04 februari 2012

AKP hebûna kurdan û perwerdeya bi kurdî qebûl nake

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê hikûmetê Bulent Arinç, do careke din diyar kir ku hukûmet li dijî perwerdeya zimanê kurdî ye.

Û ji bo ku parlamneterên BDP-ê doza zimanê kurdî bikin, dibê berê ew fêr bibin bibin û fêrî zarokên xwe bikin dû ra werin tiştekî wiha bixwazin.

Piştî Serfermandarê Artêşa Tirkiyê Necdet Ozel, Bulent Arinç jî do dîsa di telewîzyona CNN-ê da li dijî perwerdeya zimanê Kurdî derket.

 Derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî da Arinç got:
"Perwerdeya bi zimanê dayîkê mijareke cudaye. Me hemû astengiyên li pêş fêrbûna kurdî rakiriye. Her kes dikane bi zimanê xwe weşanê bike. Di Kanaleke min da bi vî zimanî 24 saetan weşanê dibe. Divê pêşî parlementerên BDP-ê fêr bibin, ji ber ku ji nîvê wan pirtir bi kurdî nizanin. Em bawer nakin ku bi kurdî bikanibe perwedeyî bibe. Dema perwerde bi Tirkî be, bi xwe re yekîtiyê tîne. Eger perwerde bi zimanê dayîke bibe, emê dibistanan û mamosteyan ji ku peyda bikin. Min ji bo TRT 6-ê sipîkerek nedît ku nûçeyan pêkêş bike. Wê kîjan parlementerê BDP-ê zarokên xwe rêke zanîngeha Silêmaniyê?"

Hûn dibînin merivekî çi zalim, çi bêûjdan û çi demagog e?

Ji bo kurdî dibistan û mamoste tune ne. Hela tu carê wî mafî bidde, ew dû ra çarser dibe.

Ev cara duyem ku Arinç pir vekirî dibêje, we axaftina min ya meclîsê şaş fêm kiriye, di wê axaftina xwe da min soza perwerdeya bi kurdî nedaye û ji xwe tiştekî wiha him ne mimkûn e û him jî ewê bibe sebebê perçebûna Tirkiyê. Dibê perwerde bi tirkî be, ji ber ku tirkî yekîtiya Tirkiyê bi xwe ra tîne û kurdî jî perçe dike.

Yanî ew kesên ku methiyeyên dûr û dirêj li ser wê axaftina Arinç ya meclîsê nivîsandin û gotin a vaye hukûmet mesela kurd hel dike, dibê nuha jî li ser van gotinên Arinç tiştekî bibêjin.

Ji bo ku ji çend quriş bertîlên hukûmetê nebin, her derewa wezîrekî hukûmetê weke senedeke navnetewî û mafê qanûna esasî nîşan didin. Qet naxwazin bala xwe bidin kirin û praktîka hukûmetê, heta ji wan tê reqlama derewên û Erdogan û Arinç dikin.

Ev transferên AKP-ê yên nuhpêketî dibêjin, wa ye hukûmet dike mesela kurd hel bike, loma jî dibê PKK tavilê dev ji çekan berde, hertişt temam e.

Ê ka çawa temam e, wa ye mêrik dibêje ku ew tiştekî wiha qebûl naikin.
Hukûmtê heta nuha tu carî dana mafên kurdan bi hebûna PKK-ê ve girênedaye û Arinç jî girênade.
Loma jî hêviyeke wiha, yanî dema PKK nemîne ewê mafê kurdan bidin, ji kok da hesabekî şaş e.

Yek PKK-yî û BDP-yî nemîne jî hukûmet nasnameya kurd û perwerdeya bi kurdî qebûl nake. Erdogan ji xwe her roj dibêje, lê Arinç jî wa ye ev du car in vê dîtina hukûmetê pir vekirî vê dubare dike.

Arinç, pir eşkere dibêje ku me hemû astengiyên li pêşiya kurdî rakirine, me TRT6 vekirye, kî bixwaze dikane ji xwe ra kurdî fêr bibe. Ji vê bêtir tiştekî ku em bidin kurdan tuneye.

Perwerdeya ji bo zarokan ji bîr bikin, ji ber ku gaveke wiha ewê Tirkiyê perçe bike….
Dibê hemû neyarên PKK-ê û sempatîzanên hukûmeta AKP-ê vê siyaseta AKP-ê baş bibînin…
Arinç gotiye, nîvê parlamenterên BDP-ê bi kurdî nizanin, ev rast e. Lê di eynî wextê da jî demagojiyê dike.

Him nahêlin kurd zimanê xwe fêr bibin û him jî vê yekê ji kurdan ra dikin serhevde û malzemeyê propagandeya xwe.

Dibêjin ûn çima bi zimanê xwe nizanin?
Kuro hûn nahêlin fêr bibibn ku, ma xelkê çawa bizanibe?

Tu dibêjî gava hemû parlamnenterên BDP-ê bi kurdî bizanibin ewê perwerdeya bi kurdî qebûl bikin.
Heger ji bo qebûlkirina perwerdeya bi kurdî şertê hukûmetê ev e bibêjin, bira kurd jî bizanibin û li gorî wê hereket bikin.

Netîce, hukûmeta AKP-ê li hemberî PKK-ê û BDP-ê di warê leşkerî, siyasî, aborî, dîplomatîk û psîkolojîk da şerekî pir mezin û pir berfireh dimeşîne.

Çimkî hukûmetê êdî baş fêm kiriye ku PKK û ev tevgera kurdan ya netewî bi şer tenê naşikê, dibê di gelek warên din da jî êrîşê bibin ser.

A ji ber vê ye ku hukûmeta AKP-ê nuha ji şerê çekdarî bêtir zora daye şerê psîkolojîk.
Û ji bo xurtkirina vî şerî jî hukûmetê hin kurd transfer kir û bi riya wan di çapemenî û medyayê da li hemberî PKK-ê cepheyeke nuh vekirine.

A di vê cepheya nuh ya şerê psîkolojîk da hin kurd bi cansîperane êrîşê dibin ser vê tevgera miletê kurd ya netewî, dixwazin manewiyata kurdan bişkînin, wan demoralîze bikin. Û bi meşandina vî şerê xwe yên psîkolojîk jî bêguman ji dewletê û hukûmeta AKP-ê ra xizmeteke mezin dikin.

Çimkî PKK, KCK û BDP biqede kurd mafekî herî biçûk jî bidest naxin, lê dewletê ji serîhildana kurdan ya 30 salî xelas bibe û reht bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE