13 januari 2016

Erdogan îcar bi çeteyên Mafîayê xelkê tehdît dike



Erdogan, akademîsyenên gotibûn ”emê nebin şirîgê sûc”, bi Mafîayê tehdîd kir
Sedat Peker, 1128 akademîsyenên li dijî şer derketibûn û gotibûn emê nebin şirîkê sûc, bi kuştinê tehdî kir û got:
”Ez careke din dibêjim, emê xwîna we wek lehiyê biherikînin û bi xwîna we serê xwe bişon.”
Ev ne cara pêşî ye ev çeqelê Mafîayê şûrê Erdogan dişîne û kurdan û xelkê bi kuştinê tehdîd dike, berê jî carê tiştên wiha gotibû.
Erdogan êdî ne polîs û leşkeran tenê li hemberî kurdan û muxaleftê bi kar tîne, Mafîayê jî dixe dewrê.
Ev gotinên Peker ji skandaleke siyasî bêtir, nîşan dide ku bi îktîdara AKPê ra dewlet û Mafîa tevhev bûne, bûne destbirakên hev.
Serokê Mafîayê li ser navê dewleta tirk dipeyive û serokê dewlwetê diparêze û dibêje ewê xwîna kurdan hemû muxalifên Erdogan wek lehiyê biherikîne û pê serê xwe bişo.
Ser xêrê be, bi saya Erdogan dewleta tirk bû dewleta Mafîayê.
Erdogan her çiqas bi tesadufî bû siaysetmedar û serokkomar jî lê di esasê xwe da ew merivekî dinya Mafîayê ye, di nava têkiliyên Mafîayê da mezin bûye. Lema jî dostiya wî ya bi Sedat Peker ra xurt e. Ji xwe ji ber vê têkiliyê ye Peker, fedaîtiya wî wî dike û xelkê bi kuştinê tehdîd ike.

XXX


Mahkima Mafê Însanî ya Ewrûpa, giliyê 3 abûqatên kurd li ser terora Tirkiye li Cizîrê dimeşîne û girtina tedbîrê red kiriye.
Diyar e Erdogan wek Yekîtiya Ewrûpayê Mahkima Mafê Însanî ya Ewrûpa jî teslîm girtiye.
Heger Mahkima Mafê Însanî ya Ewrûpa bi rastî mahkimeyeke adil û bêterf bûya ewê giliyê kurdan qebûl bikira û Tirkiye ceza bikira. Lê ji dêlî wê heq daye aliyê xurt, aliyê xwedî dewlet.
Biryareke zêde ne ecêb e, ev dinya wiha ye...
Ez tim dibêjim dinya bênamûs e, heger ne bênamûs bûya ewê bihata hawara gelê Cizîrê, Silopiyê, Nisêbînî û Diyarbekrê…

12 januari 2016

Ev saltanat ji vî zirzopî ra namîne

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, ji bo 1128 akademîsyenên do banga muzakerê û aştiyê kirin gotinên nemayî kir, gef li wan xwar û hemûyên wan bi xayintiyê îtahm kir.
Çend gotinên Erdogan yên ji bo akademîsyenan gotin:
”Xayin û muswedeyên ronakbîriyê. Hûn ne ronakbîr in, hûn tarî ne, tarî.
Hûn hevalbendên rêxistina terorê ne.
Gurûha tarî.
Ey muswedeyên tarî, hûn tarî ne, tarî.
Gurûha ji xwe ra dibêje akademîsiyen. Dewlet axa xwe diparêze lê ew êrîşî dewletê dikin. Efendim heq û azadî tên binpêkirin. Li aliyekî meselê dewlet û milet heye û li alieykî jî rêxistina terorê. Ya hûnê li ba dewletê bin ya jî rêxistina terorê. Ji bo me endamê rêxistina terorê çi be, yê bi devê wan dipeyive jî eynî ye.
Li Tirkiyê mesela kurd tuneye, teror heye.
Yê nanê Tirkiyê bixwe û pê ra îxanetê bike, li kîjan dezgehê dibe bira bibe, dibê li wir nemîne. Vana nikanin bibin mamûr. Wek dîtina min ya şexsî, hestên miletê min jî ev e. Tiştê hewce ewê were kirin.”

Însanekî normal, ne nexweş wiha napeyive, van heqaretên nemayî li 1128 akademîsyenên welatekî nake.
Meriv henekî  giran, bi edeb û terbiye dibe, wek pêxwes, çeqel û sûtalên kolanan napeyive, termînolojiyeke siyasî bikar tîne.
Lê ev bêexlaq tam hiş berdaye, tirsa ewê ji ser hukum da bikeve û were mahkimekirin ew har kiriye.
Mêrik dewletê wek şîrketeke mafiyayê û xwe jî wek serokê mafîa yê herî mezin dibîne, bi wî devî dipeyive…
Bêlome be, ji tirsa agir ketiyê, lema jî bi uslûbeke pir bêmistewa zimandirêjiyê dike, dev davêjê ji xelkê da.
Lê ez tim dibêjim, ev ji Erdogan ra namîne, miheqeq ewê li bela xwe rast were. Bi gotin û êrîşên wiha roja belê nêz dike…
Ez bawer dikim  taliya vî zirzopê gurcî ewê pir xerab be, hindik ma…



Kes nikane kesî bi zor bike kurdperwer

Kes nikane kesî bi zor, bi rica û minet bike kurdperwer, hevalê gel û muxalif û neyarê dewleta tirk.
Dibê kurdperwerî, îsyana li hemberî îşxalê û berberiya bi dijmin ra di dil û di cewherê meriv da hebe.
Di cewherê hin kesan da ji kurdperweriyê bêtir, hevkariya bi djmin ra heye, ji serîhildana li heberî zulmê bêtir, hezkirina ji bindestiyê heye
Lema jî li hemberî zulmê tim bêdeng in, lema jî tim bi dijmin ra hol dibin. Carnan hin demagojiyên kurdperweriyê dikin lê vir e, durûtiyê dikin. Mesele ne gotin e, kirin e.
Li hemberî vî dijminê xwînxwar kî çi dike, kî çi dibêje li ber çava ye.
Mesela kurdê li ser qetlîama Wanê ji vê dewleta ceberûd û qatilên wê ra du gotinan nebêje, xwe kerr û lal bike, bizanibin ew merivekî zindiq e.
Çi demagojiyê bike jî ya merivekî bêkêr û vala ye, ya jî di bin ra hevalê neya

XXX
Eyşik e ji xwe bi şik e!
Kî dibêje diz, Erdogan û zilamên wî digrin ser xwe.
Kî dibêje qatil, Erdogan û zilamên wî digrin ser xwe.
Kî dibêje bira zarok neyên kuştin, Erdogan û zilamên wî digrin ser xwe.
Bela sebeb negotne Eyşik e ji xwe bi şik e!
Meriv ne diz be, ne qatil be, zarokan nekuje, van gotinan nagre ser xwe û pê aciz nabe…

XXX
Bîna genî ji teqîna Stenbolê, Sultanahmedê tê.
Teqînên wiha bi piranî pîşikê dewleta tirk e. Dewleta tirk di vî warî da pir hoste ye. Û ji her grup û îdeolojiyê di bin emrê wan da bi sedan însan hene.
Kesî hîn bûyer negertiye ser xwe.
Lê kê, bi çi navî kiribe jî ez dibêjim tiliya “dewleta tirk ya kûr” tê da heye. Çimkî ji Erdogan ra ji bo nefsî mudafayê çend bûyerên wiha lazim in, ji bo ku bibêje binêrin va ye teror li me jî dixe…
Ev Erdogan çi zindîq e, çi xebîs e ez zanim…



XXX
Hukûmeta AKPê ji Çewligê(Bîngolê)gelek cahş(qorîci)anîne Diyarbekrê. Tê gotin navê serokê cahşan Ziya Sozen e. Yê ortê, yê kincreş.
Bi vê siyasetê dewlet dixwaze kuştina leşker û polîsên xwe kêm bike û kurdan bi hev bide kuştin. Dibê rêxistin, partî, baro, sendîka û her kurd li dijî vê siyaseta hukûmeta AKPê derkve û teşhîr bike.

Rastiya qetlîama Wanê hêdî hêdî zelal dibe.


Wek dihat texmînkirin şer derew e, her 12 xort jî siwîl in û li emniyetê girtî bûne û dû ra yek bi yek hatine înfaz kirin.
Sê roj berê li Wanê mitîngek çê bû. Polîsan her 12 xort jî di wê mitîngê da girtine bin çavan û di bin çavan da yek bi yek înfaz kirine.
Dû ra termên wan birine Edremîtê, avêtine bînayeke li hinda avahiya MITê. Û li wir bi berbanga sibê ra kirine teqereq, fena ku şer derketibe û di şer da hatibin kuştin.
Lê şer mer ji bin da derew e, xort 3 roj berê hatine girtin. Mêrikan hemû jî di bin çavan da înfaz kirine.
Mebûs û wezîrên AKPê yên xwedêgiravî hîn jî xwe kurd dibînin, kurdên dostên hukûmetê, akademîsyen û kurdên demokrasîparêz û aştîxwaz, heger bi rastî kurd in û piçek ûjdan bi wan ra heye, dibê li hemberî vê qetlîama zarokên kurdan bêdeng nemînin û ji vê rejîma faşîst ra tiştekî bibêjin.
Lê çawa ku heta nuha ji qetlîama Roboskê tiştek derneket, sûcdar û qatil nehatin girtin, hûnê bibînin aqûbeta vê qatlîamê jî ewê wek ya Roboskê be, qatil û sûcdarên vê qetlîamê jî ewê dernekevin, neyên girtin û cezakirin.
Ji ber ku emrê kuştina kurdan ji teref Erdogan û Davutoglu ve hatiye dayin, lema jî nikanin bibêjin we çima kuştin.
Ya din jî Erdogan û Davutoglu baş dizanin ku ew çi bikin jî, çuqas kurdî bikujin jî kurdên bi wan ra xwe aciz nakin û dev ji wan bernadin. Lema jî hukûmet û dewlet di kuştinê da tu carî teredut nake, bi comerdî dikuje…



11 januari 2016

Wey tufî li te û li "biratiya tirkan ya hezar salî" !



Mebûsê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan, li ser qetlîama Wanê, înfazkirina 12 xortên kurd beyanek daye û bêyî ku şerm bike demagojiya ”biratiya tirkan” dubare kiriye, gotiye:
”Biratiya hezar salan li Wanê hat gulebarankirin, îradeya jiyaneke mişterek hat înfazkirin.”
Botan, wey tufî li te û li "biratiya tirkan ya hezar salî" !
Heger te şerm bikira piştî vê qetlîamê jî te yê qala "biratiya" tirkan nekira...
Meriv li ber xwe nekeve wiha ye.
Mêrikan bi hovîtiyeke mezin 12 mêrên me, 12 xortên welatparêz, her yek bi guleyekê înfaz kirine, yê me hîn qala biratiya bi van faşîst qatilan ra dike, hîn ji tirkan ra şelafiyê dike, hîn gunê wan miz dide.
Yaho piştî hewqas zulm û xwîn û nemirovî bira hinekî hişê we were serê we û êdî dev ji şelefiya tirkan berdin û wek mêran bipeyivin.
Piştî vê beyana wî, polîsên tirk yanî birayên wî, Lezgîn Botranê me dane ber copan û baş nerm kirine. Nuha li nexweşxaneyê ye.
Polîs li mebûsan dixe, wan birîndar dike.
Yê me dîsa ar nake, dîsa jî demagojiya biratiya tirkan difroşe me 

XXX
Bi dua muayan "Xwedê tu avê li vî agirî nake, ji bo ku avek li vî agirî bibe û ev agir vemire dibê meriv li hemberî zulmê bêdeng nemîne û bibe hevalê mezlûman.
Heta kurdên hevalên dewletê û hukûmeta AKPê hebin, heta ku hin kurd şûrê dewletê bikşînin ewê tim wiha me bikujin.
Ji bo ku avek li vî agirî bibe, dibê em bi hev ra li hemberî zulmê rabin. Em wek milet doza azadiya xwe bikin.
Bêguman xendek siyaseteke beradayî ye, ne rast e û dibê meriv viya bibêje. Lê êrîşên dewletê ne ji ber hebûna xendekan e.
Dewleta tirk ketiye xema perçebûna xwe û çêbûna Kurdistanê.
Ma li Edremîtê xendek hene 12 kurd înfaz kirin?
Sebebê van êrîşan tiştekî din e, dibê em kurd viya bibînin.
Ji bo ku Tirkiye jî nebe Îraq û Sûriye, ji bo ku wek Îraqê û Sûriyê ”Bakurê Tirkiyê” jî çênebe, ji bo ku tiştê kurdan li Îraqê û Sûriyê bi dest xistin li Tirkiyê jî bi dest nexin Tirkiye êrîş dike, yanî bi van qetlîam û operasyonan tedbîra xwe digre.
Pere, hin kurd ji kurdperweriyê dûr xistine, kirine hevkarên dewleta tirk, kirine piştgirê zulma dewletê Pere hin kes bêûjdan kirine. Heyf!
Hevkarên dewletê û hukûmeta AKPê yên eşkere û veşartî reqlama hev dikin. Dibê li hev xwedî derkevin û hevûdu biparêzin. Motajî hev in.

XXX


Malpera ”Nêrînaazad”, xebera li ser înfaza 12 xortên kurd wiha daye:
”Li Wanê di operasyona ser malekê da şer derket. Tê gotin ku di şer da polîsek û 12 kesên ketine şer jiyana xwe wenda kirine.”
Ev malper xwedêgiravî kurd e û navê wê jî ”Nêrînaazad” e.
Wek kurd meriv çawa dikane hewqasî bibe neyarê hev ez fêm nakim!
Meriv pir ne nezan û saf be, ya jî ne hevalê dewletê be, dizane di xebera dewletê da dezînformasyon heye, şer derew e, 12 kurd hatine înfaz kirin. Polîs ji dereke din anîne wir.
Xort hemû jî yek bi yek kuştine. Mal jî vir e, şer jî vir e.
Lê ”Nêrînaazad”, kuştina polîsekî ji kuştina 12 kurdan muhîmtir dîtiye û lema jî ne înfaza 12 kurdan, kuştina polîsekî kiriye sernivîs.
Xwedê aqilekî bide me...

10 januari 2016

Di nava me kurdan zilam û xulamên neyar pir in





 Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li Afyonkarahîsarê bi 22 zilam û xulamên xwe yên kurd, yên ji Diyarbekrê, Mêrdînê, Wanê û ji derên din hatibûn civînek çêkiriye.
Piştî civînê serokê AKPê yê Diyarbekrê Muhammed Akar di telewîzyonekê da gotiye di demeke nêz da Davutoglu ewê Diyarbekrê ziyaret bike.
Akar, mizgîna ziyareta Davutoglu bi van gotinan daye kurdan û gelê Diyarbekrê:
”Min nizanîbû birêz serokwezîr herêm hewqasî ji nêz ...ve tetkîk kiriye. Gund bi gund, kolan bi kolan pirsî. Di demeke nêz da ewê were herêmê. Mizgîniya ewê were Diyarbekrê da min. Ez dibêjim di demeke nêz da, lê belê ez nikanim bibêjim kînga. Ez dikanim bibêjim ku serokwezîr gelkî bîriya qeza me ya Sûrê û Mizgefta Mezin kiriye…”
Davutogluyê bi tank û topan Sûr da wêrankirin, serokê Baroyê Elçî da qetilkirin û emir da qatilên xwe bi dehan kurdan bikujin, ”bîriya Sûrê û Mizgefta Mezin kiriye” ?
Meriv ancax dikane hewqasî rezîl û bêheya bibe, meriv ancax hewqasî dikane xulamê dijmin û namerd be!
Wek kurd meriv çawa dikane ji serokwezîrê dewleteke welatê meriv îşxal kiriye hewqasî hez bike û hewqasî pesnê wî bide?
Û ev xulamê neyar li Diyarbekrê di nava kurdan da bi serbilindî digere û heta kurdayetiyê jî dike.
Li Kurdistana başûr yên wiha tavilê cahş îlan dikin, kes silavê nade wan. Ne mimkûn e kesê wiha biwêribe derkeve nava gel.
Ev şelafê basît û pir erzan ji bo ku têkeve meclîsê dikane her rezîliyê bike, heta ew bi xwe jî dikane rahêje keleşa dewletê û here li Sûrê çend kurdan bikuje.
Li ser operasyonên Sûrê jî Akar kêfxweşiya xwe aniye zimên û gotiye di operasyonan da gelek mesafe hatiye girtin û dû ra jî wiha dom kiriye:
”Ez wisa bawer dikim di rojên pêş me da ewê ewlekariya giştî were tesîskirin. Serokwezîrê me ji nêz ve li rewşa welatiyên herêmê pirsî…”

Ez bawer nakim kurdek dikane ji vê bêtir bêûjdan, bêşexsiyet û xulamê dijmin be û bi vê xulamtiya xwe jî îftîxar bike.
Û ji zulma li gelê wî, li bajarê wî dibe aciz nebe…
Gotina, ”Davutoglu bîriya Sûrê û Mizgefta Mezin kiriye” verşiya meriv tîne.
Meriv bawer nake însanek hewqasî jî bibe neyarê gelê xwe !
Di ser da ev şelafê rezîl û bêexlaq û bêheya demakê kurdayetî dikir û di nava Tevgera Azadî da bû.
Bi rastî jî di nava kurdan da merivên namerd bê hed û bê hesab in…

Qatilên AKPê û dewletê li Wanê 12 kurd înfaz kirin



Faşîst û qatilên hukûmeta AKPê û dewleta tirk vê sibehê bi berbangê ra li Edremîta qeza Wanê girtin ser malekê û 12 kurd înfaz kirin.
Ev qetlîameke mezin e, barbarî ye.
Faşîzim e, irqçîtî ye, sûcekî li hemberî însaniyetê ye.
Meriv çawa di malekê da 12 însanan înfaz dike!
Heger bi meriv ra ûjdan, merhamet, însaniyet û welatparêzî hebe li hemberî vê qetlîamê dibê meriv qiyametê rake!
Berdevkên hukûmetê û dewletê wek her tim dîsa ewê bixwazin sûcê xwe veşêrin û agahiyên vir belav bikin.
Lema jî ew li ser vê qetlîamê çi bibêjin vir e, yên hatine înfaz kirin siwîl in, ne kesên çekdar in. Şer derew e. Qala keleşekê tenê tê kirin. Bi baweriya min ew jî vir e, şer mer vir e, yek bi yek înfaz kirine.
Lê çekdar bin jî meriv di xaniyekî da 12 însanan hema wiha bi rehetî û bi lez û bez înfaz nake, ji bo girtinê moletê dide, piçekî sebir dike. Çimkî wezîfeya dewletê ne kuştin e, girtin e, mahkimekirin e.
Lê qatilan tiştekî wiha nekirine, di cî da hemû kuştine.
Ji ber ku tu derdekî qatilên hukûmeta AKPê yê qanûnan tuneye, ew naxwazin kurdan bi saxî bigrin. Wan ji Erdogan û Davutoglu emrê kuştinê girtine, lema jî heta ji wan tê dikujin.
Li hemberî qetlîameke hewqasî mezin meriv kerr û lal dibe, nizane bi kîjan gotinê van faşîst û namerdan protesto bike.
Ez gelkî xemgîn im, li hemberî dewleta tirk û qatilên wê, kîn û nefreta di dilê min da bi qasî çiyayê Agirî mezin bûye.
Ji malbatên xortên hatin qetilkirin ra bi şerm, bi dilekî xemgîn sebrê dixwazim, bira serê wan sax be.
Heger piçek xîret, ûjdan û kurdayetî bi meriv ra hebe, dibê meriv li hemberî vê zulma Erdogan û rejîma wî ya faşîst bêdeng nemîne, wan rûreş û riswa bike.
Kurdên hîn jî hevalên vê rejîma faşîst û qatil in ew jî bi qasî van qatilên destbixwîn û devbixwîn sûcdar in, bêdengiya wan piştgiriya bi qatilan ra ye…




XXX


Erdogan heyfa Kobanê, Girê Sipî, Cerablûsê û Ferêt ji Nisêbînê, ji Cizîrê û ji Silopiyê digre. Tiştê nikane li Sûriyê, li Kurdistana rojava bike, li Kurdistana bakur dike. Heyfa xwe bi vî hawî ji Cizîrê, ji Sûrê û ji Silopiyê digre.
Çimkî îro ev ji dest tê, viya dke...

09 januari 2016

Xwezî ez nuha Rustemê Zal bûma !

Dewleta tirk li Kurdistanê li hemberî kurdna şerekî mezin dimeşîne. Şerekî wek yê dema Şêx Seîd û Dêrsimê.
Dewletê di 1925a û 1937da da dixwest çi bike îro jî wiya dike. Yanî şer giran e û mesele cidî ye.
Hukûmeta AKPê 7 wîlayet û 19 navçeyên me bi leşkerekî mezin û bi tank û topan girtine bin hesargê.
Nêzî 2 milyon însan li van bajar û navçeyan nuha di bin îşxala artêşa tirk  da di bin şertên gelkî xerab da dijîn.
Milet bi hefteyan di malên xwe da bê av, bê ceyran e, tî û birçî ye. Kî ji mala xwe derdikeve nîşanciyên dewletê yên faşîst tavilê dikuje.
Bajaran, malan bi çekên giran, bi tank û topan gulebaran û topbaran dikin. Heger ev têr neke bi helîkopteran  lêdixin.
Nîşanciyên dewleta tirk yên xusûsî ji kuştinê hatine şandin rojê çend kurdan dikujin.
Li hin navçeyan ev 10, 20,  heta 35 roj in  derketina derve li kurdan yasax kirine, nahêlin kes ji hundur serê xwe derxe.
Heta nuha 200-300 kurd kuştine. Kes jimareke rastî nizane. Di nava kuştiyan da pitikên 3 mehî û kalên 80 salî jî hene.
Li hemberî miletekî teroreke wiha, neyartiyeke wiha li tu dera cîhanê nehatiye dîtin, dewlet bi kîn û nefreteke ne însanî dajo ser kurdan, dixwaze kurdan ji qir bike, bajaran ji ortê rake.
Kolan, nexweşxane, mizgeft, mekteb tije cenaze ne. Dewlet cenazeyan nade malbatên wan, çavsoriyê dike. Cenaze li erdê, li vir û li wir genî dibin.
Li hemberî vê teroro mezin hukûmet, medya, civata tirk, partiyên tirk bêdeng in, her kes vê terora dewleta tirk ya hemberî kurdan tê meşandin normal dibîne, wek şerekî li dijî ”terorê” dibîne.
Erdogan, Davutoglu wek serokên salên 1925 û 1937a dipeyivin, qala ”paqijkirina” bajran dikin.
Li bajarên şer lê heye hemû dahîreyên dewletê, naxweşxane, mekteb bûne qerergehên leşkerî.
Kî li hemberî vê terorê derdikeve roja din tê girtin. Her roj li Tirkyê û Kurdistanê davêjin ser avahiyên partiyan û malên kurdan bi sedan însanî digrin.
Bêyî bi hezaran leşker û polîs, bi hezaran korîcî jî, hinek bi darê zorê û hinek jî bi bertîlan tevî van operasyonan dibin, bi dewletê ra ew jî şerê gelê xwe dikin.
Li hin deran hin korîcî neçûn şer, sîlehên xwe danîn, lê li gorî hin xeberên di medya sosyal da belev dibe gelek korîcî  li Sûrê  di nava şer da ne, bi leşker û polîsan ra li dijî gelê xwe şer dikin.
Li gorî xebera Konfederasyona Koruciyan  li Diyarberkrê 1400 û li Cizîrê û Silopiyê jî gelek korîcî di nava şer da ne.
Hukûmet vê yekê zêde eşkere lê ji bo ku hemû korîciyan têxe şer her riyê bi kar tîne…
Yanî dewlet ne bi leşker û polîsên xwe tenê, bi hezaran korîcî jî xistine nava şer û wan jî bi kar tîne.
Bi vê terorê, bi vî şerî dewlet dixwaze hin bajarên kurdayetî  lê xurt bû vala bike û mahciran li wan deran bi cî bike.
Piştî serîhildana Şêx Seîd dewletê çend caran ev yek ceriband û bi vî hawî sedhezaran mahcir li Wanê, Betlîsê, Agiriyê, Mûşê, Xarpêtê, Meletyê, Diyarbekrê û hin derên din bi cî kir.
Ji ber ku guhertina demografya Kurdistanê, asîmîlekirina kurdan hetim di ajanda dewleta tirk da ye.
Bi kurtî dewletê di dema Serîhildana Şêx Seîd da, tevgera Agiriyê da, Dêrsimê da çi kir, çi anî serê kurdan,  îro jî heman tiştî dike.
Belkî Erdogan wek dema Şêx Seîd û Dêrsimê  di rojên pêş da Qanûna Takrî î Sukûnê û Qanûna Îskanê  jî derxe.
Ji xwe ji roja dewleta tirk ya irqçî ava bûye û virda ye serok û rêberên dewletê tim dibêjin emê hemû kesên ne tirk bikin tirk, kesên li hemberî tirkîtiyê rabin emê tasfiye bikin.
Tirkan hemû miletên din qedandin, tasfiye kirin, nuha dora kurdan e, heger bikanibin dixwazin kurdan jî ji ortê rakin.
Mesele ev e, nêta Erdogan û Davutoglu ev e. Tenê  zilam û hevkarên dewletê û AKPê naxwazin vê nêta hukûmeta AKPê bibînin, ya jî dibînin lê ew jî piştgiriyê didinê…

XXX
Xwezî ez nuha Rustemê Zal bûma !
Xwezî ez nuha hema ji bo 24 saetan bibûma Rustemê Zal û li ser pişta Rexşê Belek daketama nava Sûrên Amedê, min li wir hemû çete û qatilên dewleta tirk bi tank û topên wan ve bida ber gurzan û hemû bi erdê ra bikira nanik.
Ji wir wek bazekî bifiriyama Cizîra Baotan, kela mêr û egîdan û şairan û dû ra jî min xwe bigîhanda Silopiya birîndar û hemû leşkerên dijmin ji kuçe û kolanên welatê xwe paqij bikira.
Û dû ra jî azadî û serxwebûna gelê xwe îlan bikira û bigota, êdî li ser vê axê neyar tuneye, Kurdistan tenê ya we ye...



Derew meriv rezîl dike



Erdogan îro dîsa xwe berda, lê zêde najot, balona wî zû teqandin !
Serokkomarê Tirkyiyê Erdogan îro dîsa vireke bi boçik kir, got Daîşê êrîşî kampa wan ya Başîkayê kiriye û mehmetcikên wî yên qehreman bêyî ku yek jî birîndar bibe, tam 18 heb ji ”terorîstan” kuştine.
Wey agir bi derewên te keve!
Wey Xwedê mala virekan bişewitîne!
Piştî her derewê pozê te dirêj biba te hewqas derew nedikir.
Piştî vê vira Erdogan ya bi boçik bi çend saetan waliyê Mûsilê yê kevn û dostê Erdogan yê îşên tarî Esîl Nuceyfî, bi beyanekê ev îdîa Erdogan tekzîp kir û got:
”Daîşê êrîşê kampa Başîkayê nekiriye. Do mewziyên Daîşê ji alî hêzên pêşmerge û Heşdî Weten ve hat topbarankirin. Guleyeke Daîşê jî li kampa me neketiye.”
Her wisa wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Hemîd Efendî jî, daxuyaniyek taybet daye radyoya Dengê Amerîka û gotiye ”ev yek ne raste”, eniya Başîqa eniyek berfireh e hemû ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve tê kontrol kirin. Hêzên Tirkiyê hindikin û li paş eniya şer in.”
Hemîd Efendî niha serleşker û berpirsê Eniya Başiqa yê şerê li dijî çekdarên Daişê ye.Herweha berpirsê ragihanidna şaxê PDK yê 14an yê Mûsilê Saîd Memûzînî jî ji bo Radioya Sawa daye xuyakirin ku, nûçeya dibêje hêzên Tirkiyê Daişî kuştine ne rast e.”
Mêrik bûye serokkomar, welatekî îdare dike, lê kûreya derewan e, tew nizane rastî çi ye. Ji bo ku îşxala xwe meşrû nîşan bide derewên wiha dike.
Lê herkes dizane ku Daîş jî beşekî artêşa Tirkyê ye û tu carî êrîşî leşkerên tirk nakin.



XXX
Nivîskarê rojnameya Yenîşafakê Faruk Aksoy bala kurdan kişandiye ser rastiyekê, gotiye:
”Bi qasî ku ez dizanim, ji bo dewleta tirk dereke bi navê Kurdistanê tuneye, kurdên li Îranê, li Sûriyê, li Îraqê û li Tirkiyê dijîn hene.”
Lê ne ev tenê, dû ra ev jî lê zêde kiriye, gotiye:
”Di ajanda AKPya dewletê îdare dike da li Tirkiyê Kurdistan tuneye, dibê ev yek were zanîn…”
Em zanin li gorî AKPê Kurdistan û heta kurd jî tunene. Lê kurdên tirşikçiyên Erdogan viya nizanin û nabînin.
Lema jî dev ji zilamtiya Erdogan bernadin, di rojeke wiha da dibin ”şêwirmendên” Davutoglu.
Qey ewê taktîk û stratejiya bindesthîştina kurdan fêrî Davutoglu û Erdogan bikin.
Ya na Davutoglu û Erdogan filesekî xwe jî di aqilê şêwirmendên wek wan nadin.
Ez van gotinên Faruk Aksoy diyarî hemû kurdên hevakrên dewleta tirk û Erdogan dikim.