Dibêjin hebû, tubnebû, rûvîyek hebû. Qulika wî li serê çiyakî asê bû, di halekî pir perîşan da bû.
Çimkî li serê wî çiyayê bilind û asê tu nêçîra bikira tunebû, rojekê têr, çend
rojan birçî bû.
Dikira ji nêza bimira. Rojekê rabû xwe ji çiyê bera jêr da, daket deştê. Pir
çû, hindik çû, rastî rûvîyekî mazmaze, can wî di postê wî hilnayê hat. Silav lê
kir. Rûvîyê deştê got:
Rûvîyê çiyê got:
-Qet mepirse bira, ez li çiyakî bêxêr im, tiştekî xwarinê bi dest min nakeve, ji nêza ez li ber mirinê me. Le halê te çi ye?
Gurê deştê got:
-Wele wek tu dibînî, kêf kêfa min e. Ev rezên tu dibînî giş li ser hesabê min in. Ji rezekî derdikevim, dikevim nav rezekî din.
Çimkî bi min ra fermannaemeyek rezvanan heye. Dilê min kînga bixwaze kanim bi serbestî têkevim nava rezan û zikê xwe têr bikim.
Rûvîyê çiyê got:
-Bira, ma tu min jî nakî hevalê xwe, çend rojan ez jî bi te ra werim û zikê xwe têr bikim ?
Rûvîyê deştê got:
-Çawa na, kerem bike em bi hev ra herin.
Û rabûn bi hev ra çûn ketin nava rezekî.
Xwedê rez ji derdê wî rûvî ketibû êlemanê, dixwest rojekê heyfa xwe ji wî bigre. Wê rojê du kûçikên wek fêrizan ji bo rûvî bigrin li ber holika xwe girê dabûn.
Çer çavên kûçikan bi wan ket, dan ser pişta wan.
Rûvîyê deştê li ser xwe bû, baz da, yê çiyê jar û qels bû, taqeta wî ya bezê zêde tunebû, li dû ma, ji ber kûçikan xelas nebû. Kûçikan xwe gîhandinê, hal tê nehîştin. Feqîro him direvîya, him jî digot:
-Bira, vana ez dabarandim, zû fermana xwe rê leşkerên rezvanan bide. Rûvîyê çiyê him dibeziya, him digot:
-Bira, mesekine, bide dû min, ev leşker nikanin fermanê bixwînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar