09 juni 2009

Li ser du rexneyan

Li ser nivîsa min ya do(8/6-09) 2 şirove hatine kirin. Şiroveya ”xwarziyê min” Beranê Meletiyê, ji ber ku hin gotinên ne xweş tê da hebûn min ji mecbûrî avêt.
Berê jî min çend caran gotibû, xeber, heqaret û devjeniyên şexsî ne têda, ez tu carî dest nadim şiroveyên xwendevanan.
Siyaset dibê di misteweyeke siyasî û bi gotinên siyasî were kirin, çêr û heqaretên şexsî ne xweş û ez qebûl nakim.
Rexne, çi li min û çi jî li kesên din bikin, ser seran ser çavan. Lê gotinên ne xweş eyb e û bi me nakeve.
Di ser da jî piraniya şiroveyan bi “naznavan” tên kirin. Maneya xwe yê hembber meriv nas nake. Wê demê mesûl ez im, çimkî ez diweşînim.
Yanî tiştê meriv layiqî xwe nebîne û li ser xwe qebûl neke, dibê meriv ji xelkê ra jî nebêje.
Dema meriv ji xelkê ra gotinên ne xweş bibêje, zimanê xelkê kuliyan nexwariya, bêguman ew jî dikanin xeberan bidin.
Û ev yek jî mistewa minaqeşeyê dadixîne.
Loma jî careke din rica min ji hemû xwendevan, dos û hevalan ew e ku hurmetê nîşanî vê daxwaza min bidin.
Şiroveya din jî ”anonîm” e û rexneya li nivîsa min e.
Di nivîsa xwe da ez li ser xerabûn û bêqalîtetiya programên TRT Şeşê rawestiyabûm û min gotibû ku ”dema em, yanî ronakbîr, nivîskar, dewlemend, tacir û mebûsên kurd bi israr doza mafê xwe nekin, doza weşaneke dewlemend û bi qalîte nekin, bêguman xelkê jî tiştê herî xerab û herî bêqalîte bide me.””Biraziyê” min ê hêja li hember van gotinê min derketiye û goriye, ”Emê çima xwedî li TRT6 derkevin, ev ne heqeke û ne jî dewletê daye me.”Ev demeke gotina, ”TRT Şeş kanala dewletê ye”, loma jî ne rast e ku em hin daxwazan jê bikin, ketiye devê hin kesan.
TRT Şeş kanala dewletê ye rast e, lê min fêm nekir çima emê hin daxwazan jê nekin, çima emê nexwazin baştir bibe min qet fêm nekir?
Kurd îro hemwelatiyên Tirkiyê ne û weke tirkan ew jî bacê/zikatê didin dewletê û jê ra diçin leşkeriyê.
Dewlwet weke ku ji miletê tirk ra xizmetan dike, dibê ji kurdan ra jî bike. Çimkî kurd jî bacê/zikatê didin dewletê.
Dewletê ev kanal bi çi nêtê vekiribe bira veke, lê dibê em weke kurd doza xizmetê li dewletê bikin, ev mafê me ye.
Dibê em nehêlin dewlet bi perê me bi zimanê me bilîze, qerfê xwe bi kultur û edebiyata me bike.
Dema kir, dixwaze dewlet be ya jî şexs be, dibê em li dij derkevin û xizmeteke baştir bixwazin.
Herçiqas TRT Şeş kanala dewletê ye lê netîce bi kurdî xîtabî miletê kurd dike, temaşevan ne tirk in, kurd in.
Loma jî dibê em weke gel, weke temaşevan programên bêqalîte qebûl nekin, li dij derkevin û doza tiştên başrir bikin.
Yanî daxwaza baştirkirina TRT Şeşê ne şaş e, me nake hevalê dewletê.
Dibê ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe em him têkoşîna xwe ya netewî bidomînin û him jî qebûl nekin ku dewlet bi baca me bi zimanê me bilîze, bêqîmet bike.
”Biraziyê” min yê hêja hinek aqil daye min, ez bi belengazî û safîtiyê îtham kirime û gotiye:
”Min nizanîbû hûn ewqasî saf û belengazin ku hûn televizyonekê weke TRT6 weke televizyoneke kurdan bibînin. Bavê min bera ev televizyon qet tunebe.”
Heta nuha min çend nivîs li ser TRT Şeşê nivîsîn, min tu carî negotiye ev telewîzyon ya kurda ye.
Min gotiye ev telewîzyona dewleta tirk e lê li hember têkoşîna gelê kurd mecbûr maye vê gavê bavêje.
Bi vê gavê, nêta dewletê çi dibe bila bibe, ev tiştekî baş e û dibê kurd lê xwedî derkevin û baştir bikin, bikin mafekî netewî û destûrî.
Çiqas xerab be jî hebûna kanaleke wiha ji tunebûna wê çêtir e. Heger xerab e, bêqalîteye dibê em daxwaza baştirbûnê bikin.
Ev xebat û daxwaza me rê li ber têkoşîn, şer û daxwazên me yên din nagire, ew titştekî din e.
Tiştê herî ecêb ”biraziyê” min ê pisporê tirkan ji min ra gotiye, ”Welleh we porê xwe sipî kir û we Tirk fam nekirin.””Biraziyê” ezîz, hewqas bêînsafî jî nabe, qenekê viya ji min ra nebêje. Heger ez tirkan nasnekim wê demê li vê cîhanê kes wan nas nake.
Em bibêjin nivîsên min yên berê nayên bîra te, lê ev nivîsa min jî qey te nexwendiye?
Di vê nivîsa xwe da li ser siyaseta AKP-ê û dewletê min pir vekirî gotiye ku ev ne karê Kayalî û Şahîn e, miheq dewletê ev emir daya wan.
Min gotiye:
”Bêguman mesele bi raporên Kayalî û bawerkirina Îbrahîm Şahîn ne sînorkirîye, mesele hîn mezintir e.Mesele nêt û siyaseta dewletê ye.Heger dewlet û AKP vî emrî nedin, vê yekê ji Kayalî û Îbrahîm Şahîn nexwazin ew bi serê xwe nikanin vê tesarufê bikin.”Û dûra jî ez li ser netîce nedana midaxeleya herdu mebûsên kurd(Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan rawestiya me û min gotiye:
”Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan 2 kurdên topên giran yên AKP-ê ne, xwedêgiravî merivê herî nêzî Erdogan û di nava AKP-ê da jî xwedî giraniyeke mezin in. Bi kêmanî ji derve da wisa tê bawer kirin.Û Sînan Îlhan jî goya MÎT û merivekî dewletê û AKP-ê yê pir û pir girîng e, kurd wiha dibêjin.Lê derdikeve ortê ku dema mesele dibe mesela kurd, giraniya van kurdan bi qasî yekî kameraman jî tuneye.Ew xwe biçirînin jî dewlet û AKP, gotina Kamîl Kayaliyê kameraman bi ya wan nade, li ba AKP-ê Kayali ji wan gelkî girîngtir e.”De îcar çawa min ”por sipî kiriye lê hîn jî tirk fahm nekiriye?””Biraziyê” delal, rexneyeke wisa li min bigre bira hinekî para rastiyê têda hebe, ne nuha, berî ku ez ”por sipî” bikim, min ji gelek serokan bêtir tirk nas dikir.
Dîroka min ya 30 salî li br çavan e.
Di nasîna tirkan û dewleta tirk da weke hin "serokan" min qet viz nedaye xwe û virda û wêda teqle neavêtiye…

3 kommentarer:

  1. Bijî xalê Zinar!

    Tishtê rast rast e:

    "Di nasîna tirkan û dewleta tirk da weke hin "serokan" min qet viz nedaye xwe û virda û wêda teqle neavêtiye…"

    Qet nebe xalo berjewendiyên miletê kurd wekî hinekan li gorî kêfa shexsê xwe eyer nekiriye, vacî vê hebuna xwe li gorî berjewendiyên miletê kurd yên mîllî eyer kiriye.

    Chi gotine kalik-malikan: Bila mirina hespê ji cehê be!

    Her bijî xalo!
    Bila rihê Sêyît Riza li gel te be! (yê Shêx Seît jî!)

    Qijikê Dêrsim-ê

    SvaraRadera
  2. Xalocan,
    Ez hêvîdar im ku tu dê demokrasiya di kuncika xwe da zêde nedî ber lotikên germik u nermik. Yan naaa, pashê tu jî dibî wekî bashqanê binerd u sererd u kemalîzma jê mayî bi ser me da dirijînî. Bîsmîllah bîsmîllah, ya xizir u mizir, de tu me jî bibîne looo!
    Rêz u rêzdarî
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  3. Bersîva "Eliyê Dêrikî û Beranê Meletyê"!
    Heyan bawer bikin ez naxwazim rê li ber rexne û dîtin kesî bigrim. Beraanê Meletyê, wê rojê gelkî dabû nav, ji kesî ra tiştek nehîştibû. Lema min bi xemgînî ew "îmha" kir.
    Heger min ew "îmha" nekira dikanîbû bibûya sebebê şerekî giran.
    Bala min lê ye hûn jî ji "demokrasiyê" têr nabin, meriv çiqasî dide we, hûn dibêjin hinekî din, hinekî din...
    Dibê hûn bizanin demokrasî jî ne bêsînor e, sînorê wê dihere li ber çêr û heqaretên şexsî disekine...

    SvaraRadera

PARVE BIKE