16 juni 2009

Meriv derewek kir dibê cî bidê

Mudûrê TRT-ê y Giştî Îbrahîm Şahîn, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Yenî Şafakê da dibêje, Rojînê dev ji TRT Şeşê berneda, ”bi emrê min programa wê ji weşanê hatiye rakirin.”Li ser pirsa, ”Tu ji TRT Şeş-ê memnûn î jî ?”, Îbrahîm Şahîn dibêje, ew memnûn e û ”pûsûle rast e.”
Şahîn,
li ser mesela veqetandina Rojînê jî bi uslûbeke qebedayî û pozbilindî wiha dibêje:

Min bûyer pir girîng nedît. Neh qanalên me hene, TRT Şeş yek ji wan e. Rakirina programeke hunermendekî li ba me tiştekî ji rêzê(adî) ye. Min ji sinetkareka(qest Rojîn e, lê tenezul nake navê wê bigre ser zimanê xwe) li ba me program çêdikir ra got, ”ji bo serêsalê ji me pera nestîne”, qebûl kir. Dûra pere xwest, min talîmata ”rakirina programa wê” da hevalan.
Piştî van gotinên lûmpenwarî Şahîn naxwaze mesela Rojînê dirêj bike, lê rojnamevan dixwaze ku ew ,”mesela Rojînê bidomînin.”
Li ser vê daxwazê, Şahîn dibêje:
”Berê gelek gazin ji şiklê çêkirinê, ji şîrketê kir. Rica kirin, gotin bira berhemeke hundur be.(mêrik bi şîfre dipeyive, naxwaze navê Rojînê û programê bibêje) Li gel ku ez hinekî li dij derketim, lê ji bo ku kar bimeşe min got baş e. Eynî nerehetîyan di çêkirina hundur da jî dest pê kir. Ez li derî welêt bûm, koordînatorê programê li min geriya, got, “hunermend/sinetkar dîsa nehat studyoyê.” Min got, “Tavilê programê biqedînin.” Bûyer ev e. Ji ber ku em nepeyivîn bûyer bi hin aliyên din da hat kişandin. Derket hin tiştên cuda got. Got, “Ji ber ku sansor bikardianîn ez jî veqetiyam. Berneda, bi talîmata min programa wê hat rakirin. Ez naxwazim hunermendek were rencîdekirin, lê heta ku derneketibû TRT Şeş-ê kesî yeka bi navê Rojînê nizanîbû.”,
Li derekê Şahîn dibêje, "ji ber ku ji bo programa serêsalê pere xwest, min talîmata rakirina programa wê da hevalan."Lê li dereke din jî dibêje, "ez li derî welêt bûm, koordînator telefonî min kir, got, hunermend dîsa nehatiye studyoyê. Li ser vê min got, "tavilê programê biqedînin."!
Îcar gelo kîjan sebeb rast e?
Di ser serê salê ra 5 meh derbas bûn, lê Rojîn hîn li ser karê xwe bû. Heger ji bo pera bû çima we hîşt Rojîn 5 mehan bixebite?
Tiştê din yê balkêş uslûba Şahîn ji merivekî medenî bêtir dişibe ya qebedayiyan. Mesele dibêje, "min talîmat da, min emir da..." naxwaze navê wê bigre devê xwe û hwd.
Em bibêjin ku bi rastî jî sebebê veqetandina Rojînê weke Şahîn dibêje, "pere" ye ya jî ji ber ku "di wexta da neçûye programa xwe."
Lê uslûbê axaftina Îbrahîm Şahîn û bersîvên wî nîşan dide ku ew merivekî dîktator e û tiştê Rojînê gotiye rast in, ne mimkûn e ku hemû derew bin.
Di bin serokekî yekî wek Îbrahîm Şahîn da ne mimkûn e ku sansor tunebe, ne mimkûn e ku hunermend azad û serbixwe be.
Ne mimkûn e ku hûn midaxeleyî programan nekin û wan meqes nekin...
Şahîn bi uslûbeke serokê mafyayê dipeyive, dibêje, “rakirina programa hunermendekî li ba me tiştekî ji rêzê,” yanî tiştekî adî, basît e.
Ev bersîv tenê nîşan dide ku ne sansor, şahê sansorê li ba we heye, kîjan rojê hûn bixwazin hûn dikanin programa hunermendekî rakin.
Ev jî tê wê maneyê ku di TRT-ê da demokrasî tuneye, sansor û otosansur heye. Ji ber ku kînga dilê Şahîn bixwaze dikane ji xelkê ra bibêje "xerc qediya, emele paydos!" û derî nîşanî wan bide.
Îbrahîm Şahîn kînga bixwaze dikane her programê rawestîne û hunermend jî biqewirîne.
Ji xwe Şahîn bixwe dibêje, ew li derî welêt bûye, koordînatorê programê telefonî wî kiriye, gotiye, “hunermend/sinetkar dîsa nehatiye studyoyê.” Li ser vê, dibêje “Min got, “Tavilê programê biqedînin” û ew jî banî Rojînê dikin û derî nîşanî wê didin.
Tiştên wiha ancax dîktator dikin, ev uslûb û metod ya dîktatoran e. Li kesî guhdarî nakin, mafê tu kesî tuneye, ew tenê emir didin û herkes mecbûr e weke wan bike.
Rojîn di wexta xwe da neçûye ser karê xwe, ev şaş e, lê meriv dipirse, dibêje çima, ji bo çi?
Dikane bi rê da qeza derbas kirbe, îşek hatibe serî, axir dibe ku mazereteke wê ya maqûl hebe.
Îbrahîm Şahîn qet guh nade tiştên wiha, wî qet hewce nedîtiye ku sebebê nehatina Rojînê fêr jî bibe.
Çer dibihîze ku Rojîn neçûye ser karê xwe, bêyî ku sebebê vê yekê fêr bibe, bêyî ku bi Rojînê ra bipeyive, tavilê “emir dide” û dibêje “programê biqedînin.”!
Hemû dîktator wiha dikin...
Û yên di bin emrê Şahîn da jî ji Rojînê ra dibêjin "karê te qediya", here oxira te ya xêrê be... Li Tirkiyê sîstem wiha ye, belkî heta nuha çend caran hinekan jî eynî tiştî anîbin serê Îbrahîm Şahîn, wan jî wisa ew qewitandibe.
Şahîn,
di jiyana xwe ya burokraktîk da heta nuha çi dîtibe, xelkê çi anîbe serê wî, ew jî eynî tiştî li hember xelkê dike.

Şahîn dibêje, "heta ku nehatibû TRT Şeş-ê kesî yeka bi navê Rojîn nas nedikr."
Ev ji bin da vir e, belovacî wê, heger Rojîn ji berê da ne meşhûr bûya, nehata naskirin we ban Rojînê nedikir.
Rojîn bi kêmanî ev 10-15 sal in ku dengbêjeke naskirî ye û têra xwe jî binav û deng e. Jiber ku Rojîn "meşhûr" bû hûn çûn li ber geriyan û we pê ra peyman çêkir.
Şahîn sibe dikane ji bo kesên din jî eynî tiştî bibêje. Ev şêleke ne medenî û ne xweş e, dema însan ji mer qetiya dibê meriv biçûk neke.
Lê tirk vê yekê li hember kurdan bi zanetî dikin, dema qala yekî kurd dikin, tim bi uslûbeke biçûkxistinê û basîtdîtinê qal dikin, pir "bêehemîyet", pir "basît" .Û xwe jî heta tu bixwazî mezin dikin...
Îbrahîm Şahîn jî weke burokratekî ji xortaniya xwe da ye bi vê kultur û terbiyê mezzin bûye, li hember amîrê xwe dibê şelefiyê û li hember kurdan jî dibê quretiyê bike...
Netîce, Îbrahîm Şahîn derewekê dike lê nikane baş cî bidê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE