28 februari 2017

Tirkiye baş bi kurdan dilîze

Wek tê zanîn sê roj berê di dema hatina Mesûd Barzanî da li Balafirxana Stenbolê ala kurd hat hildan.
Gelek tirkên nînadperest û faşîst û serokê MHPê Develet Bahçelî ji ber ku hukûmetê hildana ala kurd qebûl kiriye rexne li hukûmeta AKPê girtin û hinekên wan jî heta bigihîje heqaretên mezin li Barzanî, li kurdan û li ala kurd girtin.

Zimanê me sîgorta hebûna me ye


Mirina zimanekî jî û jîna(nemirina) zimanekî jî di destê însên da ye. Miletek li zimanê xwe xwedî derkeve ewê zimanê xwe bi pêş xe û lê xwedî dernekeve, bi zarokên xwe ra ne bi zimanê xwe, bi zimanekî biyanî bipeyive, ew ziman zû dereng mahkûmî mirinê ye.

Tiştê nuha dewleta tirk dike û piraniya kurdan jî pê ra dibin alîkar ev e. Bi bi hev ra, zarokên xwe ra ji dêlî kurdî bi tirkî dipeyivin, ev jî mirina zimanê kurdî ye.

”Heger hûn dixwazin miletekî ji ortê rakin berê ji zimên dest pê bikin.”
Konfuçyus

”Ziman neynika miletekî ye.Gava em li vê neynikê dinêrin di wir da em rismê xwe yê rastîn dibînin.
Schiller

Xurtiya zimanekî  ne avêtina, qebûlnekirna yê xerîb e, daqultandina wî ye..
Miletê zimanê xwe wenda bike kultura xwe, zargotina xwe, edebiyata xwe û şiûra xwe ya netewî jî wenda dike.  Çimkî ziman, mala fikir e. Bi saya zimên em dixuliqînin.

Çimkî kultur jî, edebiyat jî û zargotin, folklor jî bi riya zimên ji neselekî dewrî neslekî din dibe. Gava ziman bimre her tiştê bi zimên tê çêkirin jî dimre. Bi giştî em ji vê ra dibêjin kultur.

Ziman nasnameyeke me kurdan ya herî muhîm e, bi zimanê xwe em ji miletên cîran digerin. Roja em vî zimanî wenda bikin em jî wenda dibin.

Tirk viya baş zanin û lema jî ji bo ku zimanê me wenda bikin çi ji destê wan tê dikin. Û piraniya kurdan jî bi rengekî bêşiûr destegê didin vê hedefa tirkkan.

"Heger hûn dixwazin miletekî ji ortê rakin berê ji zimên dest pê bikin."

Tirkî bûye zimanekî kurdîkuj
Tirkî mejuyê gelek kurdan çelqandiye. Ez nizanim farisî û erebî jî eynî tişt aniye serê serê kurdan ya na.
Bi fêrbûna tirkî ra kurd înkara xwe û zimanê xwe fêr dibin.
Gava kurd tirkî fêr dibin, kurdî dest bi mirinê dike.
Gava zarokên kurd dest bi mektebê dikin hêdî hêdî ji dibin tirk û ji kok û kultura xwe, ji kurdbûnê xwe dûr dikevin. Bi piranî dibin mankurt, yanî koleyekî bêhiş û îtîatkar.

27 februari 2017

Qebûlkirina Tirkiyê ya serxwebûna Kurdisanê vireke bêbingeh e

Li balafirxaneya Stenbolê hildana ala kurd baş e, lê di eynî wextê da di warê dîplomatîk da mafekî kurda ye, ji bo her serokî eynî tiştî dikin. Ji bo kurdan nekirina wan ya heta nuha dîskrîmînasyona kurda ye.
Bi baweriya min li balafirxana Stenbolê hildana ala kurd nabe îspata hukûmeta AKPê piştgiriyê dide serxwebûna kurdan ya jî serxwebûna Kurdistanê qebûl dike.

Li Tirkiyê hebûna dadgehan êdî sembolîk in

Ahmet Turk di hevpeyvîna xwe ya di HaberTurkê da, li ser girtina xwe ji Kubra Par xanimê ra gotiye:
”Piştî tewqîfkirinê ez li hêviyê bûm min bibin Girtîgeh Mêrdînê. Lê belê ji salona mahkimê birin balafirxanê. Ji wir em çûn Sîlîvrîyê. (Sîlîvrî qezayeke girêdayî Stenbolê ye.)
Yanî berî ku biryara dadgehê diyar bibe bilêta min û polîsên ewê bi min ra bihatana hatibû kirîn, girtîgeh hatibû tespîtkirin. Ev jî nîşan dide ku ev girtin biryareke siyasî ye. Lê belê ez bibêjim ez matmayî mam ne rast e. Ji ber ku em fêr bûne. Me tiştên wiha di 1980î da, di 1994a da dît.”


Wek hûn dibînin, berî ku dadgeh biryara tewqîfkirinê bide, bilêta wî kirine û di girtîgeha Silîvrîyê da jî jê ra cî veqetandine.
Tu ferqa vê dewletê û dewleteke mûzan tuneye. Ancax dewleteke, şêxên ereban, dewleteke mafîa wiha bike.
Li welatekî wiha kes nikane qala hebûna huqûq û edaletê bike.Yanî meriv kane bibêje li Tirkiyê hebûn dadgehan êdî sembolîk in. Bi taybetî ji bo kurdan ev ji sedîsed wih aye.
Lê belê ev komedî ne mexsûsî îktîdara Erdogan e, qanûnên vê dewleta irqçî û antî-kurd ji bo kurdan tim wiha bûye.

Tirkiyê tu carî negotiye ew serxwebûna Kurdistanê qebûl dike

Li gorî xebera malpera Kurdistan24, Umît Firat gotiye ”Tirkiyê dev ji şêla xwe ya berê berdaye û êdî amadeye serxwebûna Kurdistanê qebûl bike.”
Min gelkî dixwest ev texmîna Umît Firat rast be.
Lê belê qet nakeve serê min.
Çimkî ez di siyaseta hukûmeta AKPê ya li hemberî kurdên bakur û rojava da bi qasî misqalekî guhertinekê, nermbûnekê, sinyaleke pozîtîf nabînim.
Tirkiye li Sûriyê li dijî otonomiya kurda ye, li bakur hebûna kurdan û perwerdeya bi kurdî qebûl nake
Lê li başûr serxwebûna Kurdistanê qebûl dike.
Ev çawa îş e û çi siyaset e?
Tirkiyeya li rojava û li bakur qebûl nake kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk, ji bo çi li başûr ewê ne li dijî serxwebûna kurdan be?
Ji bo çi li başûr ewê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike?
Esbabî mûcîbeya vê dostaniya Tirkiyê bi kurdên başûr ra çi ye?
Ez dikim nakim, nikanim vê siyaseta Tirkyê ji hev derxim, fêm bikim û ji vê duayê ra bibêjim amîn !
Dibe ku hişê min naçe ser siyaseta kûr…
Lê yên dibêjin ”Tirkiye hazir e serxwebûna Kurdisanê qebûl bike”, bira ji kerema xwe ra me ronî bikin.
Çima û ji bo çi?
Û îspata vê ”qebûla” Tirkiyê çi ye?
Ez bi xwe bawer nakim Tirkiyê dev ji siyaseta xwe ya resmî berda be û sozeke wiha dabe kurdên başûr.
Lê heger sozek wiha dabe kurdan jî derew e, kemîn e, xapandin e…
Heger ne vir e, ne xapandin e, heger rast e, bira Erdogan derkeve vê yekê eşkere bibêje.
Bira beyanekê belav bike û bibêje em piştgiriyê didin serxwebûna kurdên başûr.
Ne ku hin kes ji kîsê xwe îdîayên wih bavêjin ortê…

26 februari 2017

Gava cesaret nemîne

Ji bo jiyaneke azad, ji bo serketinê cesaret, wêrekî şert e.
Dilê tirsonek ne dilekî hur e.
Nietzsch gotiye, ”heger hûn bi tirs bijîn hûnê tenê li jiyanê temaşe bikin.”
Lema jî ji bo ku meriv jiyanê tam û li gorî dilê xwe bijî dibê meriv tirsê ji dilê xwe dûr xe, wêrek be.
Ancaxa gava meriv ne tirsonek be meriv kane bi ser keve û bigihîje mirad û meqseda xwe.

Dîlbaz

Hin kes di xapandinê da pir hoste ne,
wek jinên dîlbaz in,
him eşkere bi neyar û qatilên kurdan ra ne,
him jî xwedêgiravî şîna şehîdên kurdan dikin.
Yê ji bo kurdan bigrî nabe hevalê dijmin.
Dîlbaz, kesê bi zarxweşiya xwe, bi zimanê xwe yê şîrîn însanan dixapîne.
Di piyasa siyasî da gelek kesên wiha hene, him dewletê û him jî kurdan îdare dikin. Bi şivên ra dixwin, bi xwedî ra digrîn...
Bi şevan di telewîzyonên tirkan da aqil didin dewletê, bi roj jî mesajên serxweşiyê dişînin ji kurdan ra, di medyaya sosyal da xwedêgiravî ji bo kurdan dikin ax û wax...
Yanî bi vê dîbaziya xwe dewleta tirk jî û kurdan jî baş îdare dikin...

XXX
Heger ezê te nebînim
çi bikim bi van çavan
heger ezê bi te şa nebim
çi bikim bi van xeyalan
ev çav ji bo dîtina te ye
ev dil ji bo evîna te heye
ne xeyala te be
her tişt ji bo min
bêmane û beyhûde ye

XXX


Hevalê Celoyê dîn jê ra got:
”Perê wê heye nafire, derziya wê heye pêvenade, pêtaga wê heye hingiv çênake. Ew çi ye?”
Celoyê dîn got:
-Ez bikutim moza wiha…

25 februari 2017

Piştgiriya Tirkiyê ji bo serxwebûna Kurdistana başûr vireke mezin e

Yên dibêjin Tirkiye hazir e serxwebûna Kurdistanê(başûrê Kurdistanê)nas bike ya xewnan dibînin, ya xwe dixapînin, ya jî bi qestî dezînformasyonê belav dikin.
Tirkiye îro li tu beşekî Kurdistanê ne dostê kurda ye, lê dijminekî kurdan ê pir tahlûke ye.
Hukûmeta AKPê dijminekî pir bi dek û dolab e.
Erdogan ne xêrxwazê tu partiyeke kurd e...

Ji tirsa tirkan newêre bibêje ez kurd im lê dîsa jî diçe Tirkiyê tehtîlê û gerr û seyranê

Xortekî bi navê Muslim Azade, li Stenbolê aşpêj e, yanî lokantacî ye. Diyalogeke nabêna xwe û kurdekî zaxoyî da wiha nivîsî ye:
"Do du muşteriyên min ez matmayî hîştim.
Yê yekem jin û mêrekî zaxoyî bûn. Em bi kurdî dipeyivîn. Min pirsî ew ji ku ne?
Gotin em ji Îraqê ne.
Min got, ji ku dera Îraqê?
Gotin, ”em ji Zaxo ne.”
Min got, ma wira Kurdistan e ya Îraq e?

24 februari 2017

Jiyan û Olan

Zilamek û lawê xw li daristanê degiriyan. Lawik lukimî, ket. Nigê wî êşiya. Ji ber êşa nigê xwe qîrînî pê ket, got ”axxx”!
Ji qotê çiyayê hember dengekî got ”axxx” û lê vegerand!
Lawik matmayî ma, bi qîrîn got:
-Tu kî yî ?
Çiyê bersîv dayê:
-Tu kî yî?
Lawik ji vê bersîvê pir hêrs bû, got:

Li ser lêkera "peçandin" ê

Peyva "peçandin" !
Nuha bi munasebeta pirsekê gotina ”peçandinê” hat bîra min. Min li hin ferhengan nêrî min nedît.
Gava me tiştekî hişk, wek riza nuh hatiye spîkirin(kutan) ya jî tirşa hebirmana(hebên hinarê yên hişkirî)davît ji devê xwe da, me digot:
-Ez dipeçînim.
Ez rizê dipeçînim.

Çîroka kund û kêrgu

Çîrokên  Aisoposê yûnanî ne tenê ji bo zarokan, ji bo mezinan jî tije ders in. Bi qasî zarokan, dersên mezin jî ji wan bigrin pir in.
Ji xwe belkî di destpêkê da ji bo rexnekirina mezinan hatin nivîsîn. Lê ji ber ku wê demê rexnekirina eşkere tahlûke bû, lema jî qehreman bûn lawir, dar û ber û nebat.

23 februari 2017

Muhsîn Kizilkaya çima li piyasê xuya nake?

Yaho ev Muhsîn Kizilkaya ji zû da ye xuya nake, gelo wenda bûye, nexweş e ya jî Xwedê neke îş, mîşek hatiye serî?
Min meraq kir, ma haya kesî jê heye?
Heger were bîra we, Muhsîn Kizilkaya demakê gula telewîzyonên tirk bû, abûqat û murîdekî Erdogan yê di telewîzyonan da bû.

Kurd do jî bêkes bûn îro jî bêkes in

Li Kurdistana bakur rewş pir xerab e, leşker û polîsên tirk zulmeke nedîtî li kurdan dikin. Dinya li kurdan kirine zindan. Rojê bi sedan kesî digrin bin çavan, terorîze dikin, îşkence dikin, davêjin bin kilîtê.
Her roj li vir û li wir çend kesan înfaz dikin.
Ev serê hefteyekê ye li Nisêbînê operasyoneke leşkerî dimeşînin, hin herêm û gund girtine bin hesargê, sê gund(Xirabê Bava, Talat û Cibilgiraw)ji bin da şewitandin û terşên gundiyan jî dane ber gulan.

Ji ber navê Kurdistanê KURDSIAD girtin

Komeleya Karsaz û Pişesazên Kurdistanê (KURDSIAD) ji alî dadgeha Diyarbekrê ve ji ber navê "Kurdistanê" do, di roja Zimanê Dayikê ya Cihanê da hate girtin.
Lê dadgehê bi girtina komelê tenê jî qîma xwe neanî, salek cezayê hefsê  û 820 lîre jî cezayê pera li serokê komelê A. Bakî Karadeniz birî.
Çavê hemû kurdên hevalê AKPê û xayinan ronî be!

22 februari 2017

Kurd dixwazin rojekê berî rojekê pêsîra xwe ji kurdî xelas bikin

Vê diyalogê bixwînin !
Dostekî min ê hêja, bi navê Kerîm Koşar li Qoserê zarokxane(kreş)vekiriye. Min zaeokxana wî pîroz kir. Di nabêna min û wî da ev diyaloga jêr derbas bû.
Min xwest hûn jî bibînin ku li Kurdistanê asîmîlasyon gihîştiye çi astê û kurd zarokên xwe bi dilxweşî çawa davêjin ber çerxa asîmîlasyonê.
Helbet ev ne mexsûsî Qoserê tenê ye, li her dera Kurdistanê rewş ev e.

Kurdê bindestiya xwe diparêze

Kurdekî bi navê Halîl Suleyman Bey Ogullari, nivîsa min ya li ser silava Bînalî Yildirim ya ”Gurê Boz” yanî silava faşîstên tirk rexne kir û got ez ”qewmîyetçîtiyê” yanî neteweperestiyê dikim.
Û li gora wî dibê meriv xwe ji hevkariya MHPê û AKPê aciz neke, ji ber ku kurd jî bi hev ra tifaqê dikin û em bi tifaqa kurdan kêfxweş dibin lê ya tirkan rexne dikin. Ev jî ne rast e.

Aqilê esasî...


Di dema ziyareta nexweşxaneya aqil da yekî ji tuxtor pirsî:
-Tuxtor beg, gava hûn nexweşekî li nexweşxanê didin razan, pîvana we çi ye, hûn li gorî çi biryarê didin?
Tuxtor got:
-Em curnê serşokê(kuwetê)tije av dikin. Dû ra jî sê tiştan, kevçiyekî, fîncanekê û satilekê didin destê yê nexweş. Û dû ra jî em ji yê nexweş pirsa ewê curn çawa vala bike dikin. Mesela we yê çi bikira?
Mêrik bêteredut got:
-Min fêm kir. Rast e, merivekî normal ewê satilê tercîh bike. Çimkî satil ji kevçî û fîncanê mezintir e.
Tuxtor got:
-Na, merivekî normal ewê tipaya(devikê)curn bikşîne.
Bi tiştên ji me ra tên pêşkêşkirin dîtina çareseriyan her tim ne biaqilî ye, hiş/aqil, dîtina çareseriyên derî wan e.
Ji bo ku em kurd ji vê gerembolê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe, dibê em riyên, alternatîfên ne li ber destan, hin riyên nayê bîr û bala kesî bibînin...



XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yirdirim, bi îşareta ”gurê boz” ya mexsûsî faşîstên tirk silav daye ulkucî û faşîstên MHPê û bi axaftina xwe ew mest kirine.
Bînalî Yildirim ji mîvanên xwe yên MHPyî ra gotiye:
”Birayên min yên miletperwer û ulkucî(yanî irqçî, panturkîst û antî kurd) gotin welat û milet berî her tiştî ye û em bi hev ra derketin vê rêyê. Ma em viya qet ji bîr dikin?”
Rast e rêya wan jî û hedefa wan jî yek e, neyartiya miletê kurd e. Li ser vê hatine ba hev.
Lê belê hin kurdên bêhiş ya jî bêxîret hîn jî ferqê dixin nabêna MHPê û AKPê û bi sextekarî Bînalî yildirim ji Devlet Bahçeliyê faşîst baştir dibînin û wisa propaganda dikin.
Lê em zanin gava mesele dibe kurd û Kurdistan, di nabêna MHP û AKPê da, di nabêna Yildirim û Bahçelî û Erdogan da tu ferq tuneye, herdu partî jî bi qasî hev neyarên kurdan in û gava hewece be li hemberî kurdan dibin yek.

21 februari 2017

Min xwest tu bizanî...

Dibê tu bizanî…
Bawer bike di ser evîna te ra min tu evîn neheband
ji navê te ra min dilê xwe kire hêlekan
bi şev û roj
bi hezkirine mezin
min tu tê da lorand
min navê te kir nivişt û pazbend
wek sebrekê tim bi xwe ra gerand

Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne

Ne mimkûn e meriv her kesî bîne ser  fikir û baweriya xwe.
Ne mimkûn e meriv her kesî bike dost û dilxwazê xwe.
Ne mimkûn e meriv her kesî bike hevalê xwe.
Ne mimkûn e meriv îdeolojiya xwe, siyaseta xwe, dînê xwe, mezhebê xwe bi her kesî bide qebûlkirin.
Tiştekî wiha zorbatî û dîktatorî ye û netîceya wê jî şer û malkambaxî ye.

20 februari 2017

Ev ne pif e, tif e !

Krîstîn Ozbey xanimê di vê nivîsa xwe ya di Diyarnamê da kitêba şair Roşeng Rojbîr ”Ev ne pif e, tif e” bi me daye nasîn.
Mala wê ava be, karekî pir baş kiriye. Ne xêra vê nivîsa wê bûya minê ev şairê hêja nas nekira.
Min ji nivîsa Krîstîn Ozbeyê  jî, ji navê kitêbê jî û ji naveroka wê jî pir hez kir. Xwezî çend numûneyên din jî dabûya.

Heger em nebin yek emê herin yek bi yek

Li gorî berê gelek dewletên xwedî hêz îro piştgiriyê didin me, dixwazin em hêzên xwe bikin.
Di dîroka kurdan ya dûr û nêz da kurdan tu carî sempatî û destegeke hewqasî mezin ji Ewrûpa û dinyayê negirtiye.
Gelek dewlet êdî vekirî destegê didin serxwebûna Kurdistana başûr. Ev yek fersenedeke dîrokî ye.
Li hemberî vê alîkarî û piştgiriya dinayê neyarên me şeqizî ne, har û dên bûne.
Lê em ji dêlî ku ji vê îmkanê û fersenda dîrokî feydeyê bigrin û tifaqa xwe ya netewî çêkin, em li ser tiştên pir biçûk, li ser kursiyekê ya jî hin berjewendiyên bêqîmet ketine gewriya hev. Û rismekî gelkî ne xweş pêşkêşî xêrxwaz û mitefikên xwe dikin.
Hêz û wexta em didin xirecirê û şerê hev, heger me daba xebata yekîtiyê nuha em li nuxteyeke gelkî baştir bûn.
Dibê em bizanibin ev rewş, ev sempatî û piştgiriya îro ji bo me çêbûye ne ebedî ye, sibe bi guhertina şeran ra kane ji ortê rabe.
Lema jî gerek meriv vê atmosfera îro di lehê me da peyda bûye ebedî nebîne û destê xwe zû bigre.
Gava partî li hev bin, dijminatiya hev nekin, di medyayê da êrîşî hev nekin, kurd jî ewê bi hev nekevin.
Ji ber ku nabaêna partiyan ne baş e dilsoz û terefdarên van partiyan jî neyartiya hev dikin. Û ev jî li feydeya dijminên me ye. Çimkî em wexta û hêza xwe ne ji bo yekîtiyê û tiştên baş, ji bo şerê hev xerc dikin…
Dema xerab bûn yek
dibê baş jî werin ba hev,
ya na ewê herin yek bi yek.

Hatina ba hev destpêk e, mayina bi hev ra pêşketin e, xebata bi hev ra serketin e.
///Henry Ford

19 februari 2017

Heta kurd bêdewlet bin halê wan ewê tim perîşan û ciyê wan jî ewê tim zindan be

Ayetullah Hasanoglu gotiye, ”Kek Îbrahîm Xelîl BARAN ji bêdewletiyê ket hundir. Dewletek kek Îbrahîm Xelîl Baran hebiya niha cihê wî ne girtîgeh bû, cihê nava derwêş û pisporan bû.
Tenê lê tenê sûcek wî hebû.
Çîroka xwe negîjand hemûyê qewmê xwe...”

Xem û xeyalên min…

Daxwaz, xeyal û krîterên her kesî cihê ye. Her kes li gorî xwe tiştekî, hedefekê xeyal dike, dixwaze bigihîje wir.

Hinek dixwazin li vê dinya derewîn bibin xwedî serwet, mal û milk, qesir û qonax, bibin xwedî erebeyên luks.

Hinek dixwazin bigerin, dinyayê bibînin, kêf û zewqê bikin.

18 februari 2017

Li ser teqîna Wêranşarê...

Do bi şev li Wêranşarê li ber malên mamûrên dewletê teqînek çêbû. Di teqînê da yek jê zarokekî 12 salî, du kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn
Gelek bînayên nêzî ciyê teqînê xisareke mezin dîtin. Bi qasî ku ji risman xuya dike teqîneke pir mezin bûye.
Heta nuha tu rêxistinê, tu hêzê teqîn negirtiye ser xwe.

Erdogan dîsa şûrê ereban kişand û êrîşî kurdan kir

Erdogan li Erebîstana Suûdî ji kanala El-Erebiye ra gotiye:
”Piştî El Babê hedefa me Munbîç e. Ji ber ku Munbîç ciyekî aîdî ereba ye. Li wir nuha YPG heye, PYD heye. Dibê ew ji wir derkevin. Me ev yek berê ji emerîkiyan ra got. Me di dema Obama da got. Gotin vala kirin, ewê vala bikin. Lê belê vala nekirin. Nuha dibê wira vala bikin. Dibê ew der bi temamî teslîmî birayên min yên ereb bibe.”

Dewleta tirk heqareteke nedîtî li kurdan dike

Du roj berê parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu berdan.
Qey poşman bûn, îro dîsa girtin.
Ya jî bi zanetî wiha dikin.
Mêraniya xwe nîşanî me didin.
Heyfê digrin.
Dibêjin hûn “parlamenter” bin, çi bin jî em kanin we wih pîs bikin…
Yanî terorîzma dewletê ye.
Zorbatî û çavsorî ye.
Irqçîtî ye…

17 februari 2017

Li ser gelşeke tercume yê

Xortekî gotiye gelo ”dikiş tutturamamak”a tirkî meriv çawa kane weregerîne kurmancî?
”Dikiş tutturamamak” îdyomeke, tabîreke. Hin kurd dibêjin ”biwêj”. Û bi tirkî di maneya bi ser neket, nikanîbû dom bikira, şansê wî alîkariya wî nekir.
Îdyom tercume nabin, di her zimanî da wisa ye. Ji ber ku îdyom, biwêj e  tim maneyeke xwe ya din heye û ya esasî  jî ew e.
Lema jî wergera îdyoman pir zor e,...

Dawiya derew û xapandinê hat

Bêguman kurd jî rojekê ewê ji vê xewa mirinê şiyar bibin, dev ji hevaltî û biratiya rûvî, gur û keftaran berdin, siyaseta welatê ortax û cumhûrîyeta demokratîk rede bikin û ji dê lî wê va bidin ser rêya azadî û serxwebûnê, daza Kurdistanê bikin.
Ev yek hinekî wextê bigre jî zû, dereng ewê bibe.
Kurd ewê hêviya xwe ji biratiya tirkan, ji demokrasî û edeleta wan qut bikin.

Kurd hêvîya xwe ji tirkan qut dikin

Etyen Mahçupyanê hevalê AKPê di heqê kurdan da aqil daye partiya xwe û gotiye:
”Kurd manen ji Tirkiyê dûr dikevin, coxrafiyeke xwe xerîbê Tirkiyê dihesibîne çê dibe!”
Li gorî Mahçupyan, dibê AKP vê psîkolojiya kurdan ya talûke bibîne û siyaseteke li gorî wê bimeşîne.
”Heger hukûmet di propagandeya referandûmê da retorîka xwe neguhere, li hemberî kurdan zimanekî hîn nerm bi kar neyne di dawiyê da ev veqetandin ewê hîn tûjtir bibe.”

16 februari 2017

Taliya Orhan Mîroglu ya trajîk

Însan carê bibe hevalê dijmin dihere û dihere, sînorê îxanetê namîne.
Orhan Mîroglu berê kurd û çep bû.
Dû ra bû ereb û AKP.
Nuha jî bûye tirk û milîyetçîyekî tirk û pesindarê Devlet Bahçelî. Û dibêje di nabêna welatperweriya kurdan û faşîstên MHPê da tu ferq û cudahî tuneye.
Yanî gurên boz, faşîstên MHPê jî bi qasî kurdên mezlûm û bindest welatperwr in.

Dîkê jîr û rûviyê kone

Ev xemîşoka(çîroka) dîk û rûvî pir meşhûr e, gelek kesan, bi gelek hawî gotiye. Ev çîrok di kitêma min”Antolojiya çîrokên zarokan” da jî wek xemîşok/çîrok heye.
Îcar min ev çîrok bi hawê helbestî nivîsî. Ez çiqasî serketî me ez nizanim. Teqdîr ya we ye.

Dibê em sûcê xwe nexin hustuyê xelkê

Dostekî min gotiye, ”Dema min dest bi dibistanê kir min bi tirkî nizanîbû. Nuha birayekî minê 6 salî heye bi kurdî nizane.”
Bi baweriya min ev ne sûcê dewletê ye, sûcê dê û bavê wî lawikî ye.
Sûcê malbatê ye.
Sûcê wî dostê min e.
Malbatê dev ji kurdî berda ye, tirkî kiriye zimanê malê.
Di vê yekê da tesîra faktorên derve hebe jî, lê sebebê esasî dê û bav e.
Berê bav û kalên me bi hemû zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivîn. Lema jî zarok kurdî fêr dibûn.
Berê jî em nediçûn mektebên kurdî.
Erê tesîra teknîka nuh, înternetê, medyayê, telewîzyonan filan û bîvanan heye.
Ev rast e.
Lê bi qasî wan, dê û bav jî sûcdar in.
Dê û bavên berê wek yên nuha ne evîndarên tirkî bûn, ji zimanê xwe fedî nedikirin.
Lema jî bi zarokên xwe bi kurdî dipeyivîn.
Lê dê û bavên nuha, ji ber ku dîplomayeke tirkî xistine bêrîka xwe, ji ber ku di ”apartmanan” da rûdinin, ji ber ku halê wan piçekî xweş bûye, êdî şerm dikin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Çimkî bûne bajarî…
Ji ber ku bûne bajarî êdî xwe ji kurdî dûr dixin.
Li gorî berê kurd pir polîtîze bûne, lê bi vê polîtîzebûnê ra zêde nebûne kurd, belovacî wê asîmîlasyon qebûl kirine.
Zarokên kurd berê di dibistanan da fêrî tirkî dibûn, nuha di malên xwe da fêrî tirkî dibin…

15 februari 2017

Li Stockholma xopan îro buhar bû




Li Stockholma xopan îro rojeke ji rojên buharê ye.
Li derve plûs 12 derece germ e.
Roja herî germtir û xweştir ya îsal e.
Tîrêjên rojê zora qeşa erdê û belekiyên berfê yên li kêleka riyan biriye…
Berf dihele, qeşa dihele..
Kêfa civîkên(beytikên)hewşa me û li dora mala me pir li cî ye.
Cîveçîva wan guh jimin bir…
Ordegên gola me jî îro ecêb kêfxweş bûn, hinekan xwe dabûn ber tavê û hinekan jî di golê da dilîstin û bera hev didan.
Diyar bû wek însên kêfa wan jî ji vê roja xweş ra hatibû.
Ez her roj nava rojê ji hundur derdikevim û li dora saet û nîvekê li taxa me, li kêlek gola me dimeşim, geh hêdî hêdî û carnan jî hinekî bi lez piyase dikim.
Ji ber ku her êvar ez mecbûr im raporê bidim Hêvrî xanimê, di heqê meşa xwe da wê agahdar bikim.
Ji bo ku êvaran ji pitepita wê xelas bibim, ji mecbûrî her roj, pûk û baran be jî diçim bîstekê li derve çerx dibim.
Heta nuha ji ber ku dinya sar û serma bû, şilî û şepelî bû, pûk û berf bû, kal pîr ji malên xwe dernediketin.
Ez derdikevim der dimeşim ji ber ku min hîn ranehîştiye gopêl, ez hîn li ser xwe me.
Çimkî gava erdê qeşa girtibe, gelek kal û pîr dişemitin û dereke xwe seqet dikin.
Lema jî kal û pîrên ne li ser xwe, heta nuha zêde ji malên xwe dernediketin.
Lê îro li derve kal û pîrên wek min pir bûn, wek kar û berxên tu ji kozê berdî kêf kêfa wan bû.
Erê hemû bi gopal û bi erebe bûn, erê wek kar û berxan nedidan lotik û çindikan, lê dîsa jî kêfxweşî û bextewarî ji ruyê wan dibarî.
Ez û çend heban li hev sekinîn, me silav da hev û me dîrekt dest bi methê vê roja xweş kir.
Me got îro dinya pir xweş e, wek rojeke buharê ye, bîna buharê ji axê tê û hêvî dikin wiha dom bike…
Lê em zanin ewê wiha dom neke, sar û serma, berf û baran heta gulanê jî kane dom bike..

Erdogan dîsa got ewê nehêlin Îraq perçe bibe !

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya Bahreynê da dîsa li ser perçebûna Sûriyê û Îraqê sekiniye û gotiye:
”Hinnek dixwazin him Sûriyê û him jî Îraq perçe bibe. Yên ji bo perçebûna Îraqê dixebitin hene. Li wir micadela mezhebî û etnîkî heye. Çimkî li wir milîyetçîtiya pers heye. Ji ber vê mîlîyetçîtiya pers li wir(li Îraqê)perçebûnek heye. Dibê em pêşiya van bigrin.”
Wek tê dîtin mêrik ne tenê li dijî perçebûna Sûriyê ye, li dijî ”perçebûna” Îraqê ye jî.
Wek tê dîtin Erdogan dibêje Îran dixwaze Îraqê li gorî mezheban û etnîkî perçe bike.
Bi mezheban qesta wî şîî û sûnî ne û bi "etnîkî" jî qesta wî kud in. Yanî Îran ji bo perçebûna Îraqê piştgiriyê dide kurdan.
Bêguman ev vir e. Bes ya muhîm li dijî serxwebûna kurda ye, dibêje gerek meriv pêşiya viya bigre.
Lê li gel vê jî hin kurdên me yê saf, ne şarezayê siyaseta tirkan dibêjin Erdogan li Îraqê ne li dijî serxwebûna kurda ye. Heger kurd bi rastî jî wiha difikirin safiyeke mezin û heta felaket e.
Dibê kurdên başûr û her kurd baş bizane Erdogan çiqasî li dijî serxwebûna kurdên bakur e û rojava ye, bawr bikin hewqasî jî li dijî serxwebûna Kurdistana başûr e jî.
Û Erdogan û partiya wî ev dijatiya xwe tu carî jî venaşartine, di her wesîleyê da gotine.
Ne Tirkiye tenê, Sûriyê, Îran û Îraq jî li dijî serxwebûna kurdan in, heta ji wan were ewê nehêlin kurd li tu beşekî Kurdistanê bibin xwedî dewlet. Dibê em kurd vê rastiyê tu carî ji bîra xwe dernexin. Îdîayên eksê vê rastiyê derew û demagojî ye.



Bernameya ”Podscata Zimên” pîroz dikim !



Xortekî  bi navê Robîn Şahîn daxwaza hevaltiyê ji min ra şandibû. Berî ku ez hevaltiya wî qebûl bikim, min di ser ra bala xwe da profîla wî û hevalên wî. Gava min dît di Radyoya Swêd, di beşê kurdî da dixebite min hevaltiya wî bi kêfxweşî qebûl kir.
Dû ra bi meraq ez ketim malpera wî.
Min dît ku Robîn Şahîn xortekî jîr, zana ye. Û ew û hevalekî xwe yê bi navê Şivan Keleş bi hev ra karekî pir hêja dikin.
Ew û Şivan Keleş bi hev ra di Radyoya Swêd da bernameyeke/programeke bi navê ”Podcasta ZIMAN” (zimên) çê dikin.
Di destpêka bernameyê/prograamê da dibêjin çima wan navê programa xwe kirine ”Podscata ZIMAN”?
Robîn Şahîn kurdekî ji Batmanê ye, li Zanîngeha Uppsalayê zimannasiya îranî dixwîne û di Radyoya Swêdê, di beşê kurdî da dixebite.
Robîn Şahîn, kurdî, swêdî, îngilîzî û tirkî zane. Yanî bi çar zimanan kane bipeyive, binivîse û bixwîne. Ji kurdan ra kesên wiha lazim in...
Şivan Keleş jî xortekî ji Qamîşlo ye û ew li Zanîngeha Manchesterê dixwîne, li ser zaravayên kurdî dixebite. Ew jî bi sê zimanan, kurdî, erebî û îngilîzî zane.
Kurmanciya wî pir xweş e. Kurmanciya kurdên rojava bi piranî gelkî ketiye bin tesîra erebî. Kurmanciya Efrînê û Kobanê ne tê da. Tesîra erebî li ser kurdên wê herêmê kêmtir e.
Axftina kurdên Qamîşlo ne li gorî sentaksa kurmancî ye, lema jî yekî piçekî ne aşînayê erebî be ji axaftina kurdên Qamîşlo, Hesekê, Serêkaniyê, Amûdê, Dêrikê Hemko fêm nake, ya jî pir zor fêm dike. Gotinên erebî jî pir ketiye zimanê wan.
Lê meriv tê dernaxe Şivan Keleş ji  Qamîşlo ye, çimkî kurmanciya wî paqij û dirist e.
Ev herdu xortên kurd yên jîr û zana biryar dane bi hev ra di radyoyê da karekî pir hêja û muhîm bikin.
Di programa xwe ya pêşî da li ser gelşeke kurmancî ya pir muhîm, li ser bandora tirkî li ser kurmancî sekinî ne, jê ra gotine ”tirkmancî”. Û di vî warî da çend numûne dane.
Di numûneyên xwe da qala tesîr û tahrîbatên tirkî li kurmancî kiriye, qala zirarên rêzefîlmîn tirkî dane kurmancî kirine û çend numûne jî ji dublajên TRT6ê dane.
Yanî kurmanciya ji tirkî tê wergerandin, gotin û formên bi riya fîlmên dublajkirî dikevin kurmancî bêguman sentaksa zimên xera dikin.
Û ev jî dibe sebebê kurdên beşên din ji kurmanciya kurdên bakur fêm nekin û hinên caran jî şaş fêm bikin.
Di dawiya programê da bi kurdologê emerîkî Michael Chyet ra hevpeyvînek kirine. Di hevpeyvînê da Michael Chyet, qala çîroka xwe ya fêrbûna kurdî dike.
Navê programê hinekî giran e, lê wek gelek gotin û termên teknîkî û internetê ev peyv jî piştî demekê ewê were fêmkirin. Belkî ji bo kesên wek min kal û xerîbê înternetê zahmet be, jê fêm neke. Ez bi xwe gotina ”Podscat”ê nuh dibihîzim. Lê keç û xortên me ne xerîbê gotina ”Podscat”ê ne.
Û gotina dawî, bi naskirina van herdu xortên jîr û zane û guhdarîkirina li programa ”Podscata ZIMAN”(zimên)ez pir kêfxweş bûm.
Programeke xweş e, heger wexta we hebe hûn jî lê guhdarî bikin. Hûnê poşman nebin….


Linka bernameya "Podscata Ziman"

14 februari 2017

Li Berlînê hakim hene !



Qiralê Alman Fredrîkê II.,  bi navê wî yê din Fredrîkê Mezin (Friedrich der Große) di sala 1745 da ji Potsdamê derbas dibe. Ji Potsdamê pir hez dike, ji zilamên xwe ra dibêje:
 ” Min ji vir pir hez kir. Li vê dera hanê ji min ra qesrekê ava bikin”!
Roja din merivên wî diçin li wî ciyî Qirêl ecibandibû dinêrin, bala xwe didinê aşek li wir heye.
Li derîyê êş dixin, qeraş derî vedike. Dibêje:
Kerem bikin.
Dibêjin:
-Qiral Fredrîkê Mezin em şandin. Ji vira pir hez kiriye, dixwaze vira bikire û ji xwe ra qesrekê lê ava bike. Tu ji bo aşê xwe çiqasî dixwazî?
Qeraşê kal dibêje:
-Kê ji we ra gotiye ez aşê xwe difroşim? Ez aşê xwe nafroşim. Perê çi, halê çi…
Bi matmayî dibêjin:
-Dev ji gotinên tewşomewşo berde, Qiral dixwaze.
Qeraşê kal dibêje:
-Çi ji min ra kî dixwaze bikire.  Piştî ku min nefrot, kes nikane bikire.
Ji bo ku îqna bikin pir li ber qerêş didin, lê dikin nakin qeraşê kal îqna nabe.
Diçin meselê ji Qirêl ra dibêjin. Dibêjin ezbenî, li ciyê te ecibandiye aşek heye. Xwediyê êş kalekî dîn e, dibêje ez aşê xwe nafroşim.
Qiral hêrs dibe, dibêje:
- Ji min ra ban bikinê bira were vir. Ezê pê ra bipeyivim.
Diçin qeraşê kal tînin, derdixin huzûra Qirêl. Fredrîkê II. Dibêje:
-Begefendî, ez dibêjim belkî te şaş fêm kiribe, yê dixwaze aşê te bikire ez im. Tu çiqas pere dixwazî bibêje?
Qeraşê kal dibêje:
-Na, min şaş fêm nekiriye, merivên te jî do ji min ra gotin tu dixwazî vira bikirî. Lê belê ez aşê xwe nafroşim.
Fredrîkê II. matmayî ma û got:
-Begefendî înad neke, tu çiqasî dixwazî ezê bi zêdayî bidim te.
Qerêş got:
-Ez xulam, tu Qiralekî mezin î, ez zanim perê te pir e. Tu kanî qesra xwe li her dera Almanyayê lêke. Ev aşa ji min ra ji bavê min maye. Ji wî ra jî ji bavê wî mabû. Ezê jî ji zarokên xwe ra bihêlim. Lema jî ez aşê xwe nafroşim.
Fredrickê II.  ji ser kursiya xwe bi hêrs hêzî ser xwe kir, got:
-Ji bîr neke ez Qiral im ! Ev der malê te yê bi tapû be jî ezê bi zor ji te bistînim. Ezê binêrim hela tu kanî çi bikî?
Qerêş bala xwe da Qirêl û got:
-Esas dibê tu ji bîr nekî li Berlînê hakim hene! Tu kes, qiral be jî ne di ser edaletê ra ye.  Kes nikane xwe di ser edaletê ra û ji edaletê mezintir bibîne. Lema jî kes nikane bi darê zorê aşê min ji min bistîne...

Li Potsdamê Qesra Sansocî (Sanssouci) û ew aş hîn jî li kêleka hev in. Û Qiral Fredrîkê Mezin û qeraş jî bi rengekî adil  dibin cîranên hev…
Sibehan gava Qiral Frederickê II. derdiket baxçê qesrê, qerêş bang dikirê, digot:
-Roja te bi xêr Frederick, min nuh nan  lêxist, ma ji te ra nanekî germ bişînim?
Frederick jî gotiye:
-Edalet, her sibe bi bîna nanekî germ ra ji min ra dihat.
Qesra Sanssouci di nabêna salên 17451747 hat avakirin. Qral Fredrîkê II wek havîngeh bi kar dianî.  Gorra Fredrik II. ji sala 1991ê û vir da ye li parka Qesra Sanssoucisê ye.

Rûsyayê 42-0 bera Tirkiya mezin da !

Tirkiyê li dinyayê reqoreke nuh bi dest xist !
Rûsyayê di hokeya bûzê da 42-0 bera Tirkiyê da !
Ez heneka nakim, bi rastî 42-0.
Çimkî Tirkiya mezin tim ji reqorên mezin hez dike !
Li Erzeromê tîma hokeya bûzê ya Rûsyayê ya xortan di Festîwala Ciwanan ya Olîmpîka Ewrûpayê da(EYOF 2017) 42-0 bera Tirkiyê da.
Ez bawer nakim di tarîxa hokeya bûzê da heta nuha taximekî maçek 42-0 wenda kiribe.
Ev têkçûna Tirkiyê kane têkeve nava rekorên guinnessê.
Maçeke hokeya bûzê(îshokeyê) 60 deqîqe ye, di sê perîûdên 3x20 deqîqe da dilîzin.
Rûsan di nava 60 deqîqeyî da 42 gol avêtine, yanî hemahema serê deqîqeyê golek avêtine.
Ez dibêjim ji bo ku zêdetir rezîl nebin piştî gola 42an Erdogan Telefonî Putîn kiriye û gotiye êdî bes e ! Ev, rezîlkirina Tirkiyê û miletê tirk e! Heger hûn golekî din jî bavêjin ewê herb derkeve !
Û piştî vê tehdîda Erdogan, Putîn nehîştiye taximê wan hin golên din bavêjin û bibin sebebê herbekê.
Li Erzeromê ji 34 welatan 675 sporcî di çarçeweya lîstikên EYOE 2017a da ewê werin hemberî hev.

XXX


Polîsên tirk vêsê li Anqerê, Mûşê, Agiriyê dîsa girtine ser malên kurdan û 55 kurd bi îthama endamên PKKê û KCKê ne girtine bin çavan.
Ji bo zulmê li kurdan bikin derew û bêbextiya nekin tuneye, çimkî zalim û faşîst in.
Vê dewleta terorîst dinya li kurdan kiriye zindan, 24 saetan wer li ser pişta kurda ye, nahêle kurd sibehekê loqek nan bi zarokên xwe ra bixwin.
Do jî li Stenbolê, Îzmîrê, Mersînê, Edenê, Çorumê, Aydinê, Bursayê, Sêwasê, Semsûrê, Sêrtê, Çewlîgê, Mêrdînê, Êlihê, Mûşê Amedê 415 kes dîsa bi hêceta peywendiyên wan bi PKKê ra hene û amadekariya “çalakiyên çekdarî û molotofî dikin” hatibûn girtin.
Lê ev zulm ewê ji van zalim û faşîstan ra nemîne….

Li ser Serîhildana Şêx Seîd hevpeyvîneke cidî

Di ser Serîhildana Şêx Seîd ra 92 sal derbas bûn, îro 93 saliya serîhildanê ye.
Malpera Sputnîkê bi minasebeta 93 saliya Serîhildana Şêx Seîşd bi tarîxzan Mahmut Akyureklî ra hevpeyvînek kiriye.
Hevpeyvîneke balkêş e.
Akyureklî li ser serîhildanê û belgeyên mahkimeyên Diyarbekrê û Xarpêtê kitêbek jî nivîsî ye.

13 februari 2017

Hin kurdên me bi qasî dijmin jî ne demokrat in


Ev 40 sal in ez û Osman Ozçelîk hevalên hev in, heq û huqûqekî me, dîrokeke me bi hev ra heye.
Li gel ku dû ra di warê siyasî da em ji hev dûr ketin jî dostaniya me tu carî xera nebû.
Ciyê wî ne bi dilê min bû, lê dîsa jî min jê hez kir û qedir dayê.
Nuha min dît di malpera xwe ya facebookê da li ser referandûmê wiha nivîsî ye:
”Kesên dixwazin di vê referandûmê de bêjin "erê" ji vir bidûr bikevin ku hêj min bera we nedaye, min hûn neqewirandine.
Yên dibêjin em narin ser sendoqê jî... careke din bifikirin, heke hûnê neçin ser sendoqê ji hevaltiya min jî derkevin.
Ma ka RTE hevalê min e?”
Camêr bi qasî Erdogan jî maf nade kesî, di demokrasiya wî da tenê ”Na” heye. Ne "Erê" û ne jî "Boykotê" qebûl dike.
Li gorî wî dibê her kes wek wî bike, bibe dûvikê HDPa dibêje:
"Ji bo "ortakvatan/welatê ortax" û cumhûriyeta demokratîk" bibêje "NA" !
Erdogan bi derewan be jî di referandûmê da ”ER”ê û ”NA” qebûl kiriye.
Osman Ozçelîk wê jî qebûl nake, dibêje yê neçe ser sendoqê hevalê Erdogan e û lema jî ji hevaltiya xwe derdixe.
Min ev şiroveya jêr li binê nivîsa wî nivîsî û ji hevaltiya wî derketim:
”Baş e Osman, hevaltiya Erdogan mabû te em kirin hevalê Erdogan jî.
Tu mafê "NA", wek mafekî xwe yê demokratîk dibînî. Û ev maf jî Erdogan daye te.
Lê tu mafê "Boykotê" nadî kesî.
Ez ne motajê hevaltiya te me heyran, tu û serok hevalên xwe li hev bimbarek bin.”

XXX
Wezîrê karên hundir yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li ser operasyonên li dijî HDP û kurdan da gotiye,"Di 5 mehên dawî de me 2 hezar û 630 kes avêtine zindanê û dest danîne ser 79 belediyan.
Ev hejmar hindik e, di rojên pêş da jimar deh qatan ewê zêde bibe. Nuha promlema hefsan heye, di hefsan da cî nemaye. Lema jî hinekî hêdî lêdixin.
Lê di rojên pêş da ewê çend hezarên din jî bigrin.
Ji xwe li gorî medyaya tirk dinivîse hukûmetê wezareta karên hundur bi dizî teslîmî Mehmet Agarê qatilê bi hezaran kurdî kiriye, êdî ew her tiştî îdare dike û emir û aqil dide Soylu. Soylu wek emirberê Mehmet Agar dixebite.

XXX


Gava meriv ket rê, dibê bizanibe berê meriv bi ku da ye, dike here ku û ji bo çi dihere wir.
Yanî dibê hedef û nêta meriv diyar be, meriv nebe rêwiyê lêhatinê.
Ji kertêl pirsîn, gotin ”kertal ma warê te li ku ye?”
Got weleh ”ez nizanim, ba zane”!
Heta nuha bi piranî tirk û partiyên wan bûne ba û em kurd jî bûne kertal.
Di vê referandûmê da jî gerek em nebin ”kertal”, dibê em bibin ba, neçin ser sindoqan…

12 februari 2017

Tiştê tirk ji me dixwazin xizmetkarî û koletî ye


Cîgirê serokwezîr Nurettin Canikli gotiye kî çi bibêje û çiqasî bike qêrîn û hawar jî ewê terorîstan û hevalbendên wan ji kar bavêjin.
Mêrik gotiye, berê bi piranî merivên Fetulah ji kar avêtin, nuha jî dora terorîstan(yanî kurda) ye.
Canîklî wiha domandiye:
“Hûn çi dibêjin bibêjin, hûn biqîrin jî, hûn bikin hawar  û gazî jî emê hevalbendên terorê(hûn viya wek kurd bixwînin)  îxrac bikin û ji xwe tên îxrackirin û ewê werin îcrackirin jî. Me soz daye milet, kes nikane me rawestîne.”
Tirkan berê digotin kurd hemwelatiyên me ne, bi qasî tirkan xwedî maf in. Çimkî kurd jî wek tirkan dibin her tişt û tên her meqamî.

Nuha êdî vê siyasetê red dikin û dewleta xwe heta mimkûn be ji kurdan paqij dikin, her kesê hema piçekî jî bîna kurdayetiyê jê were, eslê xwe înkar neke, nebêje ez xulam û koleyê tirkan, dewleta tirk û hukûmeta AKPê û Erdogan im ji kar davêjin.

Yanî dibê êdî em kurd fêm bikin ku ciyê me kurdan wek xizmetkar jî di nava dewleta tirk da tuneye, nemaye.
Ji bo ku kurdekî bikin bekçî, odecî, tozcî, mamoste û mamûrekî dewletê dibê ew kes xwe înkar bike, bibe pan-turkîst û antî-kurd û viya jî baş îpat bike.

Lema jî wek Canîklî jî gotiye, paqijkirina dewletê ji kurdan ewê dom bike, di vî warî da dibê şika me tunebe.

Di vê serdemê da mêr û jin jî êdî bi daxwaza alieykî  tenê bi hev ra namîne, dibê herdu alî jî hevûdu qebûl bikin û bixwazin bi hev ra bijîn. Gava aliyek bixwaze û yek nexwaze, çare hevûdu berdan e.

Em û tirk hatine vê nuxtê, tirk naxwazin wek kurd me qebûl bikin, mafê me bidin û bi me ra bijîn.
Tirk û hukûmeta AKPê îro ji me ra dibêjin ya hûnê bibin tirk û xulamên me ya jî ji vir bar bikin û herin dereke din.
Ev dîtina tirkan ne nuh e, ji Serîhildana Şêx Seîd vir da ye tim van gotinan di ber me ra davêjin.
Di salên 1930î da wezîrê edaletê Esat Mahmut Bozkurt(1892-1943) gotibû:

 “Efendiyê wî welatî tirk in. Kesên xalis muxlis ne ji nîjada tirk bin li vî welatî  tenê mafekî wan heye: ew jî xizmetkarî û koletî ye. Dost û dijmin, heta çiya jî dibê vê rastiyê wiha bizanin.”

Nihal Atsiz (1905-1975) jî  dû ra eynî fikir dubare kir û wî jî wiha got:

”Me li van erdan xwîna herikand û girt, me koka gurcuyan, ermeniyan, rûman qeland û girt. Loma jî berî ku serê miletê tirk têxin belayê û berî ku ew jî tune bibin, dibê bidin rê û ji vir herin.
Ewê herin ku?
Çavê wan ku derê dibîne, dilê wan ku derê dixwaze bira herin wir.
Bira herin Îranê, Pakîstanê, Hindistanê, bira herin ba Barzanî.
Bira herin miracaetî Neteweyên Yekbûyî (NY)bikin û ji xwe ra li Afrîkayê ciyekî bixwazin.
Nîjada tirk zêde bi sebir e, lê belê gava hêrs bibe wek şêran kes nikane li hember bisekine, heger bawer nakin, bira ji birayên(hemnîjadên) xwe yên ermenî bipirsin û fêr bibin, belkî bi vî hawî aqilê wan were serê wan...”

Serokê CHPê yê kevn Îsmet Înonu jî ji Mahmût Esat Bozkurt û Nîhal Atsiz ne Kêmtir e, wî jî li ser kurdan eynî tişt gotiye:

”Eşkere ye, em nasyonalîst in. Û nasyonalîzim jî unsûrê yekîtiya me ya herî girîng e. Di nava piraniya tirkan da tesîra nufûsa tu nîjadeke(irqekî) din tuneye. Wezîfeya me, di nava wetenê tirk da dibê em hemû kesên ne tirk miheqeq bikin tirk. Nîjadên(irqên) ku mixalefetê li djî tirkan û tirkîtiyê bikin emê bibirin (îmha bikin) û bavêjin. Tiştê em ji kesên dixwazin ji welêt ra xizmetê bikin tirkbûna wan e.”

Erdogan jî çend sal berê li Semsûrê tiştên pir nêzî van fikrên Bozkurt, Atsiz û Inonu got:
”Kesên dewleteke duyemîn dixwazin bira li qusûrê nenêrin, ew ji xwe ra dewletê li ku dibînin, bira kerem bikin herin wira.”

Bi kurtî sebebê paqijkirina dewletê ji kurdan ev îdeolojiya irqçî, faşîst, pan-turkîst û antî-kurd e.
Erdogan û Bahçelî xwediyê vê îdeolojiya faşîst û antî-kurd in, lema jî dibêjin ewê îxrackirina bidomînin…




Tarîx bi qasî qehremaniyê îxanetê jî ji bîr nake


Rojekê ewê ne tenê ev zulma îro li me dibe, bêdengiya dostên me jî, hevkariya kurdên bûne merivên dijmin jî were bîra me.
Çimkî hafiza miletan û tarîx bi qasî qehremaniyan, îxanetê jî ji bîr nake...
Di rojên giran da eyarê kê çend tuxt e derdikeve ortê, kî camêr e, kî rezîl e xuya dike...

XXX
Gelî dost û hevalan, gelî partî û siyasetmedaran, Îbrahîm Xelîl Baran, Emîn Baran û her kurdê serxwebûnxwaz ji bîr nekin. Kesên serxwebûnxwaz dibê li hev xwedî derkevin.
Girtiyên zindanan motajî piştgiriya me ne, dibê em êsîriya wan tim zindî bigrin, tu carî ji rojevê nexînin…

XXX

Hin kes wek gayê zexel, wek rûviyê kone ne, tu dikî nakî nayên ser riya rast, tu carî ji tirkî qut nabin. Bûne evîndar û muptelayê tirkî.



XXX
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotiye Rûsya di navbera hikûmeta Sûriyê û kurdan da navbeynkariyê dike.
Lavrov ji rojnameya Izvestiya ra gotiye, hikûmeta Sûriyê bi berpirsên YPGê re jî çend caran hevdîtin kiriye û ev hevdîtin bi rengekî pozîtîf bi pêş dikevin.
Li gorî Lavrov, potansiyela Şam û kurdan li hev bikin heye.
Bi kurtî hemû beyanên rûsan nîşan didin ku Rûsya di mesela kurd da wek Tirkiyê nafikire, ji PYDê, YPGê û PKKê ra nabêje terorîst û dixwaze kurd û rejîma Sûrî li hev bikin.
Ev jî sedîsed li dijî siyaseta Tirkiyê ye. Wê demê dibê Tirkiye têkiliya xwe bi Rûsyayê ra jî qut bike û resta Pûtîn jî bixwîne…
Yanî siyaseta Erdogan ya antî-kurd Tirkiyê bi tenê dihêle, mahkûmî tecrîdê dike, Emerîka ne bes bû, nuha jî Rûsya ji PYDê ra nabêje terorîst. Ev yek têkçûna siyaseta Tirkiyê ya ant-kurd e…

11 februari 2017

Bi gotegot ga naçe cot

Bi gotegot ga naçe cot. Tirk dibêjin ”bi zorê xweşikî nabe”!
Yanî meriv nikane bi zor, bi gotegotê, bêdil, bêdaxwaz tiştekî bi kesî bide hezkirin û kirn.
Di karê bêdil da xêr tuneye, bike jî lê dimeliqîne. Ji ber ku bi zor e berdewamî jî çê nabe…
Ez pir dixwazim hemû hevalên min yên facê dev ji tirkî berdin û bi kurdî binivîsin.
Yên nizanin baş xerab hinekî fêr bibin.
Carnan ji ber şerman hinek dibêjin baş e, emê dest pê bikin. Lê pir kêm kes dikin. Yên dikin jî dom nakin.
Helbetîstîsna hene, lê ez qala piraniyê dikim.
Ji bo ku hemû hevalên min bi kurdî binivîsin:
Ez pir dikim pitepit.
Wan ajîte dikim.
Dibêjim nivîsîna bi kurdî wacibekî me yê kurdayetiyê ye.
Di nivîsîna kurdî da pir israr dikim.
Rica dikim.
Rexne dikim.
Ji bo ku wan îqna bikim ji vir û ji wir numûneyan didim.
Pesnê kurdiya wan didim.
Ji ber ku çend gotin bi kurdî nivîsîne wan bi asîmanan dixim.
Lê dîsa jî pere nake, dîsa jî wek ez dixwazim nagihîjim armanca xwe.
Ji mecbûrî û ji şerman ji min ra bi kurdî dinivîsin, lê di rûpelên xwe da dev ji tirkî bernadin.
Çimkî bi xîç û xilikan, bi heriyê pêrgî li aşîtê nayê girtin.
Ne ku însan xerab in ya jî naxwzin, na, dixwazin lê belê xwestina wan, zixtên min nikane zora fêrbûna wan, zora asîmîlasyonê bibe.
Tesîr û rehên asîmîlasyonê gelkî kûr û saxlem in…
Çawa ku her kes nikane bi rehetî dev ji cixarê û alkolê berde, ji hinekan ra terapî lazim e; her wisa her kes nikane ji bandora tirkî jî xels bibe…
Ev rastiyeke tahl e.
Em bi qeherin, neqeherin piraniya însanên bi salan bi tirkî xwendine, bi rica û propaganda min dev ji tirkî bernadin, çend kes dev jê berdin jî piraniyeke mezin nikane dev jê berde.
Em çiqasî biqeherin jî, porê xwe birûçikînin jî ev îş wiha ye…
Gelek nas, dost, hemşeriyên min, hevalên min yên zaroktiyê ji ber ku nikanin bi kurdî binivîsin û ji ber ku ez jî bi tirkî bersîvê nadim wan, bi min ra nakevin têkiliyê, danûstendinên me çênabe.
Yanî ev îş pir zor e û heta kurd bi zimanê xwe nexwînin ne mimkûn em kanibin zora asîmîlasyonê bibin.
Belovacî wê, heger kurd li Tirkiyê nebin xwedî statu û bi kurdî nexwînin em çi bikin jî asîmîlasyon ewê kurdî bihelîne, biqedîne…
Emê jî bibin wek lazan, bibin kurdên zimanê wan tirkî…

Jiyan dibistana herî zor e...



Min di derekê da xwendibû, digot dibistana/mekteba herî zor dibistana jiyanê ye.
Tu carî naqede.
Tu nizanî tu di kîjan sinifê da yî.
Tu nizanî tu di sinifê da mayî ya jî derbas bûyî.
Heger tu di sinifê da mabî, tu nizanî îmtihana were kînga ye.
Tu nikanî ji hinekan kopye jî bikî, ji ber ku pirs û bersîvên di kaxetên her kesî da cihê ne.
Lema jî dibê tu di rûnê xwe da biqijilî…
Lê ev jî heye, dibistana hinekan rehet e û ya hinekan jî zor e.
Dersên hinekan pir sivik û rehet in û yên hinekan jî pir giran û zor in.
Êdî ev tesaduf e, şans e ya jî qeder e ez nizanim.
Kî bi çi bawer e bira wî navî lêke.
Tiştê min ji vê dibistanê fêm kiriye jiyana me kurdan, ders û îmtihana me kurdan li gorî gelekên din pir zor e, em dikin nakin, em nikanin bersîvên rast bidin û ji sinifa bindestan derbasî sinifa azadan bibin…

XXX


-Tu carî poşman nebin. Heger neteîce baş be, rind e. Heger netîce xerab be ev tecrûbeyeke.

XXX
-Însan ancax gava bi  dilê  xwe binêre kane rastiyê bibîne. Çav nikanin heyvanê rastiyê bibînin.

Dibê meriv bêsebeb xwe li ber baranê şil neke

Di referandûmê da aliyê dibêje ”NA” jî, yê dibêje ”Erê” jî me nas nake û silavê nade me, dibêjin hûn terorîst in, lema jî em bi were napeyivin. Dibê terorîst ji ortê rabin.
Di destûra herdu aliyan da jî bira maf li wir bimîne, wek milet hebûna me nayê qebûlkirin.
Lê dîsa jî em li ser ev alî ji me ra ji aliyê din baştir e, ev destûr ji me ra ji ya din baştir e ketine gewriya hev.
Efendim destûra nuh gelek selahiyetan dide Erdogan, wî dike dîktator.
Ezbenî Erdogan îro çi dike, sibe jî ewê eynî tiştî bike. Îro destûra kevn e lê dîsa jî halê me li ortê ye.
Yanî dibê herdu destûr jî werin guhertin û hebûna me, mafên me werin qebûlkirin. Heta ev nebe, destûra kevn jî û ya nuh jî ji bo me qet ferq nake.
Ji dêlî em ji îşxalkarên xwe ra bibêjin li hemberî me hinekî bi merhamet bin, dibê em li dijî koletiyê rabin û bibêjin di herdu destûrên we da jî em tune ne, mefekî me tuneye.
Destûrên hebûna me înkar bikin, mafekî herî biçûk nedin me, em rayên xwe nadinê, em herdu destûran jî red dikin.
Vê gotinê jî em tenê kanin bi ”Boykotê” bibêjin…

XXX
Her serokê tirk tirkan bi çêbûna Kurdistanê ditirsîne. Erdogan jî eynî tiştî dike. Ji bo ku ev tirs ji dilê tirkan derkeve, ji bo ku tirk ji vê paranoyayê xelas bibin dibê Kurdistan çêbe.
Çare ev e, derman ev e…
Ji ber tirsa ji kurdan û ji çêbûna Kurdistanê her tirk bûye Dewlet Bahçelî…

XXX


Polîsên tirk îro li ber zanîngehê bi copan bi akademîsyenan ketin û gelekên wan kel û kût kirin…
Akademîsyenên du(2) roj berê ji kar hatibûn avêtin îro li Anqerê xwestin herin zanîngehê û biryara hukûmetê protesto bikin.
Lê polîsan nehîştin akademîsyen têkevin hewşa zanîngehê û bi copan bi wan ketin, ew bi erdê ra kişandin. Cubeyên wan ji wan kirin û xistin binê nigên xwe.
Li welatekî polîs bi copan bi mamosteyên 50-60 salî keve li wî welatî rejîm bêyî faşîzmê ne tiştekî din e.
Lê miletê tirk, miletekî bêkultur û bêqalîte ye, heger piçek kultur û însaniyet bi tirkan ra hebûya li hemberî manzara îro ewê serî hildana.
Polîsek çawa akademîsyenekî 40 sal e mamoste ye cop bike, erdê ra bikşîne û pê li cubeyê wî ke?
Lê li welatekî yekî wek Erdogan serokkomar û Bînalî Yildirim jî serokwezîr be tiştên wiha normal e…

PARVE BIKE