07 augusti 2021

Bi vî aqilî em tu carî nabin xwedî welatekî serbixwe

Xortekî bi navê Mustafa Acar di twîtteke xwe da li ser koça efxanan gotibû: ”Madem Efxanî ji ber şer direvin çima jinên xwe û zarokên xwe di nava şer de dihêlin û -tenê ciwanên 18-25 salî- tên? Ez dibêjim qey ê li vir wek mîlîtanan bên perwerdekirin. Dîsa ji kê re xêr be ji me Kurdan re ne xêr e.”

Mehmet Salih Bedirxan li dijî vê dîtina Mustefa Acar derket û ev komentara jêr kir:


”Seyda, gelek rehendên vê pirsê hene. Jin û zarok jî tên lê rêjeya wan kêm e pirê caran 1.500 -2000 hezar kîlometreyan dimeşin. Rê gelekî xetetîr in û ji bo jin û zarokan jî ew xeterî metirsî zêdetir in. Di nezera min de divê em bi germî pêşwaziyê li wan bikin. Çunke penaberî heq e.”

Ev gotinên M. Salih Bedirxan bi min pir ecêb hat, min jê ra wiha got:

Zinarê Xa,mo: ”Tu tam wek berdevkê Yekîtiya Netewî,komeleya piştgiriya efxanan dipeyive. Tu qet meraq nakî tirk çima dihêlin rojê bi hezaran efxan werin Tirkiyê? Tê bîra te di dema koça kurdên başûr da leşkerên tirk çi dianîn serê wan,bi daran çawa bi wan dikeketin.Lê afganan ew bi xwe tînin.

Tu zanî tirk ewê van efxanan li Kurdistanê bi cî nekin?
Her misilmanên çeteyên tirk tînin Tirkiyê dosyên tirkan û Tirkiyê ne û li dijî me ne.
Ereb li ber çavan e?
Ma ereb giş nebûn leşkerên tirk û şerê me nakin?
Tu ferqa efxanan, pakîstanîyan ji ereban tuneye.

Piştî hewqas serpêhatî û trajediyên mezin dibê êdî em hewqasî saf nebin, dost û dijminên xwe ji hev bigerînin û li berjewendiyên xwe bifikirin. 

Tirk nahêlin kereke kurdan ji sînor derbas be, tavilê dikujin, lê efxanan qefle bi qefle derbas dikin. Dibê ev yek me bide fikirandin.”

Piştî vê şiroveya min di nabêna min û Mehmet Salih Bedirxan da minaqeşeyekê dest pê kir. Twîttên me ji hev ra nivîsîn ev in:

Mehemt Salih Bedirxan: Mamê hêja, ez ne berdevkê ti kesî me û çavdêriyên xwe ez tînim ziman û behsa ''heqê penaberiyê'' dikim ku ew heq bi rêkeftinên navdewletî hatiye parastin.

Zinarê Xamo: Birayê ezîz, haya min jî ji wî mafî heye. Lê belê ev nayê wê maneyê merivê tiştên li dijî xwe jî biparêze. Ma tu nabînî ereban demografîya gelek bajarên Kurdistanê guherandine? Tu çi zanî piraniya efxanên tînin ne ozbek in? Tiştê tu ji bo efxanan dibêjî afxan ji bo kurdan nabêjin.

Mehemet Salih Bedirxan: Ez li dijî kulegoyîyê me, çawa hemû kurd ne baş in hemû ereb û tirk û efxanî û hwd... pêkhate ne baş in. Meseleya dagirkeriyê Tirkiyê tiştek e lê dijberiya penaberan tiştekî din e.

Zinarê Xamo: Bira, bi penaberan demografîya welatê te diguhere, welatê te ji destê te çi?
Tu qala çi dikî?
Tirk bi koçberan Kurdistanê ji me distînin. Ma tu nabînî Riha, Dîlok, Xarpêt, Sêwas Meletî, Erzingan bi û gelek bajarên din ji me girtine?

Mehmet Salih Bedirxan: Di nezera min de xeta sor parastina mafê mirov e û tiştên din jî hemû bi ber bê dikevin û namînin. Rast e, li ser destê tirkan demografiya bajarên me yên binxetê hatin guherandin. Lêbelê çi peywendiya pirsa penaberên efxanî û demografiya bajarên binxetê bi hevdu re nîne.

Mehmet Salih Bedirxan: Mamê Ezîz, tu min tohmetbar dikî. Min li ku û kengî xwstiye tirk demografiya Kurdistanê biguherînin û gelheya kurdan li Bakur kêm bikin. Heger ji aliyê komelnasiyê ve ji min re bêje bê ka çi kemûkurtiyên Rihayê hene bajarên kurdan wê bi çi awayî bibin Riha? Ka çî Rihayê heye?

Zinarê Xamo: Tiştê tirkan li binxetê kirin li ser xetê jî dikin. Hedefa wan  eynî ye.
Li Wêranşarê, li Serê Kaniyê bicîkirina afganan guhertina demografîya Kurdistanê ye.
Li her bajarê kurdayetî lê xurt e ewê efxanan, ozbekan û pakîstaniyan lê bi cî bikin.
Ereb çawa bûn leşkerên tirkan, ewê jî bibin, mecbûr in bibin.
Tu, bicîkirina exanan li Wêranşarê, li Serê Kanîyê normal dibînî û diparêzî.
Maneya xwe guhertina demografîya Kurdistanê ji bo te ne muhîm e.
Tirk çima efxanan nabin li Yozgatê, li Çorimê, Rîzeyê, li Gîresûnê bi cî nakin, çima li Wêranşarê bi cî dikin?
Çimkî dikin Wêranşarê bikin Xarpêt!

Te gotiye:” Di nezera min de xeta sor parastina mafê mirov e û tiştên din jî hemû bi ber bê dikevin û namînin.”
Yanî ji bo te guhertina demografîya Kurdistanê ne muhîm, ya muhîm û esasî mafê penabera ye.
Ma hîn tu yê çi bibêjî?
Tu dibêjî Kurdistan ji dest me dihere, nare ne muhîm e, ya muhîm mafê efxana ye.
Kurdê serpêhatiya Efrînê, Serê Kanîyê dîbe û viya bibêje felaketeke mezin e.

Mehmet Salih Bedirxan: Ez bicîkirina efxanan li Serêkaniyê di cî de dibînim çawa bicîkirina kurdan li welatên Ewropayî asayî ye hatine efxanên penaber ji bo bajarên kurdan jî ji bo min wisa ye û ez vê di çarçoveya guhertina demografiyê bi nav nakim.

Zinarê Xamo:
Ê çima tu dibêjî ez guhertina demografîya Kurdistanê naparêzim?
Wa ye tu ne li dij e li Serê Kaniyê bi cî bibin.
Li wir berê Ozbek jî bi cî kirine. Here binêre, ji gurên boz xerabtir in.

Miqaseya efxanan û kurdan pir beradayî ye. Kurd demografîya tu welatekî Ewrûpayê naguherin, ew bi xwe asîmîle dibin.
Lê efxanên li Wêranşarê, li Serê Kaniyê ewê bibin zilam û leşkerên tirk û şerê kurdan bikin, demografîya Kurdistanê biguherînin. Ji xwe ji bo wê ye tirk wan ne li Yozgatê, li Rîzeyê, li Wêranşarê bi cî dikin.
Min nizanîbû tu yekî wiha ye. Ne hewceye em zêde dirêj bikin. Dostîya min û te li vir qedîya.

Xelk bi têlan, bi tank û topan, bi teknîka herî moder sînorên welkatên xwe diparêzin, Mehmet Salih Bedirxan û hin kurdên me bi çavê xana zemo li Kurdistanê dinêrin, dibêjin bira bi milyonan efxan werin û tirk wan li Kurdistanê bi cî bikin.

Ji bo Mehmet Salih Bedirxan kîjan koçber werin Kurdistanê, armanca wan û tirkkan çi be jî dibê em mafê wan yê mayinê biparêzin.
Ew demografîya Kurdistanê biguherînin, wek ereban bibin zilam û leşkerên tirkan jî ne muhîm e, ya muhîm ”parastina mafê koçberîyê ye.”
Xwediyên dîtineke wiha tu carî nabin xwedî welat, çimkî ji bo wan mafê ”koçberan” ji welat jî muhîmtir e.
Kurdê "mafê penaberîyê" di ser her tiştî ra, di ser guherîna demografîya welatê xwe ra jî bibîne bi gotineke herî sifik ne biaqile.
Bêyî kurdan ferdê tu miletekî din tiştekî wiha nabêje. Efxanên hin kurd ji bo wan hêsiran dibarînin, sed sed xerîb herin li walatê wan bi cî bibin, çimkî xelk ji welatê xwe hez dike.

Lê yên me dibêjin kî tê bira were, deriyê mej i her kesî ra vekiriye.
Pêşiyên mej î wiha kirin, dûra wan koçeran welatê wan ji wan stendin û ew jî ji xwe ra kirin bindest û kole. Mehmet Salih Bedirxan jî hîn wek bav û kalên xwe difikire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE