14 juli 2015

Mesele li eksê siwar bû !



Wa ye dawiya meha remezanê hat, milet ji germa mehû bû. Min got îro li ser rociyê du sê pêkenînan bibêjim. Bi hêviya kêfa we jê ra were.

Gundiyekî dilpak û belengaz hebû, nabêna wî û nimêjê û rociye qet tunebû. Lê di meha remazanekê da gundî û melê gund bi dorê ketin, gotin yaho tu êdî peyê mezin î, umrê te hindik ma ye, were îsal di vê meha mubarek da dest bi nimêjê bike.
Mêrik bala xwe dayê xwe ji destê wan xelas nake, got baş e. Bi şev ew û lawê xwe yê biçûk bi hev ra çûn mizgeftê, nimêja eşa.
Nimêja eşa qediya, mele îcar dest bi ya terawîhan kir û rekat li pey rekatê dom kir...
...Ji ber ku feqîro cara nimêj nekiribû, lema jî nizanîbû ku nimêja terawîhan hewqasî dirêj e. Piştî ku mele selam da, vegeriya ser lawê xwe yê li kêleka xwe û di guhê wî da hêdîka got:
-Lawê min, tu rabe here mal, heger ez îşev nehatim malê bira diya te meraq neke. Mesele li eksê siwar bû, bi navê Xwedê heta mele îşev teslîm nebe ez ji vê mizgeftê derneketim…

XXX


Nuha li wir çi dixwe…
Xoce ji bo meletiya meha remazanê tayina wî derketibû gundekî li serê çiyê. Li gund odeyek biçûk dabûnê. Ji ber ku ewê meha remezanê tenê li wir bima, lema jî xanima xwe neanî bû, bi tenê dima. Rojekê di wazek xwe da qala Hz. Îsa û hilkişîna wî ya asîmanan kir. Piştî nimêjê dema ji mizgeftê derket kalek çû balê û jê ra got:
-Seyda, te di waza xwe da got, Hz. Îsa hilkişiya asîmanan. Gelo nuha li wir çi dixwe, çi vedixwe, halê wî çi ye, min meraq kir…
Mele... got:
-Sofî, ev çend hefte ne ez li vî gundî mîvanê we me, ji rojan rojekê te meraq nekir, te nehat negot gelo ev mîvanê me çi dixwe, çi vedixwe! Tu viya meraq nakî û ji min napirsî, lê tu xwarin û vexwarina Pêxemberê li asîmanan meraq dikî û tu halê wî ji min dipirsî. Ez li kêlek te me, hela berê li hale min bipirse, bibêje mele tu çi dixwî, çi vedixwî, dû ra li rewşa Îsa bipirse…

XXX
Pêkenîneke li ser rociyê
Rihayîyekî îsotçî her êvar ji xanima xwe ra digot min rake suhorê, dibê ez di xew da nemînim.
Jinikê jî her şev radibû suhor hazir dikir, ban efendî dikir û herduyan suhora xwe bi hev ra dixwarin. Lê mêrik gava sibehan radibû wek ku ne bi rocî be xurîniya xwe dikir, rociya xwe dixwar.
Rojek, du roj, sê roj jinikê hew tehamul kir, jê ra got:
-Camêr, bi Xwedê min ji vê rociya te tiştek fêm nekir, tu her şev radibî suhorê lê tu rociyê jî nagirî. Heger t...u yê rociyê negrî wê demê çima tu radibî suhorê?
Rihayiyê îsotçî gotiye:
-Xanim, ma tu nizanî rocî ferz e û suhor jî sunet e?
Jinikê got:
-Erê ez zanim.
-Ê xatûn ez ferzê nakim ma sunetê jî nekim !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE