Di wext û zemanekî pir kevn da du derewkarên(virekên) pir bi
nav û deng hebûne. Yek ji Elbakê bûye û yek jî ji Somayê.
Derewkarê Elbakê çend caran navê derewkarê Somayê bihîstiye, gotine tu kes nikane di ser wî ra derewan bike.
Vê yekê meraqa derewkarê Elbakê zêde kiriye û rojekê rabûye li mehîna xwe siwar bûye û çûye Somayê, li ber deriyê derewkarê somayî ji mehîna xwe peya bûye.
Lawê derewkarê somayî zarokekî 7-8 salî bûye, derketiye ber derî, bi serê mehîna mîvanê xwe girtiye. Derewkarê elbakî ji gedeyê biçûk pirsa bavê wî kiriye, gotiye:
-Birazê ma bavê te li mal e ya na?
Lawikê biçûk gotiye:
-Na weleh ne li mal e apo. Bi serê te, du biznên me bi qukoçan hatin hev. Bizinekê quloçê xwe li ezmîn xist, ezman çirand. Bavê min şûjin bir, çû ezmên bidirû.
Derewkarê elbakî, di ciyê xwe da tevizî, li çonga xwe xist, got:
-Bavo, heger lawê wî yê 7-8 salî kanibe van derewan li hev ragire, kî zane nuha bav çi afatê Xwedê ye…
Li bende derewkarê somayî nema, li mehîna xwe siwar bû û vegeriya malika xwe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar