08 juni 2009

Heger dewletê hesab ji me bikira newêrîbû TRT Şeşê têxe vî halî

Di rojnameya Sabahê da Mahmut Ovur, di nivîsa xwe ya do da li ser TRT Şeşê rawestiyaye û hin agahdariyên pir balkêş dane.
Ketina qalîteya programên TRT Şeşê bala Mahmût Ovur jî kişandiye û loma jî di nivîsa xwe da li ser sebebê vê yekê sekinîye.
TRT Şeş ji serê salê da ye yanî ev şeş meh in ku weşana xwe didomîne. Di normalê da dibê TRT Şeş îro di nuxteyeke hîn baştir da bûya, dibê programên wê hîn bi ser û bertir û hîn bi qalîtetir bûna.
Lê kesên weşanên TRT Şeşê ji destpêkê da taqîb dikin, bi hêsanî dibînin ku programên TRT Şeşê roj bi roj baştir nebûne, belovacî wê xerabtir bûne û ev yek jî bala her temaşevanî dikşîne.
Vê yekê bala Mahmût Ovur jî kişandiye û loma jî di quncikê xwe yê rojnameya Sabahê da gotiye ”Di TRt Şeşê da çi dibe?” û li ser sebebê vê paşdaçûnê sekinîye.
Ovur, di nivîsa xwe da dibêje, ”di nava 6 mehan da kanal bû esîrê brokrasiya dewletê ya klasîk.”Li gor agahiyên Ovur dide, di TRT Şeşê da tirkekî bi navê Kamîl kayali (kameramanekî kevn e, lê nuha weke wekîlê berpirsiyarê TRT Şeşê Sînan Îlhan û qumsêrê dewletê wezîfedar e)bîn li milet çikandiye, ji bo ku TRT Şeş nekeve destê ”kurdçiyan” weke nûnerê dewletê nahêle kes tiştekî baş bike.
Kamîl Kayali tirk e û bi kurdî nizane, lê weke nûnerê Sînan Îlhan dane ser serê milet û ew jî midaxeleyî her tiştî dike.
Mahmut Ovur dibêje, programçêkirekî ku TRT Şeşê baş nas dike wiha digot:
”Bûyer ev e: Alîkakarekî koordînatorê TRT Şeşê Sînan Îlhan heye, kameramanê kevn Kamîl Kayali. Ji ber ku aliyê teknîkî dizane ew weke alîkarê koordînator anîn. Lê piştî demeke kin Kamîl Kayali berpirsiyariyên Sînan Îlhan jî girt ser milê xwe û tu bigrî xwe xist dewsa wî. Destpêkir her programeke baş etîketekê pêve kir. Ji ber ku bi kurdî jî nizane, programên bênaverok derketin meydanê.”
Kayali
bi van midaxeleyên xwe jî nehatiye serî, camêr hîn jî pêşda çûye û gotiye ”kurdên siyasî dixwazin vê kanalê têxin destê xwe.”Piştî ku mesele gihîştiye vê qonaxê, mebûsên AKP-ê yên kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan ketine nabênê û xwestine gelşê çareser bikin.

Lê helbet weke ku dibê meriv texmîn bike, AKP-ê û TRT Şeşê guh nedane van herdu mebûsên kurd.
Ji ber ku Mudûrê Giştî yê TRT-ê Îbrahîm Şahîn, weke çiyayekî li pişta Kamîl Kayalî ye.
Kayalî ji Îbrahîm Şahîn ra dibêje, ”Li vir ez rola katalîzorê dibînim. Heger ne ez bim kurdên siyasî ewê werin Sînan Îlhan bixapînin. Û ewê vira bikin kanaleke kurdçî.”Bêguman mesele bi raporên Kayalî û bawerkirina Îbrahîm Şahîn ne sînorkirîye, mesele hîn mezintir e.
Mesele nêt û siyaseta dewletê ye.
Heger dewlet û AKP vî emrî nedin, vê yekê ji Kayalî û Îbrahîm Şahîn nexwazin ew bi serê xwe nikanin vê tesarufê bikin.
Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan 2 kurdên topên giran yên AKP-ê ne, xwedêgiravî merivê herî nêzî Erdogan û di nava AKP-ê da jî xwedî giraniyeke mezin in. Bi kêmanî ji derve da wisa tê bawer kirin.
Û Sînan Îlhan jî goya MÎT û merivekî dewletê û AKP-ê yê pir û pir girîng e, kurd wiha dibêjin.
Lê derdikeve ortê ku dema mesele dibe mesela kurd, giraniya van kurdan bi qasî yekî kameraman jî tuneye.
Ew xwe biçirînin jî dewlet û AKP, gotina Kamîl Kayaliyê kameraman bi wan nade, li AKP-ê Kayali ji wan gelkî girîngtir e.
Esas ne Firat, Arsla û Îlhan tenê, 75 mebûsên kurd yên di nava AKP-ê da bihevra bixwazin Kayalî û Şahîn ji wir dûrxînin dîsa nikanin, çimkî Erdogan nenûka Kayali û Şahîn bi hemû mebûsên kurd naguherîne.
Çima?
Ji ber ku Erdogan dizane ku 75 mebûsên kurd ji bo guherandina Kayalî û Şahîn û ji bo doza miletê xwe tu carî xwe nadin ser hev û dev ji xizmeta ji partiya wî û ji dewleta tirk bernadin.
Heger Erdogan û dewleta wî ya ”kûr” bizanîbûna ku mebûsên kurd ewê weşaneke bêqalîte û pêşkêşvanên zircahil û kurdînezan qebûl nekin, bêguman nikanîbûn viha bikin.
Ji ber ku dewlet û AKP dizane ku ”em” ne ew mêr in ku li hember heqareteke wiha serîhildin, loma diwêrin yeka nezan û cahileke weke Guler Işikê bînin têxin dewsa Rojînê.
Belkî jî bi van programên bêqalîte dewlet dixwaze tiştê daye paşda bigre, bibêje ”kes temaşe nake”, loma jî tu mane tuneye ku em bidomînin.
Dibe ku nêta dewletê ev be.
Lê aliyekî girêdayî me jî heye. Dema em, yanî ronakbîr, nivîskar, dewlemend, tacir û mebûsên kurd bi israr doza mafê xwe nekin, doza weşaneke dewlemend û bi qalîte nekin, bêguman xelkê jî tiştê herî xerab û herî bêqalîte bide me.
Çimkî tirk programên bi qalîte layiqî me nabînin û em jî weke milet doza yê baştir nakin...

6 kommentarer:

  1. Merheba Apê Zinar,

    ev chi meseleye ku tu jî hatiyî û xweliya TRT6 bi ser serê me feqîrên Xwedê de dibarîne.
    Bavo mesele ne ya filan û bêvan e û xwedîderketin û merketine.Min nizanîbû hûn ewqasî saf û belengazin ku hûn televizyonekê weke TRT6 weke televizyoneke kurdan bibînin. Bavê min bera ev televizyon qet tunebe. Ma Guler Ishik ji Nishtî Stêrka te ya ku li Siwêdê mezin bûye û tirkî ji kurdî chêtir zane ne chêtire, ma ji Nilufer Akbala a ku ne bi kurmancî û ne bizazakî nizane ne chêtire. Ev malê dewleta Tirko ye bavê min û ew rê nadin kurdên "din" ha. Welleh we porê xwe sipî kir û we Tirk fam nekirin.
    Inshalah TRT6 hetanî bi TRT60 serobinoyî hevdu bibe. Waye hemû qorocî jî bi kurmancî dipeyivin. Hemû cehshikên dema shoresha Barzanî jî bi kurdî diaxivîn. TRT6 a we jî dengê dewletê ye, lê bi kurdî ye. Dewlet jî tenê kurdên xwe dixwaze û kurdên wê evin bavê min.Tu chi daewê li me dike qurban. Emê chima xwedî li TRT6 derkevin, ev ne heqeke û ne jî dewletê daye me. Ev televizyona zimanekî ye ku hewcedariya siyaseta dewletê, ji bo jiholêrakirina kurdan, pê heye û tu sax.

    SvaraRadera
  2. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera
  3. Di komentara duyem ya birzê Meletyeyî da li xelkê heqaretên şexsî hebû loma min jê avêt.
    Ez ji hemû xwendevanan rica dikim di şiroveyên xwe da ji xelkê ra xeberan nedin.
    Dema hûn xeberan bidin, hinekê din jî ewê ji we ra xeberan bide û di netîcê da ev quncik ewê bibe malpera xeberan
    Ez hêvî dikim hûn min fêm dikin.

    SvaraRadera
  4. TRT-6 her diçe xeraptir dibe.Biraşti TRT-6 nebe baştire.
    Ez bixwe nema le dimeyizenim.Zimane we gelek xerabe.Ji sedi 75% bi tirkiye.
    Hale me kurda gelek xerabe.
    Ka em meyzenin
    Silav u rez jibo Zinare Qemo

    SvaraRadera
  5. Wellahî jî bîllehî jî ez heqê yê demoqratîk bi kar tînim u vê chalakiya xaloyê xwe protesto dikim. Lê demoqrasiyan da tisht-misht proteste kirin pir muhîm e, hetta hebun u tunebun u mirin e jî. Jibo ku ez hebuna xwe bixim bin garantiyê ez ji mecburiyetê xalê xwe protesto dikim, ji ber ku wî shîroveya min ya qirase ya li dijî kurdên tirkîperest avêtiye der, wîîî. Xalo qet gunehê te bi min, bi kurdî u demoqrasiyê nayê, wey ez rebenooo? Ma ez bê heq bim chi dibe xalo, bila demoqrasî bash bishuxule bes e, u wesselam.

    Silav u rêz bo xalê hêja

    Beranê Meletiyê

    (Wellahî xalo ez dibêm kêfa te bi berantiya min nayê. Ma ez bibim mih yanî, hahooo)

    SvaraRadera
  6. Kek Zinar,
    Bi navê xwedê min nekariya shîroveya kek Beranê Meletiyê bixwînim. Min revand. Hey tifuuu li shansê min be.

    Wellahî heger kekê me di heqê zimanê kurdî da rexneya xwe kiribe u bi agir u bizot pê li bochikê hin kesan kiribe, ez pishtgiriya wî dikim. Chi gotibe bila bigotibe, ji vir heta marsê pê ra me.

    Gelo chima dewleta tirk li zimanê me kurdî vê rezaletiyê neke? Ma îro di nav kurdan da chend kes hurmetê nîshanî kurdî didin, chend kes?

    Heger me kurdan zimanê xwe yê pîroz neavêta bin potînên tirkên xwînmij u bi zimanê tirkî pishta xwe germ nekira, dê dewleta tirk ewqas bê namus tevnegeriya. Ew chi dike bike, ti kurd xwe rencîde hîs nake. Ji ber vê jî her tishtî bi zimanê me dike.

    Wekmînak, gava PKK dibêje porê serokê me hatiye birîn, tu mêze dikî yekcar bi deh hezar kes daketine ser kolanan, bi polîs u leshkeran ra sher dikin. Lê ya trajîk, dewlet jî vê bash dizane. Bi vê zanîna xwe jî xeberên weha di nav kurdan da bi saya Apo dide belav kirin, daku kurd rojeva xwe bi lîstikên weha derbaz bikin u neyên ser meseleyên esasî. Ango dewlet PKKê u bi destê PKKê jî miletê kurd manîpule dike.

    Gelo chima PKK rojekê bo zimanê kurdî jî millet bi zanîn dernaxe ser kolanan u nade sher kirin, chimaaaaa? Ma meseleya me ya herî muhîm ev nîne? Ma PKK chawa dibe ku hê jî fam nekiriye, hem pêsheroja Apo u him jî ya PKKê bi hebuna zimanê kurdî va girêdayî ye. Yanî ku kurdî chu (ku zêde wext nemaye), êdî hun ê ji bo chi li ber xwe bidin? Bawer bikin ji bo demokratîzekirina Tirkiyê jî pêwîstiya kesî bi we tune.

    Silav

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera

PARVE BIKE