05 februari 2012

Vegera Kemal Burkay û agahiyeke pir girîng !

Kemal Burkay di Hurriyet Pazarê da ji Cansu Çamlibelê ra sir û tiştekî heta nuha nedihat zanîn eşkere kiriye, gotiye, berî ku ez vegerim: ”

”Dostê min Umit Firat telefonî min kir. Ji min ra got, derbarê te da emrê girtinê heye. Heger tu werî dikanin te bigrin. Ev cara pêşîye dibêjim.”
Ev agahdarî pir û pir girîng e û dibê ji bo Burkay jî girîng bûya û ji kesên ku ew vexwendibûn Tirkiyê ev yek bipirsiya, bigota yaho ev çi îş e?


Çimkî li gorî agahiya Burkay dide, nuha emrê girtina wî heye, lê pûlis bi zanetî wî nagrin, yanî hukûmet îdare dike.

Ji bo meriv fêm bike ku nêta hukûmetê pir û pir xerab e û dixwaze ji Burkay feydeyekê bibîne ji vê bûyerê bêtir delîl û îspat nabe.

Bala xwe bidin siyaseta AKP-ê, serokwezîr û wezîrê karêhundur telefonî wî dikin û dibêjin vegere, tu asteng tuneye.

Lê di rastiyê da emrê girtina wî ranekirine, weke îhtîyat hîştine. Ji bo ku demekê bala xwe bidin şêlê û timtêla wî, beyan û gotinên wî, gava tevger û kirinên wî li gorî plana wan be, ewê dest nedinê û negrin.

Lê gava bibînin ku li gorî dilê wan napeyive û hereket nake, tiştê li zirara wan dibêje û dike, wê demê ewê wî bigrin û têxin hundur.

Maneyeke din ya vê bûyerê tuneye.
Kemal Burkay, ne ew kes e ku vî hesabê hukûmetê fêm neke û vê kemîna li pêş xwe nebîne.

Lê çima li dijî vê durûtî û vê ”kemîna” hukûmetê derneket tiştekî pir xerîb e, meriv matmayî dimîne. Ji ber ku tiştê hukûmetê û emniyetê kiriye li gorî qanûnan sûc e. Mudûrê emniyetê û pûlis çûne pêrgî merivekî ku lê tê gerandin, "emrê girtina wî heye". Lê nagrin....
Ev tiştekî pir xerîb e, meriv nizane çi bibêje....

Wek tê zanîn Kemal Burkay heta çend sal berê jî sekreterê partiyeke îllegal bû û cezayê vê jî li gorî qanûnên Tirkiyê ez bawer dikim li dora 10 -15salan e. Yanî ”sûcê” wî serokatiya partiyeke kurd ya îllegal e.

Wisa xuyaye ku ev doz jî hîn muhrîrîzeman nebûye, yanî hîn neketiye. Lê hukûmetê ji bo armancekê jê ra ”torpîl” kiriye û ew negirtine.

Burkay abuqat e, van îşan baş dizane, dema Umît Firat ev yek jê ra got, dibê tavilê li Beşîr Atalay û Erdoganê ku ew dawet kiribûn bigeriya û bigota, ev çi fen e? Ji alîkî da hûn ji min ra dibêjin vegere, tu problem tuneye, lê li alî din jî hîn emrê girtina min heye, pûlis kînga bixwaze dikane min bigre. Ev hîle ye û nêtxerabiya we nîşan dide.

Dema hinek dibêjin, ”vegera Burkay projeyeke AKP-ê” ye, Burkay û hinek derdor diqeherin, dibêjin çima hûn wiha dibêjin, ma weke her kesî mafê Burkay jî tuneye vegere welatê xwe?

Helbet weke her kesî mafê Burkay jî heye vegere. Û Ji xwe kes rexneyê li vegera wî ya Tirkiyê nagire, ev demagojiya. Rexne ne li vegera wî, li gotin û beyanên wî yên derbarê PKK , Ocalan û BDP-ê da ye.

Nuha meriv çawa dikane ev bûyera ku Burkay qal kiriye bide aliyekî û li pişt vegera wî nêteke xerab nebîne û nebêje projeya AKP-ê ye?

Burkay ne di nava bzarake wiha da be jî, bi kêmanî nêt û hesabê hukûmetê ev e, y ana çima ewê ban Burkay bikin. Ma Burkay lawê Bavê wan e?

Li dervayî welat bi hezaran nivîskar, ronakbîr û siyasetmedarên kurd hene.
Erdogan û Beşîr Atalay, di nava hewqas kes da telefonî wî dikin û ji wî ra dibêjin vegere.
Ma ev bang bi serê xwe, ne tiştekî seyr e û dibê meriv li ser bifikire?

Ez bawer nakim ku Erdogan û Beşîr Atalay ji ber ku pir ji Burkay û ji fikrên wî hezdikin ya jî pir bêriya wî kirine loma ban wî kirin.

Na, bêguman hesabekî wan, projeke wan heye loma ban wî kirin.
Burkay merivekî kurd e, sosyalîst e û ji bo kurdan federesyonê dixwaze. Atalay û Erdogan ji merivekî wiha qet û qet hez nakin. Li gel vê jî dema ban dikin miheqeq hesabekî wan heye, kareke xwe têda dibînin loma ban dikin.

Kemal Burkay û derdorên ku ji rexneya ”vegera Burkay projeya AKP-ê” aciz in, dibê vê rastiyê bibînin.

 Û ji xwe wa ye hukûmetê hîn cezayê wî jî ranekiriye, weke tedbîr hîştine, kîjan rojê hewce bibînin ewê têxin praktîkê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE