06 juni 2011

Îcar ne weke caraberê bû

Gelî xwendevanan, biborin do mîvanên min hebûn, min wext nedît ku nivîsa xwe ya do binivîsim.


Piştî sê roj gera li Rihayê pirsmamê min Ekrem min dibe Wêranşarê. Dema em nêzî Wêranşarê dibin ez dibînim ku heyecana par bi min ra tuneye. Par, dema em nêzî Wêranşarê bûn ji heyacanê bedena min dilerezî, dilê min digot ”gurppp, gurppp” lêdixist.


Lê îcar ne heyecan hebû û ne jî dilê min lêdixist.


Weke par, em dîsa çûn li ber yazîxaneya apê min sekinîn. Bawila min birin jor mal, ez bi apê xwe ra li jêr li yazîxaneyê rûniştim. Kesekî xerîb nehat xêrhatina min, ma man xwe bi xwe.


Par ez çer gihîştim Wêranşarê, tavilê bi dehan dost û heval hatin xêrhatina min. Lê îcar bêyî merivên min kes nehat.


Yanî weke Hemîd Kiliçaslan digot, diyar e ”meha hingivîn” qediya, loma jî jiyan êdî vegeriya wezna xwe ya berê.


Li ser vê meselê çîrokek hate bîra min.


Dibêjin rojekê yek di xwena xwe da mir û çû cahnimê(dojehê). Li cahnimê ji dêlî ku wî bavêjin sîtilên qîr û qitranê, bi çanqelan ve bidarda kin, îşkencê lê bikin, ezaab pê bidin kişandin, melek û horî ref bi ref hatin pêrgî wî, bi kêf û şahî xêrhatin danê. Îkram îzet, li ser destên xwe gerandin, nehîştin destê xwe di av asar û germ da ke.


Mêrik matmayî ma, ji xwe ra got, lawo di heqê cahnimê da hewqas tiştên xerab û bi xof digotin meriv diqutifî, dêmeg ne rast e, giş derew e. Ji viya xweştir xêra Xwedê…


Bi xwe hesiya dît ku nemiriye, tiştê dîtiye xewn e.


Sal û zeman di ser ra derbas bûn, rojek hat mêrik îcar bi rastî jî mir û ji ber ku cahnimî bû rasterast çû cahnimê.


Çer ket hundur cahnimê zebanî tavilê lê kom bûn û bi gurzan hatinê, ji vê sîtila qîr û qitrana li ser êgir dikir bilqebilq avêtin sîtileke din, weke laşê pez bi çanqalan ve bidarda kirin, lêxistin, welhasil îşê nemayî anîn serî.


Mêrik kir qîrîn û hawar, ji zebaniyan ra  got, hela rawestin, ezê tiştekî bibêjim, dibê şaşiyeke we hebe…


Zebanê rawestiyan gotin, kerem bike.


Mêrik got:


-Yaho berê ez carê hatibûm vir ne wiha bû, lêxistin û îşkenece tunebû, herkesî ez li ser destê xwe digerandim, horî û melek li dor min weke perwaneyê viz dibûn, îkram û îzeteke pir mezin nîşanî min didan. Îcar çima wiha ye?


Zebaniyan gotin:


-Cara pêşî tu wekî turîst hatibû loma, nuha êdî tu ne turîst î, dema turîstiyê derbas bû...


Çûna min a Wêranşarê ya vê carê ev çîroka jor anî bîra min.


Cara pêşî dema min a “turîstiyê” bû, loma jî ez pir bi qedir û qîmet bûm, dora min tim tije dost û heval bûn.


Lê îcar êdî jiyan vegeriya qeysa xwe ya rastîn, êdî ew çûyin û hatin, hurmet û germiyana berê nemabû.


Hema hema ez jî êdî bûbûm yekî weke her kesî.


Mesela îcar dema ez li bajêr digeriyam gelek dost û nas bêyî ku li min bisekinin silav didan min û dibuhurîn.


Par ne wiha bû, ji ber ku cara pêşî bû pêşwazîkirin gelkî cuda û gelkî germtir bû.


Îsal, piştî cara duyem min dît ku êdî dema min ya turîstiyê û mîvaniyê hêdî hêdî diqede û ez jî dibim wek yekî ji wir.


Bêyî vê çavdêriya min, Wêranşar îsal li gor par, ji ber propagandeyên hilbijartinan pir bi hereket bû.


Gelek kuçe û kolanên bajêr bi reqlamên partiyan hatibûn xemilandin. Wasiteyên namzetên partiyan her roj di nava bajêr da digeriyan û weke reqlamên filîmên salên 1960-î reqlama xwe digirin.


Lê ji ber ku ciyê her partiyê hebû û însan diçûn wir rûdiniştin loma jî meriv bi rehetî dikanîbû her roj gelek dost û heval bidîta.


Ez diçûm li qahweya BDP-ê rûdiniştim, li wir min dost û heval ditîtin û sohbet dikir.


Li Wêranşarê BDP xurt xwanê bû, gelek kesên berê bi xurtî li dijî BDP-ê û tevgera kurd bûn, nuha li gel xwanê dikirin, digotin emê rayên xwe bidin kurdan.


Di vê gera xwe da îcar ez çûm Qerejdaxê jî.


Berê rê tunebû, dibê meriv peyatî biçûya. Lê nuha rê ji Wêranşarê di ser Qerejdaxê ra diçe Diyarbekrê. Û him jî riyeke asfalt. Asfalt tam neqediyaye, lê li ber qedandinê ye.


Em hatanî Mîr Badîn çûn. Ez derketim ser girê Mîr Badîn. Me li wir agir dada û xwarin xwar.


Em rastî bêrimtiyan hatin, pezê xwe diçêrandin. Ji ber ku îsal sal xweş bû, loma jî erd jî gelkî xweş, çêre baş bû. Belkî neh deh kûçik di nava kerî da bûn, me çend risim bi hev ra kişandin.


Berê jiyana bêrimtiyan, jiyana koçeriyê pir zor bû. Min dît ku nuha rehettir bûye. Şivan hemû xwedî telefon bûn, pîkapên wan li kêleka rê sekinîbûn. Tiftar, alet û hemû hewcedariyên wan ne lik er û hespan, ya jî li pişta wan, di wasiteyan da bûn.


Bi kurtî li Kurdistanê di her warî da jiyan hêsantir û xweştir bûye. Halê piraniya însanan xweştir bûye.


Û bi taybetî jî halê gundî û kesên xwedî erd pir baş bûye, milet erdên xwe li gor berê baştir radikin û datînin. Zanîn û tecrûbe zêde bûye.


Lê hin însan jî pir perîşan bûne, bi çolan ketine.


Ev jî rast e.


Netîce, ez naxwazim çavdêriyên xwe yên Wêranşarê zêde dirêj bikim. Esas zêde ji dilê min jî nayê. Par bêtir heycana qalkirinê bi min ra hebû, îsal ev daxwaz û heyecan kêm bûye. Loma jî dixwazim nivîsa li vir biqedînim û sibe herim Dîlokê(Entabê)



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE