Ji sedî 93-ê jinên tirkan tu carî nebûne xwedî pasaport
Li gor ankêteke van rojên dawî, li Tirkiyê ji sedî 93-ê jinên tirkan bê pasaport in û di jiyana xwe da jî tu carî nebûne xwedî pasaport û neçûne welatekî din nedîtine.
Ez bawer dikim ji xwe hewcedariya wan jî bi pasaportê tunye. Ji ber ku piraniya jinên tirkan rebenan nikanin bi tena serê xwe herin bajêr, ji bo ku ji mal derkevin û herin çarşiyê divê Satilmiş wek dîkekî bide pêş. Îcar pasaport û dervayî welêt ji rebenan kêm e….
Rekora tirkan...
Dîsa li gor ankêteke din li Tirkiyê salê serê ferd 200 kîlo nan tê xwarin. Û bi vê nanxwariniya xwe Tirkiyê li cîhanê rokor şikand û ket Kitêba Guinness ya Rekoran ya sala 2007-an. Berpirsiyarê Kitêba Guinness ya Rekoran yê Tirkiyê gotiye, şikir ji Xwedê ra me REKOREK şikand. Ji ber ku ji tunebûnê çêtir e.
Nuha meriv fêm dike, çima aqil li ba "birayên" me yên tirk kêm e, malneketan bêyî nanê tisî tiştekî naxwin ku dirhemek aqil têkeve serê wan.
Bi kuştina kurdan dilê wan rehet dibe
Qumandarê Ordiya 2-yem Hasan Igsiz, li ser êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana Federe û kuştina çend kurdan îro di civînekê da kêfxweşiya xwe anî zimên û got, ”operasyonê dilê hemwelatiyan rehet kir.”
Wey zalimê kurê zalima, kurro ev serê 80 salî ye ku hûn wek celladan wer kurdan dukujin, ma hîn jî dilê we rehet nebûye?
Ma hûn vampîr in ku hûn ji xwînê têr nabin ?
Zebeşê bê dendikYekî Dayirbekrî zebeşekî mezin ji Erdogan ra şand. Erdogan gelekî kêfxweş bû. Ev cara pêşî bû ku Erdogan zebeşekî wiha mezin didît. Kêr da orta zebeşê xwe û kir du felqe. Bala xwe dayê ku bavo çi bibîne, di hundurê zebeş de hebek dendik jî tuneye. Erdogan mit û mat ma, çimkî heta wê gavê tu carî zebeşekî bê dendik nedîtibû, lema jî jê re gelekî balkêş hat. Rabû şand pê yê Diyarbekrî, bir ba xwe. Jê re got:
-Sipas ji bo zebeşê te! Lê di zebeşê te de hebek dendik jî tunebû, ma zebeş cara bê dendik dibe ?
Yê Diyarbekrî keniya û got:
-Dibe çima nabe? Zebeşê min jî wek demokrasiya we ye, çaxa navê vê rejîma we demokrasî be, ewê zebeşê min jî bê dendik be.
Yanî ne karê aqilan e lê rast e!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar