19 januari 2008

Bîranîna dilşewatekî kurdan

Dewleta tirk ya çete salek berê îro rojnamevan û gernasê miletê êrmenî û dostekî kurdan yê dilşewat Hrant Dînk, li Stenbolê bi pûştî û qeleşiyeke mezin bi qatilên xwe da kuştin.

Îro li Kurdistanê, li Tirkiyê û li gelek bajarên Ewrûpayê kurd û hemû dost û hevalên Hrant, yên bi namûs û qedirşînas vî zana û ronakbîrê ziravpiling bi giramî û bi minetdarî bibîrtînin.

Berî kuştina wî, min Hrant Dînk nas nedikir, belkî min navê wî bihîstibû lê ji bo min yekî pir ne nas bû. Ez gelkî li ber ketim ku min di saxiya wî da ew ji nêz ve taqîb nekiribû.

Piştî kuştina Hrant, min xwest ku ez jiyan û berhemên vî ronakbîrê hêja baştir nas bikim, dîtinên wî yên li ser qetlîama êrmeniyan û mesela kurdan fêr bibim. Loma jî ew nivîs û hevpeyvînên wî yên ku ez lê rast hatim min hemû xwendin.

Par di malpera Dibistana Kurdî da ez rastî hin notên heval Heyder Diljen yên ji sempozyomekê hatim.
Heyder Diljen, di 29-ê hezîrana sala 2003-an de li Anqerê bi Hrant Dînk ra beşdarî sempozyoma perwerdeya zimanê zikmakî ya EGÎTÎM-SEN-ê bûbû û di vê sempozyomê da hin gotinên Hrant yên derbarê kurdan û zimanê zikmakî da not girtibû û par di malpera xwe da weşandibû.

Tiştên Hrant Dînk di wê sempozyomê da li ser perwerdeya zimanê dê gotine fikir û dîtinên gelkî girîng in, gotinên kesekî zana û dûrbîn e. Û di eynî wextê da jî merivekî dost û dilxwazê miletê kurd e, naxwaze kurd bihelin, bibin tirk.

Hrant Dînk baş fêm kiriye ku milet çawa ji ortê radibin. Di vî warî da bi çend nimûyên balkêş
wiha bala kurdan kişandiye:

-Yên ku dixwazin miletekî ji holê rakin, berê zimanê wî miletî qedexe dikin. Ziman organê cinsî yê miletan e. Dema tu miletan bixesînî ew milet nikainin hebûn û zuriyeta xwe bidomînin.

-Binêrin, çi dibêjin? Nabêjin ku bila kurd zimanê xwe hîn bibin, dibêjin "çi heyf ku me tirkî hînî kurdan nekir."-Ku hûn zimanê mirovên ku hûn bi hev ra dijîn qedexe bikin, hûn zimanê xwe jî diqedînin. Ez ermenî me, lê ez kurdiya xwe dixwazim. Ji ber ku em bi hev ra dijîn. Dema kurdî bi pêş bikeve ewê zimanê min jî pêş bikeve.

-Têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî giringtir têkoşîn e. Me mafê perwerdeya bi zimanê ermenî 150 sal berê girt, lê îro ermenîyên ku bi ermenkî bipeyivin, bixwînin û binivîsin tune ne. Têkoşîna me ya ji bo vî mafî bi erdê da çû. Dewlet îro me wek aksesuar bikar tîne. Bila cefa kurdan bi erdê da neçe. Hemû pêdiviyên xwe ji niha da amade bikin ku bila têkoşîna we vala neçe.

-Dema meriv çûkekê basko bike, ma ew çûk dikare bifire? Çepên Tirkiyê jî tê de, heta îro kes li hemberî ermenîyan bi namûs tevnegerîya ye. Nazim Hîkmet, ji wan şaîran e ku ez pirtir jê hez dikim, lê bi tenê peyvek jî ji bo komkujîya ermenîyan nenivîsiye. Çû Rûsyayê. Girîngtir hevalên wî ermenî bûn, lê dîsa jî nenivîsî.

-Heger îro kurd mane, bi saya zimanê kurdî ye. Ziman malzaroka(rehima) miletan e. Milet li wir çêdibin.

-Dema ez rewşa ermenî û kurdan didim ber hev rismekî weha derdikeve holê: Azadiya firînê dane ermanîyan, lê per û baskên wan hatine şikestin, loma nikanin bifirin.

Kurd hîn xwedî per û bask in, lê azadîya wan ya firînê tuneye. Divê merivv per û baskên kurdan neşikîne û vî mafî bide wan.

-Li Tirkîyê dixwazin em bi zorê bibêjin "em tirk in, durust in, jîr in" Ez durust im, jîr im, lê ne tirk im, ez ermenî me. Ermeniyê Tirkîyê me.

Divê êdî li Tirkiyê di pirtûkên dersê de, bes "Alî topê bavêje Welî", neyê nivîsîn. Divê êdî weha bê nivîsîn:

"Alî topê bavêje Hrant"

"Alî topê bavêje Delalê"

"Alî topê bavêje Welî"

"Hrant Dînk 29 hezîran 2003, Salona Mala Mamosteyan, Enqere
(Ji notên Haydar Diljen yên Sempozyomê)"


Tiştekî ku meriv li van dîtinên Hrant Dînk yên wek risasê giran û wek zêr bi qîmet zêde bike tuneye. Meriv dibîne ku wî kakilê meselê baş fêm kiriye û loma jî dixwaze bi damara dilê kurdan bigre, wan bihejîne û ji xewa mirinê şiyar bike.

Ew dizane dema kurd asîmîle bibin, wek milet jî ewê biqedin, ewê bibin tirk.

Hrant dibîne ku tirk çawa li çonga xwe dixin, dikin ax û of û dibêjin, "me çawa nikanîbûye heta nuha kurd asîmîle bikirana ?"

Loma jî dixwazin nuha bi darê zorê vî karê dengmayî bi lez û bez zû temam bikin. Bi asîmîlekirina zimên çawa ku gelên din hemû helandin, kirin tirk, dixwazin eynî tiştî bînin serê kurdan jî.

Hrant, ev nêt û hesabê tirkkan dîtibû û loma jî ji kurdan ra gurmîn bû li defa şer, defa hawarê dixist, digot kurdno rabin seferberligê, hûn li ber tunebûnê ne.

Sebebê qetilkirina Hrant Dînk, ne ji ber ku ew ermenî bû û rexne li siyaseta dewleta tirk ya nîjadperest digirt. Erê dewlet ji van rexneyên Hrant yên derbarê qetlîama ermiyan gelkî aciz bû, lê nedibû sebebê ku wî bikujin.

Bi îhtîmaleke mezin ji ber ku wî xwe di mesela kurdan jî gerand û xwest kurdan ji xewa mirinê şiyar bike loma ew kuştin. Dîtinên wî yên derbarê zimanê kurdî da ji bo dewletê pir tahlûke bû.

Loma jî bi qasî ermeniyan, Hrant, şehîdekî gelê kurd e jî. Divê kurd bi vî çavî li Hrant binêrin û wî her tim wek şehîdekî doza gelê kurd bibîr bînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE