Di nivîsa xwe ya do da min gotibû ku bi îhtîmaleke mezin referandûma Kerkûkê û bicîanîna Madeya 140-î ewê were taloqkirin. Di vî warî da sinyala herî cidî îro ji serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî hat.
Serokê Kurdistana Federe birêz Barzanî, îro di axaftina xwe ya li Konferasa Cîhanî ya Xwandina Bilind a Iraqê da li ser madeya 140-î jî rawestiya û di vî warî da wiha got:
”Taloqbûna madeya 140-î nayê wê wateyê ku made nayê bicihanîn. Bi bicihanîna madeya 140-î, hin xelk ji Kerkûkê nayên derxistin.Bi bicihanîna vê madeyê ew kesên ku mafên wan hatiye stendin ev mafê wan paş da tê dayin. Bi bicihanîna vê madeyê Iraqê hîn yekgirtîtir bimîne.”
Ji van gotinên Serokê Kurdistanê birêz Barzanî jî meriv fêm dike ku paşdexistina referandûma Kerkûkê û bicihneanîna Madeya 140-î di wexta diyarkirî da êdî ji alî hukûmeta Kurdistanê ve jî hatiye qebûlkirin.
Lê Serokê Kurdistanê nabêje, ji ber çi û heta kînga hatiye taloqkirin?
Li alî din jî, îdiaya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Alî Babacan, ku do gotibû ”me referandûma Kerkûkê da rawestandin” ne derew, rast bûye.
Ev jî tê wê maneyê ku di mesela Kerkûkê da tirkan raunda pêşî qezenc kirin û gihîştin armanca xwe. Ev serkeftin di rojên pêş da ewê tirkan hartir bike, ewê siyaseteke êrîşkartir bimeşînin.
Ez hêvî dikim ku ez şaş bim, lê bi baweriya min kurdan bi vê tawîzê girtina Kerkûkê xistin tehlûkeyeke gelkî mezin. Ji ber ku nîşanî dijmin dan kul i hember ”zorê” dikanin gavê paş da bavêjin.
Parlamentera DTP-ê Aysel Tugluk jî ji avabûna dewleteke kurd wek bela serê tirkiyê dibîne.
Li gor xebera malpera Nefelê, Parlamentera Diyarbekirê Aysel Tugluka DTP-yî îro li parlamentoya tirkan axaftinek kiriye û di axaftina xwe da van gotinên jêrîn gotiye: Kurdistanê hedef nîşan da.
”Li bakurê Iraqê dewletek ava dibe û ev bi destê dewletên mezin çê dibe. Ev dewlet dê bibe belaya serê Tirkiyeyê, werin em berjewendiyên Tirkiyeyê nekin qurbana îhtirasên xwe. Ev dewlet dê bibe Îsraîleke nuh û ne di berjewendiyê Tirkiyeyê de ye. Ji bona biserneketina vê projeyê jî çareyek tenê heye ko tirk bi kurdên xwe re [qest PKK ye] hevkariyê bikin.”
Dema min xeber xwend derengê şevê bû, ez di medya tirkan da li çavkaniya wê geriyam lê min xebereke tam bi vî rengî nedît. Dibe ku xeberên din ketibe ser û ew wenda bûbe. Lê heger bi rastî jî Tuglukê wiha gotibe rezaleteke mezin e. Gerçî berê jî çend caran dîtinên nêzî vê anîbû zimên. Bê guman ev dîtin yê Ocalan in jî. Bi piranî Tugluk, berdevkiya dîtinên Ocalan dike.
Tugluk jî wek tirkekeke nîjadperset, avabûna dewleteke kurd wek ”belaya serê Tirkiyê dibîne.”
Tugluk û kesên wek wê koriciyên di nava siyasetê da ne. Beşekî koriciyan bi hêzên dijmin ra li dijî keç û lawên miletê xwe şer ddikin, her roj xwîna wan diherikînin. Diyar e Tuglik jî di saha legal da korîcîtiya siyasî dike, ew jî wek koriciyan di vê sahê da li dijî qewmê xwe şer dike.
Kurdan gotiye, kurmê darê ne ji darê be dar narize. Vana kurmê darê ne.
Nivîskarê delal!
SvaraRaderaEw nivîsa te gellek başbu.
Lê belê ez texmîn dikim ku, va esra, ê esra kurdabe.
Kurda heta naha mafê xwe negirtibun. Milletê din ji heqê xwe zidetirîn girtibun.
Kurd ku çıqas gav bavin ê pêşta bavin. Lê belê milletê din, pêwîste ku tim şunda gavê bavên.
Çinku ji heqê xwe zêdetir maf girtine. Mafê kurdan xwezai u wekhevî ya însanîyetêye. Ê wan sunî û zordestî û zilme.Cenabê pêxember dibêje. “Kûfûr ê dewam bike, lê belê zilim dewam nake.”
Bedi u Zeman Saîdê Kurdî ,1908 de Dibêje;” Ey gelî Kurdan,Razandin bes lê ku hun hişyar nebin azadîya we ê sed sal şunda bıkeve.” Ez ji bawer dikim ku Kurd êdî şîyar bune.
Bi rêz û hurmeê xwe.
Gelek sipas ji bo şirovekirina te ya hêja.
SvaraRaderaEz hêvî dikim ku gotina Pêxember,“Kufur ê dewam bike, lê belê zilimê dewam nake.” bi rast bigere û kurdê jî wek hemû miletên din ji bin vê zilmê rizgar bibin.
welle u bille em kurd xwe dixapinin. Firsete keti bu desteme u desteme da hene ku em bikarbinin niha em bubun dewlet u hemi welata me nasbikirna. Em du bratiya tirk ereb u farsa ketine ji wan re welata ava dikin le ji xwere ne tisjtekin..Bi vi aqile em herin pusek ji nakeve desteme. Hewime em hinek xirete bikin u berxebidin..
SvaraRadera