31 maj 2024

Havîn zû hat Stockholmê


Stockholm bûye Amed, Riha, 25 derece germ e. Havîna me zû hat Stockholmê.
Gîha û hoşiba hewşa me çongekê dirêj bûbû, bûbû porê dînan. Min çinî, dûzanek dayê, hinekî berbî hev hat.

Lê hîn neqediya ye, dibê em hawirdora xwe baş şirt bikin û kursiyên havînê bicî bikin. Hêdî hêdî, bi derbekê da nabe.
Me îro çû kulîkên Pelargon kirîn, axa me berê bû.
Me kulîlkên xwe xistin qutîkên wan û li ber derî,  pacan bicî kirin. Hewş bêyî kulîlk nabe, gul û çîçek xeml û şûxa hewşan e.

30 maj 2024

Dibê em li PÎNEyê xwedî derkevin


Pûlisên tirk do li Amedê sibê zû girtin ser qahwexana PÎNE, xwediyê wê Remezan Şîmşek girtin bin çavan. Remezan hîn girtiye.

Min navê Pîneyê bihîstibû, sê caran çûm wir, bi xwediyê wê ra sohbet kir.

Cara dawî di 26ê gulanê da, rojekê berî hatina xwe ez û xanima xwe, Înan Eroglu û Lezgîn Kitêbçiyan çûn wir. Me me bi xwediyê wê Remezan ra sohbeteke xweş kir.

Dil carnan şaşiyê dike

Di gerra xwe ya Kurdistanê da min hin dost, dilxwaz û dilnexwazên xwe ji hev gerandin, nas kirin.

Meriv bizanibe kî dost e, kî ne dost e, kî dilxwazê meriv e, kî ne dilxwazê meriv e baş e. Meriv hin hêvîyên ne rast nake, xeyalşikestî nabe.

Di gerra min da bi sedan kesên, keç û xortên min ew nas nedikirin, telefonî min kirin, hatin serdana min û civînên min.

Çend numûne ji gerra min a Kurdistanê


Di vê nivîsa xwe da min ji Botan Timesê ra qala çavdêriyên rêwîtiya xwe ya Kurdistanê kiriye. Ez 5 heftan li çend bajarên Kurdistanê gerîyam, min gelek tiştên xweş û tiştên meriv xemgîn dike dîtin. Di nivîsê da min bi kinî qala çend tiştan kiriye. 

Gelek sipas ji bo Mûrad Bayram, Engîn Olmez û hemû keç û xortên Botan Timesê. Hêvî dikim ciwanên wek wan zana, jêhatî zêde bibin. Hebûna wan, xebata wan moralê meriv bilind dike, hêviya meriv qewîtir dike.

Gerr û Çavdêriyên Sirgûnekî li Kurdistanê

XXX

Bacon:Tiştên me bi hêz dike ne tiştên em dixun, tiştên em hezm dikin in. Tiştên me zengîn dike ne tiştên em qezenc dikin, tiştên em diparêzin. Tiştên me zana dikin ne tiştên em dixwînin, tiştên em di serê xwe da bi cî dikin.

XXX

Meriv ji bo miletê xwe karek, xizmetek kir ne heceyî delalan, def û zurnê ye. Hin kes dixwazin ji karê wan ra tim were lîrandin, pesnê wan tim were dayin.

Dibê meriv karê baş teqdîr bike, lê pesnê zêde ne xweş e.

XXX

Balzac: Însan dişibe nebêt. Eynî wek dara mêwê, him ji pelê wê, him ji mêwa wê, him jî ji mêwa wê ya hişkkirî kane fêdê bibîne.

Balzac: Heger tu dixwazî bibî efendîyê zanînî, dibê tu bibî koleyê xebatê.

XXX

Dostên baş, hevalên baş hêdî hêdî kêm dibin. Meriv li ber dikeve, pê xemgîn dibe, lê nikane rê li ber bigire. Baş kêm dibin, xerab zêde dibin. Ya jî başên em nas dikin kêm dibin.

XXX

-Dibêjin zeman derbas dibe, lê mixabin, zeman disikine, yê derbas dibe em in.

-Yên sosinan mezin dikin baran e, ne gurrîna tavan e.

-Qîmeta zemên(wextê) ancax kesê îşê wî heye zane.

Ji kesê tiral ra zeman meman ne muhîm e…

29 maj 2024

Em bûne wek teyrên koçber

Vêsê zû ji xewneke ne xweş şiyar bûm. Min got Xwedê kir xewn e, ne rast e. Baş e hin tişt xewn in, ne rast in.

Lê hin xewn jî hene meriv dixwaze rast bin.
Mahcirya salan meriv dike wek teyrên koçber, meriv dibe xwediyê du waran, dil di nabêna du waran da dihere û tê; geh vî warî dixwaze, geh wî warî dixwaze.
Li xerîbiyê, li mahciryê meriv bîriya welatê xwe, bîriya bajarê xwe dike. 
Li wir, li welatê xwe jî bîriya mala xwe, welatê xwe yê duduya dike.

28 maj 2024

Hêdî hêdî têm ser hişê xwe

Ez vêsê wek her tim ji xew zû şiyar bûm(06.00),lê  min di xwe ra nedî rabim. Min xwe rast û çep borr kir, dîsa di xew ra çûm. Xewa li mala xwe pir xweş e, meriv jê têr nabe.

Ji germîyana Amedê û Wêranşarê hatim Stockholma bi ewr û baran. Do li Stockholmê 25 derece germ bû, îro ewr û baran e. Lê 20 derece germ e.

Ez tam 5 heftan li Kurdistanê gerîyam, hema hema min nig di bin xwe va nekir, ji wî bajarî çûm bajarekî din. Çûm Amedê, Wêranşarê, Mêrdînê, Wanê, Rihayê. 

27 maj 2024

Em sax silamet gihîştin malika xwe

Gelî nas, dost û hevalan û şopînerên min ên ezîz, merheba ji we ra !

Em bîstek berê sax silamet gihîştin mailika xwe. Lê min dilê xwe li Kurdistanê, di nava keç û xortên hêja da hîşt.
Ez zanim we bîrîya min kiriye, min jî gelkî bîriya we kiriye. Ê vaye em gihîştin hev.
Min Sim-karta telefona xwe wenda kir. Lema ne kanim telefonî kesî bikim, ne jî kes kane telefonî min bike. Înşela sibe ezê hel bikim.

PARVE BIKE