Min û xanimê vê sibê berê xwe da nav daristana nêzî mala me. Me got em
herin ji xwe ra hinek tûreşk bixun.
Em 2 saet û bîst deqîqeyan gerîyan. Me got em ciyê wan
bibînin û rojeke din jî rahîjin şe û bêjinga xwe û herinê.
Bi swêdî jê ra dibêjin "blåbär". Dibêjin pir bi fêde ye. Wek tirîyê reş e, lê swêdî jê ra dibêjin “tuyên hişin.
Lê em destvala vegerîyan.
Me hinek top kir û pê tahma devê xwe şîrîn kir, lê ji bo topkirinê tunebûn.
Ya xelkê berî me top kirine, ya jî îsal hindik in.
Belkî jî li wê dera em çûnê tunebûn. Em bi serve nebûn.
Daristan pir mezin e, dibê meriv baş lê bigere.
Lê li daristanên nêzî malan û pêge lê pir namînin, xelk top dikin. Dibê meriv
here daristanên hinekî dûr, xalî.
Hevalekî ji min ra got hosteyê vî karî Mehmet Elî Kût e, ew ciyê wan zane.
Min got, M. Elî Kût be rehet e, ezê lê
bigerim, belkî camêr min rojekê bi xwe ra bibe, em bi xêra wî zexîra xwe ya
salê deynin.
Salê çûnî em rojekê bi cîranê xwe ra çûn, me -9-10 kîlo top kir, kir reçel, me pê kêf kir, em pê xenê bûn.
Me ji lawkê xwe Rojan ra got, me got hela ji me ra li ciyekî baş bigere. Navê
herêmekê ji me ra got, dibê em bi otobozê herin wir. Rojek xweş be emê rahîjin
satil, bêjin û şeyê xwe û berê xwe bidin wir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar