Pisik nexeş bû, nikanîbû nêçîra mişkan bikira. Li quncikekî
malê xwe kilor kiribû, pixepixa wê bû. Hew bala xwe dayê mişkek ji ber derbas
dibe.
Pisikê ji xwe ra got, ez vî mişkî tenê bixum pê têr nabim, dibê ez çend
heban bînim ba hev, li ser hev bixum. Bi zimanekî şîrîn ban mişk kir, got:
-Birakê mişk, tu zanî ji bav û kalan da ye di nabêna me da neyartîyeke xwîndar
heye. Me hûn gelkî êşandin, me zulm li we kir, me ji we bi hezaran kuştin. We
jî gelekên me birîndar, kût û seqet kirin. Min tobe kiriye, dev ji neyartîya we
berdaye û berê xwe daye mala xwedê û îbadetê. Ez her roj diçim
mizgeftê(camîyê), nimêja xwe, zikir û îbadeta xwe dikim û têm li malika xwe
rûdinim. Dijminatî û xwarina mişkan min li xwe heram kiriye.
Tiştên çûn bêfêde ye, dibê meriv bi dû nekve, yên li pêşîya me mêzîna xêr û
guneha ye. Here gazî mişkan gişan ke, çûk mezin bira giş werin em hevûdu helal
bikin.
Gotinên piskê ket sere mişk, çû gazî mişkan kir. Gelek mişk kom bûn, bi hev
ketin, bi hev ra çûn ba pisikê, ji bo ku li hev werin, hevûdu helal bikin.
Pisikê ji wan ra got:
-Gelî mişkan, li vir nabe, dibê em herin mizgeftê, li wir hevûdu helal bikin.
Ezê bibim îmam, hûnê jî li pey min qametê bigirin û du riket nimêja xwe bikin.
Paşê jî emê hevûdu helal bikin.
Mişkan gotin baş e û gişan dan pê piskê, çûn ber mizgefta ku tenûr bû.
Pisikê got:
-Kerem bikin, derbasî hundur mizgeftê bibin, ezê jî dûra werim, emê bi hev ra
nimêja xwe bikin û paşê jî emê hev helal bikin.
Kalê rîsipiyê mezinê mişka gava çav li qulika tenûrê ket fêm kir kemîn e, pisik
dixwaze wan têxe hundur tenûrê û dûra jî gişan bixwe. Berê xwe da mişkan û bi
qîrîn got:
-Ne mizgeft e tenûr e, kemîn e, baz din.
Her mişkekî bi derekê da baz da, fene pisikê neçû serî, destvala vegerîya mala
xwe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar