Muhsîn Kizilkaya du roj berê di telewîzyona Haberturkê da
bêhemdî fortek da xwe û got yê dibe leşker zane kuştin jî heye û ji bo vê pera
digre.
Di stutyoyê da him ji bo vê gotina wî û him jî ji bo çend
caran gotina xelkê birrî, tirk lê rabûn, pê da xeyidîn û ew gelkî pîs kirin.
Yekî tu nemamû rabe lêxe. Jê ra got, ez ji te ra dibêjim careke din bi vî rengî
xîtabî min neke û giran be...!
Muhsînê me do bi lez beyanek belav kir û ji tirkan, ji
”şehîdên xwe û ji artêşa xwe ya qehreman û bi şeref” uzrê xwe xwest. Lê tirk
dîsa jî pê nayên serî…
Ji uzirxwestina Muhsîn Kizilkaya çend numûne:
”Li gel ku min tavilê peyva xwe paş da girt û uzrê xwe xwest
û her kes zane ku ez ji berê da ye li hemberî Daîşê, FETOyê û rêxistna terorîst
PKKê me, ez piştgiriyê didim şerê Mehmetcîkan yê li dijî terorê, ez hewil didim
ku moralê Mehmetcîkan xera nebe, lê dîsa jî hin kes êrîşî min dikin, ez viya
wek neqeqiyekê dibînim.”
”Ji bo ku bi wê peyva xwe ya bêtalih min mensûbên artêşa xwe
ya qehereman , rihê şehîdên me yên ezîz û xurûra malbatên şehîdan êşandiye ez
ji miletê xwe careke din uzrê xwe dixwazim.”
Xwedê kesî fahş şaş neke, şaş kir fahş neke, faşhş kir bi
erdê ra kaş nake.
Netîceya hevalbendî û xulamtiya dijmin wiha ye, meriv wiha
rezî û riswa dike…
Wey nalet li wan çend qurişên pîs were, ji bo çend qurişan
meriv xwe naxe vî halî, hewqasî jî biçûk naxe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar