05 oktober 2016

Meclîsa Îraqê ji Tirkiyê ra got ji welatê me derkevin

Meclîsa Îraqê ji Tirkiyê ra got ji welatê me derkevin û hebûna leşkerên we îşxal e !
Wey mala Xwedê ava be, nîhayet meclîsa Îraqê do bi biryarekê îşxala Tirkiyê ya Başîkayê protesto kir.
Di biryarê da hebûna leşkerên tirk li Başîkayê wek îşxalê tê binavkirin û ji Tirkiyê tê xwestin ew leşkerên xwe tavilê ji Başîkayê paşda vekişîne.
Lê leşkerên tirk ne tenê li Başîkayê, li Kurdistanê jî bi kêmanî li 10-12 ciyan hene.
Meclîsê di biryara xwe da qala îşxala van deran nekiriye, negotiye dibê leşkerên tirk ji van deran jî derkvin.
Leşkerên Tirkiyê bêyî Başîkayê, li Selahadîn, li Hewlêrê, li Silêmanîyê, li Zaxo, li Dihokê, li Amediyê, li Diyanayê, li Batûfa, li Kanîmasî û li Bamernê jî hene û ev der jî ji 21 salan vir da ye di bin îşxala leşkerên Tirkiyê da ne.
Dibê him hukûmeta merkezî ya Bexdayê û him jî parlamentoya Kurdistanê bi xurtî li dijî vê îşxalê derkevin û ji Tirkiyê paşdavekişînê bixwazin.
Ji ber ku ereb û kurd dengê xwe nakin, çend roj berê meclîsa Tirkiyê tezkereya mayina leşkerên xwe yên li Îraqê careke din dirêj kir.
Heger Îraqê ji destpêkê xwe sist nekira û bi xurtî biçûya ser hebûna leşkerên tirk îro wiha nedibû.
Meclîsa Îraqê di biryara xwe ya do da biryara parlamentoya Tirkiyê ya dirêjkirina tezkereyê û mayîna leşkerên tirk li Iraqê protesto kiriye. Ev baş e, lê dibê di gotinê da nemîne, dibê herin ser, bi zor be jî tirkan ji Îraqê-Kurdistanê derxin.
Di biryara meclîsa Îraqê da bi kurtîwiha tê gotin
”Li gorî vê biryara me, dibê bi riya sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê notayek ji Tirkiyê ra were dayin.
Dibê hêzên tirk wek hêzên îşxalkar werin binavkirin. Û ji bo ku leşkerên tirk ji Îraqê derkevin dibê her tişt were kirin.
Dibê di heqê kesên hêzên tirk vexwendine Îraqê doz vere vekirin.
Dibê beyanên serokkomarê Tirkiyê Erdogan werin şermezarkirin.
Dibê têkiliyên ticarî û aborî yên bi Tirkiyê ra ji nuh ve werin tetkîkkirin.
Ji bo ku hêzên tirk ji Îraqê derkevin dibê hukûmet tavilê meselê bibe Neteweyên Yekbûyî û her riyên siyasî û dîplomatîk biceribîne…”
Wezareta derve ya Tirkiyê li hemberî vê biryara meclîsa Îraqê tavilê reaksiyon nîşan da û protesto kir.
Û got bi taybetî jî ”em îthamên ne xweş yên di heqê serokkomarê xwe da bi şîdet şermezar dikin.”
Mecbûr in wiha bibêjin, çimkî li Tirkiyê îro kesê di ser her tiştî ra û muqedes Erdogan e. Nabe kes Erdogan krîtîk be. Feqîran ji tirsan bi vê gotinê sedaqeta xwe nîşanî Erdogan dane.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di beyana xwe da dibêje ”ew biryara parlamentoya Îraqê weke biryara hemû gelên Îraqê nabînin ”, filan û bîvan.
Yanî li Îraqê hin kes îşxala Tirkiyê diparêzin, ne li dijî îşxala Başîka û derên din in.
Helbet ev vir e, li Îraqê tu kes îşxala Tirkiyê rast nabîne û naparêze. Vê gotinê ji kîşsê xwe dibêjin.

XXX


Ev zulm, ev neheqî û çavsorî ewê ji Erdogan ra namîne. Zû dereng ewê bela xwe bibîne.
Carê xelas bû, lêewê her tim xelas nebe.Ji ber ku riya daye ser riyeke xerab e...
Ji ber ku pir pêş da çû, êdî tirkan jî diêşîne, bi nanê wan jî dilîze, pê li serê wan jî dike.
Heta nuha yên dihatin pelçiqandin tenê kurd bûn, lê nuha qismekî tirkan jî bûn refîqên kurdan.
Ev yek ewê umrê Erdogan kin bike, ewê bela xwe zûtir bibîne. Gava însan birçî werin hîştin pir tahlûke ye. Erdogan bi rengekî bêqanûnî, bi zorbatiyeke nedîtî bi sedhezaran bêkar û birçî dihêle, bera kuçê dide. Her tiştê însanan jê distîne.
Û gava tiştekî însên yê wendakirinê nemîne kane her tiştî, her dînîtiyê bike…
Aqûbeta Erdogan û zilamên wî ewê pir trajîk be…

04 oktober 2016

AKP gav bi gav dewleta tirk ji kurdan paqij dike



Hukûmeta AKPê dike 20 hezar mamoste bi mulaqatê yanî bi dîdarî, yanî bi hevpeyvîna rû bi rû bigre kar.
Ev jî tê wê maneyê ewê kurdan, elewîyan, kesên çep û kesên ne ji xwe, kesên ne zilamên AKPê bin negrin kar.
Lê hedefa wan ya esasî dewleta tirk ji kurdan paqij bikin û nehêlin kurd bibin mamûrê, karkirê dewletê.
Ey PKK û hevalên wê, êdî fam bikin ev dewlet ne ya kurda ye û tu carî jî nabe dewleta kurdan.
Ev dewlet ya tirka ye.
Êdî vê heqîqetê fam bikin û dev ji xeyal û projeyên partiya Tirkiyê û tirkîyetiyê berdin û ji bo gelê xwe jî dewletê, desthilateke siyasî bixwazin.
Dev ji partiya Tirkiyê berdin û partiyeke kurd û Kurdistanî ava bikin û bi kurdên din ra cepheyeke netewî ava bikin.
Hûn nikanin tirkan bikin însan û medenî, hûn nikanin demokrasiyê li Tirkiyê bi cî bikin û Tirkiyê bikin welatekî huqûqnas.
Çend numûne ji pirsên ewê ji namzedên mamoste werin kirin:
Rêxistinên terorîst bijmêrin?
Tu elewî yî ya sunî yî?
Hûn serê salê pîroz dikin ya na?
Serfermandar(serokê orduyê)kî ye?
Serokê, lîderê îstîkametê dide vê sedsala dawî kî ye?
Hûn li maçan temaşe dikin?
Kopyekirina însên baş ya na?
Hûn kîjan xwarina çê dikin?
Hûn li kîjan yûrdê(ciyên xwendevan lê dimînin)man?
Di dema bûyerên Geziyê we çi his kir?

XXX
Her ku însan dibin hevkar û dilxwazên hukûmeta AKPê, li ba kurdan qedir û qîmeta wan zêdetir dibe. Li Kurdistana bakur hevkarî û hevaltiya dewletê kesî nerehet nake.
Geh di TRT6ê da ilmê xwe difroşe dewlet û hukûmetê û geh difroşe kurdan.
Yek nebû yekî din. Xêra xwedê ye. Çawa nebe hafiza kurdan ya masî ye, tiştan zû ji bîr dikin



XXX
Erebên dîndar, erebên xwedênas, li Hesekê bi qeleşî, bi bênamûsî, bi namerdiyeke nedîtî dîsa xwîna kurdan herikandin, zarokên kurd kuştin, seqet kirin û sêwî hîştin.
Nalet li qatilan û li kesên wezîfa qetilkrina kurdan dane wan were, ez tuyî ruyê wan dikim.
Tufî li we, li îdeolojî û li baweriya we !
Ez zanim Xwedê bela wan nadê, hewalekirina Xwedê tiştekî berradayî ye.
Dibê kurd, kurdên bawermend êdî viya fam bikin û hêviya xwe ji Xwedê medê bibirin. Çi bikin kurd ewê bi destê xwe, bi tifaqa xwe û bi xwebata xwe bikin.
Zû dereng, bi çêkirina Kurdistaneke serbixwe emê bela hemû neyarên xwe bidin, emê tiliya xwe di çavên faşîstên ereb, tirk û faris ra kin…

03 oktober 2016

Tirkiyê telewîzyona Med Nûçe da girtin


Li ser daxwza Tirkiyê, şîrketa satelîtê ya frensî Eutelsatê, îro saet di dehan da weşana Med Nûçe TVê  rawestand.
Hukûmeta AKPê li hundur kurdan êdî ne yek û dudu, qefle bi qefle digre, bi sedan, bi hezaran ji kar davêje.
Telewîzyon û rojnameyên kurdan digrin.
Erdogan mêrik wek kabûsekî ketiye ser dilê kurdan, nahêle kurd bîna xwe bigrin, ji bo ku deng ji kurdan dernekeve her zulmê dikin.
Lê qîma xwe bi bêdengkirina kurdên hundur tenê naynin, wa ye telewîzyona Med Nûçe jî bi şîrketa fransiz Eutelsatê dan girtin.
Wek tê zanîn ev ne cara pêşî ye Tirkiye telewîzyonên kurdan dide girtin. Ji Med TVê(1995)û virda ye gelek caran bi zixtên dîplomatîk û siyasî û bi rijandina bi miyaran pere çend telewîzyonên kurdan dan girtin.
Û kî were ser hukim jî ewê vê siyaseta xwe ya antî-kurd bidomîne. Çimkî halîhazir armanc û hedefa hemû tirkan, çep, rast, dîncî, faşîst, sosyaldemokrat, lîberal qet ferq nake, armanca hemûyan helandina kurda ye, hemû jî bi nuansan cuda dijminên kurdan e.
Tirk çi dikin jî PKK  biaqil nabe, dev ji siyaseta xwe ya tirkîyetiyê bernade, nayê ser xeteke kurd û Kurdistanî.
Lê di serî da PKK û her kurd dibê baş bizanin heta em di bindestê tirkan da bin, ne xwediyê dewlet û statuyeke siyasî bin, halê me ewê tim ev hal be; kurd, PKK ewê telewîzyonan vekin û tirk jî ewê bidin girtin.
Kurdistana Federe heta nuha kanîbû bibe xwedî satelîteke kurd û hemû kurdên din jî jê feyde bigirta.
Lê nekirin, ji tiştên wiha bêtir, bûn xwedî qesir û qonax, erebeyên luks û milyonên di bankan da.

Panîka Erdogan ne belasebeb e...



Bi qebûlkirina ”Qanûna Adaletê ya li Dijî Sponsorên Terorîzmê” Erdogan ket panîkê û resta Emerîkayê xwend.
Di van rojên dawî da Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê, ji ber êrîşên 11 Îlona 2001ê li hemberî Erebîstana Suûdî û hemû alîkarên, sponsorên terorîzmê qanûnek pir muhîm qebûl kir.
Li gorî vê qanûnê malbatên kesên di êrîşên 11ê îlona 2001ê da jiyana xwe wenda kirin ewê kanibin li Erebîstana Suûdî û hemû dewletên piştgiriyê didin terorîstan gilî bikin û cezakirina wan bixwazin.
Ji bo ku ev qanûn neyê qebûlkirin Tirkiye pir xebitî û gelek pere rijand, lê pere nekir û Obama nikanîbû rê li ber derketina qanûna li dijî sponsorên terorîzmî bigre.
Nuha bi qasî Erebîstana Suûdî, Tirkiye û bi taybetî jî Erdogan ketiye panîkê.
Çimkî piştgiriya Tirkiyê û Erdogan bi terorîzmê ra, bi Daîşê û El Nusrayê û hêzên din yê terorîst ra ji Erebîstana Suûdî gelkî vekirîtir e...
Îro li dinyayê tu dewletê bi qasî Tirkiyê û serokê wê Erdogan piştgirî nedaye trorîzmê. Erdogan zane wî çi sûcên mezin, sûcên li dijî însaniyetê kirine û rojekê ewê hesab jê were pirsîn. Lê merivekî pir jîr e, ji bo ku ew roj neyê û wî nexin qulikê her tiştî dike.
Ji 16 terorîstên, pîlotên di 11ê Îlonê da ew êrîş kirin 11 hebên wan suûdî bûn. Lema jî dibêjin tiliya Erebîstana Sudî di êrîşên 11ê Îlonê da heye. Bi vê qanûnê malbatên kesên di êrîşan da jiyana xwe wenda kirin ewê li Erebîstana Suûdî gilî bikin.
Lê qanûn bi Suûdî tenê ne sînorkirî ye, li dijî hemû sponsorên terorîstan e.
Lema jî Erdogan ketiye panîkê û gotiye ewê bi Suûdî û bi hemû welatên misilman ra tedbîrên xwe bigrin.
Erdogan baş zane di rojên pêş da gelek kes ji bo piştgiriya wî ya bi Daîşê ra ewê li wî gilî bikin.
Û ji ber vê jî ketiye panîkê.
Li hemberî Tirkiyê û Erdogan di saha navnetewî da ev sînyal û gava pêşî ye. Erdogan zane Emerîka li pişt vê qanûnê ye û di rojên pêş da serî ewê bigihê wî jî.
Tiyatroya şerê Tirkiyê yê li dijî Daîşê hinekî jî girêdayî vê meselê ye, Erdogan dixwaze xwe û Tirkiyê li dijî Daîşê nîşan bide, fena ku li Sûriyê ew li hemberî Daîşê şer dikin.
Lê her kes zane ev vir e, Daîş girêdayî artêşa Tirkiyê ye û bi emir û îdareya Tirkiyê hereket dike. Û Tirkyê heta nuha di her warî da alîkariya Daîşê kiriye.

XXX
Medyaya tirk kûreya derewan e, ji sedî 99, 9ê xeberên wan vir in. dezînformasyon e.


Malpereke tirk li ser şerê leşkerên tirk li Sûriyê xwedêgiravî bi Daîşê ra bi pûntoyên mezin nivîsî ye
:
”Di 24 saetên dawî da 13 şehîd. Şer gurr bû…”
Bawer bikin ji kok da derew e, binaka wê tuneye.
Ne ji wan kes hatiye kuştin û ne jî ji Daîşê. Leşkerekî wan wan jî nehatiye kuştin.
Tiliyek terorîstekî Daîşê jî xweîn nekirine. Ji ber ku bi hev ra ne. Bi Daîşê kin û nav dan guhertin. Ew û qatilên Daîşê û Nusrayê bi hev ra şerê kurdan dikin.
Xeberên di medyaya tirk da li ser Sûriyê û şerê leşkerên tirk bi Daîşê ra ji sedî 99, 9 derew e, dezînformasyon e. Ji bo ku îşxala xwe bi heq nîşan bidin van derewan dikin.
Dibê yek kurd jî bi baweriyê bi xeberên medyaya tirk neyne. Ji ber ku ev medya, medyayeke irqçî, faşîst sedîsed antî-kurd e. Xeberên wan yên li ser kurdan û şerê wan bi Daîşê ra ji sedî 99, 9 vir in, manîplasyon û dezînformasyon e.

Kurd bi çav û aqilê ereban li Îsraîl dinêrin



Sultan Arslan, ji ber ku serok Mesûd Barzanî ya jî Nêçîrvan Barzanî neçûye şîna Şîmon Peres gazin kiriye û gotiye:
”Eger serokekî tirkan, ereban û îranîyan bimira, dê serokên me hem beşdarîya şîna wan bikirana hem jî dê li ser hev peyamên serxweşîyê ji bo wan bişanda. Şîmon Peres wefat kir ku yekemîn serokê dewletekî bû ji bo kurdan dewleta kurdî xwestîbû, ji alîyê kurdan ve, ne ti peyam hate şandin û ne jî tu kes beşdarîya şîna wî bû.
Ez vê helwesta kurdan bi tundî şermezar dikim û divîya birêz Mesût Barzanî bi xwe biçûya şîna Şîmon Peres bibûya.”
Kurdistana Federe girêdayî Îraqê ye. Ji bo beşdariyên wiha ez nizanim destûra Bexdayê lazim e ya na.
Heger destûra Bexdayê ne şert e û serok Mesûd Barzanî ya jî Nêçîrvan barzanî neçûye şînê, ya jî nûnerekî xwe neşandin e, bi baweriya min şaşiyek mezin e û dibê meriv rexne bike.
Em ne mecbûr in li gorî ereban hereket bikin.
Û ji xwe serokê filistîniyan Mahmûd Ebbas jî beşdarî merasima cenaze bû. Bêyî Ebbas, ez ne şaş bim nûnerên Misrê, Urdunê û ji çend welatên ereb yên din jî beşdar bûn.
Sultan Arslan rast gotiye, gava siyasetmedarekî tirk bimre siyasetmedarên me yên başûr baz didin şîna wan.
Çend meh berê Nêçîrvan Barzanî çû şîna Musta Koç.
Ma Şîmon Peres, ji Musta Koç ne muhîmtir bû?
Bi dîtina min ne rast e em wek ereban, tirkan û farisan neyartiya cihûyan û Îsraîl bikin.
Îsraîl nuha piştgiriya me neke jî dewleteke ne li dijî me ye, cihû wek tirkan, ereban û farsinan welatên me îşxal nekirine û ne dijminên me ne. Lema jî dibê kurd tu carî bi çavê dijmin li Îsraîl nenêrin.
Û di ser da Şîmon Peres piştgirî dabû dewletbûna kurdan, ji Obama xwestibû ew piştgiriyê bide dewleteke kurd.

XXX
Kî çi bike bi xwe dike
Gava yek bi xwe ji zimanê xwe hez neke bi zixtan û bi gotinê rast nabe û jê hez nake, bi zimanê xwe nanivîse.
Dibê ji dilê meriv were. Bi zorê, bi rexnekirinê nabe.
Bi gotegotê ga naçe cot.
Lê kî çi bike bi xwe dike, lema jî dibêjin çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro...



02 oktober 2016

AKP dibêje ancax ew kanin nehêlin dewleteke kurd ava bibe

Parlamenterê AKPê yê Stenbolê û yek ji aqilmendên Erdogan Prof. Burhan Kûzû gotiye:
”Heger darbeya 15ê Temûzê bi ser ketiba plana avakirina dewleta kurd amade bû.”
Kûzû, ji rojnameya Sozcu ra gotiye, ”Ez eşkere dibêjim, tiliya Emerîkayê, Îngilistanê û Îsraîlê di darbeyê da hebû.”

Du saliya PAKê pîroz be !



PAKê(Partiya Azadiya Kurdistanê), do êvarî du saliya xwe bi dost, heval û endamên xwe ra bi şahiyeke gelkî xweş pîroz kir.
Xwedêjêraziyan şahî li dereke wer pîroz kirin ji bo ku tenê kesên xwedî erebe kanibin herin, yanî kesên wek min tim peya nikanibin biçin…
Lê Xwedê kesî bê dost û bê heval neke, mala Elî Coşar hezar carî ava be, camêr got ez qebûl nakim kalekî wek te peyatî têkeve riyan, ezê werim we bibim.
Û bi Xwedê camêr bi wê ereba xwe ya qerase ya nêçîrê, çiyan û daristanan het ez û Hêvî xanim ji mal hilda û dû ra jî em paş da anîn, danî ber deriyê me.
Yanî di çûyin û hatinê da me zahmetî nekişand.
Şeveke xweş bû, gelek nas û dost hatibûn, me gelek kes dît û li ser niga sohbet kir.
Artîstê me yê nuh yê bi nav û deng Enwer Karahan jî ji welêt vegeriya bû û hatibû şevê. Em bi hev ra rûniştin û me sohbet xweş kir.
Bala gelek kesan li masa me bû, berê min got belkî yê meşhûr ez im, xelk li min dinêre.
Kî derbas dibû, bi taybetî jî xanimên ji Kurdistana başûr û rojava bala xwe didan masa me û dimizicîn.
Hindik mabû min ji xanimê ra bigota, bala xwe bidê ez çuqasî meşhûr im, her kes li min dinêre .
Lê dû ra gava xanimek dageriya ser masa me û ji Enwer ra got ma tu ne filan kes î û çi hat serê lawê te ?, min hîn nuh fêm kir ku xelkê ne li min, li artîstê li hemberî min mêze kiriye.
Wiha ye, hevaltiya bi meşhûran ra mişt surprîz in.
Wek min got şeveke xweş bû, gelek kes hatibûn, me gelek dost û heval dîtin. Wek mîran çûn û hatin.
Ez PAKê û hevalên ev şeva pîrozbahiyê amade kiribûn ji dil û can pîroz dikim û di kar û barê wan yê netewî da ji wan ra serketinê dixwazim



01 oktober 2016

Ji bo serxwebûnê dibê em li welatê xwe xurt bin, yekîtiya me hebe û serxwebûnê bixwazin

Ez îro çûm semînera  Profesorê swêdî yê huqûqa navntewî û mafê gelêrî Ove Bring.
Semîner li ser kurdan bû.
Kurd wek miletekî bêdewlet û bindest li gorî peyman û huqûqa navnetewî, li gorî peyman û destûra Neteweyên Yekbûyî xwedî kîjan mafan in û ji bo ku ji bindestê xelas bibin, ji bo ku li van dewletên Kurdistan îşxal kirine û zulmê li wan dikin, kanin çi bikin û li kîjan dezgeh û dadgehan li van dewletan gilî bikin?
Semînereke bi feyde û înformatîv bû. Camêr li ser paymanên navnetewî û medaeyên destûra Neteweyên Yekbûyî  yên ser mafên mirovan, jenosîdê û mafê îlankirina serxwebûnê gelek agahiyê hêja da.
Heger ez ji we ra naveroka gotinên wî kin bibêjim, bi kurtî got:
-Her tişt girêdayî hêzê ye. Ji bo ku meriv ji huqûq û peymanên navnetewî sûdê werbigire dibê meriv li welatê xwe xurt be, xwedî yekîtî be û doza mafê xwe bike.
Gava meriv li ser axa xwe ne xurt be, yekîtiya meriv tunebe û meriv serxwebûn û azadiya xwe nexwaze kes tiştekî nade meriv, ne Neteweyên Yekbûyî  û ne jî dezgeh û mahkimeyeke din.
Û viya jî em hemû zanin. Em hemû baş zanin heta em li welatê xwe xurt nebin û yekîtiya xwe çênekin, em nikanin tu tiştekî bi dest xin.
Meselanuha li Sûriyê û Îraqê kurd xwedî hêz in, xurt in lê yekîtiya wan tuneye. Heger yekîtiya xwe jî çêkin kanin serxwebûna xwe bixwazin, di saha navnetewî da daxwaza serxwebûnê dibe mafekî wan yê rewa.
Lê gava yekîtî tunebe û hinek serxwebûnê bixwazin û hinek jî nexwazin û hinek jî hevalên dijmin, weleh em nikanin tu xweliyê li serê xwe kin û tu huqûq jî alîkariya me nake.
Tiştê Profesor û huqûnas Ove Brîng îro ji me kurdan ra got ev bû:
-Li welatê xwe, li ser axa xwe xurt bin, yekîtiya xwe çêkin û serxwebûna xwe bixwazin. Wê demê dinyayê we bibîne û heq bide we….


Ferqa me û filistîniyan

Ji ber ku serokê filistîniyan Mahmûd Ebbas çûye şîna Shîmon Peres, gelek kurdên me yên dîndar xwe pir aciz dikin, porê xwe dirûçikînin, dibêjin gerek Ebbas neçûya şîna Peres.
Ji ereb û filistîniyan bêtir dijminatiya Shîmon Peres û cuhuyan dikin. Gava zanîna dîrokî û şiûrê netewî kêm be, tunebe meriv di ber xelkê da û ji bo xelkê xwe dikuje.
Ereb û cuhû pismamên hev in, cîran in; yek miriye yê din çûye şîna wî. Birayê delal, tu çima xwe aciz dikî?
Ma şerê ereb û cuhuyan bi me ketiye?
Em jî bi çar dewletan ra di şer da ne, em jî bindest û bêdewlet in.
Ma we qet dîtiye filistîniyek, serokekî filistînî, partiyeke filistînî rojekê ji bo me bixeyide û beyaneke piştgiriyê bide?
Ma we qet dîtiye filistînî ji bo me bi Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Îraqê ra dijmnatiyê bikin?
Ereban, Daîşê ev du sal in bi hezaran kurd kuştin, welatê wan wêran kirin, bi hezaran jinên kurdan dîl girtin û ji xwe kirin cariye û li mazatan wek kole firotin.
Mahmûd Ebas, serokekî filîstînî heta nuha bi yek gotinê jî ev wahşeta Daîşê protesto nekiriye.
Û nakin jî.
Hemû serokên kurdan bimrin jî Ebas nayê şîna kurdan.
Lê kurd xwe ji bo filistîniyan dirûçikînin, hêsiran dibarînin, dijminatiya cuhûyan û Îsraîl dikin.
Ji bo çi?
Çimkî em kurd li gorî ereban, tirkan û farisan kêmaqil in. Em evîndarên dijminên xwe ne.
Filistînî tu carî piştgiriyê nadin kurdan û ji bo kurdan nagrîn, tu carî neyartiya dijminên kurdan nakin. Bi hemû dijminên kurdan ra(Tirkiye, Îran, Sûriye, Îraq)dost in.
Çimkî filistînî ereb in û kurdan dijminê xwe dibînin, bi kêmanî ji kurdan hez nakin û tu carî xêra kurdan naxwazin.
Lê bi sedhezaran, bi milyonan kurd ji bo filistîniyan dijminatiya Îsraîl û cuhuyan dikin.
Çimkî em kurd nezan in, kêmaqil û bêşiûr in. Û lema jî em 40-50 milyon kurd bindest û bêdewlet in û ereb jî 22 dewletên wan hene û dixwazin yeka din jî ava bikin…
A ev e ferqa me û filistîniyan…