Xortekî bi navê Muslim Azade, li Stenbolê aşpêj e, yanî
lokantacî ye. Diyalogeke nabêna xwe û kurdekî zaxoyî da wiha nivîsî ye:
"Do du muşteriyên min ez matmayî hîştim.
Yê yekem jin û mêrekî zaxoyî bûn. Em bi kurdî dipeyivîn. Min pirsî ew ji ku ne?
Gotin em ji Îraqê ne.
Min got, ji ku dera Îraqê?
Gotin, ”em ji Zaxo ne.”
Min got, ma wira Kurdistan e ya Îraq e?
Bi şermokî gotin, ”Kurdistan e.
Yê duyem ez bêtir matmayî hîştim. Kurdekî urdunî bû. Min jê pirsî ew koçber(mahcir) e ya jî ehlê wir e? Got ew ehlê cî ye. Kurdiya wî pir fesîh û xweş bû.”

Kurdên başûr xwe li Tirkiyê rehet û azad his nakin, tirsa
tirkan tim di dilê wan da ye. Wek turîstên alman û japonî rehet û bêtirs hereket
nakin.
Lê dîsa jî ji bo gerrr û seyranê diçin Tirkiyê.
Dîsa jî heyranê Tirkiyê ne.
Ji bo ku herin Tirkiyê û li bajarekî Tirkiyê çend rojan bigerin, tahtîlê bikin, otosansurê, tirsê, înkara nasnameya xwe, înkara navê welatê xwe qebûl dikin…
Ez di vê şexsiyetê da seqetiyekê dibînim.
Însan çawa kane bi perê xwe vê zulmê û heqaretê li şexsiyeta xwe bike?
Bêyî kurdan ferdên tu miletekî din naçin welatekî xwe lê rehet û azad his nekin…
Dema kurdek li Kurdistanê telefonî kurdekî li Tirkiyê dike, berî ku dest bi axaftina xwe bike jê ra dibêje:
-Ma ciyê te musaîd e?
Yanî tu kanî bi kurdî bipevive ya na?
Heger bibêje ”musaîd e”, ewê bi kurdî pê ra bipeyive û heger bibêje ”ne musaîd e”, ewê biqulibîne tirkî…
Ev yek tenê têrê dike ku meriv ne mecbûr be naçe Tirkiyê.
Wek turîst, ji bo kêf û seyranê ji xwe meriv nigê xwe navêje Tirkiyê.
Kurd pirseke wiha bêyî Tirkiyê li tu welatekî din ji hev nakin. Çimkî dijminatiyeke hewqaî mezin, kîn û nefreteke hewqasî mezin li tu welatekî din li hemberî kurdan tuneye. Tenê li Tirkiyê heye.
Çimkî tenê li Tirkiyê kurdek newêre li ba her tirkî, li her derê bi kurdî bipeyive.
Çimkî tenê li Tirkiyê ji ber ku di telefonê da bi kurdî dipeyive kurdek kane were lêdan, heta were kuştin.
Kurdên başûr vê yekê baş zaninin, gelek tişt hatiye serê wan bi xwe jî. Di çûn û hatinê da mamûr û leşkerên tirk heqaretê li wan dikin…
Lê dîsa jî ji Tirkiyê hez dikin.
Dîsa jî bi kêfxweşî diçin tehtîla xwe li Tirkiyê derbas dikin…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar