Ji fîl bigre heta bi şêr, şepal, piling, keftar, rûvî, gur, hirç û beraz; ji mişk bigre heta bi qertel, qijik, şalûl, bilbil, tîtî, çikçiko, pepûk û beytikê; ji mar bigre heta bi marîjokî û gumgumakê; ji xezalê bigire heta bi pezkûvî û kevroşkê, yanî lawirên dinyayê yên navên wan tên bîra meriv û nayên bîra meriv, giş beşdarî civînê bûbûn.
Tenê yek nehatibû û ew jî kûsî bû.
Hz. Silêman ji vê bêhurmetiya kûsî gelkî aciz bû û lema jî rabû jujo wek qasid şand pê.
Lê kûsî dîsa mazeretek nîşan da û neçû civînê. Hz. Silêman bi vê serhişkiya kûsî gelkî êşiya û hinekî jî li dilê xwe girt. Dixqwest di rojeke wiha muhîm da kûsî jî hazir be.
Di nabênê ra wext û zemanek derbas bû. Rojekê Hz. Silêman li derekê rastî kûsî hat û jê pirsî, got:
- Wê rojê çima tu nehatî şahî û civîna min? Min pir dixwest wê rojê te jî bibînim. Min qasid jî şand pey te, lê tu dîsa jî nehatî.
Kûsî got:
- Xwedê ji te razî be û mala te ava. Ya rast ez ji dawet, şahî û civînan qet hez nakim û loma jî nehatim. Ji bo min rûniştina li malê ji her tiştî xweştir e.
Li ser van gotinên kûsî, Hz. Silêman bi hêrs got:
- Wê demê ezê daxwaza te bi cî bînim. Ji nuha û da ewê xaniyê te tim û tim li ser pişta te be, tu yê tim li mala xwe bî û tu yê tu carî nikanibî jê derkevî.
A dibêjin ji wê rojê û vir da ye ew qalikê hişk yê wek xaniyekî wer li ser pişta kûsî ye.
Yanî daxwaza wî bi cî hatiye û ew her tim li mala xwe ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar