Zarok û neviyên hemû kurdên li Tirkiyê dijîn malê tirka ne,
piştî 20-30, 40 salên din ew ”xalis muxlis” tirk in.
Miletên din çawa bûn tirk ewê jî bibin tirk.

Berê jî, piştî avabûna Tirkiyê bi sedhezaran kurd bûn tirk.
Heta kurd nebin xwedî deswlet, xwedî îdareyeke netewî ev proses ewê dom bike,
kurd ewê tim bihelin û bibin tirk…
Kurdên naxwazin zarokên wan, neviyên wan bibin tirk dibê
vegerin welatê xwe. Yên kanin û venagerin dixwazin zarok û neviyên wan bibin
tirk.
Kurdên li Ewrûpayê ewê hewqasî zû nehelin, nebin alman,
îngilîz, swêdî û norweçî. Lê yên li Tirkiyê piştî du nifşan tirk in.
Lales
Qaso na, lênerîneke çewt e. Zemên di vî sed salê derbasbûyî de şanî me
daye ku kurd li ku derê dinyayê bi zimanê kurdî bijîn bila bijîn, wê winda
nebin, lê gava dev ji zimanê xwe berdan, ger li Kurdistê jî bijî wê winda bibe.
Sê sed, çar sed salên kurdên li Anadoloya tirkan nimûneyeke zîz e. Ev kurd
heta doh jî kurd bûn, lê piştî ku rêxistinên bakurê welêt ketin nav wan û
zimanê wan kirin tirkî, em dibînin winda bûne, winda dibin. Kurd bi sed salan
li Şam û Bexdayê jiyan, ên ku bi kurdî peyivne hîn jî wek kurd hene. Îcar
pêwîst nake em dûr biçin, eha li bakurê Kurdistanê bi xwe zarokên ku bi dê û
bav kurd in ji ber ku dê û bavan kurdî li wan qedexe kirine bûne tirk.
Werhasil, cehşên herî mezin û dijminên kurdan ên herî mezin ew ku kurdên ku bi
zarokên xwe re bi kurdî nepeyivin. teyr û tilur bi kujtinan naqedin, lê bi
rakirina hêlînan diqelin. Û her maleke kurd jî hêlîneke welêt e. Îcar gava
zimanê hêlînê bû biyanî, hêlîna kurd jî dibe biyanî. Bi kurtî, kurdê ku her
çendî ji serxwebûn û azadiya Kurdistanê û mirovahiyê bipeyive jî û zimanê wî ne
bi kurdî be, ez wan wek sixekarên ji cehşên herî mezin bi nav dikim, ewqas.
Zinarê
Xamo Laleş ne wisa ye, di vê sedsalê da di nava tirkan da, li bajarên
tirkan piştî nifşekî ziman nayê domandin, ne mimkûn e.
Ji kurdên koçî Tirkiyê kirine qismekî biçûk bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin jî, neviyên wan ewê nepeyivin. Him ji alî sosyolojîk ve ev ne mimkûn e û him jî miletekî wek tirkan faşîst rê nade vê yekê. Em dibînin ji ber ku du karkir bi hev ra bi kurdî dipeyivn tên lînckirin, ji ber ku di telefonê da bi diya xwe ra bi kurdî dipeyive însan tên kuştin.
Ma di civateke wiha da kurd ewê çawa zimanê xwe nifş bi nifş bidomînin?
Rewşa kurdên Anadoliya Navîn berê tiştekî din bû, dinya ne ev dinya global bû. Kurdên wir hemû li gundan li ser hev bûn, li gundên xwe dihatin dinê û li gundên xwe dimirin.
Bi çolan nediketin, li bajarên tirkan belav nedibûn, nediçûn Ewrûpayê.
Li gundên xwe çandinî dikirin û pez xwedî dikirin, şivan, gavan û çotkarên xwe bûn.
Lê nuha ne wisa ye, telewîzyon, înternet ketiye mala her kesî, zarok bîst û çar saetan bi tirkî mezin dibin, Interneta wan, telefona wan, face wan her tiştê wan bi tirkî ye.
Ya din her kes dixwîne, diçin mektebên bilind, dibin mamûrên dewletê û li Tirkiyê belav dibin. Lema jî ne mimkûn e wek berê kurd bimînin û kurdiya xwe bidomînin.
Li Kurdistanê li gundan kurdî hîn zindî ye, ji ber ku li ser hev in û ne mecbûrî tirkî ne. Lê li bajaran ne wisa ye, rewş di lehê tirkan û di eleyhê me da ye.
Lema jî kurdên li Tirkiyê heger venegerin welatê xwe mahkûmî wendabûnê ne, piştî du nifşên din êdî tirk in.
Ji ber ku yên li dora wan hemû ne kurd in. Bi kurdan tenê ra nazewicin, bi ferdên miletên din ra jî dizewicin, ev yek jî asîmîlasyonê zûtir dike.
Tiştekî din jî helandin û tirkbûna kurdan rehet dike ew jî dînê me û rengê me û tirkan yek e, yanî ne dînê me û ne jî rengê me ji hev ne cihê ye. Ev yek jî asîmîlasyonê hêsantir dike. Lê li Eweûpayê ne wisa ye, ev proses li gorî ya Tirkyê ewê dirêjtir bajo…

Qaso Ezbenî helbet di vê serdema komunîkasyonê de ku internet û
balafiran dinya kiriye wek bajarekî kurd çendî bi zimanê xwe bipeyive jî wê
zimanê wî têra jiyana wî a rengareng neke. Ev meseleyeke din e, û a ku te
nîvqurç
Lales
Qaso înîvqurçî gotiye û min jî nîvbersivandiye tiştekî din e, Ji bo ku
kurd bijîn sedî sed êdî divê bi haweyekî ji îlk okulê heta digihê universiteyê
xwendegehên wî hebin, bazara wî bi kurdî be û hwd. Kurdên ku zorokên wan li
ewrupayê bi kurdî hînbûne jî wê di demeke kurt ew jî biqede. Him bi kîjan
zarokên kurdên ku li welatên ewrupayê çêbûne bi kurdiyeke baş kare têkeve
devjengên zanistî, û ne yek jî. Zimanê wan bi tenê ji bo hindur û sikakye
ewqas. Werhasil, kurd nebin desthilatdar û xwedî xwendegeh wê ji holê rabin,
ewqas
XXX
Aştî ji şer erzantir e !
Şerê Emerîka Latînê yê herî dirêj, piştî 50 salî do ji alî serokê Colombîyayê Juan Manuel Santos û serokê Gerîlayên-Farcê Rodrigo Londono ve li Havanayê hat îmzekirin.
Serokê Colombîyayê Manuel Santos di axaftina xwe da got, ”Aştî ji tim ji şer erzantir e..”
Hêvî dikim dijminên me jî rojekê fêm bikin ku aştî ji şer erzantir û baştir e, jî û ew jî bi serokên kurdan ra rûnin û mafên kurdan yên netewî qebûl bikin…

Viktor Hugo di şiîreke xwe da dibêje:
“ Ji wir tirk derbas bûn, her der wêran û şîn e… ”
Gava meriv sûretên Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê û Şirnexê dibîne meriv fêm dike ku Vîktor Hugo çiqasî bi heq û xwedî feraseteke mezin bûye...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar