Îro tiştekî pir ecêb, lê xweş hat serê me. Ezê nuha ji we ra qala vê serpêhatîya xwe ya xweş bikim. Ji
filîmekî macarayê jî bi heyecantir bû.
Ez, xanim û lawikê me yê biçûk Rojen, em hersê vêsê bi hev ketin, çûn daristanê topkirina
tirîreşka. Swêdî dibêjin "blåbär". Daristan dûr bû, em bi du otobozan çûn.
Me daristan nas nedikir, me nizanîbû tirîreşk li ku hene. Em bîstekê lê gerîyan,
lê em bi ser ve nebûn. Xelkê daristan baş şe kiribû, ji me ra tiştek nemabû.
Dûra em hinekî bi nav daristanê da çûn, axirê me dî, ne pir bû, hûrik bûn, lê qenekê emê destvala venegerîyana mal.
Em pê ketin me top kir, heta danê esir me satilek(2,5 kg) tije kir. Baranê dayê.
Me got de bes e, em xwe şil nekin, em herin malika xwe. Tiştê me top kiriye têra me dike.
Em çûn ber rawestgeha otobozê. Rojen destê xwe xist bêrîka xwe, got "telefona min ketîye." !
Em di ciyê xwe da tevizîn. Kêfa me li me bû jahr, bû ax waxa me, lê tiştekî me bikira tunebû.
Em bi paş da vegerîyan daristanê, bi şopa xwe ketin, bîstekê lê gerîyan, me nedît.
Ji şansaê xerab ra telefon danîbû ser bêdengîyê, min telefon dikir deng jê nedihat. Ya din baş nizanîbû li ku xistiye. Digot belkî jî di otobozê da ketibe. Lê em herin mal ezê dûra bibînim.
Em kor poşman, bêmoral hatin mal.
Çû oda xwe, telefona xwe kevn anî, ket kompîtora xwe, di Googlê da ket kontoya xwe, apeke bi navê ”telefona min bibîne” daxist, hinekî pê lîst, vir da bir, wê da bir û ji min ra got:
-Bavo, min telefona xwe dît. Telefona min li daristanê ye. Gps va ye ciyê wê nîşanî min dide. Ezê nuha herim bînim. Min bêdeng kiriye, lê ez kanim bikim ku deng jî jê were. Û darê û çû.
Erê min digot erê, erê, lê dîsa jî min bawer nedikir. Min ji xwe ra digot daristaneke wek deryakê ye, ewê çawa here telefonê bibîne?
Ji bo min ne karê aqil bû, lê camêr lêxist çû, bi rastî jî telefona xwe anî û hat.
Devê min ji hev çû, aqilê min sekinî. Min got, yaho van ”gawiran”, mêrika çi îcadên muhteşem çê kirine, meriv dibe heyran ! Mala wan hezar carî ava be, meriv çi duayê jî ji wan ra bike hindik e.
Bifikire, tu telefona xwe li daristanê dixînî, telefoneke din te dibe ser telefona te, dibêje a va ye !
Teknîkeke ecêb e, harîqe ye, meriv dibe heyran…
Piştî telefon hat kêfa me ji nuh ve hat cî, ruyê me kenîya, me dîsa dest bi henek û laqidîyan kir.
Me 2,5 kg tûreşkên xwe anîbû, me telefona xwe jî dît, Rojen ji bo pîrozkirinê pastayek jî bi xwe ra anîbû. Me him pasta xwe xwar û him jî bi dilşahî qala macera xwe ya îro kir…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar