06 juni 2011

Dadgeh û edaleta şêr

Zivistaneke pirr sar bû. Berfê rê û banî girtibûn. Şêr, piling, gur, rûvî û hespê ji bo ku ji serma neqefilin xwe avêtibûn şikeftekê. Ji ber berf û bahozê nikanîbûn derketana der û ji xwe ra li nêçîrekî, li qûtekî bigeriyana.
Di hundurê şikeftê da jî tu xwarin tunebû, zikê gişan ji birçîna dikir qurrequrr, dikira ji birçîna bimrana. Lema jî dibê yek ji wan bihata xwarin. Lê belê kîjan û bi çi hawî?

Şêr got:

-Dibê em dadgehekê saz bikin. Kê pir sûc û xerabî kiribe ewê were xwarin.

Ji ber ku şêr şahê hemû lawira ye lema jî bi hawakî bê minaqeşe ew bû hakim, yanî serokê dadgehê. Şêr pêşî ji piling pirsî, got:

-Piling, hela ka bibêje te heta nuha çi sûc û xerabî kiriye, çi zirar daye xelkê û lawiran?

Piling got:

-Weleh min di jiyana xwe da ne xerabî kiriye û ne jî zirar daye tu kesî. Min heta nuha tenê bi sedan xezal, gakûvî û pezkûvî û kevroşk xwarine. Bêyî wan min gelek teyr û tû û hin heywanên din jî kuştine û xwarine. Yanî min tenê çend sûcên wiha biçûk kirine û hew…

Şêr got:

-Vana ne xerabî ne û ne jî guneh in, hemû jî mafê te ne. Te zikê xwe têr kiriye.

Dûra dor hat ser gur. Şêr got:

-Gurê boz, hela ka tu bibêje, heta nuha te çi xerabî kiriye û çi zirar daye xelkê û lawiran?

Gur got:

-Weleh min tu sûc xerabî nekiriye. Ez çend caran bi keriyên pez ketime. Min gelek kar, berx û mîhîyên xelkê xwarine, gelek ker û dahşikên wan kuştine û xwarine. Yanî min tenê çend sûcên wiha sivik kirine û hewqas. 

Şêr got:

- Vana ne xerabî ne, ne jî guneh in, hemû jî mafê te ne. 

Piştî gur dor hat ser rûvî. Rûvî got:

- Weleh min jî tu zirar negîhandiye kesî. Heta nuha min hew hin teyr û tilûr, gelek dîk û mirîşk û çêlikên wan xwarine. Bêyî vê jî ez gelek caran daketime nav malan û min mast û penêrê xelkê jî xwariye. Hin caran jî ez ketime rezên xelkê, min ji xwe ra hinek tirî xwariya. Ê wekî din jî ji xwe herçî dizî û fêsadî ye ew jî karê min e, heta ji destê min hatiye min ew jî kiriye.

Şêr, serokê dadgehê got:

- Vana hemû mafê te ne, ne sûc in û ne jî guneh in.

Dor hat ser hespê. Hespê got:

- Weleh heta nuha min ne xerabî kiriye û ne jî zirar daye kesî, ne jî tu heywan kuştine. Lema jî tu gunehekî min tuneye. Min ji însanan ra her tim xizmet kiriye, barên wan kişandiye û cotê wan kiriye. Ev jî ne bes bûye, di ser da jî li min siwar hatine. Loma jî tu sûcekî min tuneye.

Serokê dadgehê got:

- Hela baş bide bîra xwe, ma te qet zirarek biçûk jî nedaye kesî?

Hespê ji mecbûrî got:

- Rojeke destpêka buharê bû. Gîhê (gîya) hîn nuh zîl dabû. Barê li min jî pir giran bû. Ji birçîna min nikanîbû gava xwe bavêta. Lema jî ji mecbûrî min devê xwe avêt ji wê gîha nuh zîldayî da û ew xwar. Heger ev guneh û sûc be, guneh û sûcê min tenê ev e, ez birçî bûbûm û min tûmek gîha xwar.

Piştî van gotinên hespê, serokê dadgehê biryara xwe eşkere kir, got:

- Li dinyayê ji vê zirarê mezintir tu zirar û ji vî gunehî mezintir tu gunehekî din tuneye. Ew gîha te xwar belkî şitlek dar bû, ewê mezin biba, bibûya dar û ewê feydeyek mezin bida însanan. Rêwîyên diçûn û dihatin ewê li bin siya wê darê rûniştana û ji xwe ra westa xwe bigirtana. Lê te ew dar xwar, te nehîşt mezin bibe. Ji ber vê yekê jî te sûcekî pir giran û gunehekî pir mezin kiriye. Cezayê vî sûcê te jî îdam e…

Û dûra jî şêr, piling, gur û rûvî bi hespê wer hatin û zikên xwe pê têr kirin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE