02 april 2026

Me çend hevalên salan do bi hev ra şevbêrkek xweş derbas kir


Do êvarî em çend hevalên salan mîvanê lavê hevalê xwe Bişar Tuysuz, Hawar Onder Tuysuz bûn.

Oneder û bavê xwe Bişarê hêja, em çend hevalên tarîx û mazîyeke me ya dûr û dirêj bi hev ra heye, do êvarî di şeveke pir xweş da em anîn ba hev.
Di wexta xwe da em ji fikir û siyasetên cihê bûn, lê dostî û hevalatiya me nêzî 50 sal e berdewam e. Ev hevaltî û dostî nabe nesîbê her kesî, her kes nikane vê hevaltiya xwe bênabên 46 salan bidomîne.

01 april 2026

Min îro tansîyona xwe pîva !

Çend roj in gava hêzî ser xwe dikim gêja min, dewxa min dihere. Fena ku bêîstîkrarî di balansa mmin da çêbûbe.

Îro çûm eczaxanê, min derdê xwe ji xanima eczacî/apotekar ra got.
Got zahmet e ez bizanibim sebeb çi ye. Te tansîyona xwe pîva ye?
min got na.
Got, were em tansîyona te bipîvin. Min bihayê pîvanê jê pirsî, got, belaş e.
Min di dilê xwe da got, "wele xêra Xwedê ye."
Ez çûm li derekê rûniştim. Xanimê makîna tansîyonê bi destê min ê çepê va girê da. Makînê dest bi pirsan kir, min jî bersîv dayê. Piştî karê xwe qedand, got:

Qebûlkirina xapandinê zor e

Astronom, kosmolog û nivîskarê amerîkî Carl Sagan li ser kesên hatine xapandin gotiye:

-Heger meriv têra xwe, demeke dirêj hatibe xapandin, di dawiyê da meriv tê nuxteyeke wer xapandina xwe qebûl nake. Meriv naxwaze rastiyê bibîne. Xapandin meriv zeft dike. Îtîrafa em hatine xapandin êşeke zêde dide meriv. Meriv naxwaze viya qebûl bike. Gava meriv fêr dibe meriv daye dû sexrtekarekî, qebûlkirina vê rastiyê hema hema ne mimkûn dibe.