Di 22-ê meha borî da di malpera HPGê (Hêzên Parastına Gel) da li ser kurdperwerê hêja Îbrahîm Guçlu nivîseke ne xweş, ne li rê û bi gefxwarina kuştinê hate weşandin. Nivîs her çiqasî di malpera HPG-ê da hatibû weşandin jî lê ne li ser navê HPG-ê bû, bi îmzeya Aram Masîs hatibû weşandin. Vê yekê jî hêviyek dida meriv ku ev siyaset dikane ne ya HPG-ê be, belkî “cahiliyeke” şexsekî cahil be.
Bîr û raya kurdan ya giştî ya welatparêz û demokratîk û xwedî mesûliyeteke netewî reaksiyoneke di cî da nîşanî gefenên Aram Masîs ya kuştina Îbrahîm Guçlu da û xwest ku HPG li van tehdîdên Aram Masîs xwedî dernekeve û red bike.
Piştî hewqas rexne û balkişandinên dostane meriv hêvî dikir ku HPG di vê şaşiya xwe da îsrar neke û mesajeke pozîtîv bide raya giştî ya kurd. Lê pir mixabin di 31-ê meha çileya paşîn(meha yekê) da dîsa Aram Masîs, di eynî malperê da nivîseke bi sernivîsa Bekoyê Ewan û Cemîlê Çeto dîsa li ser kar in" weşand. Nivîs ji ya berê sedqatî xerabtir e, pir bêmistewa û bêedeb e. Aram Masîs di vê nivîsa xwe da jî piştî gelek çêr û heqaret, tehdîdên xwe hîn vekirîtir dubare dike.
Aram Masîs di vê nivîsa xwe ya duyem da ne tenê Îbrahîm Guçlu, lê îcar hemû kes û hêzên mixalifên xwe bi zimanekî ne siyasî û lumpenwarî, mişt heqaretên giran û kuştinê tehdît dike.
Aram Masîs di vê nivîsa xwe ya duduyan da li ser navê HPG-ê hemû rêxistin û dezgeyên kurdan yên ne nêzî PKk-ê wek hevkar û ajanên dewleta tirk dibîne û dibêje:
“Her kes dizane ku rêxistinên fena HAK-PAR, Kurd-Der’a berê ya Şaxa Amedê, malperên Rizgarî, Kovarên Çira û Serbestî ji dijminê gelê kurd re xizmet dikin û piştgirî ji wan digirin.”
Meriv ji xwe ra matmayî dimîne rêxistineke wek HPG-ê, çawa dikane îdîayeke wiha bêmistewa di malpera xwe da biweşîne?
Çawa dikane ji Hak-Par-ê û ji dezgehên kurdan yên din ra bibêje, vana ji dewletê alîkariyê digrin û “di bin sîwana JÎTEM’ê de qontratîyê” dikin?
Rêxistineke ku ji bo rizgariya miletekî şer dike divê bêbextiyên hewqasî mezin li mixalifên xwe neke, divê mistewa xwe ya siyasî hewqasî danexe.
Lê mixabin Aram Masîs li ser navê parastina şerê azadiyê, PKK-ê û HPG-ê di rexneyên xwe da tu sînoran nas nake, ji dêlî bersîveke maqûl û siyasî, her kesî bi kuştinê tehdîd dike. Masîs, bi
serbilindî wiha pesnê xurtî û mêrkujiya PKK-ê dide:
“Yên ku PKK-ê dinasin, dizanin ku dema PKK kesek an komek li hember berjewendiyên kurdan bi dijmin ra hevkarîyê bike çi tîne serê wan. Em tu kesekî tehdît nakin, pêwîst bike wê bi awayekî paqij ji holê bê rakirin. Yên ku navên wan tê dayin, bi hêviya ku werin ser riya rast û dev ji dijminahiya kurdan berdin.”
”Ji van derdoran re careke dawîn em dibêjin, ji dîroka kurdan dersan derxin. Nebin Bekoyê Ewan û bihêlin Mem û Zîn bila li welatekî azad bijîn; nebin Cemîlê Çeto bila Mala Aliyê Ûnis careke qir nebe; nebin dijminê qewmê xwe bila kewên Gozelê xwe ji vî navî rizgar bike. Ev hişyariyek e. Ku em bixwazin hinekan tehdît bikin, wê di heman rojê de pêk bê. Hûnê derfeta li ber derê efendiyên xwe daxuyaniyê jî nebînin. Bes em bi kurmikên wisa re niha mijûl nabin. Lê ev kurmik her biçe mahdên me li hev bixe, wê demê jî ew tiştên ku tê gotin, wê.”
Ji van tehdîdan ra şirove ne lazim e, camêr ji her kesî ra pir vekirî dibêje, heger hûn careke din rexne li me bigrin wê demê emê van tehdîdên xwe bi cih bînin.
Dewlet jî li hember PKK-ê û miletê kurd eynî tiştî dike, berê ditirsîne, terorîze dike, ku ev jî têr neke dukuje.
Tevgereke netewî ku xwedêgiravî ji bo azadiya xweîfadekirinê, demokrasî û rizgarbûna miletekî şer dike, divê li hember mixalifên xwe eynî metodên dewletê bikar neaniya. Dema bikar bîne, wê demê divê ji teror û kuştinên dewletê jî gazinan neke.
Ya din, divê Aram Masîs û HPG-ê baş fêm kiribûna ku bi tirsandinê, bi gefan kurd dev ji dîtin û bîr û baweriyên xwe bernadin. Heger tiştekî wiha mimkûn bûya nuha dewlet bi ser ketibû.Çimkî dewletê bi vê niyetê gelek kurd kuştin. Lê kurdan dev ji têkoşîna xwe bernedan.
Tehdît û kuştinê heta nuha tenê zirar daye PKK-ê, dostên wê kêm û dijminên wê zêde kiriye.
Dîroka PKK-ê û ya kurdan îspata vê yekê ye. Kurd bi zor, bi tirsandinê, bi gefan û kuştinê nabin dost û hevalên kesî û ji her kirinên PKK-ê ra çepikan lê naxin. Divê Aram Masîs vê yekê baş têxe serê xwe.
Ne bi zorê û tehdîdan, bi xebat, bi fikir û argumentên xwe meriv dikane dostanî û sempatiya însanan qezenc bike.
Şerê di nabêna PKK-ê û YNK-ê, di nabêna PKK-ê û PDK-ê da çi zirarên mezin dan tevgera kurd ya netewî, ji gelê kurd ra çi malwêranî bi xwe ra anî her kes dizane.
Heger îro li başûrê welatê me kurdan beşekî Kurdistanê rizgar kirine û bûne xwedî dewleteke nîvserbixwe, xêra dostanî û hevkariya di nabêna hêzên kurd da ye.
Heger ne ev dostaniya di nêbêna PDK, YNK û PKK-ê da bûye, heger di nabêna wan da hîn dijminatî û şer hebûye kurd îro li başûr ne xwedî desthilat bûn, PKK îro nikanîbû li Kudistana başûr bimaya. Heger ne mixalefeta hêzên bûşûr bûya nuha ji zûda tirkan û emerîkiyan PKK li Qendîl îmha kiribûn û ji wir derxistibûn.
Heger PKK-ê di salên 80-ê û 90-î da li der û li hundur bi dehan kurdên welatparêz nekuşta û îltîfatî metodên terorê nekira bi îhtîmaleke mezin nuha kesî nikanîbû mohra "terorê" lêxista. Sebebê vê "mohrê" PKK bi xwe ye. Van kirinên PKK-ê karê tirkan hêsa kir.
Esas Aram Masîs jî û HPG jî ne hewceyî van şîretan e, ew jî bi qasî me dizanin ku ”tehdît” û kuştin ne rast e, ne karê rêxistineke netewî ye û tenê zirarê dide tevgera kurd ya netewî. Loma jî pêwîst nake di vî warî da meriv zêde şîretan li Aram Masîs û HPG-ê bike.
Tenê meriv dikane bibêje ku Xwedê aqilekî bide wan û wan ji ser vê riya şaş dagerîne.
Zinar heya kengi yên wek te apociyên şermok wê dijminê gelê kurd(PKK) bi tewreki niv weşarti bıparêzın
SvaraRaderaBirayê ezîz,yê min hewqas ji min tê. Kesî bi destê te negirtiye, tu jî bi navê xwe yê rastîn tiştên ne "şermok" bibêje û ezê jî di quncikê xwe da biweşînim.
SvaraRadera