Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak 1935-1971-11-26), ji bo her kesê ku li Kurdistanê dijî wiha dibêje:
”Her kesê li ser vê axê dijî, bi saya wê dixwe, vedixwe mecbûr e bixebit e. Heger vê mecbûriyetê neyne cî, ev jî tê wê maneyê ku mafê jiyana li vî welatî heq nake. Kesê ku vê heqkirinê nafikire baştir e ku vî welatî biterikîne, bihêle here, li welatekî li gorî xwe bijî.
Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak)”
Bi ”xebatê”, buguman qesta Dr. Şivan ne xebata ji bo malê dinyayê û qezenckirna pera ye, qest, xebata ji bo kurd û Kurdistanê ye, têkoşona netewîye.
Bêguman vana gotinên pirr otorîter, pir hişk û pir sert in. Lê ji bo gotina van gotinan zirav lazim e, baweriyeke bêsînor û cesareteke pir mezin lazim e, dibê meriv her tiştê xwe fedayî xebatê û rizgariya Kurdistanê kiribe.
A serokekî wiha mezin, viyan pola ji bêtalihiya kurdan ra ket binaxê û çend rebenên tirsonek, bêzirav, bêbawerî û kemalîst jî bûn mezin û serokên kurdan.
Dr. Şivan, ev gotin li ku û di kîjan nivîsa xwe da gotiye ez nizanim, dibe ku di axftineke xwe ya civîna partiyê da gotibe, lê gotiye û dîtian wî ev e.
Ziya Avci, di bîranîna xwe da qala bûyerekê dike ku Dr. Şivan teqrîben eynî tişt ji wî û endamekî partiyê ra gotiye û ew kes jî li ser vê, pir tirsiyaye û dû ra hew nêzî partiyê bûye.
Avci dibêje, Dr. Şivan şevekê li Wanê li çoleke li derî bajêr bi wî û endamekî din ra civînek çê dike û eynî tiştî ji wan ra dibêje. Û ew gotinên Dr. Şivan wî kesî pir ditirsîne û loma jî piştî wê civînê ew kes hew xwe nêzî partiyê dike.
Ziya Avci, ev yek bi devkî jî ji min ra got.
Yanî rast e, Dr. Şivan wiha difikirî, li gora wî dibê her kurd ji bo azadiya welatê xwe bixebetiya û fedekarî bikira.
Ji xwe ji ber vê dîtina wî ya sert jî hin kes, nas û dostên wî jê ne xweş bûn û ew weke merivekî pir sert, pir oterîter didîtin. Mesela kekê Dr. Nacî Kutlay ji vê hişkî û bêtawîziya Dr. Şivan gazin dikir. Û belkî ji ber vê yekê pêşniyara Dr. Şivan ya endametiya partiyê qebûl nekir.
Ji ber ku Dr. Şivan xebateke profesyonel dabû ber xwe û dixwest her endam jî ji fedekariyeke wiha ra hazir be.
Li gorî baweriya wî gava hewce bûya dibê kesê endam her tiştê xwe, heta canê xwe jî bêyî teredut ji bo gelê xwe feda bikira.
Helbet ne karê her kesî ye ku bibe endamê partiyeke wiha profesyonel û sedîsed fedakar û canfîda.
Analîz û tespîtên Dr. Şivan yên li ser Tirkiyê û micadeleya li hemberî dewleta tirk jî pir girîng in. Heta nuha tu serok û partiyeke kurd bi vê cidîyet û îsabetê analîzeke dewleta tirk nekirye.
Hin axaftinên Dr. Şivan û belavokên raporên wî di bîranînên Ziya Avci da hene. Di rojên pêş da wexta min cê bibe ezê ji belgeyan hinekan biwesînim.
Welhasilî kelam, Dr. Şivan mêrê şerên mezin û rojên giran bû, weke van siyasetmedar û serokên nuha ne yê kulûc û qurişan bû, sonda dewleta tirk xwaribû, digot ezê vê dewleta zalim ji welatê xwe bavêjim.
Tirkan bi destê kurdan, bi komployekê ew ji ber xwe da xistin. Cenazeyên wî û hevalên wî Çeko û Birûsk jî nadin malbatên wan. Ev zulmeke mezin e.
Lê yên nuha ji bo ku wezîrekî dewletê ji wan ra gotiye merheba, tu nemaye ku ji kurdayetiyê jî derkevin…
Ew kesê ku ji azadi û xelasbûna kurdistanê bi dilsozê nexebitene biserefe.Menfeeta welat beri her tisti tê. Welat dayike namuse serefe hertist e
SvaraRaderaApê zênar ez te pîroz dêkêm, te pêr xeş şîrove kêrîye. Lê xezî te hema destêxe bê avêta maska wan xayênu bê bextu xayênu xefêroşa rakêrana jê buyê hemu kûrda tukêrana ser çavêwan, kû hêjî bê bextîyawan ber dewame.
SvaraRadera