Germa havînê, qijala nava rojê bû. Mêrik dikira ji tîna bibehicîya, tasek av ji kûz(cêr)dagirt û bi ser xwe da kir. Av pir germ bû, kel bû, bi hêrs tasa xwe li kûz xist, got:
-Erê tu nacemidînî mecemidîne, lê çima te hewqasî germ
kirîye?
Qelem
Rejîsorê bi nav û deng hiş û aqilê wî çûbû ser seneryoya dinivîsî, tew
nizanîbû li ku ye. Serê xwe rakir, bêhiş vir da, wê da nêrî, dûra ban sekretera
xwe kir, got:
-Keça min, ka qelema min li ku ye?
Keçikê bala xwe dayê, got:
-Di ber guhê te da ye.
-Keçe min, dev ji gotinên baş nayê fêmkirin berde,
qutebir bipeyive, kîjan guhê min ? Wiya bibêje !
Sîgorte
Mêrik bi kêfxweşîyeke mezin çû mal, ji xanima xwe ra got:
-Xanim, tu zanî, îro min xwe sîgorte kir.
Jinikê got:
-Te pir baş kirîye. Êdî dema tu nexweş ketî ne hewceye em wek dînan birevin ser tuxtor.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar