17 december 2007

Miletê tirk ji însaniyetê dûr dikeve

Min bala xwe dayê miletê tirk îro pir dilşad û bextewar bû. Çimkî artêşa wan do bi şev bi rengekî bêbext û çeqelwarî 9-10 keç û xortên kurd yên ku ji ber zulm û zora wan reviyabûn serê çiyan kuştibûn û çend heb jî birîndar kiribûn. Civata tirk bi vê qehremaniya artêşa xwe gelkî serbilind bû.
Miletê tirk, hemû rojname û telewîzyonên wan, Serokwezîr û hemû siyasetmedarên din, ji vê xeza(şerê pîroz)artêşa xwe pir memnûn bûn. Ji kêfa devê kesî nediket hev.

Serokwezîr Erdogan, bi dilşadiyeke pir mezin hestên xwe wiha anî ziman:

“Di serî da Serekerkan û hemû fermandarên me, hemû pîlotên me yên qehreman û hemû mensûbên Artêşa Tirk, li ser navê xwe, li ser navê hukûmeta xwe û li ser navê miletê xwe pîroz dikim.”

Tirkekî din jî ji êrîşî gelkî memnûn bû lê ji nîşannedana kuştiyan gazin dikir û digot:

“Temam me lêxist, me şewitind, me wêran kir rind e, baş e, lê divê hûn berateyên wan raxin ber çavan, ji bo ku ji dost û diminan ra bibe îbret û dilê vî miletî hinekî honik bibe.!”
Çend sed keç û xortên kurd ji bo bidestxistina azadî û serxwebûna welatê xwe, bidestxistana mafên xwe yên însanî ji ber zulma dewletê reviyane û derketine serê çiyan. Ev 24 sal in ku wek lawiran di şikeftan da dijîn.

Dewleta tirk, vê jiyanê jî ji wan ra pir dibîne, nahêle li wir jî rehet bijiîn, di tariya şevê da bi 50 balafirên şer do girt ser wan û 100 ton bombe bi ser wan da barandin.

Lê miletê tirk dibêje kuştin têra nake, divê em “berateyên wan bibînin, da ku dilê me rehet be.”

“Berate”, wek tê zanîn ji heywanên mirî ra tê gotin, ji însanan ra meriv nabêje “berate”. Lê miletê tirk, êdî kurdan însan jî nahesibîne, bi çavê heywanan li wan dinêre û dixwaze wek sadîstan li termên kurdên ku kuştine temaşe bikin, ji bo ku bi vê yekê dilê xwe honik bikin.

Bala xwe bidin kîn û nefreta ji miletê kurd!
Xwediyên van hestan êdî ji mirovatiyê dûr ketine, êdî nexweş in.

Berdevkên dewleta tirk ji do da ye wer meth û senaya êrîşa xwe didin. Yek ji devê yekî digre, dorê nadin hev. Ji bo pesindana artêşê û qehremaniya pîlotan siyasetmedar û pispor xwe di ber hev ra dikin.

Mesele çi ye?

Çi mêranî, çi qehremanî kirine?

Kîjan kela ji destê dijmin derxistine?

Na, tu kela feth nekirine, tenê ji asmanan bi tonan bombe bi ser çend keç û xortên kurd da barandine û 5-6 heb kuştine. Sebebê kêfa wan ev e.

Li gor gotinên berdevkên artêşê, bi destûr û alîkariya înformasyonên Emerîka 50 balafirên şer wek di tariya şevê da çeqelan çûne li çiyayê Qendîl hin şargehên gerîlla bambebaran kirine. Li hember wan tank, top, arbijî û çekên giran, balafir û helîkopterên şer di destê gerîlla da tunene.

Di destê gerîlla da tiving heye. Tiving li hember balafir û bombeyan.
Wek yekî ku meriv di rîngê da dest û nigên wî girê bide û dû ra jî pê ra boksê bike.

Û ji viya ra jî dibêjin mêranî?

Ev serê 24 salan e ku dewleta tirk bi yek milyon hêzên çekdar li hember 3-4 hezar xortên kurd rezîl û riswa bûye. Vê yekê psîkolojiya wan xera kiriye, di dilê tirkan da bûye kul.

Loma jî Serokwezîr û generalên tirk her roj diherin xwe diavêjin bextê emerîkiyan, gunnê Bush miz didin ji bo ku ji wan ra bibin alîkar. Û ev êrîş jî bi saya vê bêbextî û bê exlaqiya Emerîka hate kirin. Heger ne destûra Emerîkiyan bûye bê guman tirkan nikanîbûn ev êrîş bibirana ser kurdan.
Min îro bala xwe da sernivîsên hin rojnameyên tirk. Ji rojnamevanî û bê terefiya xeberê bêtir, wek ku çapemeniyê bi xwe serfermandariya êrîşê kirbe manşêt avîtine. Ezê li jêr çend nimûneyan bidim:

-Di tariya kor da em li hustuyên wan siwar bûn. Divê cîran bizanibin destê me giran e.(Hurrîyet)
-Me li Qendîl xist. Artêşa tirk balyoz lê da.(Akşam)
-Bombeya vegere mala xwe. (Taraf)
-Bombeya nîvê şevê(Radîkal)
-Êrîşa bazan ya nîvê şevê(Vatan)
-Êrîşa pakêt ya ser kunê terorê(Bugun)
-Sergirtina Qendîl(Star)
-Me Qendîl vemirand(Guneş)
-Terorîst di nabêna efûyê û êgir da(Yenî Mesaj)
-Me bi taktîka dîrokî lêxist(Mêllîyet)
-Çiya û banî hatin bombe kirin(Yenî Asya)
-Me di kunê wan da lê da(Turkiye)
-Şeva kabûsê xayinan(Tecuman)
-PKK di kunê(qulika) xwe da hat lêxistin.(Ortadogu)
-Kampên Îxanetê bi erdê ra bûn yek(Mîllîyet)

Di van du rojên dawî da min careke din jî dît ku dijminatiya bi gelê kurd ra miletê tirk hêdî hêdî ji hemû hest û mefhûmên însanî dûr xistiye.

Ne tenê ferd, civat jî dikane bibe şîzofren û paranoyak. Civatên wiha wek însanên dîn in, divê werin tedawî kirin.

Bi baweriya min tedawiya miletê tirk jî bi xelasbûna gelê kurd ve girêdayî ye, heta ku kurd dewleta xwe ava nekin, tirk nikanin werin ser hişê xwe û wek însanên normal hereket bikin, roj bi roj ewê ji însaniyetê dûr kevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE