Her kes kêm zêde ji aqilê xwe razî ye.
Lê meriv çiqasî baqil be jî, ji aqilê xwe razî be jî xwendin, guhdarîkirina li kesên din
meriv baqiltir dike.
Çimkî aqil di ser êqil ra ye.
Gava meriv tiştên xelkê nivîsîne dixwîne asoya
meriv firehtir dibe, tiştên qet nayên bîr û bala meriv, bi xêra xelkê û xwendinê tên bîra
meriv, bi bîra meriv dikevin.
Yanî meriv çiqasî bixwîne hewqasî li karê ye.Xwezî min bikanîbûya kêm binivîsîya û zêde bixwenda.
Lê ez eksê wê dikim, ez pir dinivîsim û kêm, hindik dixwînim.
Ev jî ji ruyê tirkan da ye.
Heger em ne bindest û bêdewlet bûna, hewqasî ne derbeder û perîşan bûna, ev
zulma bênabên li ser me tunebûya, heger tirkan gav û saetê tilyên xwe di çavên
me ra nekirana, minê pir bixwenda û hindik binivîsîya.
Lê weleh di vê rewşê da, li hemberî vê zulm û terora tirkan ya ji ya nazîyan jî
xerabtir, ez nikanim xwe li ser dîwanê qup bikim û bi kêf û dilekî rehet bixwînim
û li ser zulma tirk li me dikin nenivîsim, tenê lê sêr û temaşe kim.
Hinekên viya dikin hene, lê ez bi xwe nikanim, ez nikanim di medyaya sosyal da
gav û saetê xeberên li ser êrîş û kuştinên tirkan bixwînim û tiştekî nebêjim,
du peyvan nenivîsim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar