Min arşîva xwe îro hema hema nîvî kir, 6 karton û nîv heta ber
dev tije dîyarî Kitêbxaneya Kurdî kir. Her dera mala me bûbû kitêb, cî nemabû,
min dida ser hev. Nuha bîna xanimê hinekî fire bû.
Bi şev û roj pitepita wê bû, digot mala min bûye kitêbxane.
Gaba min 6 karton dan ser hev, bala xwe dayê, got ya sitar, meriv ne dîn be
hewqas kitêb nakire, perê me giş ketine van kitêban. Bi qasî van jî hatin avêtin. Bela heq û bela sebeb. Tên avêtin, nayên avêtin dawî nayê...
Ev 41 sal in min kitêb, kovar, rojname û belavok li xwe kom kirine. Lema jî bûne bi hezaran.
Mala kekê Newzad Hurorî hezar carî ava be, dîyarîya min qebûl kir. Kitêb, kovar û tiştên min da Kitêbxanê giş li ser kurdan û Kurdistanê ne, kitêbên edebîyata cîhanê û Tirkiyê min ji xwe ra hîştin. Yanî tiştên min niqandin û dan giş li ser kurda ne.
Min 6 karton û torbeyek hetanî ber dev tije kitêb, kovar, rojname û belavok kirin, ewê sibe werin bibin.
Di arşîva min da gelek kitêb, kovar, rojname, programên partiyan hebûn hebûn. Di nav wan da gelek kitêb, kovar, dokument û weşanên hêja hene. Wenda nebin baş e, rojekê ewê bi kêrî hinekan werin.
Sibe ez bimrim ewê bêxwedî bimînin û gişên werin avêtin. Lema jî min tiştên girîng giş niqandin û dîyarî Kitêbxaneya Kurdî kirin.
Bi vî hawî him ji wendabûnê, avêtinê xelas bûn û him jî ketin arşîva Kitêbxaneya Kurdî, însanên jê fêdê bibînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar