23 januari 2008

Dewleta tirk xwestiye tiştê anî serê ermeniyan bîne serê kurdan jî

Do di çapemeniya Tirkiyê da du xeberên pir girîng hebûn. Min pê ra negîhand ku tiştekî li ser wan binivîsim.

Êvarî çûm serxweşiya Mehmet Alî Kût, diya wî wefat kiribû. Ciyê wê bihuşt be. Wek gelek kurdî, dewleta tirk nehîşt ew jî berî mirinê diya xwe bibîne. Gelek heval li wir bûn, bîna me hinekî bi hev derket. Ji xwe xêra şîn û şahiyan em hev û du dibînin. Û mixabin êdî roj bi roj şîn ji şahiyan bêtir dibin.
Operasyona li dijî çeteyên dewletêDo li hember hin kadirên “dewleta kûr” operasyonek hat kirin. Di nava girtiyan da ji damezrînerê JÎTEM-ê generalê kevn Velî Kuçuk bigre, heta bi bînbaşî, nivîskar û abûqatên meşhûr jî hene.


Li gor medyaya tirk dinivîse, endamên çeteyê haziriya kuştina Leyla Zana, Ahmet Turk, Osman Baydemîr û çend kesên din dikir. Xwedêgiravî operasyon ji bo ku rê li ber van kuştinan bigrin hatiye kirin.


Ev çeteya bi navê “Ceteya Ergenekon” ê ne çeteyek nuh e, berê jî wek kadirên “dewleta kûr” tevî gelek bûyeran bûne û gelek kurd kuştine. Yanî ev ne cara pêşîye ku biryara kuştina kurdan didin.


Lê dibêjin ku dewletê îcar nehîştiye.

Helbet bixwaze nexwaze meriv vê pirsê ji xwe dike:

-Ji bo çi nehîştin û ev operasyon kirin?

Gelo bi rastî jî AKP dixwaze “dewleta kûr” ji ortê rake û Tirkiyê bike welatekî demokratîk?

Ez bi xwe qet bawer nakim.

Bi îhtîmaleke mezin ji ber ku serê derziyê dikira bigihîşta AKP-ê jî, yanî ji ber ku dikira hin mervên wan jî bikuştana loma midaxele kirin. Heger yên bihatana kuştin tenê kurd bûna ewê ev operasyon nekirana. Dema serî digihîje wan midaxele dikin.

Çendakî berê jî li Stenbolê dîsa çeteyek ku ji dewlemendên kurd xûgî digirtin bi operasyonekê girtin. Di nava wan da jî gelek leşker û polîs hebûn. Lê dû ra derket ortê ku ew operasyon jî ne ji bo xatirê dewlemendên kurdan bûye, ji ber ku çeteyê ji hin merivên AKP-ê jî pere xwestibûn û ew bi kuştinê tehdît kiribûn loma operasyon kirine. Bi îhtîmaleke mezin ev operasyona do jî ji ber sebebekî wiha ye.

Her kes dizane ku ev kesên hatine girtin ne masiyên herî mezin in, vana çend qatil û çaqokêşên “dewleta kûr” in û li gor emrê wê van planan amade dikin û cînayetan dikin. Şefên mezin li ser karên xwe ne û bi Erdogan û Gul ra dewletê îdare dikin. Berpirsiyarên bûyera Şemzînan hemû hatin berdan û serokê wan yê herî mezin jî îro serokerakanê dewleta tirk e. Loma jî di vê operasyonê da jî ewê hev û du hinekî saxî bikin, hêza xwe hinekî nîşanî hev bidin û dû ra jî wek bûyera Sûsûrluk û Şemzînanê(ku di herdu bûyeran da jî dewleta kûr di ser sûc da hatibû girtin) hemû werin berdan.

Dewlata tirk palana jenosîda kurdan kiriyeRojnamevan Can Dundar û Ridvan Akar do di rojnameya Millîyetê da li ser Bulent Ecevit dest bi weşandina hin belgeyên di arşîva wî da kirin. Can Dundar û Akar ji hin belgeyên ji arşîva Ecevît kitêbek amade kirine, kitêb bi navê “Ecevît û Arşîwa wî ya bi Dizî” vê hefteyê ewê di nava weşanên Îmge-yê da derkeve.

Dundar û Akar vê kitêbê di rojnameya Millîyetê da wek tefrîka diweşînin.

Di vê kitêbê da belgeyek nîşan dide ku tirkan jî wek Saddam Husên, lê belê hîn di salên 1960-î da plana qirkirina kurdan çêkirne.

Wek tê zanîn Di 27-ê Gulana sala 1960-î da leşkeran li Tirkiyê bi darbeyekê dest danîn ser hukim. Piştî darbeyê leşkeran bi DPT-ê(Teşkîlata Dewletê ya Plandanînê)raporeke ku ewê kurdan çawa ji Kurdistanê derxin, çawa bidin koçkirin dane amadekirin.

Ji bo bicîanîn û meşandina plana “enfalkirina kurdan” di nava DTP-ê da grûbeke bi navê “Grûba Rojhilat” çêkirine. Ev grûb jî piştî ku li Kurdistanê gelek lêkolînan dike, raporeke bi navê “Rapora Rojhilat” amade dike û dide hukûmetê. Ev rapor jî dû ra dema CHP û AP tên ser hukim û Ecevît jî dibe wezîr teslîmî wî dibe.

Di vê ”Rapora Rojhilat/Dogu Raporu” da pêşniyar tê kirin:

Yek, divê miheqeq kurd werin asîmîlekirin.

Dudu, divê kurd ji Kurdistanê werin derxistin û li hin deverên tirkan, wek herêma Derya Reş werin belavkirin. Û divê ji wan deran jî miletên din li Kurdistanê werin bicihkirin.

Sisê, divê kurdên Tirkiyê û kurdên Îraqê ji hev bên qetandin, tirk li wan herêman bêne bicihkirin, ji bo ku ji aliyê demografêk ve nufûs were guhertin û li herdu aliyên tixûb jî têkiliya kurdan ya bi hev ra were qutkirin, yanî danûstendin ne mimkûn be.

Çar, divê bi plan û program, nifûsa kurdan ji Kurdistanê tim bi aliyê Tirkiyeyê ve biherike û ya tirkan jî tim bi aliyê Kurdistanê ve.

Pênc, divê kurd bêne perwerde kirin ku ew ”tirkên çiyayî” ne û miletkî bi navê kurd tuneye. Divêt meriv têxe serê kurdan ku bi eslê xwe ew “tûranî” ne, yanî tirk in.

Şeş, divê di raodyoyan da meqamên mehelî lê bi gufteyên tirkî werin gotin, ji bo kurd tirkî fêr bibin û ji muzîka tirkî hez bikin.
heft, divê hin kurd bibin mamûrê û li Kurdistanê werin belavkirin.

Bi kurtî di raporê da ji bo wendakirina kurdan gelek tedbîr û pêşniyarên din î hene.

Her çiqas ji ber hin şertên der û hundur, ji ber mezinayî û xurtiya çand, kultur, edebiyat û zimanê kurdî, tirkan nikanîbûye heta niha miletê kurd bi giştî bihelînin û bigihîjin vê armanca xwe jî, lê dîsa jî di gelek warî da bi ser ketine.

Mesela, hema di van 30 salên dawî da bi kêmanî çar milyon kurd ji Kurdistanê derxistin. Bi îhtîmaleke mezin siyaseta li pişt şerê li hember PKK-ê jî perçeyek ji vê plana dewleta tirk e. dewlet dixwaze tim şer hebe ji bo ku bikanibe terorê bimeşîne û kurdan ji kurdistanê derxe.

Ji sedî %90-ê gundên ser sînor vala kirine.

Bi sedhezaran tirkên balkan û ji derên din li Kurdistanê bicih kirine.

Bi milyonan kurd asîmîle kirine û kirine tirk.

Zimanê kurdî heleandina anîne ber mirinê.

Muzîka tirkî ya ji alî kurdan ve tê îcrakirin bi kurdan dane hezkirin.
Û geleknimûneyên din.

Tiştekî din yê pir ecêb jî bi riya vê raporê meriv dibîne ku Ecevît merivekî çuqasî dijminê kurdan bûye, heta îro bi yek gotinê jî qala vê raporê nekiriye.

Ya din, bêyî Ecevît jî heta nuha gelek kurd bûn wezîr û hatin meqamên girîng. Van kurdan jî heta nuha qala hebûna raporake wiha nekirine. Gelo haya kesî ji hebûna planeke wiha cênebûye ya jî wek “Ecevît” ew jî hemû dijminê gelê xwe ne?

Divê hemû kurd vê raporê bixwînin, bidin xwendin, belav bikin, di telewîzyonan da programan li ser çêkin, axir divê meriv haya her kurdî bigihînê.

Divê kurd bibînin ku ev dewlet çuqasî dijminê vî gelî ye û xwestiye wek Saddam Husên kurdan qir bike. Tiştê Saddam Husên kiriye esas yek bi yek disibin pêşniyarên tirkan, lê tenê cî ne Kurdistana Tirkiyê ye, nexwe wek naverok tirkan jî xwestiye eynî tiştî bikin.

Ji ber girîngiya vê plana jenosîda kurdan ya bi dizî, ew beşê ku di Netkurdê da Mûrad Ciwan kiriye kurmancî bêyî ku êz dest bidim zimanê wî li jêr diweşînim.

Plana dewleta tirk ya jenosîda kurdan"ESASÊ SIRGÛNKIRINÊ
ASIMILASYON
: Qanûna nuha ya Îskanê û cîbicîkirina wê ji nuh ve, li gor pêdiviyên siyaseta nuh û bi awayekî ku asîmîlasyonê biserxe bê guhertin.

SIRGÛN : Ji bo struktura nifûsa herêmê ya ku xwe kurd dihesibîne ber bi nifûsa tirkan de bê guhertin, nifûsa zêde ya peravên Deryaya Reş a ku ji ber dijwariyên aborî mecbûr dibin diçin deverên din û tirkên ku ji derveyî welat tên, divê li vê herêmê bên cîbicîkirin, li herêmê nifûsa ku xwe kurd hesab dike bi teşwîqan bê hicretkirin ji bo deverên dervayî herêmê, hicreta wan bê fînansekirin û li deverên welat ên ku tirk lê ne, bên bicihkirin.

JI PERÇÊN DIN BÊN CUDAKIRIN : Herêm divê berdewamî bi wî awayî ji alî îskanê de bê perçekirin (berdewamî yên netirk li herêmê bên bicîhkirin di navbera kurdan de NETKURD) ku peywendiyên yên ku li Tirkiyeyê xwe kurd hesab dikin û kurdên Îran û Iraqê ji hev bên birrîn.
KADROYÊN KONTENJAN : Ji bo ku ji herêmê bo Rojava û ji Rojava bo herêmê nifûs bê guhaztin, nîsbeteka kadroyên tesîsên sinaî, zîraî û bazirganî yên sektorên devletê û ên taybet wek kontenjan ji bal karkirên gelê deverên din bên tayinkirin da perçebûn û têkilhevbûn bibe.

GIHANDINA MISYONERAN : Divê dibistanên herêmî (bölge okullari) yên gundan û yên meslekî yên ku hatine plankirin dest bi kar bikin... misyonerên keç û kurr bên gihandin û ji bo vê dezgeyên taybetî bên danîn. Ji yên gelê Herêmê ên ku zîrek in û hê ji piçûkî de asîmîle bûne îmkan û derfetên perwerdeya bilind bê dîtin.
MEMURÊN KURD : Walî, qaymeqam, hakim, efserê jendermeyan, efserê orduyê, mamoste û karmendên ku bi esil j iwan in yên xwe kurd dihesibîn, bê şandin bo Rojhilatê. (Kurdên asîmîlebûyî yên ku xwe tirk dibînin bên şandin nav kurdan. NETKURD)

DI RADYOYAN DE PROPAGANDA : Di radyoyan de meqamên mehelî (kurdî) bi gufteyên tirkî bên stiran û li radyoyên mehelî, ji bo herêmê progeramên propagandayê ji bal pisporan bên amadekirin û weşandin.

BIZAVÊN DAN BAWEKIRINÊ : Faaliyeteka bawerkirinê di nav wan de bê meşandin ku ew bawer bikin ji alî irqî ve ê bo wan gelek lirê, ewle û îmkanbexş be ku ew di nav sazumana siyasî ya tirk de bimînin.

ŞANOGER Û HOZAN : Bi riya skeçên ku ji bal pisporan hatine amadekirin ji bal grubên şanoyê yên piçûk û hozanên ku zimanê deverê dizanin fikrên li jorê bên cîbicîkirin.

PIRSA KURDÎ TUNE : JI bo derûdorên entelektuel ên dinyayê bê gotin ku li Tirkiyeyê pirsa kurd tuneye.

TARÎXA TIRK A ROJHILAT : Zûbizû Enstîtuyeka Tirkolojiyê bi unîversîteyekê ve girêdayî bê danîn, bê îsbatkirin ku eslê yên xwe kurd dizanin tirk e û ev bên weşandin. Tarîxa tirk a Rojhilat bê nivîsîn û weşandin.

TIRKÊN ÇIYAYÎ : Ansîklopediya Îslamê, nivîsa terefgir a alim û siyasetmedarê rûs Minorskî ya ku bi îdîya îranîbûna eslê yên ku xwe kurd diznin li maddeya yên xwe kurd diznin nivîsîye û bi vî awayî xeletiyek mezin kiriye. Ev tez li wê teza ku dibêje eslê yên ku xwe kurd dizanin tirkên çiyayî ne, tûranî ne, û me ev li Lozanê bi delegeyan dabû qebûl kirin.lihev nake. Nuha ronakbîrên Rojhilatê di nav xwe de ketine minaqeşeyan û ev xetayek e ku destekê dide cudaxwazan, divê zûbizû bê rastkirin.

ESLÊ WAN TURANÎ YE : hin lêkolîn li ser turanîbûna eslê yên ku xwe kurd zanin bê kirin û bi riyên cuda bên neşirkirin.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE