ABFê(Rêxistina xwendin û
perwerdekirinê)di dîroka xwe ya 100 salî da cara pêşî ye
komeleyekê(organîzasyonekê, rêxistinekê) ji endametiya xwe davêje, îxrac dike.
Seroka ABFê Helen Petterşon di beyana xwe da gotiye:
– Rêxistinên endamên me xwedanê hin nirxên bingehîn yên hevbeş in, xuya ye ku
Federasyona Tirk ne li gor van nirxan tev digere.
Federasyona Tirk ji zûda ye
ketiye destên faşîst û îslamîstan û êdî ne wek federasyoneke biyanî û li gorî
nirxên ABFê yên demokratî û hevbeş, li gorî îdeolojiya Gurên Boz û siyaseta
AKPê û îslamîstan hereket dike.
Ji federasyoneke kîtlewî, demokratîk bêtir, bûye rêxistineke îllegar ya irqçî û
faşîst.
Erê navê wê, federasyoneke biyanî ye, lê ajandeyeke wê ya bi dizî heye û tim li
giorî vê ajandeya faşîst û AKPê dixebite.
Lê îsal bi tesadufî piştî axaftina cîgirê Federasyonê Leylanî ya li dijî
ermeniyan pûrê vê rêxistina faşîst derket ortê, têkiliyên wê yên bi MHPê ra yek
bi yek eşkere bûn.
Û meselê di medyaya sosyal û di medyaya Swêd da olaneke mezin da.
Wezîrê avahiyan Mehmet Kaplan û gelek îslamîst û tirkên din ji partiya Keskan û
ji partiyên din îstîfa kirin.
Nuha li Swêd Federesyona Tirk wek rêxistineke irqçî û faşîst û rêxistineke
neyarê kurd û ermeniyan tê dîtin.
Îxrackirina Federasyona Tirk ji ABFê bûyereke pir mezin e, ev tê wê maneyê tirk
ne xwediyê kultur û nirxên demokratîk û însanî ne û lema jî ciyê wan di nava
rêxistinên Swêd yên kîtlewî û demokratîk da tuneye.
Bi kurtî tirk li Tirkiyê çi mal û çi mirov in, xwediyên kîjan îdeolojiyên irqçî
û faşîst in, li Swêd jî eynî tişt in.
Tirkên Yozgatê, Tarabzon û Gîresûnê çi bin, yên li Swêd jî eynî ne, xwediyê
eynî îdeolojiya faşîst in.
Yanî Kurmê şîrî heta pîrî…
XXX
Erdogan vê rociya remezan dîsa xwe berdaye, dîsa çiya li çiya qelibandiye.
Camêr gotiye:
”Emê destûrê nedin dewleta paralel. Ketibûn serokkomariyê jî, belkî hîn jî
hene. Em li ser vê dixebitin. Bixwazin kanin îstîfa bikin û herin, lê belê emê
nehêlin vira lekedar bikin.”
Ji ber ku Qesira wî 1000 ode ne, gelek zilamên Gulen di hundur da xwe
veşartine. Wa ya dike nake, nikane wan bigre.
Ev mêrik mitomanekî pir mezin e, derewa neke rehet nake. Ciyê wî ne meqamê
serokkomariyê ye, nexweşxane ye.
Lê xwediyên wî kor in, nabînin.
Merivekî saxlem gotinên wiha berradayî neke.
Lê tirk li van gotinên tewşomewşo guhdarî dikin û jê ra li çepikan dixin…
Diyar e yên li dora wî jî ji wî xerabtir in…
Li gorî Erdogan merivên Gulen di hundur qesrê da xwe veşartina û ew nikane wan bigre..