Hebû tunebû, kûçikek hebû.
Rojekê bîna wî pir teng bû û kêfa wî qet ne li cî bû, hema wer li der û dora xwe melûl melûl, vir da û wê da diçû û dihat.
Dêla wî wek darikekî ziravokî bû.
Pûrta wî qilêrokî û gijomijo bû.
Guhên wî pirr biçûk bûn.
Nigên wî xwaromaro û kin bûn. Lema jî jê ra digotin KUFTIKO.
Rojekê ji rojan, gava KUFTIKO ji xwe ra dîsa nermik, nermik digeriya rastî dîkekî hat.
KUFTIKO ji xwe ra got:
-Çi pindeke/dêleke wî ya xweşik heye,
ew qet naşibe dêla min a wek darikekî .
Xwezî dêla min jî wek ya wî xweşik bûya!
Û çer weha got û negot, hema di cî da
got şelp û pindek wek ya dîk bi dêla wî ve zeliqî.
Êdî dêla Kuftiko jî wek ya dîk xweşik bû.
Kuftiko kêfxweş bû û giran giran riya xwe dom kir, çû ber golekê.
Li wir wek xwe bide ber neynikê,
xwe da ber şewqa avê
û bi wê dêla xwe ya xweşik û rengomengo çû û hat
û xwe li ba kir.
Tam di wê bîstikê da masiyekî xwe ji nav avê holî hewa kir û li ber rojê biriqî…
Dilê Kuftiko bijiya wî jî. Ji xwe ra got:
-Pûrta/pirça min çi qilêrokî û gijomijo ye.
Xwezî ez jî wek vî masîyê hanê paqij û birqokî bûma!
Ew hîn ji xwe ra wiha difikirî,
hew carê dît ku wa ye ew jî dibrûse û dibriqe,
eynî wek wî masiyê nuha dîtibû.
Kuftiko kêfxweş bû û qerde qerde riya xwe dom kir...
Pir çû hindik çû, rastî berazekî guhmezinê guhşekalî hat.
Dilê Kuftiko bijiya guhên berêz, dîsa di dilê xwe da got:
-Guhên min çi pîsik û biçûk in.
Xwezîka guhên min jî wek yên vî berazî mezin bûna!
Û hema dîsa ji nişka ve hew carê dît ku guhên wî jî
wek yên berêz mezin bûn, bûn şekalî.
Kuftiko riya xwe dom kir...
Pir çû hindik çû, rastî kîroşkeka ji xwe ra dabû çindikan hat. Dilê Kuftiko weke hertim îcar jî bijiya nigên kîroşkê. Ji xwe ra got:
-Xwezîka min jî kanîbûya wek vê kîroşkê xwe çind bikira.
Bi van nigên xwe yên biçûk, weke darikan ez ne kanim bidim çindikan, ne jî kanim pê bigihîjim tu derê!
Ew çer wiha fikirî nefikirî, dîsa hema ji nişka ve nigên wî jî dirêj bûn
û wî jî wek kîroşkê da çindika...
Piştî ku bi çindikan hinekî çû,
bala xwe dayê kevokek di ser ra difire.
Dilê Kuftiko îcar jî bijiya fira kevokê.
Di dilê xwe da got:
-Meriv bikanibe bide çindikan baş e,
lê firîn hîn baştir e.
Û çer wiha fikirî, hema di cî da bask pê va çêbûn û bi wan baskên weke baskên kevokên sipî, got pirrt û bi hewa ket.
Dêla wî ya weke pinda dîk li hewa, li ber bê li ba bû.
Ew wek masiyakî li ber rojê birûsî û çirisî.
Guhên wî yên şekalî wek guhên berêz li hev ketin.
Û bi wan nigên xwe yên dirêjokî, wek yên kîroşkê jî zîtik davêtin.
Tam di wê bîstikê da li jêr, li kêleka rê çavên wî li dêlikeke biçûk ket.
Dêla wê wek darikekî ziravikî bû,
pûrta wê gijomijo û qilêrokî bû,
guhên wê pirr biçûk bûn
û nigên wê jî kin û xwaromaro bûn.
Kuftiko di dilê xwe da got:
-Ew dêlikeke çi şîrîn e!
Xwezî nuha min bi wê ra bilîsta!
Ew hîn ji xwe ra wiha difikirî,
hema got gujj û ji hea da hat jêr û çû ba dêlika biçûk...
Lê çaxa çavên dêlika biçûk bi Kuftiko ket,
dêlikê kir HIMME HIMMM û bi Kuftiko da EWTIYA
û DIRANÊN xwe bi wî da qîç kirin…
Ji ber ku heta wê demê wê heywanekî wek Kuftiko
wiha ecêb û tevlihev tu carî nedîtibû.
Îcar jî Kuftiko li ber xwe ket, ji xwe ra got:
-Xwezî ez dîsa bibûma Kuftikoyê berê!
Wî çer wiha got û negot,
PINDA tavilê wenda bû
û dûra jî PÛLÊN MASÎ
û dû ra jî GUHÊN BERÊZ
û NIGÊN KÎROŞKÊ
û BASKÊN KEVOKÊ...
GiŞ wenda bûn.
Bi vî hawî ew dîsa bû Kuftikoyê berê, wek ê her tim.
Wê çaxê dêlika biçûk hew kire himme himmm
û hew pê da ewtiya.
Û hew diranên xwe pê da qîç kir.
Û dûra jî herduyan li mêrgê ji xwe ra dest bi lîstikê kirin û bi hev ra dan çindik û lotikan.
Not:
Min ev çîrok ji swêdî wergerandiye. Bi swêdî navê çîrokê “Klunsen” e. Navê nivîskêr Per Beckman e. Çîrok cara pêşî di sala 1971ê da weşiyaye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar