11 maj 2019

Dibê kurd îcar piştgiriya Ekrem Îmamoglu nekin

Ekrem Îmamoglu

Erdogan hilbijatinên 31ê adarê yên belediya Stenbolê betal kir. Hin der û doran digotin heger hilbijartin were betalkirin dibê CHP dubarekirina hilbijartinê boykot bike. 

Ez bi xwe jî yek ji wan kesan bûm, min jî got dibê CHP dubarekirina hilbijartinê boykot bike.

Lê CHPê hilbijartin boykot nekir û biryar da ewê di 23ê hezîranê da dîsa bi Ekrem Îmamoglu beşdarî hilbijartinê bibe.

Her kes qebûl dike di 31ê adarê da kurdan ray dan Ekrem Îmamoglu. Heger ne piştgiriya kurdan bûya Ekrem Îmamoglu qezenc nedikir. Ev sedîsed rast e.

Di 31ê adarê da kurdan piştgirî dan Ekrem Îmamoglu rast bû.

Bi vê piştgiriya xwe bûn sebebê çêbûna gelşeke mezin. 

Peydabûna gelşê û bi hevketina AKPê û CHPê li kara kurda ye, partiyên tirk bi hev kevin, li Tikriyê bêîstîkrarî û krîza siyasî çê bibe baş e; kurd kanin jê feydeye bibînin.

Baş e di 23ê hezîranê da jî dibê kurd dîsa destegê bidin Ekrem Îmamoglu?

Bi baweriya min na, ez dibêjim îcar dibê kurd rayên xwe nedin Ekrem Îmamoglu. 

Kurdan di hilbijartinên 31ê adarê da bi piştgiriya bi Îmamoglu ra derbek mezin li Erdogan û îktîdara AKPê xistin û bûn sebebê peydabûna kirîzeke mezin. 

Di 23ê hezîranê da jî kurd kanin bi boykotê û bi wendakirina Îmamoglu gelşeke hîn mezintir ji Erdogan ra peyda bikin. 

Wendakirina Ekrem Îmam kane kursiya Erdogan bihejîne, her kesê bibêje Erdogan bi zor û girt. Ev mohra zorbatiyê û sextekariyê ewê cî li Erdogan pir teng bike.

Ekrem Îmamoglu ji nuh ve qezenc bike bi qasî misqalekî jî feydeya kurdan tê da tuneye.

Pir pir ewê ji kurdan ra bibêje spas!

Lê heger hilbijartinê wenda bike û Bînalî Yildirim qezenc bike ewê li kara kurdan be, ewê bi hev kevin, ewê mohra sextekariyê li eniya Erdogan û Bînalî Yildirim keve.

Ez bawer nakim Erdogan careke din bi Ekrem Îmamoglu bide qezenckirin, ez dibêjim bi zor, bi rehetî, bi heq, bi hîle ewê Bînalî Yildirim bike serokê belediyê.

Lê heger nekir, nikanîbû bike û Îmamoglu careke din jî qezenc bike, tiştek bi Erdogan nayê. Ewê bibêje temam, berê hîle bû, gelek bêqanûnî hebû, lema jî YSKê hilbijartin betal kir. Lê nuha heqê te ye, fermo, reîsê heqê te ye…

Lê heger Ekrem Îmamoglu hilbijartinê wenda bike, bi çi şiklî dibe bira bibe, her kesê bibêje bi zor û bi sextekariyê girtin û ev yek ewê li der û li hundur li hemberî Erdogan muxalefeteke mezin peyda bike.

Ji bo me kurdan kî bûye serokê belediya Stenbolê qet ne muhîm e. 

Lê em bi rayên xwe CHPê û AKPê bera pêxîla hev bidin, muxalefeta li hemberî Erdogan firehtir bikin baş e, li kara me ye.

Lema jî ez dibêjim wendakirina Ekrem Îmamoglu ji bo kurdan ji qezenckirina wî çêtir e.
 
Qezenc bike ewê hinekî pesnê xwe bide û raqibê wî jî ewê hinekî pîs bibe. 

Hewqas. 

Her kesê li ciyê xwe rûne. 

Tu zirarek ewê negihîje Erdogan. 

Lê heger wenda bike, ne bi hîle û xurde, Bînalî Yildirim bi rastî jî qezenc bike, ewê bibêje hîle ye, sextekarî ye û ev yek ewê bi xwe ra gelşeke mezin peyda bike.

Lema jî ez dibêjim dibê kurd 23ê hezîranê da piştgiriya Ekrem Îmamoglu nekin. 

Hilbijartinê boykot dikin, ya jî bi hinekan ra li hev dikin meriv kane li ser bipeyive. Lê ya muhîm  dibê kurd îcar piştgiriya Îmamoglu nekin. Bira Îmamoglu wenda bike û bi hev kevin.

Ez dibêjim belkî ev yek ji me ra baştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE