04 augusti 2021

Bi Mihemed Ronahî ra sohbetek li ser halê kurmancî

Mihemed Ronahî nuha telefonî min kir, me li ser kurmancîya me û ya gundîyan hinek sohbet kir.

Mihemed Ronahî ev demeke çûbû nav merivên xwe, li gund bû. Vegerîyaye Diyarbekrê. Wek mirîyê serî wî li kevirê gorrê keve û fêm bike yê mirî ew e. Wî jî fêm kiriye me kurmancî lewitandiye, çîya di nabêna kurmancîya me û ya gundîyan da heye...

Ew jî pê hesîya ye kurmancîya me, kurmancîya nivîskar û bajarîyan çiqasî lewitî ye, çiqasî xera bûye, bûye gêrmîya gavanan, ji kurmancîya milet a rast û xas pir dûr ketiye.

Kurdîya rast, paqij, ya hîn xera nebùye di nav gundìyan da maye, dibé meriv here li gundan bigere. Li pîrekan guhdarî bike.
Li dîyalogên gundîyan guhdarî bike.

Bala xwe bide axaftinên milet û wan gotinan û dîyalogan di roman û çîrokên xwe da bi kar bînin.

Telewîzyonên kurdan, medyaya kurdan, nivîskar, rojnameger û siyasetmedarên kurd sentaksa kurmancî pir xera kirine.

Kurmancîya telewîzyon û medyaya kurdî kurmancîyeke naylon e, bi piranî tercumeyên tirkî û erebî ye.

Û di ser da jî tercumeyên pir xerab in, ne li gorî sentaksa kurmancî ye. ”Ez li Diyarbekrê jiyan dikim” ne kurmancî ye, tercumeya yekî kurdînezan e.

Numûneyên wiha pir in. Di nav gundîyan da meriv bi kurmancîya xwe ya sûnî, naylon dihese, meriv ferq dike meriv xerîb e, ne ji wê civatê ye. Fena yekî sipî here Afrîka, gundekî reşikan, bi her hawî bang dike nej i wan e.

Bira her nivîskar û rojnamevanekî kurd her sal here çend rojan li gund bijî, ewê tavilê bibîne kurmancîya wî/wê û ya gundîyan, ya milet çiqasî ji hev dûr ketîye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE