Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do berî rêwîtiya xwe ya Sûriyê ji rojnamevanan ra got, ”di derbarê mesela kurda da wan hin tişt kirine û ew dixebitin ku hin tiştên din jî bikin.”Lê Erdogan negot di naveroka ”açilima/gavên” wan da çi heye, yanî gavên ku ewê bavêjin çi ne û ewê kînga dest pê bikin?
Li gor rojnameya Radîkalê dinivîse, hukåmeta AKP-ê, li ser mesela kurd hin haziriyên pir mezin dike.
Erdogan gotiye ku li ser mesela kurd ”Wezareta hundur û dezgehên alaqedar li ser meselê dixebitin. Wan di MGK-ê (Heyeta Ewlekariya Milî) da biryar girtiye, wezîfe dane wezîran, wezîr ewê bi MÎT û serfermandariyê ra hevdîtinan çê bikin” û dûra jî ewê hin biryarên nuh bigrin.
Herçî mesela ku hukûmet ji mecbûrî dixwaze di rojên pêş da hin ”gavan” bavêje rast e.
Û helbet ji bo vê yekê jî MÎT û leşkeran jî destûr dane. Jixwe bê destûra wan ne mimkûn e.
Lê tiştê xerîb ew e ku Erdogan dixwaze mesela kurd bêyî ku kurdan mixatab bigre, bêyî ku bi kurdan ra rûne ”çareser” bike.Ev jî siyaset li gor usûla tirkan e.
Şer jî aşîtî jî du terefên wê hene, meriv şer jî, aşîtiyê jî ne bi xwe ra, bi hinekên din ra dike.Lê tirk dibêjin na, em bi nûnerên kurdan ra rûnanin, wan nas nakin û bi wan ra jî napeyivin.
Ev jî usûleke tirkan e.
Dibêjin em çi bidin, çi nedin emê bi tena serê xwe bikin, bi kesî ra rûnanin û bir û bazarê nakin.
Berdevkên dewlet û hukûmetê vê nêta xwe hewqas vekirî nebêjin jî lê meriv ji gotin û beyanên wan viya fêm dike.
Tirk, viya ne ji bo PKK-ê û DTP-ê tenê dibêjin, bi qasî meriv fêm dike şêla wan ya di vî warî da wisa ye.
Em ”xêra xwe çi bidin” emê bidin, em ne bi kesî dişêwirin û ne jî bi kesî ra rûdinin.
Tirk ji devê da ketine ji hophopê namînin, şer wenda kirine, li hember xebat û têkoşîna miletê kurd têk çûne, lê fedî dikin qebûl bikin.
Dibêjin heger ew bi kurdan ra rûnin, maneya xwe ew e ku PKK-ê zora wan biriye û loma ew van gavan davêjin.
Ev kompleksa ”xwemezindîtinê” li ba birêvebirên dewleta tirk gelkî mezin e. Bi taybetî jî naxwazin têkcûna li hember kurdan qebûl bikin.
Ew bixwe nadin û dema xelk wan mecbûrî dayinê dike jî bi xelkê ra rûnanin, dibêjin ev yek ”bi me pir zor tê”.
Erdogan, di mesela kurd da bi îftîxar qala eserên partiya xwe dike û dibêje di vê warî da wan ”gelek mesafe qeyd kiriye” û weke nimûne jî TRT Şeşê, radyoya kurdî û zanîngehan da vebûna beşên ziman û edebiyata kurdî nîşan dide û dibêje ewê ”hîn jî dom bike.”
Helbet van gavên hatine avêtin ji tunebûnê çêtir in û kurd van gavên hatine avêtin baş dibînin, teqdîr dikin.
Lê mesela kurd bi van ”sedeqeyên” biçûk çareser nabe, dibê Erdogan vê rastiyê bibîne û li gor wê tevbigere.
Serokwezîr Erdogan, bi weşana TRT Şeşê pesnê xwe dide, lê hîn donepêr milet nikanîbû romana Erebê Şemo Şivanê Kurmanca li Diyarbekrê bida girtiyên xwe, qerdiyanan gotin kurdî qedexe ye.
Destûr nedan kesên di heyeta swêdî da bi girtiyan ra bi kurdî bipeyivin, gotin axaftina bi kurdî yasax e.Heger bi rastî jî weke serokwezîr Erdogan dibêje, kurdî serbet e, tu asteng li ber nemaye, wê demê çawa dibe ku qerdiyan romaneke kurdî nagrin hundur hefsê, dê û bav nikanin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, heyetên biyanî nikanin bi girtiyan ra bi kurdî bipeyivin?
Di praktîkê da kurdî ji dewletê ra serbest e lê ji kurdan ra hîn jî qedexeye, kurd vê rastiyê jî dibîni.
Dewleta tirk 85 salan hebûna kurdan û zimanê wan înkar kir, got miletekî bi navê kurd û zimanekî bi navê kurdî tuneye.
Lê nuha bi rengekî nîvçe û fedyok be jî dibêjin heye, lê em bi kurdan ra rûnanin.
Diyar e ev şêla tirkan ewê çend salên din jî bajo, heta ku mecbûrî rûniştina bi kurdan ra jî bibin…
Xalo, heta chend salan ji sedî 95 kurd dê asîmîle bibin. Dê ew ji sedî 5ê mayî jî nekanibe tu tishtî bike. Xuya ye dewleta tirk kurdan dê bi shiklekî bash wekî kerê hefsarkirî chend salên din jibo derbazbuna wextê li pey xwe bigerîne u bide zirandin. Heta pênc salan êdî zimanê kurdî bêyî werger dê berbi mirinê biche u xelaskirina wî dê tenê di xewn u xeyelan da bimîne. Ez qet fam nakim, chawa dibe ku kurd vê yekê nabînin u bi lez u bez riyên chareseriyê nagerin!
SvaraRaderaHeger ez bêjim, ker ji kurdan baqiltir e, gelekî li shunê ye. Serda jî ker heywanekî gelekî bi feyde ye.
Rêz u rêzdarî
Beranê Meletiyê
Şîrovekar Beranê Meletyê !
SvaraRaderaTu heqaretê li miletê Kurd dikî.
Her çiqas ker heyvanekî pir başbe jî, hema bi mana ku tu dibejî heqarete.Fedî bike.
Hele carek bala xwe bidê di bin bandora Tirkanda ka kîjan miletî ziman û netewa xwe paraztîye. ka li tirkî ye, Ermenî, Suryanî, Arnawut, Rum, Laz,Dadaş, çerkez, çeçen, gurcî, areb, kan kîjanan weke Kurda ji ber xwe daye.
hinek bi însaf şîrove bikin.
Bi silaf û rêz.REHAWÎ