Gava ez ji kalîtiyê gazinan dikim hin kes xwe aciz dikin. Hema bi Xwedê derdê kalîtiyê û pîrîtiyê nayê kişandin û we selam. Carnan meriv li kalîtiya xwe poşman dibe...
Berê ez du sê rojan bêxew bimama jî qet ne xema min bû, lê nuha ez û xanim li hewa di xew ra diherin.
Me li xeberên saet 18.00a ya telewîzyona Swêdî temaşe dikir. Min hew dît ez wek mirîşkan di xew ra çûme.
Nîvraketî, nîvşiyar haletekî pir xweş e, wek meriv xewnan bibîne, dengê spîker bi hawakî din tê meriv.
Min bala xwe dayê stu li xanimê jî xwar bûye, ew jî li ser kursiya xwe di xew ra çûye û pixe pixa wê ye jî…
Min henekê xwe bi wê kir, wê henekê xwe bi min kir, em herdu bi hev keniyan.
Me got ya baş em rabin tiştekî têxin ber dilê xwe, belkî ji birçîna em li hewa di xew ra diherin.
Ax xortaniyê, ax xortaniyê, tu çiqasî xweş bû, lê te zû derka me kir, me tu tahmek ji te negirt.
Heta hişê me hat serê me, êdî dereng bû, xortanî ji me pir fere ketibû…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar