03 juni 2016

Hûn çiqasî înkar bikin jî her kes zane hûn sûcdar in

Parlamentoya Almanyayê do bi biryareke yekdengî qirkirina ermeniyan ya sala 1915-1916a ya ji alî dewleta osmanî û tirkan ve hatibû kirin qebûl kir.
Ji bo ku parlamentoya Alman biryareke wiha negre Tirkye û tirk pir xebitîn, gelek gurr û gef li Almanya xwarin, lê ne zixtên wan û ne jî gefên wan pere nekir û biryar bêyî problem ji meclîsê derbas bû.
Piştî eşkerebûna biryarê, wek dihat texmînkirin berpirsiyarên hukûmeta AKPê har bûn, resta Almanya kişandin, heqaret û gotinên nemayî ji almanan ra kirin, wek zarokan pesnê xwe û ecdadên xwe dan, gotin ecdadên wan tu carî qetlîameke wiha nekirine, tiştê tê gotin hemû derew û buhatan in. Qetlîama ermeniyan derew e, di şer da herdu aliyan jî hev û du kuştine.
Wezîrê edaletê yê Tirkyê Bekir Bozdagê faşîst, xulamê Erdogan û cahilê xwenezan jî xwe berda û di heqê biryara parlamentoya Almanyayê da wiha got:
“Parlamentoya Almanyayê îro biryarek girt. Xwedêgiravî biryara derewa naskirina qirkirina ermeniyan. Îdîayên qirkirina ermeniyan li miletekê tirk, li dewleta tirk, li dîroka tirk buhtaneke. Buhtaneke li pêşiyên me ye.
Ne parlamentoya Almanya, hemû parlamentoyên dinyayê jî biryarê bigrin nikanin miletê tirk lekedar bikin, nikanin vê dewletê lekedar bikin; bi biryarên wiha ewê nikanibin miletê me yê ezîz û dîroka me lekedar bikin. Ji ber ku eybeke me tuneye.
Bav û kalên me, ecdadên me tu tiştekî serê me û dewleta me xwar bike nekirine, tu tiştekî ruyê me reş bikin nekirine. Di dîroka me da rûpelên fexrê hene. Di dîroka me da merhamet, şefqat û destê alîkariyê heye.
Hûnê yahûdiyan di firnan da bişewitînin û dû ra jî rabin miletê tirk bi derewa qirkirina ermeniyan îtham bikin. Carê vegerin li dîroka xwe binêrin. Hûn bi çi serbilind in? Qey ji ber ku we însan di firnan da zindî(bi saxî)şewitandin hûn serbilind in? Di dîroka me da tu tiştekî em ji ber fedî bikin tuneye…”
Bi rastî jî mêrikê cahil cesûr e. Ancax merivekî wiha sûtal layiqî tirkan be. Li gorî vê dewletê, vî miletî dibê yekï wiha wezîrê wan yê edaletê be.
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî alman qetlîama cihuyan, wahşeta naziyan wek tirkan înkar dikin.
Mêrik bûye wezîrê edaletê lê hîn nebûye însan, hîn nizane alman û meclîsa alman ne tenê jenosîda cihuyan qebûl kirine û ji cihuyan uzrê xwe xwestin û bi milyaran pere dane dewleta Îsraîl û cihuyan, her wisa hemû kampên cihû û qereçî lê hatin qetilkirin jï kirine muze.
Salê bi milyonan însan diçin di wan muzeyan da li şopên jenosîda cihuyan û wehşeta naziyan temaşe dikin.
Almanan û dewleta Alman tu carî qetlîama cihuyan înkar nekirine, tu carî sûcê naziyan bincil nekirine. Ji bo ku qetlîama naziyan neyê jibîrkirin cî û warên qetlîam lê çêbûne kirine muze.
Le hûn çi dikin?
Hûn çi qebûl dikin?
Hûn jenosîdê înkar dikin, we hemû belge û şopên jenosêde wenda kirine, we hemû dêr û mal û milkên ermeniyan ji ortê rakirine,
Û di ser da bi wê dîroka xwe ya qirêj û xwînî hûn xwe bi almanan ra miqayese dikin, almanan jî wek xwe faşîst dibînin,
Ev îş bi zirzopiyê û bi fortan nabe, fêza her kesî li ber çava ye, dîrok li ber çava ye.
Dîork şahisd e, her kes zane ku bav û kalên we, ecdadên Bozdag milyon û nîvek ermenî, bi hezaran rûm, asûrî, suryanî û bi sedhezaran kurd, kurdên êzdî qetil kirin. Jenosîda we ji ya almanan qet ne kêmtir e.
Alman sûcê xwe, jenosîdê înkar nakin, qebûl dikin. Lê hûn him înkar dikin û him jî diparêzin, qatilan û jenosîdê vedişêrin. We him ermenî, rûm hemû gelên ne musilman ji ortê rakírin û him jî li ser mal milkên wan rûnistin.
We him bi dehhezaran kurd qetil kirin û him jî welatê wan kir mustemleka xwe û kurdên mayî jî we ji xwe ra kirin kole.
Tiştê we anî serê ermeniya hûn nuha tînin serê kurdan. Tiştê we li Cizîrê, Şirnexê, Sûrê kir jî qetlîam e, we li Cizîrê 150 însan bi saxî şewitandin.
Ma ev ne qetlîam e?
Lê ji ber ku dewleta ermeniyan heye li dinyayê jenosîda wan tenê tê nasîn.
Di eynî wextê da bi hezaran kurdên êzdî û kurdên şunî jî ji alî Îttîhatçiyan ve hatin kuştin.
Bes kes û dinya qala wan nake. Bira qalkirina dinyayê li wir bimîne, kurd bi xwe jî qala qetlîama kurdên êzdî û kurdên sunî nakin, ji xwe gelekên wan tew haya wan ji qetlîamake wiha tuneye jî. Ew qetlîama ermeniyan tenê zanin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE