanin ku bi pişo pişo û bi zeytkirinê, bi destûrdana kuştina kurdan artêş qîma xwe nayne, ”dewleta kûr” û çeteyên pê va girêdayî bi van tawîzan tenê nayên serî.
Çimkî ew qebûl nakin ku îqtîdara siyasî(serokwezîr, serokkoma û zanîngeh û gelek dezgehên din) hewqasî ji destên wan derkeve û têkeve destên meleyên wek Erdogan û Gul. Artêş û beşekî kemalîstan vê yekê nikanin qebûl bikin. Bi wan pir zor tê.
Dixwaze bira ew mele ji wan bêtir kemalîst û tirkçî bin. Û jixwe rastî jî wiha ye, AKP ji CHP-ê û MHP-ê kêmtir ne nîjadperest û kemalîst e. Gul ji Buyukanit kêmtir ne nîjadperst û tirkçî ye. Lê ev yek têr nake. Ji ber ku ev grûba elît ya leşker û sivîlan bêyî xwe îktîdarê layiqî tu kesî nabînin, dixwazin ew tim zabit bin û yên din jî emirberên(emirqûlîyên) wan bin.
Ji ber ku AKP bi tecrûbeyên vê rastiyê dizane, loma jî di çarçovaya lêpirsîna doza çeteyên ”Erdgenekonê” da îro derbeke din dawşand hin çeteyên ”dewleta kûr” û ”Ergenekonê”.
Di operasyona îro da Îlhan Selçûkê rojnamevan, serokê Partiya Karker (IP) Dogu Perînçek, hevalê wî Ferît Îlsewer û rektorê berê yê Zanîngeha Stenbolê Kemal Alemdaroglu jî di nav da, 7 kesên din hatin girtin.
Bêguman ev operasyon ewê "dewleta kûr" wek mozên sor bêtir biazirîne. Ji ber ku îcar dar hinekî zêde radan kuliqa wan.
Meriv hêvî dike ku wek bûyera Şemzînanê di nîvê rê da dev ji wan bernedin. Ez bi xwe zêde ne optîmîst im, lê jiyana wan(Erdoga/Gul ûçend kesên din) ya siyasî jî di tahlûkeyê da ye.
Di operasyona pêşî ya li hember ”Ergenekonê” da navê Dogu Perînçekê komunîst jî hatibû nitirandin û gotibûn dibe ku Perînçek "manîfestoya" Ergenekonê amade kiribe. Li ser van îdîayan Perînçek gotibû:
-Dikanin ji min muteesîr bûbin. Wisa xuya dike. Ez dizanim ku dîtinên min ji nêz ve ji teref leşkeran ve tê taqîbkirin û tê hezkirin. Dikane jê tesîr giritibin. Lê ez nakevim bin emrê rêxistineke wiha.
Perînçek di wê axaftina xwe da ev yek jî gotibû, ”lê hebûna rêxistineke wek dewleta kûr pêwîst e.”
Ez bala xwe didimê di vî şerê çeteyên dewleta tirk da rêvebirên DTP-ê ji her kesî bêtir xwe dirûçikînin û şûrê AKP-ê dikşînin. Erê bira girtina partiyan neparêzin, dema wezna wê hat bira li dij derkevin, lê ne ku ji faşîstên wek Gul, Çîçek û Şahîn ra bibin berdek û abûqat.
Çeteyên "kemalîst û îslamîst" li ser parkirina îktîdarê bi hev ketine û yek dixwaze yê din tasfiye bike ya jî hinekî basko bike.
Ma bi me ketiye em rabin şûrê AKP-ê bikşînin û êrîşê bibin ser yên din. Karekî wiha ne li menfeeta me ye. Çimkî xurtî yekîtiya wan(kîjan dibe bila bibe ferq nake)li zirara me ye. Dema herdu serî jî li hev bin û hevkarî û yekîtiya wan hebe ewê bi hev ra bêtir zulmê li me bikin û bêtir me bipelixînin.
Bi kurtî divê em kurd xwe nekin destiyê kêrê.
Bira dawên hev bavêjin ji ser serên hev da û hevdu deşîfre bikin.
Bira hevdu bixwin.
Bira hevdu kel û kût bikin.
Belkî bi vî hawî, bi saya zeîfiya wan demokrasî were Tirkiyê û kurd jî bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar