30 juni 2017

Emerîka dîsa got ewê alîkariya xwe ya bi YPGê ra bidomîne

Rojnamevanan ji berdevkê hêzên koalîsyona li dijî Daîşê albay Ryan Dîllon pirsîne, gotine, ”Heger Tirkiye ji reşayiyê li hemberî Efrînê bi operasyonekê bide destpêkirin, hûnê li hemberî Tirkiyê Hêzên Sûriya Demokratîk(HSDê) biparêzin ya na ?”
Albay Ryan Dîllon gotiye:
”Emê negihîjin wir. Ez naxwazim di vî warî da hin speklasyonan bikim. Emê şirîkê xwe HSDê li hemberî Daîşê li Reqayê û belkî li derên din jî biparêzin.”
Ev bersîva albay Ryan Dîllon ya bbi ”belkî” pir ne zelal û piçekî dîplomatîk be jî lê dîsa tê maneya li hemberî êrîşeke ser HSDê, YPGê, Emrîka ewê wan biparêze.
Erê Ryan Dîllon navê Tirkiyê nedaye lê ji bersîva wî wer tê fêm kirin, êrîşkar Tirkiye be jî Emerîka ewê hêzên HSDê bi tenê nehêle.
Bêguman Erdogan jî vê rastiyê zane. Lema jî çi zirtan bide xwe jî vir e, ew nikane êrîşî Efrîênê ser bike. Ji bo tiştekî wiha destûra Emerîka û heta ya Rûsa jî lazimm e.
Lê ji ber hesab û propagandeya hundur dîsa jî qala îşxala Efrînê û êrîşa ser YPGê û filan bîvan dike. Nikane tu jahrê jî belav bike.
Demagojiye, bi van fort û zirtên nasyonalîst û antî kurd, tirkan dixapîne…
Çimkî ji bo miletyê tirk ya muhîm neyartiya kurda ye, kî zêde neyarê kurda be ew ji wî hez dikin û rayên xwe didin wî.
Erdogan ev yek baş fêm kiriye, lema jî heta jê tê dixwaze Devlet Bahçeliyê faşîst derbas ke, dixwaze nîşanî tirkan bide ew ji Bahçelî pirtir diiminê kurda ye….

29 juni 2017

Heta ez sax bim ezê tim bîriya te bikim

Yilmaz(Selîm Bakaç), lawikê licî, mêrê çê, hevalê rojên giran û kurdpwerê fedekar, 5 sal di ser wefta te ra derbas bû, li vê Stockholma malikwêran bi tunebûna te, ez bi tenê me û hustuxwar im.
Min pir û pir bîriya te, bîriya sohbet û henekên te, bîriya û gotinênn te yên dobre kiriye.
Tunebûna te valahiyek xist jiyana min, heta mirinê tu kes nikane wê valahiyê dagre…
Rojên îniyan êdî kesê herim ba wî û qedeh wîskî û fîncanek qahwa tahl bide min tuneye.
Te ne zorôkên xwe tenê, bawer bikî li vê xerîbiyê te ez jî sêwî hîştim.
Tu zanî di jiyana xwe da min ji tu hevalî bi qasî ji te hez kir, ji yekî din hez nekir…
Lawikê licî, ez zanim rê ji dila diçe dila…
Ez te bi hezkirineke bêsînor û bi hesreteke bêtarîf bibîr tînim, heta ez sax bim ezê tim bîriya te bikim….

XXX


Serokê Serîhildana 1925a Şêx Seîdê kal û hemû hevalên wî di salvegera şehadeta wan da bi hurmet û bi hezkirin bibîr tînim.
Gorrên hemûyan behişt be. Ew şehîn Kurdistanê ne, ewê tim di dilê me da bijîn…
Bijî azadî û serxwebûn !
Bimre bindestî û koletî !

Bavê bi kuştina lawê xwe pir kêfxweş bûye û xwestiye govendê bigre

Ji dêlî bi kuştina lawê xwe xemgîn bibe, pir kêfxeş bûye, gotiyen ”ne ërm/eyb be ezê bikenim û govendê bigrim, sîleha min hebûya minê sê fîşek bera hewa bida” !
Oguzhan Kuçukê tirk sê roj berê li Şemzînan hat kuştin. Gava xebera kuştinê li Karamanê gihîşt malbatê, bavê wî ji dêlî bi kuştina lawê xwe xemgîn bibe, bigrî, pir kêfxweş bûye û gotiye:
"Lawê min di nobetê da şehîd bûye. Ma tiştekî ji viya xweştir heye? Ez bi viya xemgîn nabim. Heger ne şerm be ezê bikenim û govendê bigrim. Sîleha min hebûya minê ji kêfa sê fîşek(gulle) bera hewa bida.”
Ji bo ku bavek bi kuştina lawê xwe kêfxweş bibe, dibê ji însaniyeteê derketibe, dibê merivekî sadîst be.
Çi heyf neyartiya kurdan, propaganda li dijî kurdan piraniya tirkan kiriye sadîst û merivên bêhest û canawar.



28 juni 2017

Li gorî A. Gul heger kurd ji Îraqê veqetin ewê li herêmê Tofana Nûh rabe !

Serokkomarê Tirkiyê yê kevn Abdullah Gulê devşil û kuşpene, bi gotineke hîn rasttir marê kor gotiye:
”Heger Îraq perçe bibe eynî tişt ewê li welatên din jî were meydanê û li herêmê ewê şer nesekine. Lema jî nabe her kes serxwebûnê bixwaze…”
Yanî ji bo sekinandina şer dibê kurd bindest bimînin.
Lê nuha dewleta kurdan tuneye û şer dîsa heye.
Ev demagojî û rîyakarî ye.
Li gorî Abdullah Gul, tirk, faris bibin xwedî dewlet heqê wan û zirara wan nagihîje kesî.
Hebûna dewletên wan li herêmê nabe sebebê şer.
Ereb bibin xwedî 22 dewlet heqê wan e û tu îtîrazeke wî jê ra tuneye û ew kesî tehdît nakin.
Lê heger kurd bibin xwedî dewlet li herêmê ewê Tofana Nûh rabe, herderê bibe gola xwîne, însanên hev qir bikin.
Yanî dewletbûna kurdan li herêmê ewê bibe sebebê felaketeke pir mezin, kevir ewê li ser kevir nemîne, şer ewê gurr bibe…
Ne Gul tenê, hemû serok, siyasetmedarên tirk wiha dibêjin.
Lema Gul jî wek Erdogan gotiye heger kurd li Îraqê serxwebûna xwe îlan bikin nabe, ewê şer derkeve, li welatên din jî ewê eynî tiştî bixwazin.
Bi gotina ”li welatên din” qesta Gul Tirkiye ye, dibêje heger kurd li Îraqê serxwebûna xwe îlan bikin, kurdên bakur(Tirkiyê) jî ewê eynî tiştî bixwazin û ev jî nabe.
Çimkî dibê li Tirkiyê kurd tu carî ji bindestiyê xelas nebin.
Lê ne li Îraqê tenê, li Sûriyê jî Gul naxwaze kurd bibin xwedî dewlet.
Li gorî Gul, kurdên rojava erdê xelkê bi zor ji wan distînin(tu dibê belkî erdê bavê wî ye û ew jî wekîlê xelkê ye) û ”grûbên kurd yekîtiya Sûriyê tehdîd dikin û ”dewleta taybet ji xwe ra ava dikin”?
”Dewleta taybet” yanî Kurdistanê ava dikin. Li gora Gul ev jî nabe. Dibê kurd nebbin xwedî dewlet.
tiştê ecêb hin kurd hîn jî ferqekê dixin nabêna Gul û Erdogan. Di nabêna Gul û Erdogan da, di mesela kurd û Kurdistanê da bi qasî misqalekî jî ferq û cudahî tuneye, herdu jî dizên eynî neqebê ne, herdu jî eynî faşîst in û herdu jî bi qasî hev neyarên kurdan ne. Ne mimkûn e Gul tiştekî li dijî Erdogan bibêje. Armanca herduyan jî li tu beşekï Kurdistanê kurd nebin serbixwe û xwedî dewlet…



XXX


Qeyûmê belediya Bazîdê bi vireke bi boçik çerx kir
Belediya Bazîdê bi beyaneke nivîskî gotiye wan di dema çêkirina rê da bi "şaşî" (!) peykerê Ehmedê Xanî şikandine, di demek herî nêz da ewê peykerekî nuh deynin eynî ciyî.
Partiyên kurd, siyasetmedar, lîder û ronakbîrên kurd li hemberî xerakirian peykerê Ehmedê Xanï da îmtihaneke baş nedan, lê belê protestoyên kurdan yên di medyaya civakî da netîce da, dijmin mecbûr ma gav paş da avêt.
Mesela bi ”şaşî, bêhemdî” peyker şikandine vireke bi boçik e, ew peyker bêhemdî, bi şaşî nehatibû ji bo rakin bi zanetî perçeperçe kirin. Lê nuha li hemberî reaksiyonên kurdan mecbûr man biryara xwe paş da bigrin.

27 juni 2017

Tirkiye çarhawêlî Kurdistanê bi dîwaran radipiçê



Tirkiye piştî lêkirina dîwarê li ser sînorê Sûriyê, nuha jî li ser sînôrê Îranê û Ermenîstanê dîwaran û qereqolan lêdike û têlên bi dirrî dikşîne, seranserê sînor bi projektoran ronî dike.
Ji bo ku dan û stendinên kurdan baş ji hev qut bikin, ji rojavayê Kurdistanê bigre heta rojhilatê Kurdistanê yanî ji Efrînê bigre heta bi Îdirê û Qersê li seranserê Kurdistanê dîwar û qereqolan lêdikin.
Di qereqolên li ser van sînoran da ewê bi sedhezaran leşkerên xwe bi cîh dikin.
Azadbû...na kurdan faşîst û mahçirên Kafkasan û Balkanan xistiye panîkê, dikin me bixwin, tiştên anîn serê ermeniyan dikin bînin serê me jî.
Tiştê hukûmta AKPê nuha tîne serê kurdan û tedbîrên li hemberî kurdan digre ji kirinên naziyan ne kêmtir in.
Hemû mesele têkiliya kurdan ji hev qut bikin, rê li ber çûn û hatina kurdan bigrin.
Erdogan û Bahçelî bi van dîwaran Tirkiyê û Kurdistanê dikin zindaneke mezin ya servekirî.
Û helbet girtî û êsîrên wê jî kurd in.
Û bi sedhezaran leşker, polîs, cendirme, mît, ajan û cahşên kurd jî ewê bibin qerdiyanên me.
Serokqerdiyan jî Erdogan e û Bahçelî jî cîgirê wî ye.
Dawiya vê neyartiya kurdan felaketeke mezin e.
Bi qasî xuya dike hukûmet ewê bi lêkirina dîwaran jî nesekine, di rojên pêş da ewê êrîşeke mezin bibe ser kurd herêma Efrînê û deverên din.
Li gorî xeberên ji herêmê tên ev hefteyeke her roj herêma Efrînê topbaran dikin.
Belayeke bi qîr di me kurdan geriya ye, emê çawa ji vê belayê xelas bibin ez nizanim….


Belediya DBPê peykerê Ehmedê Xanî çêkir ya AKPê ew peyker şikand û xera kir



Belediya ”PKK”ê peykerê Ehmedê Xanî çêkir, belediya AKPê ew peyker bi zompan xera kir…
Ev e ferqa AKPê û PKKê, HDPê û DBPê…


Hin kurd gelkî li dijî belediyên HDPê, DBPê bûn, digotin vana belediyên PKKê ne, tu têkiliya wan bi kurdan û kurdayetiyê tuneye, filan û bîvan û di her fersendê da ew dixistin binê erdê…
Lê jiyan û bûyer nuha nîşan didin ku ew kes çiqasî neheq û şaş bûne…...
Belediyên DBPê, HDPê ya jî belediyên PKKê Abîdeya Merwaniyan û peykerê Ehmedê Xanî çêkirin, navên kurdî û kurdan dan park û kuçe û kolanan.
Belediyên AKPê nuha wan abîde û peykeran yek bi yek xera dikin… Yanî hemû tiştên belediyên ”PKKê” çêkiribûn, belediyên AKPê bi zorbatiyeke nedîtî ji ortê radike.
Belediyên berê yên DBPê bûn, dewletê dest danî ser hemûyan û kirin belediyên dewletê û AKPê.
Belediya DBPê li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî çêkir, belediya AKPê du roj berê ew peyker bi namerdî şikand.
Hemû park û abîde û peykerên belediyên DBPê ya jî belediyên PKKê çêkiribûn, dewlet nuha wan yek bi yek ji ortê radike û navên qatilên kurdan, navên irqçî dide wan.
Ew kesên digotin di nabêna HDPê, DBPê û AKPê da tu ferq tuneye nuha dibînin ferq heye ya tuneye.


XXX



Ehmedê Xanî şeref û serbilindiya miletê kurd e. Dibê em bi hev ra li şerefa xwe xwedî derkevin û heqareta lê bûye qebûl nekin.
Ehmedê Xanî evîn, ilm û îrfan fêrî kurdan kir, sembolên nemir xuliqand, fikir û hestê miletperwerîyê û yekîtiya netewî di dil û mejiyê kurdan da bi cî kir, ji kurdan ra got hûn ji gurc û ereb û tirk û ecem ne kêmtir in, gerek hûn yekîtiya xwe çêkin û dewleta xwe ava bikin.
Bêdewletî koletî ye.
Ev e Ehmedê Xanî û felsefeya wî.
Lema mahcir û faşîstên K...afkasan û Balkanan peykerê Ehmedê Xanî dişkînin.
Çimkî ji fikrên wî, ji felsefe û îdeolojiya wî ditirsin.
Lê ew çi bikin jî beyhûde ye, fikrê Ehmedê Xanî di dil û mejiyê her kurdî da şax vedaye, kûr bi cî bû ye, tu kes nikane fikira Ehmedê Xanî, bavê nasyonalîzma kurdî ji dilê kurdan derxe.


26 juni 2017

Leşkerên tirk roja eydiyê gorrên kurdan tarûmar kirin



Leşkerên tirk roja cejnê( eydiyê) nehîştin li Licê dê û bav û malbat herin ser gorrên(mezelên) zarokên xwe û fatîheyekê li ser gorên wan bixwînin û ruyê xwe di kevirê ber serê wan bidin.
Leşkerên hov û faşîst hemû gorrên goristana Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed bi çakûç û zompan xera kiribûn, perçeperçeyî kiribûn.
Ev karê naziyan e, nazî û faşîst gorrên cuhûyan tahrîb dikin.
Tirk bûne nazî û em jî ketine dewsa cuhûyan.
Wer xuya dike bi wêrankirina 12 bajarên kurdan û înfazkirian 4 hezar keç û xortên kurd dilê berpirsiyarên hukûmeta AKPê rehet nebûye, lema jî dest bi şikandina kevirên gorran û peykerê Ehmedê Xanî kirine.
Gerek ev hovîtiya dewleta tirk bi protestoya malbatan tenê nemîne, gereke hemû partî û dezgehên kurdan, hemû siyasetmedar û ronakbîrên kurd, hemû serokên kurdan li dijî vê barbariy tirkan bi hev ra û pir sert dengê xwe bilind bikin.
Dibê kurd serî li riyên huqûaî bidin.
Medyaya dinyayê, dezgehên navnetewî yên mafên însanî werin agahdarkirin.
Gerek kurd qiyametê rakin, protesto bikin, bibin meclîsê.
Ez zanim tiştek jê dernakeve lê dîsa jî dibê meriv bêdeng nemîne, miheq protesto bike.
Heta nuha tu îktîdarê hovîtiyeke wiha nekir, xerakirina peyker, abîde û gorristanan bi hukûmeta AKPê dest pê kir.
Ev tiştekî ne însanî û irqçîtiyeke bêemsal e, nazîzim e.

XXX
Gelo Rûdawê xebera şikandina peykerê Ehmedê Xanî da?
Ez lê rast nehatim. Lê geriyam min di Rûdawê da li ser bûyerê tu xeber nedît.
Ez Rûdawê û weşana vê bûyerê nake xebera yekem û ya herî muhîm protesto û şermezar dikim.
Rûdaw gelek caran axaftinên Bînalî Yildirim û Erdogan neqlen dide, lê xebera şikandina peykerê Ehmedê Xanî û li Licê wêrankirina du gorristanan ji alî leşkerên tirk ve nake nûçe.
Çi şermeke mezin e, dewleta tirk gelek kurd pûç kirine. Navî giran e warî wêran e…


XXX
Tirkan peykerê bavê nasyonalîzma kurdî Ehmedê Xanî li ber çavê 40-50 milyon kurdî hedimandiye, ev du roj in ji kurdan, ji ronakbîr, siyasetmedar û partiyên kurd, ji Kurdistana Federe, ji serok Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dengekî herî biçûk jî dernektiye.
Ev heqareta ne li kurdên bakur tenê ye, li hemû kurdan e.
Siyasetmedarê, ronakbîrê, serokê li hemberî vê heqareta tirkan ya irqçî û nemirovî bêdeng bimîne pir eyb dike.
Dibê kurdan heta nuha qiyamet rakiribûna. Siyasetmedarê, ronakbîrê, partiya li hemberî heqareteke hewqasî mezin deng neke, ewê kînga deng bike?

Tirkan peykerê Ehmedê Xanî şikandin çimkî em bindest û bêdewlet in

Miletê bêdewlet ne kane li heykelê fîlozof û şairê xwe xwedî derkeve û ne jî li gorristanên xwe.
Bêdewletî koletî ye, merivê kole ne xwediyê tu tiştî û tu mafî ye.
Yê dewletê nexwaze gerek ji xerakirina heykelê Ehmedê  Xanî û goristanan gazinan neke.

XXX
Ji ber ku ez nikanim tiştekî bi kesên heykelê Ehmedê Xanî xerakirine bikim, ez xwe wek kêzikeke di bin nigên leşkerên tirk da his dikim…
Xerakirina heykelê/peykerê Ehmedê Xanî heqaret û pîskirina hemû kurda ye, bûyereke irqçî û sûcekî li dijî însaniyetê ye.
Gerek ronakbîr û hemû partiyên kurd li hemberî vê heqareta dewleta tirk bêdeng nemînin û bi şîdet protesto bikin, dev ji meselê bernedin.
Dibê kurd vê bûyera hov û irqçî bibin dadgehan, li dewletê gilî bikin, dezgeh û medyaya dinyayê bi vê barbariya nazîst bihesînin.
Bi baweriya min ha leşkerên tirk heykelê Ehmedê Xanî xera kirine, ha bi ser çavê me kurdan da mîstine; ez bi xwe di nabênê da tu ferqê nabînim.
Dibe ku her kes wek min his nake û wek min nabîne. Lê ez bi xwe wiha dibînim û wiha his dikim, fena ku leşkerên tirk min bavêjin erdê, bi potînên xwe pê li serê min kin û dû ra ra jî bi ser min da bimîzin…
Bi rastî jî li hemberî vê heqareta tirkan ez nuha xwe hewqasî qirêt û pîsbûyî his dikim.
Û ji ber ku ez nikanim heyfa xwe bigrim, ji ber ku ez nikanim tiştekî bi kesên heykelê Ehmedê Xanî xerakirine bikim, wek însan madê min ji min digere, ez xwe wek kêzikeke di bin nigên leşkerên tirk da his dikim…
Heta em bêdewlet bin halê me ewê tim ev halê rezîl be...

XXX
Qeyûmê(mamûrê) hukûmetê yê Bazîdê heykelê Ehmedê Xanî hilweşand !
Û hîn jî kurdekî bi xîret derneketiye û ji AKPê îstîfa nekiriye.
Dibê hemû partiyên kurd,her kurdê welatparêz li Ehmedê Xanî xwedî derkeve û vê êrîşa hukûmetê ya nêjadperest û faşîzan protesto bikin.

XXX


Heta em kurd nebin xwedê dewlet tirk ewê heykelên mezinên me jî û gorristanên û şehîdên me jî xera bikin.
Û emê jî tenê pel pel li wan binêrin.

25 juni 2017

Qeyûmê hukûmetê peykerê Ehmedê Xanî jî hulşand

Qeyûmê belediya Bazîdê(mamûrê dewletê daye ser serê belediya Bazîdê) Ulaş Akhan, peykerê Ehmedê Xanî yê li parka Ehmedê Xanî xera kiriye.
Qeyûmên hukûmeta AKPê berê jî li Cizîrê peykerê(heykelê) Orhan Dogan, li Diyarbekrê Abîdeya Roboskî, li Diyarbekrê Abîdeya Medeniyeta Merwaniyan û peykerê Ahmed Arîf û li Qoserê jî peykerê Ugur Kaymazê 10 salî ku bi 13 guleyan hatibû kuştin xera kiribûn.
Helbet qeyûm bi serê xwe tiştekî wiha nake, ne mimkûn e bike. Ew bi biryar û dîrektîfa hukûmetê van peyker(heykel) û abîdeyên kurdan û sembolên kurdayetiyê û zulma dewletê xera dikin.
Çimkî li Tirkiyê rejîmeke faşîst û hukûmeteke heta hûn bixwazin antî kurd heye.
Ev hukûmeta neyarê kurdan dixwaze li Kurdistanê hemû şop û sembolên têkiliya wan bi kurdan ra heye û kurdayetiyê tîne bîra meriv ji ortê rakin.
Ji bo ku li ber çavê kurdan tu tiştekî, tu sembol û navekî girêdayî kurd û Kurdistanê ye nemîne.
Hemû parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd, bi hezaran kurdên bûne xulamên dewleta tirk û Erdogan li hemberî van kirinên hukûmetê yên irqçî û faşîzan bêdeng in. Maneya xwe ew jî hevalên vê siyaseta AKPê ya irqçî û antî kurd in.


XXX

Serokê CHPê Kemalkilçdarogluyê tirkê Xorsanê di meşa ”Edaletê” da îşareta ”gurê boz” ya faşîstan kiriye.
Ev cara duyem e Kiliçdarogluyê tirkê Xorasanî vê îşareta faşîstan dike.
Diyar e tirkîtî dilê vî heramzadeyî rehet nake, dilê wî dibije faşîzma tirk jî.
Yê îşareta ”gurê boz” bike serokê kîjan partiyê be jî faşîstekî tirsonek 



24 juni 2017

Erdogan êdî neyartiya kurdan kiriye garantiya îktîdara xwe

Êdî  roja Erdogan gefê li kurdan nexwe tuneye.
Wa ye dîsa kurd û ”maşeyên ” kurdan yanî Emerîka bi herbê tehdît kiriye.
Lê îcar ne PYD û kurdên rojava tenê, îcar kurdên başûr(Îraq) jî pê ve kiriye, gotiye haya wan jê heye li Îraqê û li Sûriyê çi lîstik tên lîstin, filan û baîvan.
Camêr wiha gotiye:
”Haya me ji lîstikên li Sûriyê û li  Îraqê û li herêmê tên lîstin heye. Lê belê em hêvî dikin her kes ji vê rastiyê jî haydar e. Tirkiye pariyekî mezin e bi listîkên wiha nayê daqultandin. Yên wer bawer dikin ku ewê bikanibin bi lîstikên wiha welatê me teslîm bigrin şaş difikrin, emê bersîva wan li cî, di sahê da bin. Di vî warî da em xwedî biryar in. Yên çav berdane yekparetiya axa me û yekîtiya miletê me û yên ji wan ra bûne maşe û lejyonerên bibera ewê şaşiya xwe fêm bikin. Lê belê wê demê jî ewê ji bo wan pir dereng be.”
Tu dibêjî belkî tirk ji bo neyartiya kurdan bikin hene, sebebê hebûna wan ya li dinyayê neyartiya kurda ye. Wekî din tu karekî wan tuneye.
Erdogan li dinyayê bêyî kurdan ne li dijî azadbûn û dewletbûna tu miletî ye, tenê li dijî kurda ye û tenê naxwaze kurd bibin xwedî dewlet.
Her kurd êdî vê rastiyê zane û dibêne...
Îraqê û Sûriyê ji Tirkiyê ra tiştek negotiye, kesî bela xwe di Tirkiyê nedaye, kesî Tirkiye tehdît nekiriye...
Lema jî tu ”lîstik” mîstikên Erdogan eleqedar û nerehet bike tuneye.
Tiştê heye li Îraqê kurd dixwazin serxwebûna xwe îlan bikin û li Sûriyê jî li welatê xwe bibin xwedî maf û desthilat.
A tiştê Erdogan jê ra dibêje ”lîstik” û ”senaryo” ev e.
Ew naxwaze li Îraqê kurd referandmû çêkin û dû ra jî serxwebûna xwe îlan bikin. Û li Sûriyê jî ji bindetiyê rizgar bibin û îdareya welatê xwe bigrin destê xwe….
Erdogan di vê beyana xwe da dibêje heger li Îraqê kurd referandûmê çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin û li Sûriyê jî bibin xwedî federasyon ewê mudaxele bikin, ewê kurdan jî û Emerîkayê jî poşman bikin…
Weleh yê ji beytikan bitirse garis naçîne, kurd ji gef û zirtên wiha qet natirsin. Ji piran pir, ji hidikan hindik dihere.
Kurd şer û herbê naxwazin, lê gava hinek hucûmî ser wan û welatê wan bikin, bixwazin wan bikujin û bindest bihêlin, kurdê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Dibê Erdogan û dewleta wî jî viya baş bizanibe, ne Tirkiye tenê, kurd jî êdî ne pariyekî hewqasî biçûk in ku Erdogan kanibe daqultîne. Heger devê wî neçire jî bi kêmanî ewê di gewriya wî da bimîne û ewê gelkî poçman bibe….
Ji me gotin…

Siyaset û exlaq

Wek tê zanîn gelek tarîfên siyasetê hene. Ji van tarîfan yek jî ”sinetê îdarekirinê” ye.
Yanî meriv kane bibêje siyaset, hunerekî îdarekinê, birêvebirinê, lihevragirtinê ye.
Lê li alî din siyaset di eynî wextê da sinetê retorîk û gotina xweş e, terbiye û edeb jî.
Yanî siyaset ne bêdebî, bêterbiyetî, çeqelî, berdûşî, qebedayîtî û zirzopî ye.
Çi heyf li Tirkiyê siyaset li ba siyasetmedarên tirk wiha bûye bêedebî, çeqelî, irqçîtî û di dereceya nazîzmê da neyartiya kurdan.
Her roj kêm zêde hemû serokên tirk bi uslûbeke bêmistewa, wek sûtalên û pêxwasên kolanan, wek serokên mafyayê gefê li kurdan dixwin, gotinên pir girann ji kurdan ra dibêjin.
Li Tirkiyê siyaset ji hunera gotina xweş û îdarekirina însên derketiye, bûye hunerê bêedebî û bêterbîyetiyê û neyartiya miletê kurd.
Ev bêedebî û bêexlaqiya siyasetmedarên tirk pir hindik di me kurdan jî geriya ye, hin kurd jî ji wan fêrî bêdebî û bêterbîyetiyê bûne, ew jî wek tirkan gotinên ne xweş ji hev ra dikin.…
Erdogan heta derekê kane hin însanan bixapîne, lê belê heta û heta nikane hemû civatê, hemû însan bixapîne.

X XX


Hûn kanin hin kesan hertim û hemû însanan jî carnan bixapînin, lê belê hûn nikanin hemû însanan hertim bixapînin.
Di vî warî da numûna herî dawî û herî trajîk Fetullah Gulenê mîtoman û sextekar e.
Çira virekan tu carî heta sibê vêketî namîne, rojaek hat her kesî fêm kir û bi çavên serê xwe dît Gulen fêlbaz û mîtomanekî profesyonel e.
Eynî tişt zû dereng qedera Erdogan jî.
Ji bo ku piçekî umrê xwe dirêj bike zor daye irqçîtiyê, panturkîzmê û neyartiya kurdan.
Lê dawiya neyartiya kurdan felaket e, wiha here dawiya dawî ewê rojekê êrîşî kurdên bike û bi vî rengî cengeke pir mezin û bi xwîn bide destpêkirin…
Hemû beyanên wî îşareta vê felaketê didin...

23 juni 2017

Erdogan got ewê nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî dewlet



Erdogan îro li qeza Rihayê Axceqelê di nava gelek parlamenter, siyasetmedar û bi hezaran kurdî da, di nava çepikên wan da ji hemû kurdan ra got, ”kî li pişta we be jî artêşa Tirkiyê ewê nehêle kurd li Sûriyê bibin xwedî dewlet !”
Serokê Tirkiyê Erdogan, careke din bi dengekî bilind û bi gotinên pir vekirî û fesîh got ewê nehêlin kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet, kî li pişt me be jî ordiya Tirkiyê ewê nehêle kurd ji bindestiyê xelas bibin û dewletekê ava bikin.
Erdogan li Axceqelê emir û fermanên xwe wiha rêz kirin, got:
”Ya yekem em yek milet in. Em 80 milyon miletek in.”
Yanî kurd tunene, em mecbûr in ji xwe ra bibêjin em tirk in. Ev şertê Erdogan yê yekem e.
Dû ra jî şertên xwe yên din wiha li dû hev rêz kirine:
”Ya duyem aleke me tenê heye, ew jî ala tirk e.
Sisê, vira welatê me ye, emê nehêlin kes vî welatî perçe bike. Em li Gebarê, li Cûdî, li Tendûrekê, li Newala(besta)Bestan hene.
Çar, yek dewlet. Em bêyî Tirkiyê tu dewleteke din nas nakin.
Binêrin ez ji Axceqelê deng li we dikim, kî bi we ra be bira bi we ra be, dibê hûn baş bizanibin ordiya Tirkiyê ewê tu carî nehêle hûn li bakurê Sûriyê dewletekê ava bikin. Me ev yek ji Emrîkayê ra jî û ji welatên din ra jî got. Me got fersendê nedin, heger hûn fersendê bin rewş ewê cuda be…”
Lê hîn jî bi hezaran cahşên kurd di nava AKPê da ne û hîn jî ji Erdogan ra li çepikan dixin…
Cahşîtî însên pir bêxîret dike.
Meriv nikanibe bi dijminê xwe lê meriv pê ra nabe hevl jî, nabe şelafê wî jî.
Erdogan ewê erebên Sûriyê jî wek çete û leşkeran li hemberî kurdan bi kar bîne.
Ji xwe ji bo li hemberî kurdan bi kar bînin û demografiya Kurdistanê biguherînin du milyon ereb li herêma li Rihayê, Entabê, Wêranşar û Serêkaniyê bi cî kirine.




Çar welatên ereb ultîmatomeke 13 madeyan dan Qaterê




Li Kendavê krîza nabêna welatên ereb û Îranê her ku diçe dikûrtir û gurtir dibe.
Kuwêta nabêncîtiyê dike, ultîmatoma 13 madeyî ya çar welatên ereb, Erebîstana Suûdî, Misrê, Yekîtiya Emîratên Ereb û Bahreynê teslîmî Qetêrê kir.
Van her çar welatan lîsteyeke 13 xalan dane Qeterê û gotine dibê di nava  10 rojan da Qeter van şertên me bi cî bîne.
Ji van 13 daxwazên ji Qeterê hatine kirin çend heb ev in:
-Dibê Qeter bi Tirkiyê ra hemû peymanên xwe yên leşkerî betal bike û hemû binkeyên leşkerî yên Tirkiyê bigre û leşkerên Tirk ji Qeterê derxe.
-Dibê Qeter bi Îranê ra hemû têkilîyên xwe yên leşkerî û dîplomatîk qut bike.
-Dibê Qeter hemû alîkariyên madî yên bi Birayên Musilman(Îxwan), bi Hûsiyên Şîe yên Yêmenê, bi Daîşê û bi El Qaîdê ra qut bike.
-Dibê Qeter qanala telewîzyona El Cezîrê bigre.
-Dibê Qeter ji ber zirara daye van welatan tazmînatê bide.
-Dibê Qeter kontrolên mehane û salane qebûl bike.
Û gerek Qeter van daxwazên jor û yên din di nava 10 rojan da bi cî bîne...
Lê negotine heger Qeter van daxwazan bi cî neyne ewê çi bikin.
Wek xuya dike krîz cidî û pir mezin e û tiştên ji Qeterê hatine xwstin jî ne daxwazên henek menek in, tiştê pir muhîm in.
Berî her tiştî serî digihîje Tirkiyê jî, bi şiklekî vekirî daxwaza betalkirina hemû peymanên leşkerî yên bi Tirkiyê ra hatiye kirin.
Her wisa daxwaza qutkirina hemû têkiliyên leşkerî û dîplomatîk yên bi Îranê ra jî heye.
Qeterê heta nuha tu bersîv nedaye vê ultîmatomê.
Her wisa deng hîn ji Îranê û Tirkiyê jî derneketiye.
Ya din Îraqê çi bike, ew jî hîn ne diyar e.
Gelo Îraqê li cem Îranê cî bigre ya jî li cem Suûdî?
Di rojên pêş da kî bi kê ra ye, kî li dijî kê ye ewê baştir zelal bibe.
Lê tiştê xuya dike dijayetiya nabêna Suûdî û Îranê di rojên pêş da ewê berfirehtir û gurtir bibe.
Bi qasî xuya dike Emerîka ewê bela xwe ji Îranê veneke, îhtîmala derketina şer jî heye. Yanî îşê meeyan hinekterorîst jî zor e.
Bi rastî jî heta ev rejîma îslamî û terorîst ji ortê ranebe ne ji herêmê rehetî ne mimkûn e. Erdogan jî nuha di cepheya Îranê da ye.
Di vir da Tirkiye dîsa ket feqê, hat hemberî Emerîka û Suûdî.
Çimkî bi alîkariya bi Qeterê ra Tirkiye bûye hevalê Îranê.
Ev jî dijîyatiya Emerîka û Suûdî ye.
Tirkiye ji destpêka krîzê da ye di ser Îranê ra ambargoya li ser Qeterê qul kiriye û balafir li pey balafirê alîkariyê dişîne ji Qeterê ra.
Û ne tenê xwarin û vexwarinê dişîne, bi lez û bez leşker jî şand Qeterê. Maneya xwe di êrîşekê da dixwaze Qeterê biparêze.
Ji ultîmatomê xuya dibe Suûdî û hin welatên ereb ji vê siyaseta Erdogan pir aciz bûne û lema jî xwestine Qeter hemû peymanên leşkerî yên bi Tirkiyê ra di nava 10 rojan da betal bike û leşkerên tirk ji welatê xwe derxe.
Ev jî nîşan dide gelşa nabêna Suûdî û Tirkiyê pir cidî ye.
Bi taybetî jî hevkarîya Tirkiyê bi Îranê ra him hemû welatên ereb û him jî Emerîkayê pir nerehet dike. Erdogan ewê cezayê vê hevaltiya xwe ya bi Îranê ra bide.
Di rewşeke wiha da dibê li başûr kurd li hev bin, yekîtiya wan hebe û meclîsê di zûtirîn wextê da aktîf bikin û bi Emerîkayê ra nekevin nava dijayetiyê.
Dijayetiyên Tirkiyê bi Emerîka ra he ku diçe zêdetir û kûrtir dibe. Li Sûriyê û Îraqê ew û Emerîka  ji ber alîkariya bi kurdan û PYDê ra ne li hev in û têkiliya wan pir xerab e.
Nuha wa ye krîza Qeterê jî lê zêde bû.
Erdogan wa ye îro li Heranê dîsa kurd jî û Emerîka jî tehdît kiriye, gotiye kî li pişta we be jî emê nehêlin hûn dewletekê ava bikin. Ev tê wê maneyê ewê şerê Emerîkayê jî bikin.
Lema jî hevkariya Emerîka û kurdan ewê dom bike û têkiliyên Tirkiyê û Emerîkayê jî her ku biçe ewê xerabtir bibe.

Weleh helal bi ji xelkê ra


Face nuha ez agahdar kirim, got Znar, te îsal hevaltiya 300 kesî qebûl kiriye.
Ez nizanim min do çi xwar, şîva me ya do çi bû, xelk zane di nava salekê da çend kes bûne hevalên min.
Û vê xizmetê jî mift û belaş dikin.
Ez çiqasî şêkirdarê we bim jî hindik e, mala we hezarcarî ava be, Xwedê yekê we bike hezar.
Hûn ji însaniyetê ra xizmeteke baş û bêemsal dikin.
Û vê xizmeta belaş hûn ne tenê didin dost û hevalên xwe, hûn didin neyarên xwe jî, didin yên we dikujin jî...
Hûn, yanî mêrikê ewrûpî û xiristiyan serê xwe bi tiştê baş ra diêşîne, wext û zemanê xwe didin kar û îcadên baş.
Spas Facebook û Midsommara we jî pîroz be !

XXX
Glad Mîdsommar !
Midsommara kurdên Swêdê û dost û hevalên me yên swêdî pîroz be!
Îro li Swêd ”Mîdsommarafton” e, yanî êvara ”Mîdsommarê” ye, sibe jî ”Mîdsommardagen” e, yanî roja eydiyê ye.
Ji ”Mîdsommaraftonê” ra bi kurmancî meriv kane bibêje êvara nîvî havînê.
Mîdsommar, li Swêd eydiyeke, cejneke dînî ye, her sal di îniya nabêna 20-26 hezîranê da tê pîroz kirin.
Îro hemû dahîre girtî ne, tahtîleke resmî ye.
Gelek swêdî kincên folklorîk li xwe dikin û tûnekê wek xaçê dixemilînin û li dora wê dans dikin û distirên, kêf û şahiyê dikin, dixwun û vedixwun û stranên Mîdsommarê dibêjin.



22 juni 2017

Dogu Perînçek zalim û faşîstê Tirkiyê yê herî har e



Dogu Perînçek trajedî û rûreşiyeke tevgera çepên tirk û maoîzmê ye. Deogu Perînçek, ji serokatiya tevgereke çep(Dev-Gencê) û komunîstiyê û dû ra jî ji serokatiya hêzeke, partiyeke maoîst hat bû çeteyekî dewletê û faşîstekî neyarê kurd û Kurdistanê.
Hal û karê wî neyartiya kurdan, şelafiya dewletê û Erdogan e.
Cîgirên Erdogan, wezîrên Erdogna yên herî bêşexsiyet jî bi qasî Dogu Perînçek Erdogan naparêzin.
Bêyî ku Erdogan tenezul bike silavekê bidê û wî bike notirvanê ber deriyê xwe jî, bi dil û can abûqatiya Erdogan dike.
Perînçek, terora dewletê ya li hemberî kurdan û kesên muxalif, neheqiyên li kesên ji kar hatine avêtin û yên hatine zindankirin pir vekirî diparêze, dibêje:
”Di şerê li hemberî terorê da dibê meriv çavê xwe ji neheqiyan ra bigre, ji nedîtî va were….”
Dogu Perînçek hûqûqnas e, heta doktorê huqûqê ye, serokê tevgera çep ya 68a(Dev-Gencê) û komunîstekî bi nav û deng bû.
Lê meriv kane bibêje Perînçek îro ”li Tirkiyê merivê herî bêûjdan û herî faşîst e”, terora dewletê, neheqiyê, zulmê diparêze, dibêje kurdan(dibêje PKK û terorîstan)neheqî, zulm, zindan û îşkence heq kiriye.
Li gorî Perînçek lema jî di şerê li hemberî ”terorê û terorîstan” da gerek meriv çavên xwe ji neheqiyê ra bigre, dewletê rexne neke…
Devlet Bahçeliyê faşîst jî bi qasî Perînçek hewqasî vekirî bêqanûniyê, zulmê û neheqiyê naparêze.
Lê belê Perînçek diparêze.
Neheqiyê, îskencê, zulmê diparêze çimkî êdî ûjdan û însaniyet pê ra nemaye.
Çimkî êdî bêûjdan, faşîst û nazîstekî herî zalim û xedar e…
Perînçekê demakê  serokê tevgera xortan ya çep Dev-Gencê bû, maoîst û komunîstekî bi hêl û mêl bû, îro bûye faşîst û namerdekî dewletê zulmê û îşkencê diparêze…

21 juni 2017

Dilpakî û nefsbiçûkî carnan meriv poşman dike



Di medyaya civakî da carnan ez rastî hin kesan têm kêfa min ji nivzs û fikrê wan ra tê û vê kêfxweşiya xwe jî bi ecibandinê diyar dikim. Gava dijminatiya hêzan neke, yekîtiya kurdan bixwaze, aliyê netewî tê da xurt be diecibînim.
Ji bo teşwîqkirinê caranan pesnê wan jî didim. Dibêjim nivîseke baş e, tiştên te gotine rast e, filan û bîvan…
Lê bi taybetî jî gava nivîs bi kurdî be ez diecibînim, şirove dikim. Dixwazim bi vî hawî însanan teşwîqî kurdî bikim.
Û yên bi tirkî dinivîsin jî bi zimanekî maqûl û dostane rexne dikim, dibêjim qelema te xurt e, bi kurdî binivîse.
Ez ne merivekî qure û pozbilind im, lema jî wek min got carnan hin nivîsan diecibînim û hinê carnan jî çend gotinên pesindar li ser dinivîsim.
Lê dû ra dibînim merivê min nivîsa wî ecibandibû û pesnê wî dabû ne tu meriv e, ne hêjayî wan gotinên min e, kelekekî kurmî ye. Geh çep lê dixe, geh rast lê dixe.
Di wê nivîsê da pir maqûl e, netewî ye, lê di nivîseke din da zirzop e…
Îcar poşman dibim, dibêjim xwezî min ew gotinên pozîtîv li ser vî merivê nehêja negota.
Diyar e dibê meriv bi nivîsekê du nivîsan nexape û zû bi zû pesnê însanan nede, dû ra kuş û nehêja derdikevin îcar meriv poşman dibe…
Nêtpakî, nefsbiçûkî her tim ne rast e…



Ma kurdên hevalên dijmin çima hewqasî pir in ?

Dewleta tirk zulmeke nedîtî li me kurdan dike.
Hebûna me, zimanê me qebûl nake.
Nahêle zarokên me jî wek zarokên tirk bi zimanê dê û bavê xwe bixwînin.
Li tirkiyê di qanûnan da ne navê me heye û ne jî mafekî me yê herî biçûk heye.
Li mekteban tirkî bi zorê fêrî me dikin.
Bi darê zorê me dibin eskeriyê.
Li eskeriyê kurdan bi kurdan, birê bi birê, xalê bi xarziyê, apê bi biraziyê, pismêm bi pismêm didin kuştin.
Di cuzdanê me da ne kurd, tirk dinivîsin, me dikin tirk.
Ala me li me yazax kirine.
Navê welatê me li me yasax kirine.
Belediyên kurdan ji kurdan distînin.
Serokên belediyan dixin zinadanan.
Parlamenteran ji meclîsê davêjin, bi kortika hustiyên wan digrin dixin hefsan.
Gund û bajarên me bi tank, top û rakëtan wêran dikin.
Nahêlin siyasetmedarên me, fikrên xwe, du gotinan bibêjin, polîs şev nîvê şevan digrin ser malên wan û bi salan dizindanan da dirizînin.
Li Kurdistanê di zarokxaneyan da kurdî li zarokên kurd yasax dikin, nahêlin zarokên kurd zimanê dayika xwe fêr bibin.
Welatê me bi mayinan, bi têlan, bi dîwarên bilin perçe kirine, nahêlin kurd, malbatên merivên hev, hev û du bibînin.
Gund perçe kirin, malbat perçe kirine.
Meriv kane lîsteya vê zulmê gelkî dirêjtir bike.
Çimkî hebûna me qebûl nakin, dibêjin li Tirkiyê û Kurdistanê ”yek milet heye”, ew jî miletê tirk e. Û gerek em jî viya qebûl bikin...
Hemû kurd di bin vê zulma irqçî û faşîst da ne.
Lê dîsa jî bi milyonan kurd hevalê vê dewletê û vê rejîma nazîst û antî-kurd in.
Dîsa jî bi milyonan kurd rayên xwe didin AKPê, MHPê, CHPê û partiyên tirk yên din.
Bi milyonan însan çawa kanin hewqasî bêxîret bin û bibin heval û aşiqê celadê xwe ez qet fêm nakim !
Her kes nikane li hemberî dijmin serî hilde, ez viya fêm dikim. Lê meriv nabe hevalê dewleta hewqas zulm li meriv û li gelê meriv dike...
Welhasilî kelam min fêm nekir kurdên hevalên dijmin çima hewqasî pir in?



Tirkiye dîsa li bela xwe digere



Bi qasî ku medyaya tirk dinivîse artêşa tirk li ser sînorê nabêna Efrînê û Kilisê esker û wasiteyên zirxî bicî dike.
Ji hin bajarên Tirkiyê gelek esker, sîleh û wasiteyên zirxî sewqî ser sînorê Kilisê dike.
Van bêbavan bela xwe ji me venakin, li şer û teşxelê digerin, dixwazin provakasyonekê çêkin û bibêjin YPGê êrîşî me kiriye.
Derew, bêbextî li ba wan ji tirr û fisên tajî û kîçikan jî pirtir e.
Ez tim dibêjim heta tirk bi şer têk neçin, heta wek Seddam nakawt nebin dev ji ...kurdan bernadin.
Em çi bikin jî rehet nasekinin.
çimkî dibêjin gerek kurd li Sûriyê nebin xwedî mefekî herî biçûk jî, gerek wek berê bindest û bêmaf bimînin…
Şer ji bo me xerab e, hêvî dikim Emerîka nehêle…
Lê rica ji dijmin nabe, êrîş kirin jî kurd ewê li ber xwe bidin, heta ku vê dewleta faşîst û antî-kurd serkut bikin…




XXX


Însan teyrekî bêper û bêbask e...
Xoce Nisredîn(Melê Meşhûr) her şev li aliyê çepê xanima xwe radiket. Şevekê ciyê xwe guhezt, îcar çû li aliyê rastê yê xanimê ket nava nivîna. Bîstek derbas bû ji jina xwe ra got:
-Xatûn, hela tu bala xwe bide îşê Xwedê çi xerîb e, şevê çûyî van çaxan ez li kîjan alî bûm, îşev ez li kîjan alî me! Însan teyrekî bêper û bêbask e, şevekê li vî alî ye, şeva din li wî alî ye…




XXX
Ji me pir kuştin,
pir wenda kirin,
pir zindan kirin
Lê dîsa jî em neqediyan,
em bûn risas û bi Kurdistanê ve heliyan...
em bûn strî û ketin çavên gelekan
azadî û serxwebûn li bende me ye,
heta em xwe negihîjinê
sekin û mirin li me tuneye


Zinarê Xamo


2017-06-20

20 juni 2017

Bi veşartinê gelş ji ortê ranabin

Dihat gotin 28 dewlet, nizanim 63 dewlet piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê.
Lê wa ye hêdî hêdî derdikeve ev yek ne rast bûye. Kesî soza piştgiroyê nedaye.
Wa ye Yekîtiya Ewrûpayê gotiye ew piştgiriyê nadin referandûmê û biryarên yekalî.
Wezîrê karên derve yê YE gotiye, "Yekîtiya Ewropa daxwaz ji hemû aliyên Herêma Kurdistana Iraqê dike, li dûv zemîneyeke hevbeş bigerin û saziyên demokratîk aktîv bikin. Herwiha hizir li pêkanîna hilbijartinên navxweyî bikin.”
Li vir YE eşkere dibêje ew piştgiriya referandûmê nakin.
Serfermandarê Artêşa Amerîkayê general Joseph Dunford jî di beyana xwe da tiştê nêzî Yekîtiya Ewrûpayê gotiye, wî jî gotiye dibê Hewlêr û Bexda têkevin diyalogê û gavên yekalî neyên avêtin.
Ji bo kurdan ev herdu xeber jî ne baş in, gelkî xerab in. Diyar dibe tiştê heta nuha li ser piştgiriya serxwebûnê û referandûmê hatiye gotin ne rast e.


Hin kesan ji ber vê nivîsê ez rexne kirime, gotine ez berdevkiya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê dikim, ez xeberên reşkirinê belav dikim, filan û bîvan…
Min xeber ji Rûdawê girtiye. Lînka xeberê di binê nivîsê da ye.
Min derew, bêbextî û buhtan li kesî nekiriye.
Yekîtiya Ewrûpa û Serfermandarê Artêşa Amerîkayê çi gotine Rûdawê belav kiriye û min jî ji Rûdawê girtiye.
Ma veşartina rastiyê rast e ?
Ez rast nabînim. Bi nenivîsandina min rastî, şêla Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê nayê guhertin. Ji dêlî em doza sansorê li hev bikin, dibê em raya Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê û dinyayê biguherin, ji bo vê yekê gavên pozîtîf bavêjin.
Ew jî yekîtiya kurda ye, vekirina parlamentoyê ye. Yekîtiya Ewrûpayê jî û Emerîkayê jî ev xistiye, gotine berê yekîtiya xwe çêkin û parlamentoya xwe çalak bikin.
Bêyî avêtina van gavan referandûm jî û serxwebûn jî di tahlûkl da ye.

-Gelş:problem

Hukûmeta AKPê li zarokxaneyê kurdî yasax kir

Hukûmeta AKPê li Wanê li zarokxaneyê kurdî li zarokên kurd yasax kir
Zozan Ozgokçeyê îro keça xwe biriye zarokxaneya(kreşa)Perperokê, ji bo ku li wir qeyd bike.
Zarokxaneya Perperokê du zimanî bûye yanî bi zorokan ra him tirkî û him jî kurmancî dipeyivîn. Herdu zimanan jî fêrî zarokan dikin.
Ji Zozan Ozgokçeyê ra gotine zarokxane êdî ne duzimanî ye, kurdî rakirine, tenê tirkî ye...
Qeyûmê belediya Wanê(zilamê dewletê tayin kiriye)yanî hukûmeta AKPê kurdî li zarokên kurdan yasax kiriye.
Dewletê, ya rasttir hukûmeta AKPê, li zarokxana Perperokê ne tenê kurdî li zarokên kurdan yasax kiriye, navê zarokxanê yê kurdî jî guhertine, kirine ” Mala lênerîna rojê û kreşa belediya Wanê.”
Ez vê xeberê diyarî hemû kurdên AKPê, hemû parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd dikim.
Lê ez zanim xîret û şexsiyet bi wan ra nemaye, lema jî ewê li hemberî vê zorbatiya hukûmeta AKPê ya irqçî û faşîst dernekevin.
Meriv ji xwe ra bibêje ez kurd im û merivekî xwedî şexsiyet im, meriv vê yasaxa hukûmetê ya neînsanî û antî-kurd qebûl nake….
Hukûmeta li zarokxaneyan kurdî li zarokên kurd yasaxa bike irqçî û faşîst e û ji bo kurdan tiştên pir xerab difikire



19 juni 2017

Min jî digot belkî ezî hînî xort im…


Min tu carî li xwe dananîye kalîtiyê, sal malan, filan û bîvanî qebûl bikim û wek kalekî klasîk bikim kuxtekuxt û ayyy û wayyy  û dilê xanimê, zarok û hevalan bi xwe bişewtînim…
Min tu carî xwe ji xurtê herî pêlewan kêmtir û kaltir nedîtiye û nabînim jî…
Min tim gotiye ez bavê Azad im, ez teslmî kalîtiyê nabim, ezê heta mirinê, heta roja herim gorrê xort bimînim, xort bijîm û wek xortan bixebitim…
Lê îşev min dît ev îş bi texmînê û bi fortan nabe…
Psîkolojîk ez kalîtiyê qebûl nekim jî beden fortan qebûl nake, rast gotgo ye, piştî nuxtakê dibêje hêdî bajo efendî…
Ez zêde dirêj nekim, ev çend şev in ez bêxew dimînim, pir dereneg radikevim û zû radbim…
Îro ji kar hatim,  piştî min şîv xwar, saet di 19.00 da min kanala 4a ya swêdî vekir û ji bo li xeberên swêdî temaşe kir…
Piştî çend deqîqeyan serê min wek yê mirîşkan ket ber min, min çiqasî li ber xwe da, xwest şiyar bimînim û di 19.30î da li xeberên Rapportê jî guhdarî bikim lê nebû, xewê zora min bir, ez teslîm girtim…
Min ji xanimê ra got ji min hetwqas û bi xatirê te…
Dengê xwe nekir, di bin çavan ra li min nêrî, fena ku bibêje na lo, tu teslîm nabî…
Min ji mecbûrî baz da nava nivînan û nuh bi xwe hesiyam. Tam 3 saetan raketim û min gelek xewnên tewşo mewşo jî dîtin…
Lê di vê nabênê da pê hesiyam ez ne Zinarê berê me, ev îş bi fortan nabe, dibê meriv hinekî realîst be…
Kalekî 67 salî nikane hukmê xortekî 27 salî bike, dil hebe jî taqet tuneye…
Welhasilî kelam carnan, lê ne her tim,  xew zora kalan jî dibe.
Wek îşev zora min bir…
Lê bi Xwedê ez teslîm nabim, ezê tim xwe xort bibînim, wek xortan bijîm û jiyana xwe li gorî wê tanzîm bikim…



XXX
Çermsorekî emerîkî gotiye:
”Ji bo ku em kanibin li vê dinyayê bijîn dibê em zimnê merivê spî fêr bibin. Lê belê ji bo ku em ji ruyê dinyayê wenda nebin û heta û hata bimînin, dibê em zimanê xwe fêr bibin.”
Camêr çiqasî rast û xweş gotiye.
Lê tiştê kalê, fîlozofê çermsor jê ditirsiya hat serê gelê wî, bi rastî ji ruyê dinyayê wenda bûn.
Çimkî zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekirin.
Heger em kurd kanibin zarokên xwe, nifşên nuh radibin bi zimanê xwe mezin bikin, wek milet emê ji mirin û wendabûnê xelas bibin.
Û heger em viya nekin, weleh wek latîniyan emê jî bihelin û kurdî jî wek zimanê latînî ewê bibe zimanekî mirî…
Ez henekan nakim, ez qala taliya me, qala qedere li pêş me ye dikim…
Di nava van 70-80 salên dawî da herî kêm 6-7 milyon kurd heliyan bûn tirk û ev proses îro hîn bi leztir dom dike…

18 juni 2017

Hezkirina Wêranşarê çima pêxîla min bernade nizanim

Her kes wek min zû bi zû umrê xwe eşkere nake, lê ezê bikim.
Ez 67 salî me.
Heta 30 saliya xwe li Kurdistanê li Wêranşarê jiyam.
Yanî zaroktî û xortaniya min li Wêranşarê, di nava wê toz û dûmana Wêranşarê da derbas bû.
Û ev 37 sal in jî li Swêd, li Stockholmê dijîm.
Yanî 7 salên jiyana min ji ya Wêranşarê bêtir li Stockholmê derbas bûn.
Lê hîn jî ez Swêd bi qasî Kurdistanê welatê xwe û Stockholmê jî bi qasî Wêranşarê bajarê xwe nabînim.
Ez tu carî nabim Stockholmî, ezê tim wêranşarî bim û wêranşarî bimrim...
Ne ku ez ji Swêd û ji Stockholmê hez nakim.
Na, ez ji Swêd jî û ji Stockholmê jî pir hez dikim.
Swêd di roja teng da ez û zarokên min hewand û ji m, ez tu carî nabêjim ez e ra bû star. Dest da ber min, kar û îmkan da min.
Gelek tiştên baş fêrî min kir.
Nehîşt ez têkevim destê Tirkiyê.
Cezayê muebetê li ser min hebû, Swêd ez teslîm nekirim û nehîşt ez hemû jiyna xwe di zindanê da derbas bikim, di zindanên Tirkiyê da bimrim.
Lema jî ez çiqasî spasdarê Swêd bim jî hindik e, ew welatê min yê duyem e, ew stara min ya rojên teng e.
Lê nizanim çima, evîn û hezkirina Kurdistanê û Wêranaşarê di dilê min da dîsa jî ji ya Swêd û Stockholmê xurttir e.
Çima wiha ye ez nizanim, lê wiha ye…
Ez ketime nabêna xelîl û celîl...
Esas Wêranşara min li pey xwe hîşt nemaye, hin fragmentên li vir û li wir mane...
Êdî ne ez Wêranşara xwe nas dikim û ne jî ew min.
Wê zû da ye ez bir kîrime.
Lê ez dikim nakim, ez wê ji bîr nakim.
Piraniya bîranînên min yê xweş li Wêranşarê ne, ew tu carî ji bîra min naçin.
Ştockholm şekir e, welat şîrîntir e...
Xwezî welatê min jî wek Swêd azad û serbixwe bûya.

XXX
Kurtêlxurekî bi navê ”Cemil Xalis” dev avêtiye ji min da, gotiye ez ne welatparêzim, ez li dijî Barzanî me, ez dixwazim cahşên 68an çêkim filan û bîvan.
Ez wer texmîn dikim nav sexte ye, însanê bi navê sexte ji xelkê ra xeberan bide him pir bêexlaq e û him jî tirsonek e.
Meriv nikane xwe ber teqala her sûtalî xe.
Yê camêr be û ji xwe fedî bike di bin xêliya naznavên sexte da gotinên ne xweş ji xelkê ra nabêje…



De were nebe heyran û sewdaliyê vê stranê !


Ez bawer nakim ev edebiyata gelêrî li dinyayê li ba miletekî din hebe.

Nivîskarê erotîzmê, şairê herî bi nav û deng, muzîsyenên profesyonel jî nikanin straneke hewqasî û erotîk û xweş binivîsin.
Mustewa erotîzma di muzîka û edebiyata kurdî ya gelêrî da pir bilind e, bêemsal e….
Fermo bixwînin û di muzîka kurdî da huner bibînin…
Ez bawer dikim ya/yê ev stran gotiye ji Wêranşarê, ji Qerejdaxê ye. Çimkî bulxurê Tata û birinca Qerejdaxê îkramî delaliyê xwe dike. Tat li Wêranşarê nabêna herdu çeman(circiban)dijîn û Qerejdax jî ji xwe diyar e.
Ya din devok jî gelkî dişibe devoka Qerejdaxê…

Erê lo lo ...
Mêvanê bavê min o lo...
Lo lo mêvano, mêvanê mala bavê min rebenê çiqas pirr ezîz e
Ez nizanim çi lîyaq e çi caîz e
Ezê jê ra bibim bilxurê Tata, birinca Qerejdaxê
Qelîya heytika, dûvê yemlika û bi ser de berjêrkim devê hîz e
Eger qinyata mêvanê mala bavê min rebenê pê nehat
Taximê sîng û berê min qozaxê nala cotik gûz e
Ezê ji melê mixurbê heta meşrîqa sibê
Bavêm navbeyna desta, bila nala gedekê şirmê ji xwe ra pê bilîze, lo lo
Mêvanê bavê min'o lo lo
Lo lo lo...
Mêvanê bavê min'o lo lo
Lo lo mêvano ser sera û ser çavan o
Bejna min zirav e şitlek dara ter e
Eman fîkîna bayê berû lê tê nerm digere
Ez bi heyrana serê te bim were şivanîyê neke, li çolê negere
Were li mala bavê min rûnê, çaya xwe vexwe, cixareka xwe di ber re
Ezê jî carna li devê odê herim verim, di ser pîyê xwe yê rastê re li min binêre, lo lo lo
Mêvanê bavê mino loooo....

Not:
Min stran ji malpera Kejê Aslan girt.



Li Stockholma xopan ger û seyraneke xweş

Ev çend roj in lawikê me yê mezin Azad ji bajarê Lundê hatiye ziyareta me.
Do em bi malbatî, ez û xanim û hersê xort(Azad, Serhat, Rojen) çûn bajêr, aliyê başûrê Stocholmê.
Berê em çûn aşxana Eywanê, me şîva xe li wir xwar, zikê xwe têr kir.
Eywan, aşxaneya hevalekî me yê swêregî ye, nuh vekiriye, ev cara pêşî bû ez diçûmê.
Mala xwediyê aşxanê Hikmet ava be, xwarineke, mikseke pir xweş da me.
Pîrzole(kotlet) û kibabawî eynî di devê meriv da diheliye. Me pir eciband û min spasî hoste kir.
Îcar ji bo em xwarinê û peqlaweya me xwaribû li xwe biferikînin, me berê xwe da parka Skinnarvikê û çiyayê Skinnarvik û ji wir jî berbî Mariabergetê(çiyayê Mariaberget).
Ev 37 sal in li Stockholmê dijîm û di destpêka salên 1980î da çend salan jî mekeza Federasyona me û redaksiyona kovara Berbangê li wir bû. Ez her roj li wir bûm. Lê min ev aliyê taxê yê ser çiyê û li bahrê dinêre qet nedîtibû.
Hevalên me yên ji zûda bû li Stockholmê bûn û li gorî me hinekî çavvkirî bûn, mesela Keya Îzol, lê wan jî rojekê em nebirin li wan deran negerandin.
Welasil xêra Azad, me do ew tax, kuçe û avahiyên tarîxî bi zewq û matmayineke mezin dîtin.
Skinnarviksberget(çiyayê Skînnarvik) li Stockholmê li taxa Sodermalmê ye û beşekî parka Skinnarvik e.
53 mîtroyî di ser bahrê ra ye.
Çiyayê Skinnarvik di nava Stockholmê da nuxteya herî bilind û herî populere.
Herêmeke ziyaretgeha turîsta ye. Turîstê tê Stockholmê miheqeq dihere derdikeve ser çiyayê Skinnarvik, li tax û kuçeyên tarîxî yên li ser Skinnarvik ava bûne, li kuçeyên Mariabergetê(çiyayê Mariaberget)digere.
Gava meriv derdikeve ser qotê herî bilind, hemû Stockholm bi wê delaliya xwe ya muhteşem tê ber nigê meriv. Dîmenekî meriv dibe heyran û li hember devê meriv ji hev dihere.
Îcar ciyê ger û seyranê ne nuxteyek tenê ye, seranserê kêleka çiyê di ser wê newala kûr ra(50 mîtro ye) kirine rê û ciyên rûniştinê, însan bi klîmetroyan li ser wî çiyayî, di ser wê newala kûr ra li Stockholmê, li çûna ava ya rojê temaşe dike.
Bi xêra Azad, do me jî ew xweşikayî dît û em jî wê kêf û zewqê jiyan.
Ji nuha û pê da kîjan mîvanê min were ezê miheqeq bibin derxim ser çiyayê Skinnarvik û Marîaberget û wî/wan li wan kuçe û kolanên tarîxî û xweşik bigerînim, ji bo ku bibînin xelkê hezar sal berê çi der, çi xanî, qesir û qonax ava kirine.
Li alî din gava ez li welatên xelkê derên wiha xweş û debdebe dibînim dilê min bi halê me kurdan dişewite, perîşanî û rebeniya me, halê me yê rezîl, bindestiya me tê bîra û ber çavê min.
Piştî swêdiyên van avahiyên muhteşem avakirine bi hezar salî jî bi milyonan kurd hîn di holik û koxên mirîşkan da dijîn.
Yanî refah û pêşketina xelkê kêf û zewqekeê bide min jî, li aliyê din min xemgîn dike.
Bêguman sebebê vê bindestiyê bêdewletî ye, heger me kurdan jî wek Swêdiyan hezar sal berê dewletek ava kiribûya û nuha em jî xwedî dewlet bûna, nuha em jî ne di kox û holikan da, wek wan di van xanîyên tarîxî, qesir û qonaxan da dijiyan û ji çarhawêlî dinyayê turîstê bihatana dîtin û seyrana bajarên me jî…
Heta em nebin xwedî dewlet emê tu carî wek swêdiyekî serbilind, bextewar û dilşa nebin.
Çimkî ne mimkûn e merivên bindet û kole wek merivên azad û xwedî welat û dewlet serbilind û bextewar bin…
Kurdê xwe wek swêdî û almanekî serbilind û bextewar bibîne ya bêxîret e ya jî kêmaqil e…
är ett bergsparti på Södermalm i Stockholm och en del av Skinnarviksparken. Med sina 53 meter över havet är berget den högsta naturliga punkten innanför tullarna och bjuder på en grandios utsikt över 



PARVE BIKE