05 december 2007

Tirkiye dîsa ji dawiyê da bû yekem

Ez dixwazim îşev jî li ser civata tirk qala du lêkolînên pir girîng bikim. Dema meriv lêkolînên bi vî rengî dibîne, meriv baştir fêm dike kû Tirkiye çima hewqas paşdamayî ye.
Li gor lêkolîneke OECD-ê (Rêxistina Pêşketina Aborî û Hevkariyê ya Cîhanê)ya li ser bingehê notên xwendevanan hatiye çêkirin Tirkiye dîsa wek her tim ji dawiyê bû welatê duyem. Li gor vê lîsteya OECD, Meksîka bûye welatê herî dawî û Tirkiye jî ji dawiyê da bûye hêduyem.

Lêkolîna OECDE li ser bingehê fêmkirina xwendevanan ya ”metnên nivîskî”, ”matamatîkê” û ”ilim” hatiye amadekirin. OECD notên xwendevanan yên dibistanê ji lêkolîna xwe ra kiriye bingeh. Di vê lêkolîn û lîsteya OECD da xortên Fînlandiya yên 15 salî di nava 30 welatî da bûne yekem. Meksîka bûye 57-mîn yanî welatê herî dawî û Tirkiye jî bûye 56-emîn.

Yanî Tirkiye dîsa wek bergîra Hecî Bahrî li dawiya hemû hespan maye.
Lêkolîn li 57 heft welatên ku ji sedî 90-ê ekonomiya cîhanê temsîl dikin û bi 400 hezar xortî ra haiye çêkirin. Ji van 57 welatan, 30 welat endamên OECD ne. Loma jî ev lêkolîn gelkî girîng e.
Nizanim çima, lê qet nayê bîra min ku tirk di tiştekî baş da bûbin yekem. Heta nuha tiştekî wiha min ne dîtiye, ne bihîstiye û ne jî di derekê da xwendiye.

Bi qasî tê bîra min Tirkiye di tiştên pîs û xerab da tim ya yekem e ya jî duyem e. Yanî di beşê pîsî, xerabî, nerindî, dizî, sextekarî, qewadî, eroînfiroşî û karên wiha da tim di rêza pêşî da ye. Di van waran da tirk, li cîhanê gelkî bi nav û deng in, xwedî şohreteke mezin in.
Lê di tiştên baş da, di îcad û kişfan da, di dana heq û huqûq da, di hebûna demokrasî û azadiyan da, di pêşketinên ilmî da welhasil di hemû başî û rindiyan da tim li dawiya her kesî ne. Û serokên dewleta tirk jî wek ku ew ne li pey her kesî bin, dibêjin ”Tirkiye dewleteke mezin e”!
Malneketno ma hûn ji dewleteke wiha paşdamayî, miletekî wiha nezan, bê sinet û bê marîfet ra çawa dikanin bibêjin ”mezin”?
Qey hûn fedî nakin?
Hûn nikanin di hemû dîroka dewleta xwe da yek nimûneyê jî bidin ku Tirkiye di îcad û tiştekî baş da li cîhanê bûye yekem.
Ez dixwazim nimûnyeke din jî bidim.
Çendakî berê min di rojnameyeke tirk da xwendibû. Li gor lêkolîna zanîngeheke Tirkiyê, yekî japon salê 25 kitêban, yekî swêdî salê 10 kitêban, yekî fransiz salê 7 kitêban dixwîne. Lê yekî tirk salê kitêbekî jî naxwîne. Dibe ku hûn bawer nekin lê rast e, li Tirkiyê ji her 6 tirkî ra kitêbek dikeve.
Yanî meriv dikane bibêje ku Tirkiye welatê cahilan e.
Namik Kemal dibêje, heywaniyeta însan bi xwarinê, însaniyeta wî jî bi xwendinê qaîm e.
Diyar e camêr hîn wê demê miletê xwe(tiştê ez dizanim ew jî ne tirk e) nas kirye, loma jî ev gotina wecîz gotiye.
Ê merivê ku di jiyana xwe da kitêbekê jî nexwîne, du-sê zimanê biyanî nizanibe, heta mirinê nebe xwedî pasaportekê, dinyayê nebîne helbet wek bergîran ewê li dû xelkê bimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE