Mahkemeya qanûna esasî ya Tirkiyê di civîna xwe ya do da biryara girtina DTP-ê(Partiya Civaka Demokartîk)girt.
Serokê mahkemeya qanûna esasî ya Tirkiyê Haşim Kiliç, do di civîneke çapemeniyê da diyar kir ku wan bi yekdengî biryara girtina DTP-ê û îptalkirina mebûsiya Ahmet Turk û Aysel Tuglukê dane.
Bêyî girtina DTP-ê, xistina mebûsiya Ahmet Turk û Aysel Tuglukê, mahkemeyê, pênc salan jî qedexeya siyasetê danîye ser 37 endam û berpirsiyarên DTP-ê.
Li gor vê biryara dadgehê, ji nuha û pêve Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Leyla Zana û gelek şareder, mebûs, damezirêner û birêvebirên DTP-ê heta pênc salan ewê nikanibin bibin damezirêner, berpirsiyar û endamên partiyeke siyasî û bi siyasetê mijûl bibin.
Serokê mahkemeya qanûna esasî Haşîm Kiliç, di civîna çapemeniyê da îdîa kir ku DTP bûye merkeza terorê û dûra jî got, "dema çalakiyên DTP-ê bi yên rêxistina terorê ra bê nirxandin, ewê were dîtin ku DTP li hember yekparebûna dewletê bûye mîhraq…”
Gotina ”terorê” bûye benîştê devê tirkan, di devê her kesî da ev benîşt heye.
Serokê giştî yê DTP-ê Ahmet Turk, piştî eşkerebûna biryara dadgehê, daxuyaniyek kin da çapemeniyê û got, "Biryar siyasî ye û Tirkiye wê bi girtina partiyan nikanibe pirsgirêka kurd çareser bike. Em li pişt biryarên ku me berê girtibûn disekinin. Emê xebatên xwe yên ji bo aştî û demokrasiyê bidomînin…”
Dewleta tirk ev du sal in biryara girtina DTP-ê bincil kiribû û li bende şert û sebebên hîn maqûltir bû.
Û ev şert û sebebên hîn maqûltir jî bi destê Abdullah Ocalan di van du sê hefteyên borî da baş hate amedekirin.
Bêyî daxwaz û emrê Ocalan, ne mimkûn bû ku PKK-ê û DTP-ê ev çalakiyên rojên dawî li dar xista û bibûna sebê vê sertbûna bêmane û vê rewşa aloz.
Gava Ocalan dît ku di pakêta hukûmetê da ew ne mixatabê meselê ye û îhtîmala berdana wî jî tuneye, loma jî hin maneyên vala dît û emrê tevliheviyê û şer da PKK-ê.
Ocalan, wisa bawer dikir ku piştî hatina herdu gurûbên ”aştiyê”, dewlet û hukûmetê bi wî ra têkevin têkiliyê û soza berdanê bidinê.
Û dema ev soz negirt, emrê çalakiyan da PKK-ê.
Erê dewlet ji bo girtinê li pelekî nexwendî digeriya, lê Ocalan jî bû alîkarê wan, karê wan hêsantir kir.
Ji xwe ji bo Ocalan azadiya wî, hertim ji azadî û serxwebûna miletê kurd girîngtir e, azadiya wî tim di merkeza siyasta wî da ye, kurd û Kurdistan di dereceya duyem û sêyem da tên.
Bêguman dewlet û hukûmeta AKP-ê li hember kurdan siyaseteke pir kone û pir dijminane dimeşînin, dixwazin PKK-ê û tevgera azadîxwaz tasfiye bikin, ev vekirî ye.
Loma jî meriv dikane bibêje ku hemû biryarên wan yên di heqê şexs û rêxistinên kurdan da siyasî ne, bi hesab û kitab in.
Û ev biryara girtina DTP-ê jî hin sebeb û argumentên ”huqûqî” hebin jî lê di bingeha xwe da siyasî ye û perçeyê planekê ye.
Lê li gel vê jî bêyî alîkariya Ocalan nikanîbûn ev sebeb bidest xistana û DTP bidana girtin.
Bi îhtîmaleke mezin artêşê, yanî ”dewleta kûr” ji Ocalan xwest ku hin teşxeleyan derxe û wî jî ev bûyerên dawî bi PKK-ê û DTP-ê da kirin û hin qulp da destê dewletê.
Kuştina 7 leşkerên li Tokatê jî xelekeke ji bistxistina vê qulpê ye.
Li gel biryara PKK-ê ya agirbestê, yekîneyeke HPG-ê li herêma Tokatê êrîş bir ser wasiteyeke leşkerî û 7 leşker kuştin.
PKK-ê, piştî 3 rojan bûyer girt ser xwe û got me kiriye.
Berî her tiştî di rewşeke wiha hesas da meriv tiştekî wiha nake. Ji ber ku bûyereke wiha tu feydeyê nade PKK-ê û miletê kurd.
Haydê em bibêjin ku bi rastî jî yekîneyê bi serê xwe kir, wê demê çima piştî 3 rojan hûn digrin ser xwe?
Û hûn dizanin ku bi qebûlkirina vê bûyerê tenê hûnê zirarê bidin xwe û tevgera kurd ya netewî, hûnê bibin sebê gelek nerazîbûn û reaksiyonên mezin.
Negrin ser xwe, bibêjin ne em in.
Ma dewlet her cara kurdan dikuje, dibêje ku me kuştiye?
Na, nabêjê, înkar dike.
Dewlet, gelek caran tebdîlîqiyafet dike û bûyerê dixe hustuyê PKK-ê. Ji ber ku ji bo dewletê ya girîng bûyer e, ne reqlam e.
Tiştê ku kara meriv tê tunebe, di ser da zirareke mezin mide meriv, meriv nake û heger ”bêhemdî” bû jî meriv lê xwedî dernakeve.
Nuha kuştina 7 leşkerên li Tokatê, bêyî zirarê çi feyde gîhand PKK-ê?
Qet, texmîna herkesî ew bû ku ev karê Ergenekonê ye, çimkî ya herî normal û rast jî ew bû.
Lê PKK-ê girt ser xwe.
Bi baweriya min di vê qebûlkirinê da jî tiliya Abdullah Ocalan heye.
Ji xwe dema meriv gotinên Ocalan yên di hevdîtina dawî da dixwîne meriv fêm dike ku ew berdewamiya şer û teşxelê û tevliheviyê dixwaze.
Ocalan, di hevdîtianxwe ya dawî da li dijî bûyeran dernakeve, nabêje mal, dikan, û wasaitên xelkê sivîl neşewitînin, zirarê nedin mal û canê xelkê.
Sersaxiyê tenê ji malbata xortê ku li Amedê bi destê pûlisan hate kuştin dixwaze.
Ya din jî Ocalan girtina DTP-ê jî pir girîng nabîne, sergirtî normal dibîne, dibêje ”Ne dawiya dinyayê ye, were girtin jî ewê micadeleya xwe bimeşînin, riya xwe dom bikin. Dikanin dîsa ji Tirkiyê ji her alî bi girtina demokratan avahiyeke demokratîk ava bikin.”
Yanî DTP tê girtin tişt nabe, bira bi tirkan ra tiştekî din çêkin.
Yanî lîstik e, mêrik ji bo xelasiya xwe bi PKK-ê û kurdan dilîze, dibe û tîne û pê milet mijûl dike.
Heta ku Abdulah Ocalan xwe xelas neke nahêle kurd xelas bibin, mêrik miletê kurd, PKK û DTP ji ruhê xwe ra kiriye rehîn, miletê kurd û PKK-ê weke qoz bikar tîne.
Way way way! Çi analîzeke kûr!
SvaraRaderaDe we dît, camêr chi shîroveyeke qirase kiriye yaw. Qasî xuya dike, camêr bi temamî tirkî difikire u nikare bi kurdî "wey wey wey" jî binivîse. Chiku aqilê murîdan nikane zêde kêrtiya pirdengiyê bihizire u jê îstîfade bike.
SvaraRaderaSilav
Pîran Tîr
Merheba Pîran Tîr!
SvaraRaderaEv demeke tu li ku yî? Ji kozika te qet dengê modeliyê nayê...
Ma qey tu jî xeyidî yî?
Tiştê ez dizanim ev dem ne dema xeydê ye, dibê kurd di her platformê da destên xwe bidin hev û li hember hevûdu bînfireh bin.
Welle xalo ez jî nizanim chi bu. Yê me hinekî kurdîlî hîcaz e. Yanî serê min pichekî shêlo-mêlo buye u hew. Lê heger wî camêrê bê nav shîroveyeke weha kur nekira, min ê nîgê xwe yê westiyayî ji sînora kozika xwe dernnexista.
SvaraRaderaXalo, bêdeng jî bibim, herro nivîsên te xetim dikim.
Ew hevalên din jî êdî xuya nabim, mixabin. Sohbeta berê gellekî germ bu.
Silav u rêz
Pîran Tîr