08 december 2007

Ez îro xwe sûcdar his dikim !

Min îro çûna civîneke gelkî girîng û gelkî manîdar ji bîr kir. Kitêbxaneya Kurdî li Swêd, îro deh saliya xwe bi programeke gelkî dewlemend pîroz dikir û ez jî hatibûm vexwendin. Û min gotibû ku erê, ezê bi kêfxweşî werim.

Lê min ji bîr kir, ez neçûm...

Dema hevalekî ji kitêbxaneyê telefonî min kir û got, ”ma ka tu li ku yî ?”, ez bi rengekî bê hed fedîkar û xemgîn bûm. Ji ber vê bêhişiya xwe, min ji xwe ”nefret” kir, heger zarok û xanim ne li dora min bûna minê hurmizkek baş li serê xwe yê bêhiş xista.Hêrseke ecêb, wek aveke şîrgerm li laşê min belav bû.

Ji şansê xerab ra zarok îro mîvanê me bûn. Hişê min wer li ser wan bû. Biraziya min Hêvîdar, ev sê-çar roj in hatiye ziyareta birayê xwe, zavayê min. Îro ew û zarokên me, giş hatibûn ba me. Min j iwan ra masî çêdikir. Loma jî civîn min ji bîr kir.

Lê ya rast, ne ev mesele bûya jî min ji bîr kiribû. Esas di van du-sê salên dawî da ez gelkî bîrok bûme, bûyeran ne, lê tiştên ku ezê bikim ez ji bîr dikim. Tiştan li şûna xwe dihêlim, wext û zeman ji bîr dikim.

Yanî bi kurtî hafiza min yekcarnan wek îro bêbextiyê min ra dike.

Min gelkî dixwest ku li bîranînên li ser Nedîm guhdarî bikim. Lê nebû qismet.

Nedîm kurdekî gelkî hêja û jêhatî bû. Merivê kar û xebatê bû, dikanîbû tiştekî ji gelê xwe ra bixuliqîne.

Li Swêd avakirina kitêbxaneyeke kurdî karekî wisa ne hêsa ye, ji bo avakirian dezgejeke wiha girîng xebateke pir mezin, hostayî û zîrekî lazim e, danîna têkilyên gelkî xurt lazim e. Nedîm, bi tena serê xwe wek rêxistinekê dixebitî. Eserê ku Nedîm li Swêd, li surgûniyê li pey xwe hîştiye îro hemû kurd pê kêfxweş û serbilind in. Xwezî li her wealtekî Ewrûpa çend kesên me yên wek Nedîm hebûna.

Nedîm Dagdevîren, di 2-ê adara îsal da piştî nexweşiya demeke pir kin, di temenekî pir xort da(54 salî) wefat kir.

Min hîn jî "mirina" Nedîm wek rastiyekê qebûl nekirye. Nizanim çima, lê min hîn jî e-maila wî neavêtiye. Her cara ku ez dikevim herfa "N" ez rastî navê wî têm û bi vî rengî wî bibîr tînim. Roj heye belkî 5-6 caran di kompîtora xwe da rastî navê wî têm û bi vê riyê wî tînim bîra xwe.

Bêyî Nedîm, çend kesên din jî hene ku wefat kirine lê ez wan jî wek Nedîm ji deftera xwe navêjim, bira wer têda bimînin.

Nedîmê gorbuhişt, yek ji wan kurdan e ku kanîbûye li pêy xwe esereke gelkî giranbuha bihêle. Eve ser him ji bo wî û zarokên wî û him jî ji bo hemû kurdan hêjayî teqdîr û şanaziyê ye.

Nedîm kurdekî welatparêz, xebatkar, şair, ajîtator, xatîb û zarxweş bû. Min ji sohbet û henekên wî hez dikir. Ji ber ku îro ez beşdarî civîna bîranîna wî nebûm ez xwe sûcdar his dikim. Ez hêvî dikim ku ewê vê yekê bide bîrokiya min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE