Gerek em bindestîya xwe, vî halê xwe yê perîşan wek qedera xwe nebînin û qebûl nekin.
Ev bindestîya me ne qedera me ye, em ji qal û bela, ji makzayî da ne bindest bûn. Dibê em viya bizanibin.
Tirkan welatê me dagir kirin û em jî kirin bindest. Gerek em
van dagirkerên xerîb, van zulimkarên devbixwîn ji welatê xwe derxin, bi şev û roj ji bo wê bixebitin.
Heta em bindest bin, heta em nebin xwedî dewlet, heta Kurdistan çê nebe halê me ewê tim ev perîşanî be, li tu beşekî Kurdistanê, heta li dereke cîhanê ji je me ra rehetî tuneye.
Dibê meriv bawer neke her tim wek meriv e, meriv tim rast
difikire, tu carî şaş nafikire. Çimkî şaşiyên dibin giş bi zanetî nayên kirin,
gelekên wan bi nezanî, ji ber ku meriv şaş difikire tên kirin.
Heger ne wer bûya li dinyayê ewê poşmanî tunebûya.
”Hûn ji kobra ra bibêjin mar jî, hûn bibêjin mîrê hêja jî ewê bi we vede.”
Ev gotina wecîz wek şîreteke li me kurdan hatibe kirin, dibê
em tu carî bawerîyê bi neyarên xwe neynin.
Ji tarîxa me ya nêz em dibînin ereban, faristan û tirkan çi
bêbextî bi me ra kirine.
XXX
”Jin sinetkar in, pîvana bihayê sinetê wê, hêjayîya sinetê
wê mala wê ye.”
Çimkî mal her tim ji mêr bêtir ya jinê ye û jin jî tim bi vî
çavî li mala xwe dinêre. Mêr li mala xwe wek mîvanekî daimî dibîne.
Ji Mark Twaîn çend gotinên xweş:
-Cehalet ne nezanî ye. Cehalet, nezanîya bi nezanbûna xwe
ye.
-Her kes dişibe hîvê. Alîyekî wî yê tarî heye, lê wiya rê
kesî nade.
-Heger hûn kûçikekî bêxwedî bigrin bibin mal, xwedî bikin,
rehetiyê bidinê, ewê ranehîje we. Ferqa esasî ya nabêna însên û kûçik ev e.
-Di heqê Cinet û Cehnimê da naxwazim tiştekî bibêjim., çimkî di her duyan da jî dostên min hene.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar